Nasnav: Pelîn Koçer
Nav û Paşnav: Lalihan Koyun
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1984/Bedlîs
Navê Dayikê: Emine
Navê Bav: Sabri
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2004/Stenbol
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Tîrmeha 2012’an li Çewlig
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Pelîn Koçer (Lalihan Koyun)
Dem payîz bû, em hêdî hêdî ber bi zivistana şipûsar ber bi Eyaleta Erzuromê ve diçûn. Qada ku em lêdiman, nêzîkî sînorên Dersîmê bû, tevayî sirûşt xwe bi rengê zer ên nazdar re xemilandibû, pelên zerbûyî yên bi zarafetekî ve ji darên berûyan diweriyan bê ku xakê bi êşînin li ser axê zêde dibûn. Erd ber bi berbangê ve xunavî dibû, rûyê xakê ya qeşa girtî, cihê xwe ji kevirên şemîtok ên li ber kêleka avê re dihiştin.
Dersîm; dema ku bi xwezaya xwe ya rengîn û xweziya xwe pê anîn ve deryaya çavên me ji meydana dîmenekî gewretirîn re dihişt, her ku tu ber bi hindurîn ve diçî, araziyên wê yên asî dibe, bi zinarên xwe yên tehtên bilind ve, her ku tu ji lûtkeyên wê ber bi kûrahiya wê ve dadikevî jêr, tu ber bi kanên dolên kûrtirîn û newalên kûr ve tê yî. Bi qasî ku rastiya mîstîk a Kurdistanê bipejiqînî, xwezayekî ya ji wateyan barkirî bi awayekî hostayî ji mîskînbûyîna hafizaya me re dida tomarkirin. Ji ber ku dem werza payîzê bû, Dersîma sarmayekî wê ya qerisînêr a bi şevên sayî ve di lûtkeyên bilind ên çiyayên wê de heyî, weke din jî dema ku tarîbûn xwe li şevê dipêça, bi sarmaya xwe ya tirsnak ku heta hûcreyên xwe ve hindurê me dida recifandin û mîna helbestvan dibêje ku ya di hafizayên me de tomarkirî mayî, “Kesên ku di vê sarmayê de şer dikin jî hene” ev gotin bi cewherî kêliya ku me jiyan dikir dianî ziman.
Di sarmaya li çiyayên req û hişk de ku hîn nebûyî roj qilêşên me li xwe radipançandin, tiliyên me yên bi awayê xwezayî ji ber sarmayê bêlivûtevgerîn mayî, li gorî pêdiviya zeman pêwîstiya jiyanê ji nû ve derdiket holê û her kêliya me ya ji wateyan barkirî me xwezayîbûna gerîlatiyek cuda jiyan dikir, her ku tu tevlî dibî, tu têgînê hîn zêdetir fêr dibî, her rastiya ku me derdixist zanistiyê, em hîn nêzîktirî heqîqetê dibûn. Sirûşta Dersîmê ya bê emsal ku her werza wê xwe bi rengekî cuda dixemilîne, xweşikbûyîna di nava xwezaya wê de dihewîne, bê miqabil ber bi dilê gerîla ve diherikî. Şîlanên li ber rêgê ve dirêj dibin, rêxmê ku bi tevayî bêxwedîlêderketina di demsala payîzê de berhema di xwezayîbûna xwe de bi gerîla re dide parvekirin, cuyên avên peyderpey ji lûtkeyên çiyayên bilind dihekirin ve nêzîkatiyên xwe yên bibereket û dostanî ji tevayî mirovahiyê re dide arizandin.
