Beşa Dawî
Rêber APO
Girtîgeh ne malên îslahê ne, warên elimîna erkên exlaqî û îradî li beramberî civakê bi awayeke tekûz in jî. Heman mijar ji bo şervanên azadiyê ku derketine çiyê jî rewacdar e. Bûyîna gêrîlayên azadiyê tê wateya bicihanîna erkên exlaqî û polîtîk yên derbarê civakîbûyînê di asta herî jorê de; tê wateya di nava vê erka têgihîştî û exlaqî de bûyînê; herwiha pêwîstiyên di derbarê parastina cewherî ya azadiyê de bicihanîn e. Bûyîna gêrîlayên azadiyê ne ji bo avakirina bandoreke ferdî an jî ne ji bo desthilatbûyînê ye.
Ev wê êdî ne şervantiya azadiyê be, wê bibe şervantiya desthilatdariyê. Yên wisa derketina wan a çiya jî daketina wan jî ne exlaqî û civakî ye. Jixwe yên wisa dema tiştên hêvî dikin nabînin, bi hêsanî xiyanetê dikin. Pêdiviyên erkên xwe yên civakî li ti qadan nikarin bicihbînin. Tişta ku ez dixwazim bêjim eve ku; Yên hebûnên wan ên civakî di nava koletiyeke mûtleq de ye, heta ji bo yên ku belavbûyînê dijîn, her der taybetmendiyên wek hev hildigirin. Hundir xirab e, derve baş e. yê/ya biçek xirab e, yê/ya bêçek baş e, ev cudahiyên wisa ne di cih de, hewldanên esasî yên têkoşîna hebûn û azadiyê nikarin biguherin. Jiyana mirov gor ku tenê dema azad be watedar dibe, ger bêazadî li kuderê were jîyîn jî, wir hertim zîndaneke tarî ye. Têgeha duyemîn bi ya yekemîn ve girêdayî pêşketina têgihîştina heqîqetê ye. Li zindanê dermanê hêza xweragirtinê (tehemûlê) pêşxistina têgihîştina heqîqetê ye. Di derbarê giştî yê jiyanê de bi xurtî jiyîna têgihîştina heqîqetê, tê wateya gihîştina kêliya herî bi kêf a jiyanê, ya rastir gihîştina wateya jiyanê ye. Ger mirov fêm bikin ji bo çi dijîn, li her deverekê jiyîn ji bo wan nabe pirsgirêk. Ger jiyan hertim di nava şaşitî û derewan de be, wateya xwe wenda dike. Bi vî awayî jî ew diyardeya ku jê re tê gotin dejenerebûyîna jiyanê derdikeve holê. Bêkêfî, nerehetî, pevçûn û dijûn encama xwezayî ya vê jiyana xirabûyî ne. Jiyana mirov ji bo kesên têgihîştina wan a heqîqetê pêşketî ye, tam mûcîzeyek e. Jiyan bixwe çavkaniya coş û kelecaneke mezin e. Di jiyanê de wateya gerdûnê veşartî ye. Dema mirov vê remzê ferq dike, ew der zîndan jî be pirsgirêka xwe ranegirtina jiyanê çênabe. Jixwe ger zîndan ji bo azadiyê be, li wê derê tişta mezin bibe têgihîştina heqîqetê ye. Jiyana ku bi têgihîştina heqîqetê mezin bibe, êşên herî zehmet jî dikare veguherîne bexteweriyê.
