Dileke bi Rengê Zelalî û Pakiyê; Hevala Dilar

0Shares

Dema ez li wêneyên wê dinêrim, li ser wê dihizirim, yekem tişt pakî û sadebûn tê bîra min. Herî zêde xweşikiya van her duyan wêneya wê diresimîne. Mirovek encex dikare evqasî ya di hundirê xwe de bide der. Ez matmayî dimînin, ji vê xweşikî û pakiyê û dixwazim bizanim ka wê çawa karî wiha be?

Birastî, sadebûyîn bixwe çi digire nava xwe? Her ku mirov li vê yekê diponije hin dîmen li ber çavan dest bi herikînê dikin; wek zeryayeke şîn ku qet tişteke gemar û derve tevlî nebibe, wek semayeke safî, mîna bihareke bi coş. Kaniyeke bê rawest ku bi xumînî diherike. Xwendina çûkeke evîndar. Û ger ji bo mirovekê/î qala sadebûyînê were kirin mirov bi ruheke pak ku destûr nedaye ti qirêjî û tiştên xirab bandor lê bikin, re rû bi rû tê. Bi zelalî, pakî û şefafbûyînê re. Lê belê di nava evqas kirêtiyên cîhana îro de, ev çawa gengaz dibe?

 heya kîjan radeyê dikare xwe sade bihêle? Çawa dikare li ber xwe bide? Ji ber ku tu hema çav li ku derê digerînî bi hezaran qirêjî û alozî li beramberî xwe dibînî. Hîna dema nû çavên xwe li cîhanê vedikî bi şeqama yekem re yek bi yek rastiyên civakî wek sîle li rûyê te dikevin. Zarok neçare li tişên ku ser têne ferzkirin, li jêr hakîmiyeta malbatê de û bi awayê hizirîn û xwesteka wan dest bi jiyanê bike. Jixwe di temenê dibistanê de vê carê bi serwerekî hîna gewre re aşîna dibe; ew jî di kesayeta mamoste de pergala fêrkirina desthilatdaran e. Di danûstendinên civakî de piraniya têkîlî li ser bingeha madiyet û qezencê ava dibin. Ferd neçare di vê bazarê de bikeve pêşbirkê. Jixwe ji mezinên xwe fêr bûye ku her tişta ku tê bîra wê/wî neyîne ziman. Elimiye ku divê wek ku dixwaze tev negere û li gor pîvanên hatî diyarkirin nêz bibe. Car caran ji bo berjewendiyên xwe derewan bike, kesên li kêleka xwe wek reqîb bibîne, heke bikare li pêşiya wan bibe asteng. Xweşî û şahiya wê/wî tenê mijarên takekesî be. Bi şûna parvekirin û hevkariyê, bi qasî bikaribe tiştên pê dihizire neyîne ziman, tiştên elimiye fêrî kesekê neke ji ber di nava pêşbirkê de ye. Heke ji yekê/î hez bike wê/wî dike milk û malê xwe. Tiştên bixwe rast dibîne li ser ferz bike. Nehêle yên di bin kontrola wê/wî de ji rêya ku bixwe diyar kiriye derkevin. Heta dikare ji bo vê serî li tundî û şîdetê bide. Lê ya herî girîng jî bêyî pirs û gumanê her feraseta ku li ser disepînin dipejirîne. Di vê wateyê de jî zihin û mêjî mehkûmê hin têgeh û nêrînên diyarkirî dibin. Jixwe civata kerî (sûrû toplum) wiha tê avakirin. Ferdên raman û hestên wan di girtîxaneyan de bin, civakeke kedîbûyî û kole pêk tînin. Di vê wateyê de jî bi hêsanî têne birêvebirin. Hewsarê wan jî di destên desthilatdaran de ye. Di dirêjahiya dîrokê de pir desthilat û şêweyê hukumkirinê cihê xwe ji yên nû re hiştin, lê qet cewher neguherî. Nexasim bi tiştên ku wek ezmûn bi dest xistin hîna bi berfirehî ketin nava şerê fethkirina mêjî û baweriya civakê. Wiha jî kesayetên li gor pergala xwe afirandin. Di serdema koletiyê de pêdivî bi koleyan hebû. Ew tenê hêza kar û qezencê bûn. Mekîneyên xizmetê bûn. Pîramît û birc li ser cendekên koleyan bilind kirin. Lê van koleyan ku hejmara wan ne kêmî desthilatdaran bi deh qatan zêdetir bû, çawa serî tewandin? Paşê jî xizmeta ji bo axa û feodalên komprador destpêkir. Heya ku ew bûn koleyên hemdem û li karxane (fabrîka) û kargehên sîstemê bi mûşeyek pir kêm xwîdana enî û keda xwe firotin. Lê ji van koletiyan jî girantir koletî di qada zihin û baweriyê de hakimiyet avakir. Xweda, pût, rahîb, serwer, dewlet û hwd. bi hezar û yek dogma û qaliban ruhê mirovan dagir kirin. Xiyanet, pûçî, neheqî, derew, fêrbazî, durûtî, çavnebarî, dizî, destavêtin, talan, kuştin, boxtan, xwe înkar kirin û bi hezaran taybetmendî û nêzîkatiyên dîtir…

