Di mercên bûrjuvaziya biçuk de beşdasbûna evînekê xeter bû. Di gund de jî û piştî wê jî, ez tu caran nêz nebûm. Keç hene, tunene, yan jî ez zilamim ne zilamim pirsên wisa min qet jixwe nekirin. Di rasthatina me ya di salên 1975-1976’an de rastlihevhatineke cewaz bû. Sedemên wê yên dîrokî hene. Sedemên wê yên civakî û siyasî hene. Ez jî êdî di rewşa gavavêtineke nav şoreşê de me. Heke yê li hember min xwe bi hêz dibîne, qasî ku nêzî min bibe xwedî baweriye, ez jî ciwanmêrek im. Ma ezê birevim? Min zehmetî dikişandin lê belê ji bo ku ez nerevim, min gotibû bila bibe û heta min gotibû bila were nava komê. Erê ev dihat wateya destpêkirina şerekî mezin û di nava kar de gelek bandor û rol dilêyîzim. Ji aliyekî de siyasî, rêxistinî, ji aliyekî de hestyarî û ji aliyekî madî û manevî ve meşandina şerêkî perçiqînêr e. Di vî şerî de pir awarte li gor xwe heke min şêwaz negirtibûya, berdin PKK ê weke kes min dê xwe çawa xilas kiriba, hetanî niha nekariye were fêmkirin.
Belayeke mezin e. Dibêjin a, “sax nahêle” ji wê zayendê ye. Yek jî heke em nezanin û bibêjin bila ev têkilî tekiliyeke ketûber be, dîsa wê tune bibe. Û pêvajoya bingehîn a ciwanmêriya jiyanê ye. Lê belê pîvanên min, pîvanên kesî yên ketûber nebûn.
Ji zaroktiya xwe û bi vir ve ez yekî cewaz bûm. Hevala min a keç dema di zaroktiya xwe de zewiciya jî, ez zivirîm û min ew vedixwend berdewamkirina lêyîstokê. Di bingehê xwe de muhafazakar im lê ev rengên pêşketinan didin diyarkirin ku lêgerîneke min a azadiyê jî berdewam dike. Min temaşeyê keçên gund dikirin. Zilamekî pîr ji xwe re girtiye, ji bo ku bibe mînak ez dibêjim. Di zaroktiya min de keçeke ku diviya bibe heval, lê min temaşe kir, zilamekî şer kiriye heke ev yek ji bo wî bixwe nebe jî, ji bo zarokên xwe dixwaze. Hevala min a ku mijara gotinêye dixwast hindek tiştan ji min hîn bibe. Lê belê wê demê hêza min a ku ez fêm bikim û bi zanistî bidimê tûne bû.
Li gorî min ev bêmafiya mezin bû. Keçeke ku hindekî dikeve çavan, li ser çarenûsa wê çima li derveyî giyana wê şerek dibe. Wê berde, xwişkeke min hebû, ji gundên axayan rojekê tên wê dixwazin, ev kîne? Û hîna tê bîra min, di nava min de cih nedigirt. Ev zava dibe kî? Hindek pere û hindek tişt didin xwişka min, lê ne şêwazekî baş e, heta niha jî biçuk dibînim. Têkiliya koleyan e. Bi vî şêweyî bi hezaran bûyer hatin li gel hev kombûn û di min de feraseteke azadiyê derxistin holê. Kirêtiyên zayendîtî û pirsgirêkên ku zewaca zû ya keç û xortan a di demeke kurt de derdiketin holê… bêkar û bar… ji bo cêyîz û qelen hemû xortên xwe û yên ku hemû ciwanên xwe qurban dikin…
Piştre ev hemû dihêlin ku ez xwedî endaze bim. Ez dê hiziribiyam ku ev kar ne hêsan e, pirsgirêkên mezin bi xwe re peyda dike. Di dawiyê de jî ez dê biketibama nava ezmûneya têkîliyekê. Çawa? Bi esas heke ku çarenûsa komê ne mijara gotinê bûya, dê ji tedbîreke wisa re pêwîstî nehatibaya dîtin.
Li gor min ji bo çareserkirina vê nakokiyê, ya herî baş bi ser de çûyîn e. Li ser vê bingehê min rêbazeke bingeh girt. Şerê vê dê tam deh salan bidomiya. Ev jî pêvajoya bûyîna PKK ê ye.
Li Enqerê şerekî cewaz hebû.
