Ji Pênûsa Gêrîla
Ger mirov çavdêriyeke berfireh li ser dîroka mirovahiyê bike, wê bi awayeke eşkere bibîne ku mêtîngerî bi şaristaniyê re destpê kiriye. Mêtingeriya li ser netew, etnîsîte û her beşa di civakê de berhemeke şaristaniyê ye. Beriya niha bi 5 hezar salan dîroka vê destpê kir. Lê belê jiyana mirovahiyê hemû bi mêtingeriyê re derbas nebûye. Beriya şaristaniyê formeke civakî li dora jinê hatibû avakirin ku mirov dikare bêje ew qewm an jî civaka jinê bû. Civaka jinê, heya jin neyê mêtingerkirin û nekeve rewşa bindestiyê, pergalê nedikarî bi giştî serdestiya xwe li ser wê pêk bîne.
Di lêkolînên arkeolojîk de jî hatiye dîtin ku destpêkê zilamê desthilatdar jin xistiye bin hukmê xwe. Jin kiriye kole, paşê civak kiriye kole. Civaka beriya wê ne civakeke paşverû û bêtêgihîştin bûye. Bi qasî ku hatiye îsbatkirin hemû rûmetên civakbûnê ku şaristaniyê dest danî ser, ji hêla wê civakê ve hatine afirandin. Însan di nava civaka jinê de bûye însan. Amûrên bi kar aniye, herwiha avakirina stargehan, çandinî û xwedîkirina heywanan hemû beriya şaristaniyê hebûn û wek dewlemendiya wê civakê bûn. Kî vê dewlemendiyê bixîne jêr destên xwe, wê bikaribe mêtingeriyê jî pêş bixîne, jixwe mêtingerî bixwe li ser keda civakê xwe dide jiyandin, ango bê ked e. Berovajîkirin û înkara çand û zihniyeta li dor jinê hatî avakirin, dûrketin ji rastiyê ye. Şikandina destpêkê li ser jinê pêk anîn û wiha civak jî şikandin. Ji ber navend jin e. Ku, dara bingehîn a civakê ango jin şikest, civak jî kete bin serweriya beşeke teng a serdestan.
Bi taybet di Zîgûratên Sûmeran de xistina jinê bi awayeke herî balkêş tê nîşandayîn. Ew xwedawenda ku hertişt ava kir, dixin nav perestgehê û jê ketî derdikeve. Bi beden, zihn û hemû hebûna xwe ve dikeve bin xîzmeta pergala zilam, hebûna xwe wenda dike.
Sermayedarî, netew-dewlet û endûstrîyalîzm ku bisazî bûn, herî zêde li dijî jinê mêtingerî pêk anîne. Netewiyeta ku li ser bingeha netew-dewlet tê avakirin, ne netewiyeteke ku civak hemû îfadeya xwe tê de bibîne. Herî zêde jî di vê pergalê de nasnameya jinê perçe dibe. Yek ji berhemên netew-dewletê; nîjadperestî ye. Ev jî rojane li her derê li bi taybet li Rojhilata Navîn şer û pevçûnan bi xwe re tîne. Rojane qirkirina çandî pêk tîne. Di pêvajoyên şer û pevçûnan de jî herî bêtir jin zerer dibîne, ji ber dema jiyan tê qetilkirin ku di navenda jiyanê de jin heye, ew tê kuştin. Zarok, zilam û kesên li cem jinê bêne kuştin, jin bixwe jî tê kuştin. Tevneke wiha heye. Nîjadperestî di nava gelan de parçebûnê, di jinê de parçebûnê çê dike. Herwiha zayendparêzî herî zêde li dijî jinê hatiye avakirin ku netew-dewlet ev bêtir kûr kiriye. Ji ber, ev pergal her tiştî dike yek wek mînak; yek dewlet, yek netew, yek ziman, yek axaftin, yek raman û yek zayend. Netew-dewlet bi serweriya ‘yek’ dimeşe, lewma jî di wê de ji her du zayendan re cih tineye. Hemû destihlatdarî di yek navendê de kom dibe, yên din jî têne perçiqandin. Heya yek neyê perçiqandin, jixwe serdestî ava nabe. Zilam li dijî jinê zayendparêziyê pêşdixîne, serwerî di yek navendê de rave dibe.
Di rewşên normal û asayî de civak bixwe dikare xwe birêve bibe, qet pêdivî bi saziyên wek dewlet û desthilatdariyê namîne. Mînaka vê ya herî berbiçav jî pergala civaka xwezayî ye. Lê niha ji hêla sermayedariyê ve rewşek hatiye avakirin ku jin bêçar tê nîşandan û tê gotin ku divê were xwedîkirin. Lewma jî wê bi zilam û dewletê ve didin girêdan. Ev ne rastiya civakê, ne rastiya jinê ye. Ev berovajîkirina rastiyê û bêvînkirina jinê ye. Di pêvajoya endûstriyalîzmê de jî, ew jina ku bi xwezayê re lihevkirî kedeke mezin dida, ji keda xwe biyanî bûye. Qîmeta keda wê nediyar e. Jixwe li cihekê ku buhayê kedê were pîvandin, jin keda erzan e. Jixwe heke ne di nav de be jî wek bêked tê dîtin. Ev di Rojhilata Navîn de baş tê dîtin. Ruxmî ku zarok zayîn, heya xwedîkirina wê, di aliyê hest de avakirina civak û ruhê jînê bi serê xwe kedeke mezin e. Pêşwazîkirina pêdiviyên malê jî kedeke mezin dixwaz e. Herçend li pir deran jin wek karkerekê ku heqdest bigre nayê dîtin û keda wê înkar dibe, lê jin bi ked û xebateke mezin di aboriyê de cih digire, di çandinî û karên destî de keda wê piştçav dibe. Pergala sermayedar vê rastiyê înkar dike.
