Di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de pirsgirêka jin û ciwanan di asteke herî bilind deye

0Shares

Amedekar: kovara Tanrîça Zîlan

Di yekemîn konferansa RAJIN de ji qadên cuda yên Kurdistanê û derveyî welat xebatkarên jin ên ragihandinê beşdar bûn. Me jî bi yek ji endama çapemeniya YJRK -ku ji bo bilindkirina têgihîştin û zanekirina jin û civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xebatên çapemeniyê yên giranbuha didin meşandin- rêhevala Madora re hevpeyvînek di derbarê rewşa çapemeniyê li wir

çêkir û em vê hevpeyvînê bi we re parve dikin. 

T. Zîlan:Hûn dikarin rola ragihandina jinê di Îranê de hinekê ji bo xwendevanên me şîrove bikin?

Madora Aso: Jin di Îranê de rastî gelek zext û astengiyan tên. Di qada ragihandinê jî de ev bi vî rengî ye. Di tevahiya pêvajoya desthilatdariya Îranê heya niha her tim li pêşiya xebatên zanistî yên jinê astengî hatine çêkirin. Ev astengî carna bi navê ol û şerîet, carna jî bi navê zagon û huqûq pêşxistine. Di roja îro jî de ev rewş hîn bi awayeke xirabtir dewam dike. Gelek jinên rojnamevan, jiber nivîs, nivîskar û hwd. bi cezayên wek zîndan, tebîd (sûrgun), îşkence, îdam û qedexeyan re rûbirû mane. Ya rastî jinan di Îranê de nekarîne fikir û ramanên xwe bi awayeke azad bînin ziman û li gor vê tevbigerin. Mirov dikare bêje êdî qedexe kirina “qelema azad” di Îranê de çanda desthilatiyê ye. Çanda ku xwe dispêre zihniyeta zilamsalar a ku her timî hewldaye di her qadê de hakimiyeta xwe çêbike. Xebatên rojnamegerî û rewşenbîriyê zêdetirî 100 sal e ku di Îranê de tê meşandin. Lê ruxmê vê jî nekariye xwe ji bermahiya vê zihniyetê xilas bike. Yan gelek caran di bin tesîra zihniyeta zilamsalar de maye û li gor dilê wan xebat kiriye, yan jî nekariye xwe ji ketina dafikên vê zihniyetê xilas bike. Elbet gelek jinên ku xebatek hêja di vê qadê de dane meşandin jî hene, lê ev tenê di asta navan de maye. Nekarîne bi awayeke rêxistîbûyî di vê qadê de bigihîjin têkoşîneke hevpar. Ji ber vê jî pir rêhet ketine bin bandorê û bêbandor mane.

T. Zîlan: Hûn asta ragihandina jinê di Rojhilatê Kurdistanê de çawa dibînin. Heya niha ragihandina jinê di kijan astê de kariye xebata xwe bide meşandin û erka xwe ya agahdarkirin û zanekirinê çiqas bi cih aniye?

