Di Dîroka PKK’ê De Şehîd

0Shares

“Di dîroka PKK’ê de, dema ku em nirxandinên xwe yên li ser şehadetê dikin û em dixwazin wateyê bidin; çi li gorî pêvajoyê be, çi jî li gorî xweseriya kesayetiyan be, di roja me de herî kêm bi qasî yên dijîn, bi qasî wê vîn û hizirînekî siftbûyî heye, divê ev yek wisa bê fêmkirin, rewşên mîna jibîrkirin û xafletê wê qet ti caran neyên qebûlkirin, nirxên herî bingehîn dijîn di şexsên van kesayetiyan de tên temsîlkirin û me dabû diyarkirin ku weke bi giraniya kar û xebatan di bin fermandariya wan a manewî de tên meşandin. Bi qasî ku yek ji sedemên dafdayîna çalakiyên me ev yek bixwe ye, bi awayekî giranî jî nirxên moralê ew bixwe ne, bi misogerî divê bê zanîn ku ev yek bixwe bingeh tê girtin. Divê kesên jiyan dikin, li gorî vê yekê şer û jiyanê bidin vesazkirin, ya din jî bi qasî soza pêdiviya hevgirî û duristbûnê bingeh bê destgirtin. Divê mirov bide diyarkirin ku kesên dijberî xeta şehadetê dimînin, kesên ku nakevin di nava nêzîkatiyekî li gorî wate û girîngaya wan û pêdiviyên wan de nayên îflehkirin, wê ne layiq bin û sernakevin jî…” Rêber Apo

Bi sedan şehîdên me van derfetan bi awayê hestiyariyekî mezin hîs kirin û hem berê xwe dan Bakurê Kurdistanê û hem jî berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê, ji bona rizgariya gelê me ya li bendê dima, ji wan re bikin diyarî, ketin di nava pêvajoya têkoşînek destanî de. Di bingeha girtina qadan de bi mehan li dijberî dijmin şerekî herî dijwar hat dayîn. Li seransarê wê salê beriya her tiştî li Botan, Zagros û Amedê û heta li navendên bajaran çalakiyên pir berfireh hatin lidarxistin. Van çalakiyan da nîşandin ku êdî wê netenê navendên dijmin ên li çiya bicihbûyîne bên armanckirin, derxist holê. Vê yekê da nîşandin ku êdî wê netenê pergala hêzên leşkerî, wê hemû dem û dezgehên pergalê bibin armanc, ev mesaj hat dayîn. Pergala dewleta Tirk a tirsa herî mezin li hemberî vê yekê jiyan dikir, rexmî êrîşên herî bêserûber dida pêşxistin jî, li hemberî çalakiyên gel û gerîla bû sala herî zêde dijmin zorî jiyan dikir.

Pêşbîniya Rêber Apo ya ji bona avakirina Netewa Demokratîk dida pêşxistin, weke rêbaza duwemîn jî mirov dikare Şerê Gelê Şoreşgerî jî bide pêkanîn, vê yekê bi awayekî zelal danî holê. Vê yekê dihişt ku li Kurdistanê pêla şoreşê bilindtirîn bibe û bû sedema bi awayekî ber bi çav hîn berfirehtir bibe.

Şehîdên Şerê Gelê Şoreşgerî yên sala 2012’an, êdî hêviyên azadiyê yên bi cangorî û bi şerê xwe yên herî dijwar ve dan raberkirin ku mirov dikare werbigerîne rastiyê; êdî ji bona ku di welatê xwe yê herî cehwerî de mîna mirovekî azad û civakekî azad bijîn, dan raberkirin ku çi astengiyên heyî mirov dikare bide derbaskirin. Bi rastî jî di çavkaniya serkeftinên salên piştî wê yên Tevgera Azadî û gelê Kurd li ser hev qazanckirî de, bi rastî jî ji sala 1999’an ji aliyê Rêber Apo ve gav bi gav guhertin û pêngavên şoreşgerî yên dayî pêşxistin û saya şehîdên Berxwedaniya di sala 2012’an de pêkhatin. Bêguman bedelê vê berxwedaniya mezin jî di saya şehadeta sedan rêhevalan û keda wan a mezin pêkhatiye. Rexmê her tiştî mafê vê pêvajoya pêngava şoreşgerî ya sala 2012’an bi serkeftî hatiye dayîn û şehîdên mezin ên ku ev pêvajo dan afirandin, ji bona avakirina Netewa Demokratîk û azadiyê wê weke lehengên efsanewî yên nayên jibîrkirin, her tim bên bibîranîn. Îro jî pêşengtiya di vê mijarê de hatiye kirin, rêya me ronî dike, baweriya me ya ji serkeftinê re hîn jî bihêztir dike.

