Hevala Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ku di şerê Başûr de şehîd ketibû, ji aliyê azadiyê ve xwedî hewldaneke mezin bû. Raporeke ku wê hevalê ji min re şandiye hebû, min hîn nebihîstibû ku şehîd bûye û her dem ev heval di bîra min de bû. Digot, “ez dixwazim ji dahurandinên Rêbertiyê sudê werbigrim û ceribandina romanekê bikim.” Li gel me hetanî niha kesekî gotineke wiha negotibû. Hevaleke gelekî pêwendîdar bû. Min digot, ger min ev hevala bidîta û nîqaş bikira dê baş bibaya. Piştre xebera şehadeta wê hat. Keçikeke gelekî qehreman bû. Di asta rêbera taximê tevlî çalakiya qereqola Rûbarok bûye û di vê çalakiyê de birîndar bûye. Tevî ku birîndare jî di eniya şerê Başûr de li herî pêştir helwest girtiye, di wir de jî hetanî ku guleyên wê qediyane di sengerê de maye. Piştre hêzên xayîn û noker derûdora wê dorpêç kirine û gotine “radest bibe, em tiştekî bi te nakin” lê belê helwesta vê hevalê gotina, “we bi dijmin re hevkarî kir, hun ji Başûr êrîşê Bakûr dikin, hun xayin in ez radestî we nabim” bûye. Bi navê Rêbertiya Partiyê jî di asta diruşmê de qêriyaye û xwe ji kendalê ve avêtiye.
Ev çalakiyeke watedar û gelekî wêrek e. Di rastiyê de weke teorîk gelekî bihêz e. Tenê ji welatparêziyê û berxwedaniyê bingehê xwe nagre, di heman demê de keseke ku dixwaze dahurandinan jî bi kûranî fêm bike. Ji ber ku dixwaze asta wan hîn zêdetir bike. Ev rewş tê wateya ku ji vê rêhevalê dê dahurînêreke baş derbikeve. Kesayetên ku di têgîhiştinê de xwedî biryar in û ji bo vê her cureyê berxwedêriya qehremaniyê pêk bînin jê derdikevin û pêwîste mirov rûmetê bide vî tiştî. Pêwîste mirov bersiveke baş bide bîranîna vê hevalê. Ev kesayet û helwest wisa ye ku mirov ji rêzgirtinê zêdetir nikare tiştekî din bike.
Li ser vê şehadetê heval dibêjin, “em bi bîranîna vê hevalê ve girêdayî ne, emê navê wê bidine tabûrê.” Pirsgirêk bi navê wê dayîna tabûrê ve û çawa berxwe daye bi vegotina wê ve nayê çareserkirin. Pirsgirêk helwesta ku ew dişopîne dayîna jiyîn e. Jixwe yê ku van encaman derbixe holê jî ev helwest bi xwe ye. Em wê bingeh digrin. Ev hindekî dibe mînak an jî modelê ku hevalê em dixwazin pêş bikevin e.
Ev hevalê ku di pêşketinê de bibiryar e, di rastiyê de bi gelek çewtbûnan re jî rû bi rû maye û dibe ku şaşitî jî kiribin. Lê belê her diçe di xeta rast de kûr dibe û dikare biçe encameke gelekî bibandor jî. Tiştê ku ez dixwazim diyar bikim ev e. Ger em rê vekirî bihêlin dê kesên mêrxas hetanî qehreman derbikevin. Ji ber ku ji berî vê di vê qadê de dihate gotin, “jin gelekî giraniyê çêdike, em çi ji van bikin?” min ev yek got, “yê ku we re got giranî ye, berovajî ye. Jin di rastiyê de hêzeke mezin a fedayî ye. Hatina wan hevalan a wan deran weke ku di gelekan de hatiye dîtin, li gel feraseta xwe fedakirinê wêrekiyê jî rave dike.” Hun vê yekê nanirxînin. Bi nêzîkbûnên feodaliyê ya gelekî paşketî û ya pergalê ve nêzîk dibin. Ev nêzîkbûneke ne rasteqîn e. Dibe ku hêza we têr neke, dibe ku nêzîkbûnên rast pêşkeşkirin jî zehmet be, lê belê feraseta min jî ev e. Ji ber ku rastbûna vê ferasetê derkete holê. Piştre gelekan gotin, “hemûyan di sengerê de berxwe dane, qet nerevîne, tu caran weke ku me bawer dikir nebû. Ev yek di şerê paşê de derketê rastê.” Ev jî wisa encamên zêde werin mezinkirin nînin. Her çi qasî asteke ku hindekî din were pejirandin hatiye girtin nîşan bide jî hatinên mezin ên rastiyê, dê piştî vê bibe mijara gotinê.