Yek du kesên gumanbar nêz bûn. Bi van re ez vekirî şer bikim an jî vekirî gotinên wan pêk bînim. Wê rojekê jî min nedin jiyîn. Lê dîsa jî diviya ku min şer kiriba û kom rizgar kiriba.
Dîrokî ye.
Di salên 1975’an de sazkirina komeke şoreşger bi navê Kurdan, wê seyra dîrokê bide guhertin û kesên ji min wêdetir dest biavêje vî karî nîne. Ez nikarim birevim, weke Denîz Gezmîş û Mahîr Çayanan ji nişkave nikarim derkevim û tekoşîn bidim. Ev hêza min tune ye. Rewşa min cewaz e. Lê dîsa jî divê em koma şoreşger pêk bînin û şer bidin meşandin.
Şêwaz û baweriyek heye.
Bawerî heye. Hindek sosyalîzm û hindek jî ezmûnên şoreşa rizgariya Kurdistan hatine hînbûn. Êrê em tenê dikarim bibêjin ev aliyê kar û baweriyê ye. Tenê tê gotin ku “divê bê kirin” û ewqas. Lê şêwaz bûyereke pir cuda ye, nêzîkatî bûyereke cewaz e. Bawerî heye. Zanebûn heye. Lê heke ku şêwaz nebe nikare bijî.
Êdî bîst komên ku digotin “Kurdistan mêtînger e” hebûn. Komên çepgir ên Tirk jî ev digotin. Tê zanîn ev hemû piştre bi binketin. Çima binketin? Yê herî lewaz ez çawa ji vê filitîm û min tekoşîn hilperand. Tirsa herî jiyanî jî ev bû. Ji bo dîtina bersivê lêkolîn dibû. Bi taybet sazkirina koma yekê û derxistina wê ya ji Enqerê jiyanî ye. Li gorî min cewherê gerîla û ramana wê ya bingehîn jî di vir de ye. Heke mirov şidyayî bi bîranînan ve girêdayî be, di çiyan de gerîla nepêşvexistin naye hizirîn û binkeya olîgarşîk nerûxandin jî nikare were hizirîn.
Li navenda Enqereyê, milîtantî û serokatiya PKK a ku bi çil çemberan ve hatibû dorpêçkirin îro di çiyan de bûye desthilat û hema di rewşa hêza dorpêçkirina dijber de ye.
Di Enqereya wê demê de hêza rejîma li dijberî me tenê ne siyasî, polîsî û îstixbaratî, di heman demê de madî û manevî û di aliyê hestyarî de ye jî. Yanî misoger desthilat e. Lê rexmî vê yekê ez dîsan tekoşînêr im.
Arteşeke yek kesî me.
Arteşeke bi yek kesî. Nebêjin “ma wisa dibe?”, wisa bûyîna wê derkete holê. Yê ku piştgiriya vê kir çi bû? Yan jî kîjan şêwazan serkeftina vê pêk anî. Ya ku divê were dîtin ev e.
Min ev kom saz kir, lê bi vê komê ez dikarim çi bikim. Hîna di wan şertên ku ji mercên şerê îro gelekî dûr bû jî, ez li dorê digeriyam. Min her tevger diceriband. Dema ku min hewl dida ez komê pêk bînim, hevalên me yên herî ji xwe razî, girtina demjimêreke wan a bi kar anîna ji bo xebatê mesele bû. Ez diçûm, hemû dersên xwe dixwînin. Heya ku min di derbarê rizgariya netewî de pirtûkek dida, ez diteqiyam. Kişandina wan a nava guftugoyekê dibû mesele. Yanî zilaman ji dema xwe bîstûçar demjimêran yek demjimêr jî nedidan. Ji aliyekî ve hewldana me ji bo pêkanîna vê yekê, ji aliyê din ve jî çend qirûş dirav. A herî girîng jî, ji bo afirandina baweriyê û piştre mijara mafdariya me û çima pêwîstiya kombûnê heye, bersiva van pirsan ji bo ragihînim, ji hezar çeman min av berhevdikir. Min hewl dida ez danim holê ku pirsgirêkek heye.
Di 1975’an de her kesî kovar derdixist. Kovarên pirxwedî û mezin derdixistin. Ji bo rengdar bikin her tişt dikirin. A me jî ne di aliyê madî de ne jî di aliyê niyet de zêde rewşeke me ya ku em kovarekê derbixin nebû. Lê heke bibûya jî, diviya ku me reng nedabaya.