Tevayî şehîd her tim nirxên me yên bingehîn ên pêvajoyekî didin qazanckirinin. Hêzên mêtînger ên qirker, ji bona tevgera me ya azadiyê bidin perçiqandin rê û rêbazên bi her awayî diceribînin. Ev yek jî dibe sedem ku di her sala têkoşînê de bi xwe re pir bi zor derbas bibe, tîne. Tevayî ev zorî û êrîşên heyî bi têkoşîna şehîdên me re tên derbaskirin. Rastiya têkoşîna azadiya gelê Kurd encax bi zoriyan bide derbaskirin dikare biserkeftî bibe, bi dehan caran ev yek daye îspatkirin. Ji ber van sedeman rastiya şehadetê ji bona gelê Kurd tê xwediyê wateyek cuda. Şehîd dibin çavkaniya hêz û nirxên me yên bingehîn ên têkoşînê dikin heyîn û didin berdewamkirin. Ji ber van sedeman Rêber Apo dibêje; “PKK Partiya Şehîda Ye.” Ji ber yên ku partiyê li ser lingan dihêle û nirxên partiyê didin afirandin jî şehîdên me bixwe ne. Ew pîvanên bilind ên qet têk naçin ku nirxên partiyê dayîne afirandin. Wan ji ber ku di her serdemê de pîvan dayîne bilindkirin, êrîş çiqas sift dibin bila bibin têk diçin û di vî bingehî de têkoşîn her tim mezintirîn dibe. Ji ber van sedeman fêmkirina şehîdan, di pîvanên wan de partîbûyîn û têkoşîn kirin, dibe zagon û diyalektîka bingeha têkoşîna me ya azadiyê.

Rêhevaltî, nirxa şênberbûyîna heqîqetê bixwe ye. Rêber Apo di parêznameya xwe ya bi navê Çareseriya Netewa Demokratîk de wiha dibêje; “Têkiliyên rêhevaltiyê, cewherê têkiliyên civakî nîşan didin, an jî neçare ku nîşan bidin. Ev têkilî bi qasî ku civaka dîrokî ye, civaka pêşerojê jî dide nîşandin. Di bingehê xwe de weke têkiliyên bîrdozî ne; têkiliyên heqîqetê yên ku bîrdoziyê derxistiye eşkerebûnê û rê ji derxistinbûyîna wê re derxistiye holê ne.  Di vê wateyê de yekbûyîna du rêhevalan netenê yekbûyîna bîrdozî ye, neçare ku mîna yekbûyîna heqîqeta kapasîteya bîrdozî jêre rê dide vekirin bê jiyankirin. Ger du rêheval bi rastî jî gihîştibin raza rêhevaltiyê û yekbûyîn dabin avakirin, divê mirov vê yekê weke nûnertiya bihêz a heqîqetê fêm bike. Wateya bûyîna rêhevalên rêhevalan, tê wetaya mirov par ji heqîqeta hatiye temsîlkirin digire.” Rêber Apo bi şîrovekirina rêhevaltiyê re, divê bi girêdayîna şehîdan re û bi nirxên şehîdan re çawa bibe jî bi awayekî bihêz datîne holê. Ger rêhevaltî, heqîqeta girêdayî rastiya bîrdozî ya di navbera du kesan de be, şehîdbûn jî dibe tevayî û pîvanên heqîqeta bi hemû rastiyên wê ve datîne holê. Heqîqeta PKK’ê û Tevgera Azadiyê daniye holê, em bi awayê herî baş dikarin ji şehîdan fêr bibin. Em dikarin rastiya Rêbertiyê bi awayê herî baş ji şehîdan fêr bibin. Ji ber van sedeman ji bona tevgera me û gelê me şehîdbûnî tê çi wateyê fêmkirin pir girîng e. Di PKK’ê de fêmkirina şehîdbûniyê, dibe serkeftin û ewlahiya jiyana azad. Rêber Apo her tim gotiye; “PKK partiya Şehîda ye; yên ku şehîdan fêm bikin, wê PKK’ê fêm bikin û têkoşînê bi serkeftî bidin meşandin.”

Ekîn Bêrîtan

Attachment