Madora Aso: Di rastiyê de em hîna jî nikarin behsa ragihandina taybet bi jinê di Rojhilatê Kurdistanê de bikin. Ji ber ku ji hêlekê ve zextên li ser xebatkarên ragihandinê di Rojhilat de û ji hêla din ve jî nebûna rêxistineke hevpar di navbera endamên ragihandinê, di vê parçeyê Kurdistanê de nehiştiye ku ev xebat weke ku tê xwestin pêşbikeve û astengiyên li pêşiya xwe derbas bike. Hakimbûna nêrîna hizbên Rojhilatî û belav sekinandina wan bêguman bandora xwe li ser xebatên ragihandinî jî dike. Ji ber ku xebatên ku heya niha di Rojhilat de tê meşandin, ne bi awayeke bêlayane ye. Jinên ku di nava wan ragihandinan de jî cihê xwe digrin, nikarin derveyî xeta îdeolojîk a wan hizb, an jî grûban tevbigerin. Eger li berjewendiyê wan hizban be, dê behsa mijara jin an jî pirsgirêka azadiya jinê bikin. Ruxmê ku ev pirsgirêkekî pir bingehîne,lê ji bo agahdarkirina civakê xebateke zor kêm tê meşandin. Pirsgirêka jinê hertim li bin siya pirsgirêkên karker û hwd. de dimîne. Ev xeta paşverû ya ragihandinî hîna nehatiye derbaskirin. Zimanê negatîf û dij-jin di gelek ragihandinên ku ji bo Rojhilat weşan dikin de pir rehet tê dîtin. Her tv, sîte, radyo û hwd. li gor xeta îdeolojîk a xwe ragihandina jinê jî şikil dide û nahêlin ragihandinek li gor xweza û zihniyeta jinê pêş bikeve. Me di jorê de bal kişand ser zextên ku rejîm li ser xebatkarên ragihandinê pêk tîne. Di Rojhilatê Kurdistanê de meşandina vê xebatê hîna zortir e. Ji ber ku Kurdbûn û jinbûn dibin sedem ku rêjîm bi her sedemekê êrîş û zextên xwe bide meşandin. Di vê qadê de meşandina xebat tê wateya rîsk girtinê. Ji ber vê jî divê her xebatkarek ku di qada ragihandinê de cih digre, bi rastî jî wêrek û bi exlaq be. Lazime rastî çiye, wê bêje. Ticar berjewendiyên civakê qurbanê berjewendiyên hizb, eşîret, malbat û rêjîma hakim neke. Niha di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de pirsgirêka jin û ciwanan di asteke herî bilind deye, lê ragihandinek rast û têr nayê kirin. Ev jî kêmasiyeke ku lazime hemû rojnamevan û rewşenbîr para xwe di nav de bibînin û li gor vê ragihandineke çir û pir pêş bixin.

Tanriça Zîlan: Di vê konferansê de biryarek taybet ji bo ragihandina jinê di Rojhilatê Kurdistanê de hate girtin?

Madora Aso: Di konferansa II. a ragihandina jinê de biryara bingehîn ku hate wergirtin di vê qadê de pêşxistina rêxistinbûnê bû. Mijarek ku herî zêde ji bo endamên ragihandina jinê pêwîst dikir gihîştina fikir, nêrîn û zimaneke ragihandinê ya taybetê jinê ye. Lazim e li hember êrîşên îdeolojîk û bi rêxstinkirî yên zihniyeta zilamsalar, em jî wek ragihandina azad a jinê bigihîjin asta ku hem rênedin ji vê zêdetir ev zihniyet bi rêka amûrên ragihandinî me îstîsmar bike û zihniyeta civakê texrîb bike, hem jî rastî çiye bi zimanê jinê were vegotin. Her wek ku di konferansê de hate gotin lazime ragihandina jinê bibe deng ûrengê hemû jinên cîhan û bitaybet jî Kurdistanê. Ji bo me rastî û heqîqet çi be ev pîvan be. Ji bo agahdarkirin, çareserkirin û xweşikirina civakê hewce dike em hemû endamên ragihandina jinê têbikoşin.

Ev biryarên ku min di jor de jî balkişand, ji bo Rojhilat jî derbasdarin. Xebatên rojnamevaniya tevgera azadiyê ya Rojhilat piranî bi ser çiya ve tê meşandin. Endamên RAJIN ku di vê qadê de cih digrin di astekê de ji bo pêşveçûna hemû biryarên konferansê ango pêşxistina rêxistina ragihandina jinê ya xweser dê têbikoşin. Lazime ev xebat di Rojhilat de bi awayeke hîna rêxistinkirî û bi leztir were meşandin. Her wiha divê zimanê zilamsalar ê ku bisalan e bi awayên curbecur di vê qadê de jinê istismar dike, were derbaskirin û li hember wê têkoşîn were pêşxistin. Ev yek jî elbet, erk û berpirsyariya hemû endamên çapemeniya azad e jî.