Ji bo vegotinê divê em meseleya tempo bi bîr bînin.
Di Enqereya salên 1975’an de hestên li ser min desthilat hebûn. Min çima pêwîstî dît ku ez ewqas şêlû bim? An jî pir ne bi zanebûn û ji ber xwe de be jî, li wir şêwazeke min mijara gotinê bû. Tenê ji ber veşartiniyê, di şêwazê pêşketinê de jî derfeta xwe zêde eşkerekirinê tûne bû.
Rastî tam derneketiye holê, tenê serî nîşan dide.
Diyardeyên xetê hene.
Dewlet bêhna wê hîs dike lê wê bi çi darizîne?
Aliyekî me yê ku weke rêxistinê bi dest were girtinê tunebû. Hetanî salên 1977’an jî min hişt ku ew wisa be. Rêxistin him heye, him jî tune ye. Di bingeha xwe de ew şêwazeke xebatê ye, hetanî niha jî ez wê berdewam dikim. Niha hîna zêdetir pêşketiye. Ji ber wê ye ku sedema ji me fêmnekirina her kesî jî ev e.
Mirov bi yek alî tên kuştin.
Rola ezmûneyan çi ye? Rizgarî (navê rexistinekê ye) jî gelekî xwedî ezmûn bû. Serokê wan ê wê demê xwediyê ezmûnên zindanê bû. Civaktiyeke wî ya dewlemend jî hebû. Radibe, rûdine û xwedî îdiayeke misoger a seroktiyê ye. Lê belê qasî bejna liba ceh jî nikare bi rê ve biçe. Tenê nedikarî çalakiyekê jî li dar bixe. Em vê berdin çepgirên Tirkan jî wisa bûn. Rexmî mîrata wan a mezin bi hezaran girseyên alîgir, lê belê zêde şensê pêşveçûyînê nedidîtin.
Lê em jî wisa li xwaringehan hatibûn girtin ku, tu kesî bawer nedikir emê derketinekê pêk bînin. Dewletê jî bawer nedikir. Me ji diyardebûyînê wêdetir tiştek nîşan nedida. Yanî ev yek ne tenê damezrîneke siyasî ye, damezrîneke civatî ye, em dixwazin vê yekê bi derûdoreke civakî re pêk bînin.
Pêvajoya ketina nava malbata PKK ê. Bi salan em Xwedî hewl in.
Em digerin, lê pêşveçûyîneke pir kêm bi dest dixin. Li vir a girîng dîsa dewlet e. Helwesta dewletê ya derketina me ya ji Enqerê ye.
Min ji salên 1966’an û bi vir ve di aliyê madî de xwe spartiye dewletê, û encax salên 1977-1980’an de emê derbasî qutbûyînê bibin. Tam 12 salan bi derfetên dewletê yên madî û hawirdora ku daye afirandin min mesafeyeke diyar girtiye. Dema ku me hewl dida em derketinê pêk bînin, ên ku li hawirdora me digerin hene. Binkeya binketî yan jî olîgarşîk hewl dide ku çepgiriyê bi bandor bike. Nûnerên PDK ê yên dixwazin Kurdeyetiyê bikin hene. Ew jî neyekser dixwazin me bigrin bin kontrola xwe. Em napejrînin. Lê di koma me de jî mirov dikare bibêje ku bi hêsanî nikare xwe ji dewletê rizgar bike. Dewlet bi hişdarî bi ser me de tê û di salên 1977’an de yekser dikeve nava çalakiyên tunekirinê.
Hîna di dawiya 1975’an û bi şûn de bi giştî digrin bin nirxandinê. Qasî ku tê bîra min di ewlekariyê de tê gotin artêşa gelê Kurdistan hatiye afirandin, ew jî wê demê ji aliyê berpirsyarê DDKO ji me re hate ragihandin. Gotibû bila li xwe baldar bin. Wê demê me dest bi manîfestoyê kiribû. Di zivistana dawiya sala 1975 û destpêka sala 1976’an de min bi xeyrî re manîfesto amade kiribû. Di ewlekariyê de nîqaşên weke artêşa Kurd tê damezrandin, dida nîşankirin ku zilamên dewletê xwediyê hindek zanistiyên seranser in û ev yek didan nîşankirin.
Di sala 1976’an de piştî ADYOD ê em dixwazin koma xwe cuda bikin. Pîlot jî weke wêneran tam di sala 1976’an de dikeve nava kar. Di dîtinê de her weke ku ez di himbêza wan de me, yan jî ez di rewşeke li gor xwasteka dewletê de me. Destwerdana dewletê pêş dikeve û hevkarên Kurdan bi şêweyên cuda hindek ajanan dixe dewrê. Pir balkêş e, ya wan ne çiziran (sızma) bû û her weke ku ez digrim û dibêjim “werin em bi hev re bimeşin.” Şêwaza min e. Her weke ku dibêjim “hun dikarin bi hêasanî peywirên xwe pêk bînin” uslubeke min heye. Yanî di şêwaza rêxistinê de modeleke pir cewaz heye. Serdeçûyîna min a ji têkîliyan re nêzîkatiyeke pir girîng a siyasî ye. Di cewherê xwe de ez li hember dewletê dendika tevgereke pir mezin diçînim. Bi zanebûna mezinahiya xeteriyê, yekser nebe jî ji van kesan re bi hêsanî dikarim bidim hîskirin ku em ewqas xeter nînin an jî wan bixim nava xapandinekê de, ez wan bi asteke wiha pêşwazî dikim.
Ev zilam, di salên 1976’an de bi hişmendî hewl didin ku min bi dest bixin, beriya vê gavê rê neyekser têrê nekirin. Niha jî me dest bi xeterbûyînê kiriye. Pîlot gelekî xeter e, gelekî xwedî dirav e, digot, “keko ma ez koma te xwedî bikim?”, “em vê çalakiyê jî bikin, wê çalakiyê jî bikin”. Digot, “ezê misoger diravan peyda bikim û bînim”, “ferman bide ez xwe ji xaniyekî çar qat biavêjim xwarê. Dikaribû xwe biavêje jî, ewqas egît bû. Him jî li hewayê bi avêtina teqleyan. Rojekê dihat digot, “keko min di rê de du sê polîs kuştin û qulibandin erdê”. Yanî ewqas dixwast xwe weke yekî bandordar bide nîşandan. Dixwast bibêje ez milîtanekî li gor daxwaziya te me û dikarim her karî pêk bînim. Jixwe planên şêlandinê û pêşniyara wê jî anîbû. Dixwast fermana wê jî ji gel min derbixîne. Tê fêmkirin ku ew ferman berê ji polêsan girtiye. Heta dawiyê diravan dide û dixwaze hetanî dawiyê hêza xwe raber bike. Hêviya dahatuyê dide. Ya din jî Kemal Pîr dixwast di cih de vê rewşê binirxîne. Min digot, “naxêr niha ne dema çalakiyê ye”. Yanî me bi Pîlot re salek an jî sal û nîv heta dawiya salên 1977’an belkî jî em bi hev re bûn.
Gelekî balkêş bû. Dixwast me zû bîne provakasyonê. Heke em weke çepgirên Tirk ên roj derbas dikirin ban, dê hîna di salên 1976’an de emê bixeniqandibana.
Sekna mezin.
Her tişt dema ji min re dihat pêşkeşkirin, min bi qandî pêwistiya xwe digirt. Çi tiştê ku me bi têne bike hebe dixwast wê bîne. Lê min digot, “raweste”. Lê min digot ê ku me xwedî bike çi hebe jî bîne.
Taktîkekî erjeng bû, me pêk anî û encam eşkere ye. Me kom bi dewletê dida xwedîkirin, zilam jî dixwast me bixwe û ji bo xwarinê hemû planên xwe amade kiribûn. Lê dîsa jî jiyaneke me ya hevsengî heye.
Em neketin.
Û jin jî xwedî vê armancê bû. Xistin, qedandin, kuştin…
Ma li gel Mahîr serpel (yuzbaşı) İlyas hebû? Ew jî serpelê yekîneyê bû. Lewra ev serpelên yekîneyan serpelên herî lêdanêr in. Tê fêmkirin ku, zilamên şerê taybet in. Wisa tên hilbijartin. Ez bawerim ên ku Mahîr ew kişandin çalakiyê ew bûn. Di kişandina çalakiyê de rola hindek tahrîkan jî heye. Heman azîne hate xwastin li ser me jî bê ceribandin. Pîlot, rojane planên çalakiyan amade dikir. Hîna tê bîra min ku, gelekî jîr bû. Lê ji ber cewaziya şêwaza min, hate fêmkirin ku em bi vê teşeyê nikarin werin rûxandin. Lê gelekî balkêş e, wê demê ji bo jina di koma me de mirov dikare çi bibêje? İhtimala bûyîna wê ya dewletê jî bilind bû, sepandina dewletê bû.
Ji ber malbatê yan jî bi taybet, aliyê wê yê têkîliya bi dewletê re gelekî xurt e. Lingê herî bingeh ê ku em pê ji Enqereyê derdikevin ev e. Yanî yan tuyê çalakiyê bikî, yan tuyê werî fetisandin. Heke tu nakevî nava çalakiyê tuyê di wê têkîliyê de bifetisî. Ji her du aliyan bi ser de hatina dewletê ya xurt heye.
Çawa çêbû ku ez ketim nava têkîliyê? Şêwazeke balkêş a ketina nav e. Dewletê ji dû baskan ve tam em girtine dorpêçiyekê. Yek jêderka hestyariyê, ya din jî jêderka madî ye. Li hember daxwaza me ya gavavêtinê dewlet dixwaze bi van her du rêkên bandorkirinê pêşiya me bigre.
Her du jî 1976’an di heman demê de dikevin nava me.
Bêguman e, di hevdem û ji aliyê dewletê ve ye. Zilam li gor derfetên wê demê kulm bi kulm diravan belav dike. Tenê min ne, koma me hemûyan dibe xwaringehê. Her yekî ku tê dibêje, “bira min jî bibin xwaringehekê, ji min re jî şîrînahiyekê bikirin.” Di saya me de zikê milet têr dibe. Bi esas ev şêwazekî têkîliyê ye, ev navdar e. Ugur Mumcu jî digot: “MÎTê Apo xwedî kir”, vaye çîroka xwadîkirinê wisa ye.
Gelo eniya jinê esas bi kîjan lîstokê dixwast me pêşwazî bike? Girîng e û divê mirov kûr li ser rawest e. Him ketina beşa civakî û him jî ya siyasî ye.
Dibe ku qelsiya min a jinê û dirav tespît kiribin? Heke lewaziya min hebe, him jin û him jî dirav, ji bo bikaranînê her tişt heye. Zilam digot, “bes tu bixwaz e”. Jinê jî hetanî dawiyê ji komê re ketina nav disepand. Ez wisa bawer dikim ku, wilfa me ferx kiribû. Ji 1974 hetanî sala 1976’an du salan şopand. Heta xwast fêm bike ku em çepeke çawa ne. Çepa Tirk an jî Kurd e? û piştre dema tercîha xwe li aliyê koma me kir, ez bawerim bi tevahî dixwast bi dest xwe bixîne. Ev bênîqaş e.
Dewleteke hatî amadekirin bû.
Xwedî amadekariya îdeolojîk û siyasal bû. Xwedî amadekariya kesayet û hêza dirav bû. Jixwe Pîlot jî digot, “bira ma tuyê li kijan malê bimînî?” Bi navê min ji beriya ku ez bibînim digot, “min malek girtiye û kelûpelên te birine wê derê.” “bira bes tu bixwaze”.
Di sala 1977’an de li mala vî zilamî (1 Çile 1977) me civîneke herî li pêş li dar xist. Zemîna ku komê li Kurdistanê ava kiriye û di asta herî jorin de pirsgirêkên dîtir dihatin nirxandin. Devê sobeya me vekirî bû. Bi serdegirtina polîs ve me dê axaftinên xwe biavêtibana wir. Heke were, em dê bibêjin, em pîrozbahiyeke erzan dikin.” Di bin zanistiya dewletê de ye. Lê, rewşeke me ya weke girtinê tune ye. Bi qandî ku em bikaribin bi kar bînin, em bi kar tînin. Piştre nirxandineke wisa ya dewletê pêk hat: “me 1978’an de şaştiyeke mezin kir”. İsmail selen fermandarê artêşa şerê taybet jî digot, “li hember PKK ê me her dem şaştî kir” ku, piştre zilam bû serokê îstixbaratê. Di taktîka PKK ê de, di pêşveçûyîna PKK ê de di destpêkê de di nava xeletiyan de bûn. Lê, wisa ji ber xwe ve ne, heke em wateya ku didin jiyanê nesepînin, dê em di ava kevçiyekî de bixeniqandibana. Destên zilam di nefesa me de ye, deqe bi deqe kontrol dike. Hezar sal in heman çîrok e. Heke kevir biteqe jî serhildaneke ku temenê wê sê heyvan bihoriye tûne ye.
Pîlot bi israr çalakiyê disepîne û hevalên me yên herî gihiştî jî vaye Kemal Pîr ew, dibêjin em lê bidin. Ku, pêşniyariya çend çalakiyên ku dirav bîne hebûn. Yek jî wê demê ez hîna zêde negihiştibûm encama ajaniya wî. Ez dijî anîna dirav a bi çalekiyê derketim. Dîsa ji çend hevalên me yên milîtan re jî pêşniyariyên wisa dibirin. Digot, “Apo, gelekî pêwîstiya me bi te heye; tu canê me û giyana me yî”
Bi aliyê xwe yê çalakger derdikeve holê, di aliyê din de dixwast jiyana min sererast bike. “bira tuyê ji vê bi şûn ve çawa bijî?” vaye li ser senaryoya zewaca wê demê gelekî hatiye rawestîn. Li Enqereyê dê wisa were jiyîn, wisa zêr pêwîst in, cemedank pêwîste… Ew jî senaryoyek bû. Dixwast di wê senaryoyê de pir baş bilêyîze. Ji lêyîstina peywira xwe jî bawer bû. Min ev şopandin didan û piştre jî min ev yek bi zanebûn dikir. Min hîsên wê jî kontrol dikirin.
Dewletê niha fêm kiriye, lê pir dereng e, kar ji dest çû. Dîmena ku me daye; em dê li Enqereyê bimînin komgeriyê bikin, weşanekê derbixin, dukaneke weşanê saz bikin.
Dîsa jin bi têkîliya taybet ve girêdayî ye. Dewlet çi dixwaz e? Ew, rojane rapor digre: “di hembêza me de ye”. Min xwe çar bi çar bi dewletê ve girêdayî ye. Bûyera ku Ugur Mumcu hindekî dixwaze binê ser ziman jî ev e. Dipirse, “ma MÎT ê Apo xwedî kir?” Vaye me wisa xwe bi MÎT ê da xwadîkirin. Me ewlekariya xwe pê da girtin, bi diravên wan me koma xwe fînanse kir, di malên wan de me civînên xwe yên herî girîng pêk anîn û me hindekî jî hêza wan a entelektûelî bi kar anî. Em wisa dirêjî hindek têkîliyan bûn û me di heman demê de xwe jê xelas kir. Ev yek ne wisa bi carekê ve ye, bi hatina tehrîkê û weke hindek hevalên me yên rayedar bi “lêdanê” ne, me wisa nekir. Vaye di vir de , ajan be jî lêdanê li aliyekî bihêlin, çawa tê bikaranîn, hêjayî dîtinê ye. Ma tuyê lê bidî, yan jî pê re bimeşî? Ev bûyereke mezin e, pirsgirêkeke mezin e. Ne şêwazekî wisa ye ku her kes bikaribe bide meşandin.
Niha li Kurdistanê her şêwazê têkîliyê wisa ye. Sedema eşkerekirina min a vê yekê, ji vegotina wê yekê ye ku hema bi her têkîliyên xwedî van taybetmendiyan re em rû bi rû dimînin. Ew ne senaryoya fılmeke ku me sererast kiriye, rastiyeke jiyana me ye. Di nava wê de hest hene, têkîliyên taybet hene, sosyalîzm heye û her tişt heye. Lê belê ji aliyê dîtirê de jî, tiştên cuda yên ku min kirine jî hene. Ji ya her kesî kirî, ez pir cewaztir nû bûn. Ez bihêlim dê hevalên min ên herî baş jî çalakiyê bikin. Pîlotê ku çalakî pêşniyar dikir, digot “ji ber ku ez Kurd im, ez ji Pîlotiyê hatime avêtin”. Tuyê biceribînî. Ya din jî di aliyê aborî, civakî, siyasî heta ji aliyê entelektuel ve jî kesayeteke ku divê misoger ez jê bandor bibim. Yanî hindek kes misoger vê komê bigrin bin wêneraniyê. Ez dixwazim bibêjim şer ev e. Em vê bi giştî bikin dê were çi wateyê? Çîna hevkar a di Kurdistanê de dîsa binkeya ajan çawa gel şidiyayî girêdabin û çawa ku nahêlin bêhn bigrin, di kesayeta koma me de jî girêdaneke şidyayî tê armanckirin.
Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
Ê Berdewambike