Jin jî di vê pêşbirkê de, hin caran qet nehate pejirandin, dema tevlî bû dawiya her kesî û bi derengî mafê tevlîbûnê dît, lewma jî her li dûmahîkê ma. Ew kirin dijmina hebûna xwe, ew wek pîrebok û kêm-aqil dane nasîn. Wê jî bawer kir û bî vî rengî tevlî lîstokê bû. Jê re gotin ‘fesad, boxtanger, hesûd, nezan û…’ pê bawerî neanîn, înkarkirin, kirin derê. An jî dema tevlî bû neçar ma cilên wan li xwe bike, bi peyvên wan biaxive, hest û ramanên xwe veşêre. Ji ber qaşo zaneyên civakê bi hemû tezên felsefî û zanistî îsbat kiribûn ku ‘jin kêm aqil e, hestyar e û wek xwezayê netimam e.’ Jinê jî tenê wek dayîk, xwîşk, hezkirî, hevser û keç li kêleka zilam, hebûna xwe da hîskirin. Ger bi nasnameya xwe derketa meydanê hemû pêşdarizî, kîn û nefreta zilamê serwer ku tehemula dengê jinê nedikir, bi ayetên îlahî û qanûnên nivîskî dihatin rêzkirin.

Çawa li beramberî xweza û jinê şereke giran hate birêvebirin, li dijî hemû beşên muxalîf û serbixwe jî êrîş bênavber heya îro didomin. Di encam de diyardeya talankirin û dagirkirinê, faşîzm û nîjadperestî, zayendperestî û desthilatdarî hev hembêz kirin û di bedena hebûneke hovane û dirinde bi navê ‘pergala sermayedar’ de li hev civiyan.

Bi tevahî dîroka mirovahiyê piştî ku berovajî qulipî, ji pir aliyan ve rûmet, nirx û hebûna wî hate gemarkirin. Lewma jî mirov zehmetî dikêşîne dema behsa pakbûyîn û zelaliyê dike. Li cihên ku qet mirov neçûyê û nedîtiye jî bi rêya gazên kîmyewî û xirab texrîbatên felaketbar çêdibin. Hîna zarok di malzarokê de ye mudaxeleya wê tê kirin. Ruxmî evqas pirsgirêkên giran ên civakî, zanist serê xwe Li ser klonkirina însanan diêşîne. Di civakê de asta kuştin û xwekuştinê zêde dibe. Pirsgirêka stres û qeyranê dibe nexweşiya serdemê. Jixwe karesatên xwezayî yek pey a din rû didin. Di nav malbatê de têkîliyên ensest û tecawûzê bê navber û bi berfirehî dewam dikin. Jixwe em qet behsa şîdet û zextên desthilatdaran nakin. Ji ber ew bixwe makîneyên vî karî ne. Pergal bi rêya hemû rêxistin, sazî û teknîkê ve civakê di nava çerxa hişmendiya xwe de dihêre, ramana civakê hûr hûr dike, enerjî û potansiyela ferd wek rûnê motora vê çerxê bikar tîne û wiha di her qada civakî de mirov rastê şîdet, kedxwarî, fêrbazî ango înkara heqîqetê û tinebûyîna exlaqa civakî tê.

Di nava tabloyeke wiha pintû û kirêt de, hin kes an jî aliyan hewl dan ku nexeniqin, têkelî vê rengê nebin, lê hemû têkoşîna wan bêtir teng û bi takekesan re sînordar ma. Lê belê ev bixwe jî dibû sedem ku bi tevahî qirêjî hakîmiyeta xwe pêş nexîne. Ango hertim hêvî û baweriya rizgariyê jî bi cureyekê xwe domand. Di vê mijarê de bêguman gelê Kurd heya radeyekê her têkoşa ku hebûna xwe ya cewherî biparêze. Lê bi derketina PKK’ê re heya wê demê bergeha ku av tê re diherikî -ku şaş diçu- rê guhert, vê care ava pakî, zelalî û xweşikiyê cihoka xwe ya herikînê dît. Rêber APO û tevgera azadiyê, ew mirovê kirêt ku xwe wenda kiribû, ji xwe şerm dikir, bê bawer bû, ti agahiya wî derbarê xwe û cîhanê de nebû û di destên kesên dagirker de bibû amûrê lîstokê, heke gotin di cih de be bi ‘roniya rastiyê’ waftîz kir.  Azadî ji nû ve can girt.

Bi hezaran dilên ku ji gemariyê direviyan berê xwe dane vê avê. Hevala Dilar Selmas (Gulale Yusifî) jî yek ji van rêhevalên evîndara roniyê bû ku di temeneke pir ciwan, lê bi fêmkirin û têgihîştina bilind, di navbera durêka kirêtî û xweşikiyê de ya duyem hilbijart. Jixwe yên xweşik: başî, qencî û xweşikiyê erê dikin. Hevala Dilar Dilbirîn jî wek keçeke Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê, çawa ku di derguşa xwezaya welatê xwe de mezin bibû, ji zozan û kaniyên Selmasê fêrî rewaniyê bibû û kêşwerî û xweşikiya sexte ya jiyana pergalê ji wê re nexweşik hatibû; bi naskirina tevgera azadiyê re yekcar biryara tevlîbûnê dabû. ‘Her çûk bi refa xwe re difire’ hevala Dilar jî refa xwe dîtibû. Dê nebibûya şagirtê dibistanên rejîma Îranê, wê nebibûya keça êmin û fedok a dayîka xwe, wê nebibûya hevsera zilamekê jî. Wê hilkişiyabûya serê çiya, ew ware bê ser û binî, bê sînor û bend. Ma di cîhanê de ji vê bextewertir tiştek heye, ku mirov cihekê bibîne tê de gemarî cihê jiyanê nebîne? Wê çawa neçe ser zinareke bilind û gazî hemû jinên êşkişandî, dilên hêvîdar neke ku “dengê min bibihîzin, werin tevlî dengê min bibin. Werin bi çavên xwe bibînin ku li vir heqîqet bê cil e. Rûpoş û maske dikevin xwarê û xweşikî awaza jîna nû distire! Werin!”

Hevala Dilar di sala 2002`an tevlî refên şoreşê dibe. Piştî demekê ku di qadên leşkerî de dimîne, bi rêxistinkirina tevgera azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê di vê xebatê de cih digire. Heya sala 2006’an di qadên cuda yên xebatên PJAK’ê di bi awayeke çalek têkoşîn dimeşîne. Di qada Bane-Bokan di warê birêvekirina xebatên rêxistina civakî dibe xwedî kedeke mezin. Piştî ku yekemîn konferansa YJRK’ê tê lidarxistin destpêkê di perwerdeya kadro dewreyekê perwerde dibîne û paşê jî tevlî qada çapemeniya tevgerê dibe. Hevala Dilar di tevahiya dema ku di qada xebatên Rojhilatê Kurdistanê de ma, bi dilnizmî, mirovhezî û germiya xwe ya ku ji kûr ve dida hîskirin, di nava hevalan de ciheke taybet girt. Lê bi baweriya min herî zêde jî safî, pakî û zelaliya hestên wê bû ku ew evqas bi lez dikire mêvanê dilê hevalan. Mirov di reşka çavên wê de ruheke pak û delal didît. Jixwe rûyê wê hemû hestên di hundirê wê de diteyîsand. Ji ber vê jî naskirin, parvekirin û hevaltiya bi wê re ne zehmet bû. Ez nebawerim ku hevala Dilar ticarî dilê hevaleke xwe şikandibe, an jî kesek ji xwe bêzar kiribe. Ji ber wek aveke zelal ticar hestên nexweş û ne li gor pîvanên rêhevaltiyê tevlî wê nedibû. Ew zelal bû û bêrawest diherikî. Qet nebû golav ji bo ramanên paşverû û klasîk. Dema ku tesfiyekarî li her derê tovên bêbaweriyê direşand, wê bi biryardarî hev-zayendên xwe li Rojhilatê Kurdistanê agahdar dikir ku ji bo jîna dubare tevlî nava refên şoreşê bibin. Wê bi rika hemû xirabiyên pergalê, qet xwe nêzîkê bêrêzikî û ferasetên çewt nedikir. Lewma jî hemû hewldan û nêzîkatiyên ku xwestin wê ji tevgera azadiyê veqetînin, beyhûde man. Ew bi israr bû ku heya dawiyê di vê rêyê de bimeşe. Bi vê biryardariyê jî di sala 2007’an piştî perwerdeya kadro ya navendî derbasî qada HPG’ê bû. Hevala Dilar bi tiştên ku ji Rêbertî fêr bibû, bi ezmûnên salan ku di xebatên cuda de wergirtibû, vê carê jî di qada pratîkê ya çiyayên Zagrosê meşa xwe dewam kir. Herî dawî jî li dijî tecrîda ku li ser Rêber APO hatî şidandin, li beramberî êrîşên ku bi ser gêrîla de dihatin û ji bo mehkumkirina polîtîkayên dijmin ên li ser gel dihatin pêkanîn, tevlî çalekiya Çelê bû. Hevala Dilar jî bi 35 rêhevalên xwe li geliyê Tiyarê tevlî karwana nemiran bû. Wê di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de wek jineke azadîxwaz, wek lêgervana heqîqeta Apoyî û evîndara hevdîtina bi Rêber APO re, qet xwe ji têkoşîn û xebatê paş ve nekişand û hewl da ku hem tola bi hezar salan ji pergala zilamsalar hilîne, hem jî wateyek nû bide jîna civaka xwe.

Li ser vê bingehê jî bû xwedî berhem û kedeke mezin di dîroka gelê xwe de. Dê bîranîna wê wek keçeke serhildêr a herî pak û xweşik a Rojhilatê Kurdistanê di dil û mêjiyê rêheval û gelê Kurd de her hêşîn bimîne. Bi vê re jî em hemû şehîdên Cotmehê, bi taybet jî şehîdên qehreman ên ku di xeta Bêrîtan, Nazlican, Berwar û Çîçekan de xwe feda kirin, bi bîr tînin. 

Ji Pênûsa Gêrîla

Attachment