Ji bo min zîndana Îmraliyê, ji bo plankirina derfetên çareseriyê û têgihîştina pirsgirêk û diyardeya Kurd tam veguheriye qadeke şerê heqîqetê. Li derve hîna zêdetir gotin û çalekî derbasdar bû. Li zîndanê jî wate derbasdar bû. Di vê parêznameyê de bi awayek berfireh û berbiçavtir ramanên ku min di derbarê felsefeya siyasetê de anîne ziman, pir zehmet dibû ku li derve min pêşbixistana. Fêmkirina têgeha siyasetê bixwe jî hewldaneke pir mezin dixwaze; têgihîştina xurt a heqîqetê hewce dike. Dikarim bêjim ji hêla min ve ferqkirina ku ez dogmatîkeke pozîtîvîs ê kûrim jî bi tecrîdê ve ji nêz ve têkîldar e. Di şert û mercên tecrîdê de hîna bêtir min, têgehên modernîteyê û avaniyên netew dikarin xwedî modelên cuda bin, bi giştî ew avaniyên civakî avaniyên wisa plankirî ne, yên ku bi destên mirovan hatine avakirin û xwezayeke wan a nerm hene, fêm kir. Bi taybetî jî derbaskirina netew-dewletperestiyê ji bo min pir girîng bû. Ev têgeh ji bo min demeke derêj prensîbeke Marksîst-Lenînînst û Stalînîst bû; di wesfa (nîtelîk) dogmayeke ku qet nebe bê guhertin de bû. Dema ez li ser xwezaya civakî, şaristanî û modernîteyê lêhûrbûm, ev prensîp bi sosyalîzmê re pêwendiya wê çênebe, bermayiyeke şaristaniya çînayetî ye û desthilatparêziyeke civakî ye ku herî zêde bi destên Kapîtalîzmê hatiye rewakirin, fêmkirina vê jî ji hêla min ve girîng bû. Ji ber vê yekê di redkirina wê de ez neketim dudiliyê. Ger weke tê gotin birastî jî sosyalîzma pêkbê, di vê mijarê de tiştên ku pêwîstin werin guhertin; hosteyên sosyalîzma pêkhatî ango mirovên weke Marks, Lenîn, Engels, Stalîn, Mao û Kastro bixwe ne. Xwedîderketina têgeha sermayedariyê ji hêla van kesan ve şaşitiyeke mezin bû û zirareke mezin da doza sosyalîzmê.
Dema min bi kûranî fêmkir ku lîberalîzma sermayedar hegemonyayeke bîdozî a pir bihêz e, min dest bi analîza Modernîteyê bi xurtî kir. Ez têgihîştim ku ne tenê modernîteya demokratîk mumkin e, her wiha ji modernîteya sermayedar hem hîna rastir (gerçek), hem hîna hemdemtir û dikare were jiyîn e. Sosyalîzma pêkhatî ji ber ku nikarîbû têgeha netew-dewletê derbas bike û ev wek rastiya bingehîn a modernîteyê fêm kiribû, bi awayeke dîtir netewgerî, ji bo mînak dikare netewgeriyeke demokratîk hebe jî, qet em lê nefikirîbûn. Tişta ku dibêjî netew tişteke ku pêwîste îleh dewleta wê hebe! Ger Kurd netewek bin bi misogerî pêwîst dike dewleteke wan jî hebe! Ya rastî dema li ser rastiyên diyardeyên civakî lêhûrbûn çêbû, ez ku têgihîştim netew bixwe rastiyeke herî dawî ya çend sed salên dawî ye û di bin bandora bihêz a sermayedariyê de şekl girtiye, bi taybetî jî modela wê ya netew-dewlet ji bo civakan qefesa hesinî ye, min ferq kir ku hem têgehên azadiyê hem jî têgehên civakbûnê hîna binirxtir in. Şerkirina ji bo netew-dewletgeriyê şerkirina ji bo sermayedariyê ye, ku min ev ferqkir di felsefeya min a siyasî de werguhertinên mezin bûn mijara gotinê. Têkoşîna çînayetî û netewgeriya teng (her du jî di cewhera xwe de mirov ber bi heman derî ve dibin) di dawiyê de ji hêzdarkirina sermayedariyê re wêdetir encam nedida. Min ferq kir ez ji aliyekê ve qurbaniyê modernîteya sermayedar im. Ew zanistên civakî yên ku modernîte ferz dike ne zanist in, dema min ferq kir ku ew mîtolojiyên hemdem in, zanebûna min a dîrok û civakê hîna zêdetir kûr bû. Di têgihîştina min a heqîqetê de şoreşeke mezin rû da. Her min ew dogmayên sermayedariyê çirand, min civak û dîrok bi zewqeke mezintir û bi heqîqetê barkirî dest bi nasîna wê kir. Di vê demê de navê ku min li xwe kir ‘Nêçîrvanê Heqîqetê’ bû. Ew gotina ‘kîvroşk bazde, tajî bigire’ ya ku modernîteya sermayedar li ser Kurdan ferz dikir, ji hêla wate ve min veguherande çîvanoka (tekerleme) “modernîteya sermayedar nêçîr bike”. Têgihîştina heqîqetê bi awayeke giştî dema pêş bikeve, em di derbarê kîjan qadên civakî, heta di derbarê qadên fîzîkî û biyolojîk de bifikirin bila bifikirin, bi qasî ku bi ya berê re neyê mûqayesekirin, mezinahiya wateyê ava dikir. Di şert û mercên girtîgehê de bi qasî ku min dixwest dikarîbû rojane şoreşên heqîqetê pêk bianiya. Bi hêza berxwedanê ya ku ev dide, pêwîst nake ku ez bidim diyarkirin ku ti tişteke din nikare bide.
Hêzbûyîna têgihîştina heqîqetê, bandoriya xwe li ser pêşketinên çareseriya pratîk jî nîşan da. Ji bo zihniyeta dewletperest a Tirk hertim pîroztî û yekanetî tê barkirin. Dema dibêjin rêveberî hertim bûyîna dewletê tê mêjî. Ev zihniyet bi reseniya Sûmeran e, bi xwedayîtiyê re pir kelijiye, ji çandên desthilatdar yên Ereb û Îranê re jî hatiye dewrkirin. Di koka têgehên yek-xweda de jî ev diyardeya desthilatî ciheke wê ya bihêz heye. Di Tirkan de dema elîtên desthilatdar çêbûn, wek wersiyonên wê ya çaremîn û pêncemîn ev têgeh pêşxistin. Bê ku wateya wê ya etîmolojîk bizanin, her ji encamên wê bandor bibûn. Di pêkanînên Selçûqî û Osmaniyan de tam fêmkirineke reş, hîna rastir ketibû bêwateyiyê. Ji bo desthilatiyê carna ji nişkê ve bi dehan bira, xizim hatibûne dardekirin. Bi Komarê re ji vê ferasetê re qilifeke din jî hatibû dirûtin; ya rastir ew ferasetên netew-dewlet û serdestiya netewî ya ku Ewrûpayê pêşxistibû, weke heyî bi deshilatiyê ve monte kirin. Bi vê avayê jî netew-dewleta Tirk hatibû rewşa Lewîathaneke bixetertir. Yê ku dest bidayê dihate dardekirin. Netew-dewlet di destpêka pîroztiyên mûtleq de dihat. Ji bo çîna brokratîk jî ev bi taybetî wisa bû. Pirsgirêka desthilatî û dewletê hatibû rewşa pirsgirêka civakî ya herî tevlihev ya dîrokê.
Li Îmraliyê min li ser têgehên desthilatî û dewletê ku herî zêde lêhûrbûn dikir, dema di derbarê têkîliyên Kurd û Tirkan de wê roleke wê ya çawa hebe, min ev fêmkir, pêwîstiya berê xwedayîna çareseriyên pratîkî yên berbiçavtir min bi kûranî hîs dikir. Bi qasî ku di giştî de bûye, di têkîliyên Kurd û Tirkan de jî pêşketina hezar salan a sazûmankirina desthilatî û dewletê, min pêwîst dît ku ez bibim heya Hîtîtan. Dema min baş fêmkir ku têkîliyeke jeostratejîk û jeopolîtîk ya qahîm di navbera çandên desthilatdar û dewletên Anatolî û Mezopotamyayê hebûye, wextê min ev li têkîliyên Kurd û Tirkan de guncand, min bi rehetî dît ku ew ji hev veqetandinên desthilatî û dewletê, ne rêbazeke bi aqil e. Ji ber têgehên li dijî têgeha demokrasiyê ne, min, têgehên desthilatî û dewletê nedipejirandin. Ku min dît hemû rêveberî terkê hêza desthilatî û dewletê kirin, ji bo civakê wendahiyeke mezin e, gitîngiya demokrastiyê hîna baştir dihate fêmkirin. Lê belê ji ber ez têgihîştim ku înkarkirina dewletê ya bi anarşîstî di pratîkê de rê li ber bêçareseriyê vedike, her çiqas ne rêbazeke çareseriyê ya ku min tercîh bikira jî, min bi kûranî ferq kir ku înkarkirina parvekirina desthilatî û dewletê ne li gor rastiyên dîrokî ye. Rêveberiya demokratîk tercîha me ya esasî bû. Lê belê di tevahiya dîrokê de ew çandên desthilatî û dewletê yên bûne yek, dema were înkarkirin, heke parvekirina aliyên wê yên ji hêla civakî ve maf in neyê fêmkirin, ku min dît wek encama vê jî nikare bigihîje çareseriya pratîkî yên saxlem, min, girîngiya têgehên desthilatî û dewletên hevpar, hîna baştir fêm kir.
Di tevahiya dîrokê de di stratejî û polîtîkayên desthilatî û dewletên Anatolî û Mezopotamyayê de têkîliyên zêde hebûne, gelek caran jî modelên hevpar hatine ceribandin. Di têkîliyên Kurd û Tirkan de jî di hemû demên krîtîk de modelên mîna vê hatibûn tercîhkirin. Ev model herî dawî di şerê Rizgariya Netewî de hatibû ceribandin. Min di parêznameyê de ev beşane pir berfireh bidest girtine. Li gel ku min bi awayê modelek teorîk pêşkêş kiriye jî, veguherandina projeya çareseriya pratîkî, ne tenê ji têkîliya Kurd û Tirkan re, ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn yên wekî wê ku di nava nederiyeke mezin de ne jî nirxeke wê ya muazem hebû. Bi taybetî jî li hemberî dogmatîzma pozîtîvîst ya ku modernîteya sermayedar ferz dike, hem bi rastiyên dîrokî re pir li hev dike, hem jî ji bo çareseriyên pratîkî hêmanên herî nêzîk îdealên herkesî dihewand. Li ber ronahiya pêşketinên dîrokî, di derbarê desthilatî û dewletê de, li ser lêhûrbûna min a di mijarên têgehên Modernîteya Demokratîk, têgehên netewa demokratîk û xweseriya demokratîk de bandoreke wê ya girîng hebû. Rastiyeke din a dîrokî jî, têgeha desthilatiya navendî îstîsnayî ye, têheha desthilatiyên xwecihî jî qûral e, tesbîta di vê barê de bû. Di roja me de têgeha netew-dewletê ya navendî di vê çerçoveyê de pêşkêşkirina wê weke modeleke tek û mûtleq girêdana wê bi sermayedariyê re ku ez têdigihîştim, eslê wê hîna baştir dida fêmkirin, çareseriyên xwecihî ji bo demokrasiyê girîngiya ku hildigirtin hîna baştir derdikete zanebûnê.
Ji bo têkîliya di navbera şîdet û desthilatdariyê de jî, ez gihîştibûm heman encamê. Eşkere bû ku bi şîdetê re bûyîna me ya desthilatî û netew wê nikare bibe tercîha me. Bêyî sedemên parastina cewherî yên neçarî, bi şîdetê re bidestxistina avantajên civakî, ti pêwendiya wê bi sosyalîzmê re jî tine ye. Li derveyî parastina cewherî hemû şêwazên şîdetê tenê ji bo yekdestên (tekel) desthilatî û dagirkeriyê dikare derbasdar be. Pêşketina têgehî ya di vî milî de jî ji bo pirsgirêka aştiyê girîngiyeke mezin dida ku nêzîkatiyeke biprensîb û watebarkirî çêbibe. Ji ber vê jî ji bo Kurdan, heta ji bo hemû beşên li jêr zext û dagikeriyê de ne, ew elîtên dewlet û desthilatiyê ên ku zextê pêktînin, ew etîketên wan ên ‘cudaxwaz’ an jî ‘terorist’ ji bo vala derxîne, ez gihîştibûm daneheveke têgehî û teorîk. Li ser vê bingeha daneheva têgehî û teorîk, ew diyalogên ku me bi rayedarên dewletê re pêşxistin berhemdartir bûne û ji bo rêyên çareseriyê jî afirînerî pêş dixist. Di beşên cûr be cûr yên parêznameyê de weke ku were dîtin jî, di gelek qadan de bi pêştgiriya pêşketinên di têgihştina heqîqet û azadiya civakî de, pêşxistina çareseriyên teorîk û pratîk jî mumkun dibû.