Beriya her tiştî divê jin vê rewşê red bike, qebûl neke û bêje ku ev ne nasnameya min e. Beriya şaristaniyê jî dîrokeke demdirêj a mirovahiyê heye ku xwediyê pir dewlemendiyên bûye û civak bi awayeke xwezayî û azad jiyaye. Pêwîst dike jin careke din li ser kokên xwe û girêdayî dîroka xwe civaka xwe biafirîne. Em li ser vê bingehê pêşxistina civaka Netewa Demokratîk esas digrin.
Civaka netewa demokratîk beriya hertiştî divê demokratîk be. Demokratîk jî tê wateya ku her civak, her beşa civakî bi rengê xwe, bi raman û baweriya xwe tevlî bibe. Bi vîn û biryara xwe, xwe birêve bibin. Kes li ser civakê nebe û kedxwariya wan neke. Civak bikare bixwe debara xwe bike. Hemû beş û takekes bikaribin bi çand û nasnameya xwe ya xweser tevlî bibin. Di vê wateyê de wê bibe demokratîk. Jixwe heya radeyeke bilind demokrasî ji wate û naveroka wê ya bingehîn hatiye qutkirin. Tenê wek ku hin nûner biçin parlementoyê û bi navê civakê hin biryaran bigrin, wiha tê nîşandayîn. Lê ev beşa nûner bixwe dibin beşeke jorîn, ji civakê dûr dikevin. Ev ne demokrasî ye. Lê belê bingeheke xurt heye ku civak bikaribe pergaleke demokratîk ava bike, xwe birêve bibe. Di serî de jî guhertina zihniyetê pêwîst dike. Divê ji jîna nû û wekhev re bawerî hebe. Pêşxistina têkoşîn û birêxistinkirin hewce dike. Alternatîf heye. Rêber APO, pergala demokratîk a civakê wek netewa demokratîk binav dike. Li beramberî sermayedariyê divê aboriyeke xwezayî were avakirin. Li beramberî endûstîryalîzmê ku biyanîbûna civakê çêdike, aboriyeke ekolojîk pêwîst dike. Civak ji xwezayê biyanî nebe û xwe ava bike. Hewceye li beramberî netew-dewletê jî netewa demokratîk pêş bikeve. Di netew-dewletê de hemû tişt mehkumê yekrengiyê tê kirin, lê di netewa demokratîk de pirrengî û dewlemendî tê esasgirtin. Ziman, çand, netew, bawerî, raman û beşên cuda yên civakî hemû tê de cih digrin. Di netewa demokratîk de serdestiya yek netewê tine ye. Wek mînak di netewa demokratîk a Kurdistanê de wê Kurd, Tirk, Fars, Ereb, Ermenî, Aşûrî, Azerî û netewên din ku li vê erdnîgariyê dijîn û me bi hev re pir tişt parvekirine û ruheke yekgirtî pêşketiye, bi awayeke azad û bi nasnameya xwe tevlî dibin. Ev jî li dijî pergala sermayedariyê alternatîf e. Di Rojhilata Navîn de derfet û zemînê pêşxistina vê pergala demokratîk heye.
Di netewa demokratîk de pêşenga civakê, wek çawa di civaka xwezayî de serkêşî jinê dikir, dîsa jin e. Di vê wateyê de berpirsyariya pêşxistina vê pergalê di destpêkê dikeve ser milên jinê. Heke jin karibe zihniyeta demokratîk di xwe de ava bike, karibe rêxistinên demokratîk saz bike û têkoşînê li ser bingeha demokrasiyê pêş bixîne, ev civak wê bibe demokratîk. Bêguman zilam jî wê têde cih bigre, lê pêşengî ya jinê ye. Di vê wateyê de wê jin bi du awayî cihê xwe di netewa demokratîk de bigire, ya yekemîn; wê nasnameya xwe ya xweser û qada xwe ava bike. Wek mînak Rêbertiya me vê wiha şîrove dike “keçeke xama ku gihayî dibe, ji bo perwerdekirina wê dayîk û bav têrê nakin, divê qadeke xweser ku bikaribin wê perwerde bikin, hebe.” Li dijî çanda destavêtinê ku li ser zihniyet, çand, nasname, hebûn û bedena jinê pêk tînin, avakirina kesayet û nasname ji bo jinê girîng e. Ev jî wê di qada xweser de be. Ya duyemîn jî; di pergala demokratîk de wê jin di hemû qadên civakî de cih bigire. Ne tenê bi rengê xweser, bi çalakî wê di xebatên giştî de hebe. Di çarçoveya civaka exlaqî û polîtîk de wê tevlîbûna xwe, zagonên xwe yên jiyanê diyar bike, bi rengekî xweliqkar birêve bibe. Jin wê destpêkê xwe di qada xweser de xurt bike, perwerdeya xwe bide meşandin. Wê vê hêza xwe bi civakê re parve bike, civakê jî xurt bike.
Em wek tevgera azadiya jinên Kurdistanê ji bo avakirina vê pergala demokratîk têdikoşin. Di vê rêyê de jî gelek rêhevalên me yên jin bi leheng şehîd bûne. Wan bawerî û azweriyeke mezin afirandin. Pêwîst e ji bo avakirina vê pergalê di kesayeta her kadro û ferdên civakê de guhertineke bingehîn di hest û ramanê de rû bide. Mirov dikare bêje di civakê de guhertin û şoreş destpê kiriye. Ya girîng ew e ku hîna bêtir em jixwe bawer bin, rola pêşengtiyê bidin ser milê xwe.