Di Nava Bêdengiya Şevê de Dengên Şad
Zinarîn Amûdê
Her roj, li gor zagonên diyalektîka gerdûnê, şev bi pêjna xwe ya sêw hêdî hêdî mîna perdeyekê bi reşahiyeke nazik xwe berdidin li ser rûyê erdê. Her tişt di nava bêdengiyeke tejî lêpirs de li gotinên ku nehatine gotin, li têgehên ku hatine jibîrkirin digere. Tevahî hebûnên ku di nava herikandineke dualî ya gerdûnê de mîna ku dixwazin xwe di têgihîştina hişê mirovan de watedar bikin.Tê bêjî qey di nava lêgera wê de ne ku xwe bidin nasandin, dixwazin xwe bi wateyên xwe yên heqîqî di mêjiyê mirov de neqş bikin. An wateyên ku hatine wendakirin, careke din ji bo ku lê were vegerandin xwe di ziraviya hestên mirov de didin ponijandin.
Kî/kê dizane, belkû jî ev bêdengiya şevê dengê sîtemkariyê be li hember êrîşên mirovan ên talanker jixwe re, ji hev re û ji xwezayê re. Kî/kê dizane belkû pêdiviya hebûna şevê ji bo bêhnvedana gerdûna westiyayî be. Jixwe çavnebarbûna mirov a ku dema xwe di rojê de bi daxwaziyên xwe yên wêrankirinê hedir dike, gerdûnê pir diwestîne. Belkû jî şevê ji ber vêye ku xwe di têgeha mirovan de bitirs daye rûnişkandin. An jî mirov ji bêçaretiya li hember kiryarên hevdu, şev bi awayeke bi tirs ji hevre dane naskirin da ku bikaribin xwe ji hev biparêzin. Lewma tevahî çîrokên tirsê yên ku piranî zarok jê ditirsin û mezin ji şerma xwe û ji kompleksa xwe werimandinê îtîraf pê nakin, hatine vegotin. Ev çîrokana jî herî zêde bi şev tênebîra mirovan. Tirs mîna ku taybetmendiya şevê be, mirov xwe û hevpê dane bawerkirin. Lê ev lîstokeke ku mêjiyê mirov bi mirov re dileyîze û xwe li ser tevgera mirov serwer dike. Lîstokeke ku mirov bi derewên xwe xapiyaye û pê bawer kiriye, baweriyeke encama cehaletên ku di hişê mede razayî ye û li benda wêrekiya mirov e ku xwe û hawirdora xwe rast nasbike.
Dema ku mirov li naveroka wan çîrokan temaşe bike, dê bibîne ku behsa rastiya mirov bi xwe dike, lê bi zimaneke cuda hatiye gotin û ev çîrokana jî piranî bi şevêre hatine yekirin. Piraniya van çîrokan behsa hêrsa xwedayên ku xwe kirine pergal dike û leneta li ser dijberên xwe dane barandin. Xwedayên ku mafdarin û rastin, dijberên ku xirab in û li dijî gotina xwedayan derdikevin.Dijberên ku dijmintiya jiyana mirovan dikin û herdem xeterin di jiyana mirovatî de!Wek mijara Cinan, Pîrebokan, Hov an jî Şeytan. Ya rastî ev çîrokana nixumandina hin demên derbasbûyîne û reşkirina hin nirxên civakî ne, ku di jiyana mirovatiyê de bûne xwedî roleke mezin.
Ev çîrokana li gor zarokan vegotine, lê ji ber xwe ve nînin. Jiber zarok pêşeroja jiyana civakê ne. Ger ku pergalek bixwaze civakekê li gor armancên xwe ava bike, herî zêde girîngî dide perwerdeya zarokan û ji bo xîtabê hest û mêjiyên wan bike dixebite. Jiber zarok di demên fêrbûnê dene, di destpêkê de jibo wan çi were gotin an were nîşandan, ev li ser kesayet û hişê wan mayînde û diyarker dibe. Ji bo civak teşe bigre, zarok bingeha gihîştina vê armancê ya serekene, lewma girîngî dayîna wan di demên înşayên civakî de pir derdikeve pêş.