Ez hêvî dikim hewldanên me ku ji bo jinê em bi pêş dixin, him were fêmkirin û him jî mezin were nirxandin. Dibe ku em hindekî li ser we ferz bikin. Dibe ku jiyana bidisîplîn we teng bike, lê belê bedêleke azadiyê û pêşketinê heye. Bêyî ku mirov van bedêlan bide nagihê van tiştan. Dibe ku çareseriya erzan asta têkîliyan ku rihet bike û hînbûnên jiyana rojane we têr bike, lê belê tu caran nabe azadiyê. Ev yek jî kesayeteke lewaz derdixe holê. Em naxwazin xwe bi vê yekê têr bibînin. Ger em bixwazin dikarin we gelekî hêsan bi rê ve bibin. Hun fedayî ne, ji bo her cureyê şeran hene. Lê belê gengaze ku hun bi hêsanî werin bikaranîn, hindek dikarin vî tiştî bikin, lê belê ez dihizirim nêzîkbûneke wiha bêrûmet xeter e. Ji ber wê jî pêwîstiya kûrkirina bi we re karkirinê, ez helwesteke hîn rastir dibînim. Ji ber ku yên gelekî seranser çûne welat hêsan wenda dikin. Dema mirov vê yekê tîne pêş çavan me peyitand ku nêzîkbûnên me layiqê jiyandinê ne.
Em dixwazin we bikin xwedî helwesteke ku gihiştiye vîneke serbixwe, helwesta azadiyê û raveya wê bi hêsanî nakeve rewşên şaş, di gihiştina kesên ku em dixwazin biafirînin de hindekî bi biryar herî kêm di vê mijarê de bi sebir û rik. Ez dihizirim ku ev yek hîna baştir e. Bêguman pêşketinên pêvajoyên pêş de ku partiya me di azadiyê de bijî, têkîliya jin û zilam, têkîliya malbatê û xwe nîşandana van a di jiyana azad de gihiştina wê ya him zelalbûnê û him jî pratîkê dê bibe bûyereke ku ew bi xwe tê jiyîn. Ev jî bi hemû aliyan ve li gel tekoşînê û berfirehiya hewldanan ve dê çêbibe. Pêwîste mirov kêliyekê jî piştçav neke ku bêyî were şerkirin em nikarin jiyana civakî ya herî di asta jêr de jî rizgar bikin. Asta me ya netewî û civakî ya heyî rastiya dijmin a ku ew afirandiye jiyana malbat, jin û zilam emê bi şer serûber bikin. Bi rengekî xayînî ketî, yê ku ji hêzê dixe û dibe binkeftinê na, emê bibin xwedî helwestekê li ser bingeheke azad dibe serkeftinê û yê nû. Ew rengên ku jiyanê hîna zêdetir watedar dike, bi tenê emê bi şer bigihênê.
Raveya vê ya din jî asta ferasetê ku di civaka me de gelekî hatiye texrîbkirin, pêşvexistina wê ye. Em tenê vê encamê dema ku me dît civaka me çi qasî li dijî hev e, mirov çawa weke stiriya bi hev re diçin, di nava malbatê de, di nêvenga her eşîret û qebîleyê de dîsa di navbera kesayetên cihê de çawa tevlîheviya têgehê û kaos didome bi taybet di bûyera rêzdarî û hezkirinê de lewazbûneke çawa em dijîn, wê demê dê baş were fêmkirin ku şerê em didin di cihekî de şerê hezkirin, rêzdarî û ferasetê ye. Ew riya ku di Kurdistan’ê de diçe hezkirin, rêzdarî û ferasetê jî pêwîste girêdayî rastiya şer, bi cihanîna hemû pêwîstiyên wê be. Ger hun dixwazin bigihên nêvengeke ku hîna zêdetir dikare hez bike, wê demê hunê bibin xwedî derfetên hîn zêdetir ên şerkirinê. Misoger bi qasî ku ev diyardeyeke rast e, bûyereke ku bi hewldanên rojane ve girêdayî ye. Bila tu kes bêyî ku şer bike, bêyî ku hewldanên vê yên pêwîst nîşan bide hezkirinê û rêzdariyê hêvî neke.
Xwenîşandaneke şoreşa Kurdistan’ê di kesayetê de yek jê jî ev e. Me ev yek serkeftî daniyê rastê. Tiştê ku dimîne pêwîstiya li ser vê bingehê rêxistineke baş derdikeve holê. Li gel derfetên vê dîsa weke ku gelekî tê xwestin derfetên leşkerbûnê jî diyar bûne. Piştgiriya nêvengên ku hene, ji bo leşkeriyê nikare biçûk bibîne. Ya herî girîng em ji bo hîn zêdetir werin hezkirin, rêz were girtin û bigihên jiyana pîroz ku aîdê mirovan e, şoreşê dikin. Ji bo têgehên ku di rastiya civak û netewa me de hatine wendakirin û ji bo me bi qasî nan û avê pêwîst e, ji bo ku ev yek xwe di jiyanê de bidin nîşandan, em neçarin şer bikin. Kê dibêje ku, di van mijaran de tiştên layiqê wê ya bigihê, pêwîste şer bike. Him jî pêwîste bi serkeftî şer bike ku bigihê azadiyê. Cewherê diruşmên me jî ev e.