Di çiyayan de rastiya xweziya xwe pê anîn ku her tim cihê xwe ji naskirinên nû re dihêle, meşên heta berbangê yên bênavber, dibûn peyamgerên demên digirtî yên ku qet gerîla devjêbernadidan. Ji nû ve weta ji jiyanê re tê dayîn, her rêwîtî; di berbangê de dibû bingeha sohbetên gerîlayên bicoş ên li derdora çaydenekî reş kombûyî. Di dawî de gruba Erzuromê ya ku em ji mêj ve li bendê bûn gihîştibûn qada me. Grub westiyên rêgê bûn, bi heyecana me ya ji naskirina nû re me ew bi nazikî ve pêşwazî dikirin. Bêguman di nava grubê de ya ku herî zêdetir bala me dikişand, di nava grubê de hebûna hevalek jin tenê bû. Di nava grubekî hevalên zilam de jinek tenê bûyîn, bi rewşa xwe ve zor bû. Jidilbûyîna avaniya wê ya zindî û bi xwîngermiya wê ve mîna ku hevalên li qada me bi salaye dinase. Êdî hatina wê ya ji Eyaleta Erzuromê re em pir pê kêyfxweş bûbûn, lê belê ew qutbûyînên ji koranî re ku me bi nefretî lêdimeyzand bi qasî xwezayê, bi awayekî xwezayî me biheyrantî lêdimeyzand Pelîna me çêbûbû. Tu bixêr hatî Pelîn, Tu bixêr hatî ji cîhana dilê me re. “Ev Vexwendin Ji Bo Te Ye!”
Rêhevala Pelîn di sala 1984’an de li navçeya Tatwana Bêdlîsê tê cîhanê. Ew ji malbatekî ya Koçer bû. Rastiya koçeran a her tim bi çiyayan re bûyîn, bi awayekî xwezayî hestên welatparêziyê kêlî bi kêlî didin mezinkirin, zarokên koçeran jî qet ji çiyayan qutnebûyîne, di rastiyê de ew di nava çiyayan de tên li cîhanê. Mîna Leyla Qasim dide diyarkirin; “Ez neketim ser vê rêyê, ez di vê rêgê de hatim cîhanê.” Ev gotin ji bo Şehîd Pelîn a girêdayîna wê ya bi çiyayan ve bi awayekî eşkere derdixe holê. Hevala Pelîn bi hest, hizir û xeyalên xwe ve bi heyecaneke bêdawî ya her timî bi çiyayan re mezin dibû, dema gava wê hat, wê jidil bi çiyayan re dibe yek. Serpêhatiya koçberiya Kurdên ku vegeriyaye trajediyekî kûr a ku her tim hebûna xwe pê diparêzin, ev rewş ji bo Kurdan ji mirinê xerabtir dibe, bi qasî rastiya zerîtiya qutbûyînê, ya ku herî trajîk bixwe ye, ev yek di hişê Kurdan de cih digire. Ji bo hevala Pelîn serpêhatiya koçberiya heta diçe Stenbolê, di kesayetiya wê de birînên kûr dide vekirin û vê yekê di kesayetiya wê de her tim bêrîkirina bi welat re zindî digire. Lê belê berpirsiyartiya wê ya xwezayî dihêle ku li bajarekî mezin ên mîna Stenbolê, bi awayekî xwezayî berpirsiyartiya malbatê rabike. Encax bêrîkirina wê ya her tim ji çiyayan re, dê di kesayetiya wê de lêgerînekî ya bi bawer bide pêşxistin. Û dema dîrok sala 2004’an dide nîşandin, ew çiyayên ku bi darêzorê jê dayîne qutkirin, wê cardin bi çiyayan re bibe yek. Êdî çiya gihîştibû Pelîna xwe û di dilê çiyayan de agirekî zirav pê ketibû. Hevala Pelîn piştî ku demekî diyar li Başûrê Kurdistanê dimîne, pêşniyarên xwe ji rêxistinê re dike û bi vî awayî dest bi rêwîtiya xwe ya diyarên şehîdan a Erzuromê dike. Di encama tevlîbûn û sekna wê ya cewherî de, dihêle ku di demekî pir kin de ji aliyê tevayî hêzên eyaletê ve bê hezkirin. Hevala Pelîn bûbû parçeyekî civakbûyîna partiyê ya devjênayêberdan.
