
Dildarê Çiya Bû
Kod Adı: Didar Azad
Adı-Soyadı:Fatma Hatzade
Doğum yeri: Selmas
Anne – baba adı: Ayşe – Mahmut
Şahadet Tarihi ve Yeri: 30 Haziran 2012 /Medya Savunma Alanları
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Didar Azad (Fatma Hatzade)
Hevala Dîdar, eslê xwe ji Selmasê ye navê wê yên rastî Fatma Hadzade ye. Ew di sala 2009’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Hevala Dîdar hevaleke pir saf û pak bû, weke ku tevayî taybetmendiyên baş ên Selmasê di kesayetiya xwe de dabû şênber kirin. Bi sekin û nêzîkatiya wê ya cihê baweriyê bû, ev yek hiştibû ji aliyê tevayî hevalan ve bê pejirandin. Heta bê gotin hevaleke xwezayî bû, tişta dihizirî, dianî ziman jî.
Ew di karanîna çeka doçkayê de pispor bû. Di nava gerîla de hevalên jin pir zêde doçkayê bikarnaynin. Helbet jimara hevalên jin ên bi her awayê çekan bi pisporî bikatînin jî pir zêde hene. Jixwe di nava gerîla de di mijara bikaranîna çekan de ti cudahiya jin û zilaman tine ye. Jin jî ji her aliyê jiyan û şer ve rista xwe pir bi hêz dilîze. Lê belê çeka doçka dayîna bikaranîn rewşekî cuda ye. Hem di aliyê seng de giran e û hem jî ji ber bi piranî li girên sabît tên bicihkirin, piraniya wê hevalên zilam doçkayê bikartînin.
Vaye hevala Dîdar çekên doçka bi pisporî bikardianî, ew ji yek wan hevalên jin ên bi serkeftî bikaribin derbe li dijmin bixe, bû. Wê kêrhatina xwe ya ku bikaribe vê çekê bide bikaranîn dabû pêşxistin, jixwe perwerdeya wê jî dîtibû.
Ew di êrîşa hewayî ya li ser Kûro Jahro pêkhatî de şehîd dikeve. Hevala Dîdar li Girê Kûro Jahro Fermandara Tîmê ya hevalên jin e. Jixwe ew dildarê vî çiyayî bû, wê bi her çar aliyên wî çiyayî pir baş nas dikir. Ji ber van sedeman wê pir baş dizanî ku parastina vî çiyayî fazîlet û pîrozbûyînekî herî mezin e.
Ew li Kûro Jahroyê ku pir jê hez dikir, ber bi bêdawîbûnê ve çûyîn, ji bo vê yekê ji bo hevala Dîdar heta bê gotin pir bi watebû. Ew di dilê Kûro Jahro de, Kûro Jahro jî di dilê wê de heta hetayî wê jiyan bike.
Şehîd rûmet û meriyeta şoreşê ye. Şehîd sîpera parastina rêxistinê ye. Şehîd fedayî yê civaka polîtîk û exlaqî ye. Şehîd bîr û baweriya berxwedanê ye. Şehîd mezin û her wek navê xwe sembola Kurdistanê ye. Şehîd kesên ku azadî fêmkirine û ji boyî azadiyê canê xwe dikin bedel şehadet ruhê îfade diket. Şehîd jiyan kirina şehîd namirin û ronahiya riya me ne.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê