Ada Toprak
Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi kesayeta xwe bi sekinandina xwe, bi fêrbûna xwe ya jiyanê ve mohra xwe lê da. Ew dikari bû ku, li her demê û li her derê amade bûya an jî amade nebûya jî dikarî xwe bide hesandin, xwe bide behskirin.
Niha em destên xwe deynin ser wîjdana xwe û wê bînin dema xwe ya niha. Divê em xwe komî ser hev bikin. Divê em cidî bibin. Divê em di giraniya jiyanê û giraniya demê de bin. Divê em hebin. Da ku em bikaribin bi rêhevala Sakîne re kêliyekê bijîn.
Bi hevala Sakîne re, rêgezên jiyanê misoger dê bê bîra me. Bê Sakîne nabe ku milîtanên Apoyî behsa rêgezan bikin. Ji xwe bi rêgezan ve girêdan, pênaseya Sakîne ya herî lez e.
Gelê Kurd şoreşgertiya jina Kurd, bi Rêhevala Sakîne Cansız naskir. Rêheval Sakîne jina ku di jiyana xwe de pir nêzîkê xwedawendiyê bû. Girêdana wê ya jiyanê her kes dizane. Her kesê/a ew dîtibe, behsa giredana wê ya jiyanê dike. Di nav kêliyekê de jiyana watadar bi derdora xwe dayîna hîskirin, ne kareke hêsan e. Ku Rêhevala Sakîne ticar karên hêsan nekir. Ev yek, ji bo Rêhevala Sakîne rêgeza jiyanê ya serekê bû. Li zîndana Diyarbekirê ya ku bû pêkanîna yekem jî ev bû.
Di salên têkoşîna rizgariya jina azad depirtûkên cuda cuda li ser têkoşîna jinê hatin amadekirin. Herî dawî di salên 2000’an bi perspektîfa Rêber APO, bi navê “Jina azad kê ye, Çawa Dijî” pirtûkek hate amadekirin. Bi lêkolîn, lêpirsîn, hevpeyvînên êş û kêfxweş ev xebat hate berdewamkirin. Di vê pirtûkê de hevalên ku bi qehremanî têkoşîna azadiyê meşandin û bûn cangoriyê jiyana azad cih digirtin. Wek rêgezek Apoyî, bi giştî di vegotinan de Rêhevalên şehit dihat esasgirtin. Yek îstîsna hebû. Ew jî Rêhevala Sakîne bû. Beşa ku li ser Rêhevala Sakîne, em parçeyek jê ragihînin:
“Rêhevala Sakîne Cansız, ji rojên destpêkê ku tevger naskir pê ve di nav têkoşînê de cih girt. Bi berxwedaniyeke mezin bi derdora xwe, bi malbata xwe û bi her kesên ku jiyaneke ji rêzê li ser wê ferz dikirin di nav têkoşanê de bû. Rastiyên ku xwe gihandibûyê û jê bawer dikir heta dawî diparast. Heta dawî şerê wan rastiyan dida. Û heta dawî têkoşera jiyana wan rastiyan bû. Ew wek her kesekê nedikarîbû bijî. Cudabûn divê hebûya. Wê dizanî bû ku, ev cudabûn bi azadiyê ve giredayî ye. Têkoşan esas girt. Ji bo vê yekê destpêkê ji malê dûrket. Li bajarên Tirkiye wek Kurdek koçber jiya. Di wan deman de bi karkertî debara xwe kir, da ku li ser jiyana xwe siya ti kesî çênebe. Di kargehên cilûberg û avafêqiyan de karkertî kir. Di wê demê de yek ji armanca Rêheval Sakîne ew bû ku karkerên jinbirêxistin bike. Bi vê armancê ve girêdayî jin perwerde dikir da ku zanebûna wan zêdetir be, da ku hişyariyek li hember pergalê bijîn.
Di kargehan de her tim rêhevala Sakîne bi sekinandina xwe, bi disîplîn û zanebûna xwe ve kesayeteke bi bandor bû. Ji ber vê yekê di demek kurt de pir jinên ciwan rêxistin kir, bi wan re têkîliyên rêhevaltî pêşxist. Bala wan keçên ciwan ji jiyana erzan ber bi siyasetê ve, ber bi jiyaneke watedar ve kişand. Ya herî girîng di keçên ciwan da lêger pêşxist. Rêhevala Sakîne wek ku bi derziyê bîrê bikolê têkoşîna xwe dimeşand û dixwest ev têkoşîn zêdetir belav bibe. Ji ber vê jî tax bi tax geriya û komek ava kir. Ev kom ji 70 kesan pêk dihat. Carna mal bi mal digeriya da ku hin kesên ku derfeta wan tine ye, ji perwerde, zanebûn û wateya jiyanê qut nebin.
Jiyan û serpehatiyên rêhevala Sakîne ticar ne ji rêzê bû. Ticar wek herkesî/ê nebû. Her dayîm cudabûna xwe, rengê xwe parast. Rêhevala Sakîne yek ji du jinên ku tevlî kongreya PKK ya destpêkê bû ye. Li Elezîzê di encama operasyonekê de dîl kete destên dijmin. Rêhevala Sakîne li hember dijmin, her rengê îşkenceyan sekinandinek birûmet pêşxist. Bi vê sekinandina xwe di nav gel de bandoreke pir mezin û erênî ava kir. Ew li hundir bû, lê destana wê li derve belav bibû. Rêhevala Sakîne bi endamtiya navendê û endamtiya damezirîner a Partiya Karkerên Kurdistanê dihate darizandin. Di dadgehan da parastina siyasî pêşxist û li serî heta dawî li hember dijmin sekinandina xwe yabi rûmet û şoreşger parast. Pir dayîkên welatparêz navê zarokên xwe danîn Sakîne. Dîsa pir hevalên jin ku heta salên 90’an tevlî dibûn navê xwe dikirin Sakîne.
Di berxwedana zîndanan de, biqasî ku sekinandina rêhevala Sakîne li hember dijmin bibandor bû, sekinandina wê di nav hevalên jin êndi zîndanê de jî bandorker bû. Ji ber ku rêhevala Sakîne di rêveberiya rêxistina di zîndanê de cih digirt. Di asta menewî, hest û raman de, di helwest de û her aliyê jiyanê de bi rêgez tevdigeriya. Ji ber vê jî rêhevala Sakîne Cansiz di berxwedana zîndanande bi rengeke çalak tevlî bû. Li hember dijmin biqasî berxwedana fîzîkî, evqas jî berxwedana menewî esas digirt. Ji ber vê jî li ser esasê slogana rêhevalê Mezlûm Dogan a ‘Berxwedan jiyan e!’tevdigeriya. Li girtîgehê jiyan û perwerdeya xwe li ser vê bingehê birêve dibirin. Ji ber ku hejmara hevalên jin kêm bû, hevalên jin ku di tevgerên cuda de cih digirtin, li heman wargehan diman. Bi şêweyê jiyanê, têkîliyên hevaltî û têkîliyên bi derdor re, li ser jinên din jî bandoreke mezin didan çêkirin.”
Ev hevokên ku, di salên 2000’ande hatine amadekirin pir kême ji bo vegotina hevala Sakîne. Di jiyana rêhevala Sakîne de ev hevok encex dikarin bibin misqala zereyekê. Lê rêhevala Sakîne di jiyana xwe de jî da pejirandin ku qehremanî ne bi mirin ve girêdayî ye. Giredana wê bi jiyanê re, bi mirovahî û azadiyê re, bi axlaq û wîjdan re li ber çavên hemû kesên dost û dijmin bû. Ne veşartî bû. Eşkere û şefaf bû. Rêgez çiye? Rûmeta jiyanê çiye? şoreşgertiya jinê çawa be? Wê, bersiva van pirsan bi jiyana xwe dida. Da îsbatkirin ku jiyan rûmeta herî mezin e. Ji bo ku birûmet be,xweşik be û watedar be.
Wateya jiyanê di rêhevala Sakîne de di asta herî jor de bû. Dem ji bo wê cuda digeriya. Dem têra wê nedikir. Demên jiyana xwe erzan nedida ti tiştî. Îsbat ev e ku rêhevala Sakîne ti deman wek hevtemenên xwe xuyanedikir. Her tim bi dileke ciwan, bi bedeneke ciwan û li pêşberî jiyanê hertim bi coş û heyecan bû.
Rêhevala Sakîne dengê Dêrsîmê ye. Dengê ku bi qirkirina 38’an ve jî nehate birîn dengê rêheval Sakîne ye. Nebêdeng e. Wê, bi me da fêrkirin ku bêdengî mirin e. Jina bêdeng jina mirî ye. Li zîndana Diyarbekirê, li hember celadên nûjen bêdengnebûna rêhevala Sakîne heqîqet e. Û heqîqet nayê tinekirin.
Her gêrîlayek jin bi hezkirin, bêrîkirin, evîna Rêber Apo li rêhevala Sakîne dinêrin. Her gêrîlayeke jinli wê dinêrin da ku eşqa jiyanê û eşqa Rêber Apo bi xwe re bikin yek. Hinekê jê fêrbibin. Her gêrîlayeke jin dilê xwe jê re vekirî dihêle, da ku bikevê û dilê wê bi bayê azadî bixemlîne.
Her gêrîlayeke jin dixwaze ku biqasî rêhevala Sakîne guh bide dengê dil û herikandinên azad bibihîze. Her gêrîlayeke jin dixwaze biqasî wê dilê xwe bi rastî û xweşikbûna dîrokê ve bistrîne. Da ku dil û mêjiyê xwe azad bike.