Zimanê çîrokan zimaneke herî balkêşe ji bo mirov bide guhdarkirin. Zarokên ku li çîrokên tirsnak guhdar dikin dema mezin dibin ewjî ji zarokên nû re wan radigihînin. Lewma ew tirs di zanebûna însan a veşartî de, ji nifşekê derbasî ya din dibe û her xwe di hin ciyan de dide der. Tirseke ku tevgera mirov tengav dike û têgihîştina wê/wî sînordar dike û hizirandinên wan ji rêya rastiyan derdixîne. Ev çîrokana jî herî zêde di dibistanên dewletan de, di perwerdeyên olî de derbas dibin. Ol heya astekê ji taybetmendiyên xwe yên rastiya civakîhatine berovajî kirin. Di jiyana civakan de her ol hebûye, lê em temaşe bikin dema ku civak li gor rêziknameya pergala dayîkê dijî, ola ku em jê re dibêjin totem, an jî baweriya anîmîzm, olên ku li ser hîmên rêzdayîn ji hemû zindiyên hawîrdorê re bûn, olên li xwe û hebûnên di dora xwe bi awayeke pîroz mêze dikirin hebûn. Baweriya wan civakan dihişt mirov li hember her tişta ku pîroz didît xwe aram û zindî hîsbike, ne ku bikeve nava tirs û gumanan. Lewma em dibêjin ku ol bi taybetmendiyên xwe yên niha ji rastiya xwe ya destpêkê dûrketiye.
Armanca ol di destpêkê de dinava civakê de ew bû ku mirov bike xwedî exlaqeke rast û taybetmendiyên baş. Mirov bixîne nav hizirandin û hestyariyeke dewlemend. Mirov bi herikandina jiyanê re bike yek û bixîne nav têkîliyeke aştiyane bi her hebûnên ku her yek ji wan xwedî wetayeke cuda ye. Lê em dibînin piştre ol bûne sedemên parçekirina hişê mirovan a ku li gor şîroveyên şaş, çi ji bûyerên xwezayî yên ku li derdora wan diqewimîn, çi jî ji pirsgirêkên civakî re bi heman mêzandina ji rêderketî hatiye pêşxistin. Sedema vê jî ew e ku ol bi awayê destpêkê ku dibû çavkaniya pîvanên exlaqî nehate pêşxistin, bi feraseta desthilatdara ku li gor berjewendiyên xwe yên serweriyê, bi armanca civaka evd û keriya pez ku çawa bixwazibe biajo,pêşket.
Şev veşartiya xirabiyan nîne, dibe ku mirov jibo kiryarên xwe yên xirab şevê ji xwere dikin amûr, lê ji bîr dikin an jî nahizirin ku têkîliya şev û rojê bi hevre têkîliyeke ji ya mirovan bêtirpir-alî û girêdayî hev e. Tiştên ku bi şev têne kirin her çendî veşartî binjî, roj wan eşkere dike, tiştên ku di rojê de bê hesab têne kirin, şev lêpirsîn dike. Ger mirov têkeve ferqa rastiya xwe ya metafîzîk, wê ne tenê bi ya ku dibîne û ya eşkere li ber çavanferq bike, dê bi heqîqetên ku çavên mirov nabîne lê di hisên wê/wî de xwe dide naskirin an jî dide hîskirin,rûbirû bê. Dê girêdana rastiya xwe ya giyanî, hestyarî û hizrî jî bi hebûnên hawîrdora xwere hîn baştir bikaribe şîrovebike. Dê hêza xwe ya avaker hîna zêdetir bikaribe derbixîne holê. Ji ber vê mirov jî parçeyeke ji rastiya şev û rojê ye, heya astekê berpirsyarê ahengî û aramiya wan e.
Şev belkû jî di jiyana mirovatiyê de herî zêde bûye amûra civakîbûnê. Jiber mirov di rojê de piranî belavin û herkes bi karên xwere mijûl in, dema ku mirov karên xwe bi dawî dikin bi şev têne gel hev û li hev kom dibin. Ji hev re qala karê xwe dikin û roja wan çawa derbasbûye bi hevre parve dikin. Di jiyana gelan de ciyê şevê jibo zarokan jî û jibo mezinan jî pir cuda ye. Tevahî civat li ba hev rûdinê, zarok, ciwan,kal û pîr li hev dicivin û her kes bi rengê xwe tevlî wê civatê dibe. Carnan bi hev dikenin, carna zarok bi şêrîniyên xwe û pirsên xwe yên mereqdar bal dikşînin ser xwe, carna ciwan bi germbûn û tevgerên xwe yên bi lez, carna jî kal û pîr bi bîranîn û tecrûbeyên xwe her kesî/ê ji xwe re dikin guhdarvan.
Berê û hînajî di jiyana hin civakan de,şev ne çavkaniya tirsê ye û tenê wek demên tarî nayê pênasekirin û nayê jiyîn.Wek demên şahî û parvekirinê tê jiyîn. Wek demên li hev kombûnê û bi hevrebûnê tê derbaskirin. Kêfxweşiya dîtina hev û demên bi hevrebûnê di mirovan de hestên watedar avadike. Hestên hezkirin, li hev hesîn û kêfxweşiya têgihîştina hevdu di mirovan de ya ku ew rastiya mirovbûnê ye, diafirîne. Westandina ku her kesê/î di tevahiya rojê ji ber kar û xebatên xwe jiyaye û giraniya ku bûyerên rojane li ser mirov daye çêkirin û tenêbûnên ku şert û mercên jiyanê di hin cihan ferzdike, di şevê de vana tevayî bi civîna mirovan bi dawî tên û wiha mirov dixîne nav aramiyekê. Lewma çanda şevbêrkan di civakên komînal de pirxweş û bi zewqe.
Di demên berê de mirov ji şevê neditirsiyan û nediketin nava hizrên tirsonek. Ji ber ku ewqes xirabî nebû, ewqes guman li hember xwe û hevdu nedijiyan. Çanda menewî ewçend bi hêz bû ku rê nedida mirov li gor berjewendiyên madî tevbigere. Tirsa ji şevê, ji tirsa ku mirov li hember hevdu û kiryarên xirab dijî tê. Tirsa ji xefik û planên bi dizî hatine sazkirin tê. Ev taybetmendiyana jî herî zêde bi serwerkirina pergala nêr di nav civakê pêş ket. Hêrsa tehekumê, çavnebariya madî ya ku rê li pêşiya valatiyên menewî vekir di şêweya hizir û hestên mirov de jî seransertiya têgihîştinê daye avakirin.Lewma tirsa ji şevê jî, tirseke ku di derûniya mirov de hatiye avakirin, ev jî bûye hestek ku di derûniya civakan de hatiye înşakirin.
Her ku derew, dizî û kuştin di nava jiyanê de pêşket, newêrekî jî ewqas di kesayeta mirov de pêşket. Jiber ku ev kiryarana jî piranî di bin stara şevê de têne kirin. Di serdema me ya niha de jî ev hîn zêdetir tê jiyîn. Bi taybet cihên ku rastiya şer bi dijwarî tê dîtin, hîn zêdetir li pêş e. Jiber şer tê wetaya ku du alî li hember hevdu herdem gereke dinav hişyariyê debin, bi şev jî jiber ku dîtina aliyê din sînordare, ev hîn zêdetir aliyan nerehet dike û dihêle ku herdem bi xof tevbigerin. Dibe ku ev rastiyeke bi bandor be, lê ev nerastiya şevê ye.
Şev ne tenê dema vehesînêye, dema razana bedene, şev biqasî ku dema hizrên bêdeng û bi xwe re mayînêye, dema bi hevrebûnê û dengdayînê ye. Şev ne bêdenge, dibe ku em mirov pir caran dengê wê nebihîzin, yan jî em li zimanê wê tênegihîştine, yan jî ji pêşdariziyên heyî serbixwe em nahizirin. Ger ku mirov bi zimanê şevê yê sakîn re bikaribin pêywendî çêbikin, dikarin bi vê îlhamê dengên hundirê xwe û çavkaniya ponijandinên pir-alî bibihîzin. Şev dengê stêrkan e û silavdayîna heyvê ye. Şev dengê lorandinên dayîkan ji bo derguşa zarokên xwe ne, şev parastina rêwiyên wêrek ên ku dilên xwe bi evîna rojê mezin dikin e. Şev civata dengbêjan e û yekirina dengên wan bi melodiya xwezayê re ye. Şev dengê dewlemendiya cudahiyan e û aramiya bi hevrebûna wan e.Şev pênaseya bêdawî ya wateyane. Şev…