Di Riya Heqîqetê De

0Shares

Em dizanin ku di dawiya şerê Cîhanê yê yekemin de Corafiya Kurdan jî aliyên hêzên hegemonîk ve hate parçekirin û Kurdistan kirin çar parçe her parçeyek yên Kurdsitanê xistîn bin serweriya welatekê de. Komara Tirkiyeyê jî ji roja ku ava bûye û pê ve hewl dide Kurdan bi temamî asîmîle bike, ji aliyê çandî ve qir bike, Kurdan bi temamî tasfiye bike û ji bo vê jî polîtîkayeke bi rêk û pêk didin meşandin li ser gelê Kurd. Di rêveçûyîna dîrokê de Kurd her tim hatine tecrîdkirin û perçeqandin. Ji azadî û mafên xwe yên gelbûnê ve hatin dûrxistîn û qirkirin. Li hember vê dûrxistinê û qirkirinê jî wan her dayîm çanda berxwedaniyê dane meşandin û serê xwe li hember dagirkeriyên nedane tewandin û her dayîm şerek bi ehlaqî dane meşandin li hember hêzên paşverû.

Em dikarin bêjin ku bi derketina Rêber APO re guhartinê mezin li Kurdistanê û li Rojhilata Navî hatin çêkirin û hêzên desthilatdar nekarin xwe li hember guharin û veguharinê ku Rêber APO dida çêkirin bigirtîban û bi hemû hêza xwe ve êrîşên xwe birin ser Rêber APO. Lê belê Rêber APO ji bi hemû hêza xwe ya insanî ve li hemberî çanda dagirkeriyê û ya têk birinê sekinî û got; gelê Kurd gelê her qedime li ser vê axê û mefê wan heye ku bi şêwazek her azad li ser axa xwe jiyana xwe bidin meşandin û hêza tû desthilatan têr nake ku şîniyên vê axa pîroz têk bibin. Bi hemû hêza xwe ve li hember pargala dagirkeriyê û ya têk birinên şerê hebûnê dide meşandin. Di riya heqîqetê de.

Em dikarin bêjin ku di ser Komploya Navneteweyî re 25 e sal derbas dibe. Ev 25 e sale Rêber APO tekoşînek bêhempa li girava îmraliyê li hember hêzên hegemon dide meşandin. Dî dîroka tû gelan de tecrîdek ew qasî girankirî li ser tû mirovek û şoreşgerek nehatiye meşandin û dîtin. Hemû hewldanê dagirkeriyê û yên faşîzmê ew ku dengê Rêber APO li ser gel bidin qotkirin. Lê belê em dikarin bêjin ku êdî ramanê Rêber APO di roja îro de di dilê bi milyonan mirovan de lêdide li ser bingehê jiyanek azad û wekhef. Di kesayeta Rêber APO de hemû gelên Rojhilata Navîn tête tecrîdkirin.

Dema ku ramanê pêşengek gerdunî dibe êdî ne mumkune pêşiya wê bête girtîn. Ji neslek derbasî neslek nû dibe, êdî hêza tû desthilatdaran têr nake ku wî têk bibe. Em dikarin bêjin ku êdî Rêberê me bûye Rêberê hemû mirovatiya li azadiya xwe û ya gelê xwe diger. Ji vê demê şûn de tû hêzên desthilat nikarin pêşiya berxwedaniya gelê Kurd û şervanê doza azadiyê bigirin, ne bi tecrîtan ne jî bi lêdan û kûştinan nikarin pêşiya berxwedaniya girtiyên doza azadiyê bigirin. Heya demlek xwîn di canê wan ne de hebe dê çanda berxwedaniyê dewam bike. Heya ku kurdek bi şerf li ser vê axa pîroz jiyana bike dê çanda berxwedaniyê jî li hember zordaran bête meşandin. Li hember vê tecrîda-girankirî   divê hemû mirovên baweriya wan bi azadiyê tê li hember vê tecrîtagirankirî rabe ser piyan û dengê xwe ji bo azadiya Rêber APO ya fîzikî bilind bikin.

Bêrîvan Zîlan

Attachment