Bêguman ev mijar bi wêjeya şoreşgerî ve hîna baştir tê vegotin, bi şerê wêjeya şoreşgerî ve jî mirov dikare bigihê asta derûnî ya kesayetê, serûberkirina têkîliya jin û zilam, zelalkirina wê asta huner û şêweyê hunerê ku em jê re dibêjin xweşikirin. Ev yek tê wateya asta xweşikirinê yê şoreşê li ser huner zêde bikin. Riya wê jî bi girêdayî şerekî şoreşgerî ya wiha ve hatiye danîn.
Em nêzîkî Newrozê dibin, kongreya jinê ya netewî tê pêşxistin û 8 Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê tê nirxandin. Bi vî rengî hatina çend rojên watedar ên li gel hev, pêwîst dike ku careke din li ser pirsgirêkê were rawestandin. Têkîliya di navbera zayendan de misoger di heman demê de têkîliya di navbera çînan de ye. Heta girêdaniya vê bi asta netewî ve jî heye. Xeyalê jiyana sexte zêde kêfxweşiyê nade. Jiyan xedar e. Rûmet û hezkirin bi hêsanî nayê qezenckirin. Hela evîn weke tê gotin tu caran hêsan nayê qezenckirin. Lê belê dîsa jî pêwîste em qîmetê bidin hev. Jinek ger bikaribe kesayeta xwe zelal, xwerû û çîrûskeke zeka bike bibe xwedî uslûbeke şêrîn, bi qasî wêrekiyê bizanibe hestiyar be, vê yekê li her qadên jiyanê serdest bike hêza nîqaş û çalakiyê nîşan bide, jineke wiha dikare were astekê ku dişibe xwedawendan. Hun dikarin li şûna ku xwe bispêrin hindekan bibin xwedî dewlemendiyekê û mezinbûnekê ku her kesek xwe bispêre we. Ez vê derfetê dibînim û pêwîste mirov bi vê kêfxweş bibe. Weke zayend şûna ku perçiqandin û lewazhatina dîtin, bûyîna xwediyê xaweniyê bi vî rengî gengaz e. Ev yek di heman demê de balkêşbûn e. Ma gelo tiştên şerm li ku dera vê yekê ye? Koletî û ji rêzêbûn li ku dera vê ye? Ev bi şerên mezin ve –ez tenê di wateya çors de behsa şer nakim- bi qasî hêza hizirandinê ya gelekî pîroz bi bûyîna xwedî hêza rêxistinî û çalakiyê ve jî girêdayî ye.
Me jî her dem xwest ku di vê çarçoveyê de bi we re pêwendiyê bi pêş bixin, ji ber wê jî em ji bo rastiya jiyana jinê ya giştî bi taybet jiyana jina Kurdistan’ê ku mirov nikare bipejirîne û pêwîst e were derbaskirin, em rêzdariya xwe wiha diyar dikin. Li gel ku tiştên me kirine ne kêm in, ev hîn destpêka vî karî rave dike. Piştî vê emê xwe bispêrin ezmûnên xwe û hîn baştir tekoşînê bikin. Rojên pêş rojên ku mirov hîna zêdetir bipejirîne û biwêre bijî ne. Wê demê, dema ku hun diçin kongreya jinê bi qasî ku hun di van hêmanên bingehîn de zelal bûn pêwîst e em xwe rûbirûyê erkên zelal bikin û hewldanên wê kêm nekin. Ev yek gelekî girîng e. Ger weke partî em li ser vê bingehê baş têbigihên û tiştên pêwîst were bicihanîn, em dikarin ewlebin ku em di riyeke baş de ne.
Xebatên we yên kongrê ku li ser vê bingehê dimeşin em bawer in ku hunê serkeftinên girîng pêk bînin. Em ewle ne ku hemû heval tiştên li ser vê bingehê dikevin ser milên wan dê hîna zêdetir bi cih bînin. Em bawer dikin ew piştgiriyên ku di hemû qadên şer de wê pêşvetir bibe. Em hêvî dikin emê piştgiriya xwe bêkêmasî bi cih bînin, hun hemû jî di vê qadê de jî bibin xwedî serkeftinên bilind. Em pêşketina bilind û bi serkeftî bi dawîkirina wê silav dikin. Silav û hezkirinên xwe pêşkeş dikin.
Rêber APO
Ji perspektîfên Rêber APO a “Şoreşa Civakî û Jiyana Nû”