Bêguman dema ku em rastiya Şehîd Pelîn digirin dest, beriya her tiştî mirov bahsa sekna wê ya rêgezî bike, wê ev yek di cih de be. Jiyana rêgezî, çavkaniya xwe ji exlaqê jiyanekî lihevkirî û heta di her kêliya jiyanê de ji pîvanên civaka azad tawîz nedayînê digire. Ev pîvan ji aliyekî ve rastiya Şehîd Pelîn dide vegotinkirin, mirov dikarî van taybetmendiyan di her kêliya jiyana wê de bibîne. Wê ev yek li gorî pîvanên bîrdoziya azadiya jinê bi awayeke bêkêmasî di kesayetiya xwe de dida pêkanîn.
Zanyar, ji şehîdan fêr bûbû û gotibû; “PKK tevgera kedê ye.” Ji ber van sedeman di tevgera kedê de jiyankirin, bi kurt û kurmancî divê mirov bibe militana/ê kedê. Kesên ku rast xwedî li kedê dernekevin, mîna ku nikarin kedê bidin jiyanîkirin, jiyana kedê nagire nava xwe, wê qet ticarî nirxên xwe ya têgînî jî negire nava xwe. Rêhevala Pelîn zimanê kedê ya jiyana PKK’ê rast anî ziman, bi vê wateyê ve wê di her kêliya jiyanê de bi keda xwe ve tevlîbûnekî esas digirt. Wê pîvanên xwe yên red û qebûlkirinê girêdayîna wê ya bi kedê re bi awayekî rast digirt dest û weke mîlîtaneke ya kedê di her kêliya jiyana xwe de dida pêkanîn.
Rêhevala Pelîn, bûbû mîlîtaneke asî ya tevgera azadiyê, mîna kulîlka asmînê di latên asê de şîn dibe, wê bi sadebûyîna dilê xwe ve bûbû çalakvana xweşikbûnî û rastiyan. Nepejirandina wê ya ji şaşitî û qirêjiyan re, di kesayetiya wê de xwe digihîne ahengiyekê, ew ne mîlîtana bêhelwestiyê bû, ew bûbû mîlîtana helwesta herî rast û dilpakiya herî rast. Wê pir baş dizanî ku, li cihekî bêmafî û bêdadwerî lêhebe û bêdengî lêhebe, li wêderê rêhevaltiya Rêbertiyê lêtine ye. Cihê ku rêhevlatiya Rêbertiyê lêhebe jî li wir cih ji bêmafî û bêdadweriyê re tine ye. Mirov vê rastiyê bi awayeke hêsanî dikare di kesayetiya rêhevala Pelîn de bibîne. Tiştên ku hevala Pelîn jiyankirine û dayîne jiyankirin bi dehên caran ev yek daye îspatkirin.
Ger mirov rastiya Şehîd Pelîn ji nû ve bi vê rêkeftinê ve bibîr bîne û li gorî exlaqê jiyana wê ya di dema jiyan dikir de dabû pêşxistin jiyan bike, biqasî dibe pêdiviya soza me, di heman demê de ji bo ku me bi wê re jiyankiriye, ev yek dibe ahda me. Di kemînekî bextreş a li qada Sîsora Çewliqê de, di 10’ê Tîrmeha 2012’an de bi çar hevalên me re, ev lehenga me ya bêwext diçe şahadetê, mîna bi hezaran şehîdên me, wê bi tiştên dayîne jiyanîkirin û li pey xwe hiştine ve her hebe. Em ê rastiya Şehîd Pelîn, bi wê xwezayîbûna wê ve, bi wê rûkenî û xwezaya wê ya jidil ve her tim bi rêzdarî bibîrbînin û bidin jiyankirin. Bêguman sadiqbûyîna evînê jî û rastiyê jî ev yek bixwe ye.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê