Bi nêzbûna salvegera komploya navdewletî ya li hemberî Rêber Apo pêkhatî re kar û xebatên bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî zêdetir bûne. Bi vê armancê Meşa Dirêj li Fransa, Nobeda Azadiyê ya li Strasbourg ê berdewam dike. Û mijarek din jî bêgûman serlêdana parêzeran bo dîtina Rêber Apo û girtiyên din yên li girava Îmraliyê heye rojevê de. Serlêdana dûh carekî din bê bersiv hate hiştin.
Meşa Dirêj bi coşek mezin berdewam dike
Meşvanên Meşa Dirêj dûh di roja 8’an de li banliyoya Grigny a paytexta Fransa Parîsê bûn. Meşa Dirêj a 26 rojan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dest pê kir, îro di roja xwe ya 9’an de didome. Çalakvanên Meşa Dirêj dem bi dem xebatên dîplomatîk, dem bi dem civîn û daxwuyaniyan jî dide. Herî dawî koma çalakvan li bajarê Mantes la Jolieyê bi Sekreterê Partiya Komunist Marc Jamet û şaredarên Rolleboise, Mantes la Jolie û Limayê re hevdîtin pêk anîbûn. Şandeya dîplomasiyê ya Meşa Dirêj piştre bi Şaredarê Rolleboiseyê Beatrice Vesco re jî hevdîtinek pêk anî û perspektîfa çareseriyê ya Rêber Apo ji bo gelan pêşxistî û geşedanên dawîn ên li Rojava ragihandibûn û dosyayeke têkildarî van mijaran pêşkêşî wana kiribûn.
Şandeyê bi Şaredarê Limayê Djamel Negdar û Şaredarê Mantes la Jaolieyê Raphael Cogner re jî hevdîtin pêk anî û dosyayeke têkildarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka Kurd re çareserî” û sûcên şer ên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine, pêşkêşî wan şaredaran jî kiribû.
Çalakvan di derheqê tecrîda heyî û rewşa Rêber Apo de agahdar dikin û banga piştgirî û xwedî derketina têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikin. Taybetmendiya vê çalakiyê peyamên girîng dihewîne. Li gora sala 26’emîn ya esareta Rêber Apo re yê 26 rojan, li 26 bajaran bê pêkanîn û roja 15 Sibatê bê bidawî kirin.
Îro jî Meşa Dirêj li Parîsê berdewam dike. Tê payîn ku Meşa Dirêj bi mîtînga ku dê di 15’ê Sibatê li Strasbourgê were lidarxistin bi encam bê kirin.
Nobeda Azadiyê di hefteya 658’an de ye
Nobeda Azadiyê ya ku Însiyatîfa ji Rêber Apo re Azadî di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasbourg ê Fransayê dabû destpêkirin, di hefteya 658’an de bi biryardarî berdewam dike. Dûh koma bajarê Rennes ê Fransayê ku Nobeda Azadiyê dewir girt, peyama “Heta ku Rêberê me azad bibe wê nobeda me bidome” da.
Nobeda Azadiyê ya ku bi armanca rakirina pergala qirkirinê ya Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, her hefte ji aliyê komek ji gelê Kurd û dostên xwe yên li Ewropayê ve tê dewir girtin. Koma çalakgeran got, “Heta ku Rêberê me azad bibe wê nobeda me bidome.”
Ji xwe çalakiya nobetê ya li wargeha Mexmurê jî bi koma 109’mîn çalakiyê berdewam dike. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî jî zêdetirî salek e bi biryardariyek xurt Çalakiya Nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi biryardariyekî mezin berdewam dike.
Parêzeran serlêdanek din kir
Dûh carekî din parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo karibin Rêber Apo û girtiyên din yên li Îmrali bibînin carekî din serlêdan kirin.
Parêzeran ji bo girtiyên din yên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bibînin serlêdan kirin lê belê weke carên beriya wê dîsa ev serlêdanên wan bê bersiv hatin hiştin. Ev astengî û pêşî girtina serlêdanên parêzeran jî asta tecrîd û muameleyên dermirovî yên li giravê têne kirin carekî din eşkere radixe ber çavên me hemûyan û nîşan dide ku di rewşa Rêber Apo de tû gûhertinekî erênî pêkneanîne.