Şeweza jiyana manîpulatîf a ku lîberalîzm afirandiye, tenêtiya di mirovan de, hesta nediyarî ya der barê pêşerojê de û rêça pêşveçûnê ya di dema pêvajoya metabûn de ber bi lûtkeyê ji bo pênasekirina pergala lîberal girîng e.Her wiha hemû nîqaşên wek kevin tê pênase kirin datîne aliyek û sedema îdiayek avakirina têgihiştinek nû jî diafirîne. Ramana modernîst ku di roja me ya îro de nîqaşên ku bi paşguhkirina raboriya re dimeşîne, me bi berbibabûna tarîtiya ku Lîberalîzm avakiriye re tenê hiştiye. Ji bo ku ev pêvajo deynîn holê, pir girîng e ku mantiqa tevgerên antî-pergal û têkoşîna roja me ya îro were fêmkirin. Têkoşînên ku ji ber êrîşên (zayedperestî, nîjadperestî, şer, xizanîkirin û metakirin) ku kapîtalîzmê arasteyê her qadê kiriye mezin dibin, di wateya hejandina pergalê de dînamîkek girîng diafirîn e. Yekîtî, hevgirtin û afirandina perspektîfek yekgirtî ya van têkoşînan, lezginiyek cuda hildigre. Ji ber ku ev beşên bindest li dijî lîberalîzmê berbibabûnek cidî dijîn. Ji ber ku tevgerên antî-pergal ji şêwaza jiyan û feraseta lîberalîzmê xilas nebûne, têkoşîna dimeşînin vê têgihiştinê nikare pêkbîne û ji avakirina pergalek alternatîf jî dûr e. Ji ber ku ne xwediyê projeyên ji bo pêşerojê ne û nikarin dîrokê jî rast analîz bikin, pêşxistina dijî derketina pergalê gelekî pirsgirêk e. Ev tevgerên ku di bin bandorek giran a lîberalîzmê de ne, bi qasî pergalê bandorek neyînî li ser serdema me kirine. Ji ber ku tevgerên antî-pergal di mijara modernîteyê de ne zelal in, utopyayên wan li şûna ku modernîteya kapîtalîst derbas bikin, emrê wî dirêj kirin. Kokên tevgerên antî-pergal xwedispêre Şoreşa Fransa ye. Tevî ku pêkhateyên ramana Fransî, ji neteweperestiyê heta komunîzmê, ji olê heta pozîtîvîzmê, ji femînîzmê heta ekolojiyê gelekî dinava hevdane jî, rastiya ku emrêmodernîteya kapîtalîst dirêj dikin ferq nekiribûn. Pêşengên van tevgerên ku pozîsyonên wan ên civakî bi piranî çîna navîn û şêwazên jiyana wan modernîst e, di civakê de pirbûnek girîng dihewîne. Nêrîna wan a li ser civakê, bi têgihiştina van ya girseyê re ye. Ji ber van sedeman çawa ku modernîteya kapîtalîst bi ser nexistin, berbibabûnek cidî jî jiyan kirine.
Sedema bingehîn a ku tevgerên antî-pergal di nava kapîtalîzmê de tevlî dibin, çavkaniya xwe ji ber ku nikarin feraseta lîberalîzmê afirandiye derbas bikin digre. Ji ber vê sedemê dijberên pergalê rastî windakirina hêz hatine. Bûyina baske rast an jî çep a lîberalîzmê rastiyê naguhere. Tevlîbûna wan a tekelên kapîtalîst jî bi têgihiştina wan a modernîteyê ve girêdayî ye. Qaşo li dijî modernîteya kapîtalîst tevgerên Post-modernîst, femînîst û ekolojîst wek encama bertekên li hemberî van geşedanan derketin jî, helwestên wan ên îdeolojîk û pratîkî yên heyî nîşan dide ku ne zêde bi bandor in. Ji ber vê yekê, pêwîstiya dijberiya pergalê heye ku di aliyê fikrî, exlaqî û siyasî de nûbûnek radîkal pêkbîne. Di nava vê çarçoveya sereke de ji nêz ve naskirina hêzên dijberê pergalê girîng, pêwîst û kêrhatî ye.
Real-sosyalîst: Pratîka sosyalîst a hatiye jiyîn ku wek ‘real-sosyalîzm’ tê pênasekirin; ji ber sepandina ‘dewleta refahê’ û hewcedariyên mirovan bi nêrinek ekonomîsta salt dinirxîne, dîsîplînên tund û şêwaza jiyana burokratîk derxistiye holê. Helwesta bêçareserkirin, dûrxistinê ya tevgerên çînakarker ên serdemê li dijî nîjadperestî-zayendperestî-mîlîtarîzma ku derketiye holê û helwesta wan a li ser endustrîbûn/pêşketinê, pêwîst dike ku em pêvajoyê wekî encama îdeolojiya lîberal binirxînin. Hîn zêdetir li dijî yekdestdarên taybet derketin û kapîtalîzma dewletê hem wek yekdestdariya hêz û hem jî sermayeyê qebûl kirin. Di encamê de bawer kiribûn ku dema hêza desthilatdariyê bi dest bixin, dikarin sosyalîzmê ava bikin. Endustriyalîzm, netew-dewlet û kapîtalîzm ku sê lingên modernîteyê erê kirin û wek pêngaveke pêşketî dîtine. Kapîtalîzm wek fêzkirinek dest girtin û pozîtîvîzm jî wek zanistî qebûl dikire. Sosyalîzma ku avakiribûn, li gorî tezên ku Darwîn û Newton di warên biyolojî û fîzîkê de pêş xistin, wek pêşketineke şoreşgerî qebûl kirin û pêvajoyên tên jiyîn wek zanistî dest girtine. Nêzîkatiya wan a sosyolojîk li gorî bingehên qebe ên Darwîncitî ye. Dîsa bi baweriya xwezaya yekem li gorî qanûnan e, ketine determînîzma herî hişk. Civak; wek îlkel, koledar, feodal, kapîtalîst û sosyalîst ên wekî modelên di xeteke rast de pêş dikevin hatiye tesvîr kiribûn. Der barê xwezaya civakî de nêzîkatiya rêbaziya gerdûnitî ya pozîtîvîst, xêza rast û pêşveçûn a qebûl kirin û pêk anîn. Li şûna kapîtalîzma taybet, kapîtalîzma dewletê esas girtine. Nêrîna wan a li hemberî hêzên dijberê şaristaniyê jî oryantalîst e, ango van hêzan wek paşverû û barbar dinirxînin. Dema ku paradîgmaya esas digirtin şoreş-îqtîdar-sosyalîzm dibe, avabûna ku derdikeve holê jî kapîtalîzma dewletê bûye. Encambûna Real Sosyalîzm a bi kapîtalîzm re, mîna ku bi bingehên çînayetiyê ve girêdayî ye, neqûtbûna şêwaza jiyanê ya îdeolojiya lîberal re jî girêdayî ye. Ji ber vê yekê çekên ku difikiriyan li dijî desthilatdaran dizivirandine, ber bi civakê ve zivirandin û ketina pozîsyona amûra kedxwariyê ku kapîtalîzm li ser gel dimeşîn e.
Tevgerên femînîst: Bi gelemperî femînîzm; mimkune ku wek nêrînek ku li dijî serweriya mêr derdikeve û wekheviya siyasî, aborî û civakî ya di navbera zayendan de diparêze, pênase bikin. Tevgereke ku bi Şoreşa Franseya Rojava re di çarçoveya mafê hilbijartinê û hilbijerina jinan, têgihîna azadiya jinê de pêş ket û birêxistin bûye ye. Di encama gelek çalakî û reforman de di warê jinan de hin maf bi dest xistin. Beşên femînîst ên xwedî aliyek lîberal in, mafên ku bi dest xistine têrker dîtine û bi wan razî bûne; lêbelê yên ku di têkoşîna jinê de radîkaltir in, piştî bi destxistina van mafan diyar dikin ku azadiya wan tenê bi van mafan re sînordar nîne û pirsgirêka bingehîn serweriya çandî ya mêran e û têkoşîna xwe didomînin. Her çiqas van nêrînan anîn ziman jî, ji ber ku di bin bandora ramana lîberal de pirsgirêka jinê wek îdeolojîk ber çavan negirtin, heta roja me ya îro her tim rewşek parçebûnê jiyan kirine. Tevgerên femînîst encax piştî çend qonaxan heta roja me ya îro hatine. Di femînîzmê de jin bi qasî mêran wekhev û azad in. Lê ya rast xapandina herî girîng di vê şêwazê wekhevî û azadiyê de veşartiye. Ne tenê ya modernîteya fermî, feraseta koledar a pergala şaristaniya hiyerarşîk û dewletparêz ên hemû pêvajoyan, bandor nava hemû pêkhateyên civakî yên jiyanê kiriye û jina ku ji aliyê derûnî û fizîkî ve dîlgirtiye, mehkûmê koletiya herî kûr kiriye û daye xebitandin. Ramangerên femînîst; Ji ber ku di bingehê de nikaribûn teoriyek ku derfet dide dahûrandinek nêrîna femînîst bi tevahî rexne dide pêşbixin, di bin bandora tevgerên ramanî yên wekî lîberalîzm, Marksîzm, psîkanalîz, hebûnparêzî û radîkalîzmê de man û nikaribûn rêxistinek yekgirtî ya bi teoriyên ku afirandin bersivê bide lêgerîna çareseriyên alternatîf ên mafên jinan pêşbixin. Ev teoriyên femînîst, texmîn dikin ku jin di nava sazûmana nîzama civakî ya baviksalarî de tên bêqîmet kirin û sedema vê yekê jêpirsin dikin. Di vê jêpirsê de jî ji ber ku pirsgirêka ferasete ku xala herî girîng dest negirtin, nebûn hêza çareseriyê jî.
Anarşîst: Anarşîstan, kapîtalîzmê ne tenê wekî yekdestdariya taybet û yekdestdariya dewletê wek modernîteyê jî rexne kirin û gotina li dijî hemû pêkhateyên heyî yên hiyerarşîk ên pergalê radiwestin teoriya xwe pêşdixin. Ji ber vê jî bûne hêzeke dijî pergalê. Lê nekarîne van teoriyan veguherînin bername û rêxistinek. Her çend diyar kirin li dijî her cure pergala tehakûmê ne û lê otorîteya xwezayî qebûl dikin jî, sazûmana civakî jî ne pejirandine. Ji ber ku bawer dikirin azadî di takekesîtî de derbas dibe, di têkoşîna xwe de takekesî mane. Rastiya ku takekesîtî mane, nekarîne bingehek xurt peyda bikin û nekarîne pergalek dijî pergalê pêş bixin, bi têgihîştina lîberalîzmê ya azadiya takekesî ve girêdayî ye. Sedema ku tevî nêrîn û rexneyên xwe yên girîng jî bi girseyîbûn re şensê pratîk pêkanîne neditîn, bi kêmasiya analîza şaristaniyê û pêşnexistina pergalek dikare pêkanîn re girêdayî ye. Ji ber ku dahûrandinên dîrokî-civakî û pêşniyarên çareseriyê pir zêde pêş neketin, di mijara siyaseta demokratîk û modernîteyê de nekarîne bikevin nava raman û pêkanîna pergalî. Bandora pozîtîvîst a zanista civakî ya navenda wê Ewropayê hildigirin. Ji ber ku kêmasiya wan a herî bingehîn, di navbera teorî û jiyana wan de kendalek kûr heye, nekarîne jiyana nûjen ku pir rexne dikirin, derbas bikin. Ketine bin bandora feraseta derewîn a azadiyê ku xefika lîberalîzmê ye.
Tevgerên ekolojîk: Pirsgirêkên jîngehê yên ku di jiyana me ya rojane de wek nîşaneyên pirsgirêka ekolojiyê xwe nîşan didin û her ku diçe dibin xetereyên mezin, yek ji rojeva girîng û pêşîn a hemû cîhanê ye. Ji ber ku mezinahî û berfirehiya wêrankirina ekolojîk bi tedbîrên demkî nayê çaserekirin, divê pirsgirêk bi awayekî kok were dest girtin. Yek ji encamên endustriyalîzmê yên ji ber kapîtalîzmê pêkte; mezinbûna qulika di tebeqeya ozonê de, germbûna gerdûnî ya ku ji ber bandora serayê çêdibe û zêdebûna av û axê û her weha zêdebûna qirêjiya hewayê zengilên alarmê lêdide. Li hemberî pirsgirêkên wekî zêdebûna hewcedariyên nifûsê yên zêde, êrîşên dijwar ên li ser xwezayê û bikaranîna zêde ya mexaztin, wê xilasbûna çavkaniyên xwezayî pêşbikeve. Lîberalîzm, hewl dide endustriyalîzma kapîtalîst ku wek di her pirsgirêkeke civakî de di qada ekolojîk de jî esasê bingehîn ê pirsgirêkê ye paşguh bike û teknolojî, sotemeniyên fosîl û civaka mezaxtar wek berpirsyar nîşan bide. Halbûkî ev hemû diyardeyên alî, berhemên pergala wî ya modernîteyê ne. Bi lîberalîzmê re perde dikşîne li ser çavên ku dixwazin rastiyê bibînin û xwezayê tîne rewşa dijî civakê. Bi takakesîtiya radike pêdarê re komkujiya xwezayê pêş dixe. Tevgerên ekolojîk ên ku dixwazin ji karesatên xwezayê re pêş bixin jî, ji ber ku bi îdeolojiya lîberal a li dijî civak û xwezayê re tevdigerin, dibin amûrê vê kareset e.
Tevgerên çandî: Tevgerên çandî di hemû serdemên şaristaniyê de her tim wek hêzek berxwedêr hebûne. Di pêvajoya li ser bingeha etnîsîte, ol, mezheb an jî diyardeyeke din a komek serwer dewleta netew homojenkirina civak û neteweyan de; xwestine gelek kevneşopî û çandan bi dejenerekirin an asîmîlekirinê tune bikin. Bi hezaran ziman, zarava, qabîle, eşîret û qawîm bi çandên xwe re ber bi tunebûnê ve hatine. Gelek ol, mezheb û tarîqet hatine qedexekirin, folklor û kevneşopiyên wan hatin asîmîlekirin û yên ku nedihatin asîmîlekirin neçarî koçberiyê hatin kirin, hatin biçûkxistin û yekitiya wan hat perçekirin. Ev pêvajoyên ku di dîrokê de weke demên şer ên herî demdirêj û tund tên bi nav kirin, li ser gel û çandan bandorên kûr hiştine. Bandorên wê yên neyînî heta roja îro jî xwe dide der. Avahiyên çandî yên ku pasîf bûne û berxwedariya xwe ya birêxisbûnê bi qismî windakirine, di roja me ya îro de bi lîberalîzmê re di rewşeke hîn dijwartir de mane. Hewldana kapîtalîzmê ya ji bo qezenca herî zêde û rêxistinên yekdestdariya zêde, bûye sedem ku di pêkhateyên civakî û çandî de xwe nû kirin û pêşxistinê de kêm bimîne. Tevgerên ku di dîrokê de her tim hebûn her çiqas li dijî qirkirinê di nava berxwedaneke diyar de bin jî, ji ber ku nekarîn xwe di qonaxa kapîtalîzmê ya pergalê de ji bandora lîberalîzmê ya îdeolojiya bijarte ya wî ye rizgar bikin, qirkirin û asîmîlasyona nedîtibûn. Ji ber ku armanca wan zindîkirina kevin bû, nedikarîn xwe wek hêmaneke têkbir a têkoşîna çînan binirxînin xilas bikin.
Encam; Wek cînayetiyek razber ku ji hemû mutafikên xwe qutkirî û di ekonomîzmê de xeniqî xwe nîşan daye. Ne têgihiştînê ku rewa dîtina çînayetî bi awayekî objektîf xizmet ji çînên desthilatdar û dewletê dike. Koletî, serflîxî û proleterîzm, ji bo pêşketina dîrokî û azadiya xwezayê wek dayîna bedelek şîrove kirine. Ji ber vê sedemê çawa ku pêşiya asîmîlasyon û qirkirina çandên ku encama mantiqa xerîdarîzma kapîtalîzmê avabûna negirtin, nekarîne xwe jî ji xetereya vê tunebûnê rizgar bikin. Heya ku lîberalîzma îdeolojiya modernîteyê neyê famkirin û ji holê ranebe, nikare pêşî li hemû tevger û hêzên ku li dijî pergalê ne û li hemberî pergala heyî li ber xwe didin, di nava vê pergalê de bin. Hêzên pergalê bêguman li hemberî pêşketina tevger û tevgerên li dijî wan bêkar neman. Pergala modernîteya kapîtalîst dixwaze hemû rêxistinên li dijî xwe bi polîtîkayên taybet ên pasîf bi pêş bixe, an jî bi xistina pergala xwe berfireh bike. Dixwazin di serî de bîrdozî, leşkerî, siyasî, aborî û derûnî bi her cure rêbazan van tevgeran bitepisînin, tine bikin, beralî bikin û bixin bin kontrola xwe. Divê bê zanîn ku hêzên pergalê di vê warî de di şerê li dijî pergalê de xwedî rêbaz û tecrûbeyên gelek dewlemend in. Bi van rêbazan gelek tevger, rêxistin û kesayetên li dijî pergalê hatine tasfiyekirin. Yên ku nikarîbûn tasfiye bikin, bi lîberalîzmê ew ji armancên wan qut kirin û di rewşek ku ji bo wan nebe xeter de hiştin.
Akademiya Şehîd Zîlan