Derveyî sedemên fîzîkî ku rê li ber pirsgirêkên tendurûstiyê vedike, ti aliyeke jiyana Îmraliyê ku ez xwe lê ranegerim tine ye. Hêza moral, vîn û zanebûnê li gor berê ticar paşde neketiye; berovajiyê wê hîna zêdetir hatiye rewşeke safî, bi estetîkê xwe xwedî kiriye û bi aliyê pêşketina bedewbûnê jî dewlemend bûye. Heqîqetên civakî dema ravekirina wan a zanistî, felsefî û estetîkî pêşbikeve, derfetên jiyana rastir, baştir û bedewtir zêde dibe. Li şûna bi mirovên ku modernîteya sermayedar ew ji rê, ji rêya heqîqetê derxistine re bijîm, di hûcreya xwe de bi tena serê xwe heya nefesa dawî jiyînê tercîh dikim.
Pirseke ku girêdayî jiyana min a li Îmraliyê ji aliyê gelê me ve tê mereqkirin, di rewşeke derketinê ya îhtîmal de di derbarê ku ez ê li ku derê û çawa bijîm de ye. Ez ne kesekî ku wisa zêde xeyalan bikim im. Divê baş were zanîn ku ez xwedî terzê jiyana ku jê re dibêjin rastîniya şoreşgerî me. Ne di derbarê jiyaneke piştî derketina îhtîmal, ger li xeta jiyana min a hêj ji zarokîniyê were nêrîn, bersiva pirsên bi vî awayî wê hîna baştir werin dayîn. Hîna dema ez li jêr sînorê deh saliyê de bûm, li hemberî otorîteya malbatê ‘îsyanên destpêkê’ yên ku min meşandine, di vê mijarê de serbenên girîng hildigirin. Hêj di wê demê de ez îsyankarekî bi tenê bûm. Îtîrazên xwe yên li hemberî civaka gund û bajêr, min di parêznameyan de hewl da cih bi cih deynim holê. Yên ku pê re elaqedarin dikarin pirs û bersivên pêwîst bi hev re bibînin. Dikarim bi awayeke xûlase vekim ku ji bo min jiyan dema azad were jiyîn, mumkin e. Jiyana azad jî çiye? wek bingeha vê parêznameya dawî ya bi pênc cildî de, min hewl da vê eşkere bikim. Jiyana ne etîk, adil û polîtîk ji hêla civakîbûyînê ve jiyana ku divê neyê jiyîn e. Bi giştî şaristanî û bi taybet jî modernîteya sermayedar bi wan yekdestên zext û dagirkeriyê yên îdolojîk ku çêkirine re, ew jiyanên demagojîk, ferdperest yên ku bi her awayî tevlî koletiyê bûne, jiyîna wê mumkin dike û dide pejirandin. Pêşketina ku jêre dibêjin pirsgirêkên civakî jî di rewşeke wisa de derdikevin holê. Herkesê ku em nave wî/wê çi deynin şoreşger, çi sosyalîst, çi azadîxwaz, demokrat an jî komînîst, divê li hemberî şaristaniya ku xwe dispêrse mêtîngerî û zexa çîn, bajêr û desthilatiyê, li şêwazên jiyana serdest a demên modern îtîraz bikin û li dijî wê derbikevin. Bi awayeke dîtir şêwazê jiyana civakî û demokratîk, azad û adil pêk nayê; ji ber vê jî nayê jiyîn. Wê jiyanên tejî derew, ên şaş, xirab û kirêt werin jiyîn. Ji vê re şêwazê jiyana şaş ya ku bingeha wê nerast e tê gotin. Di tevahiya jiyana xwe de tişta ku min kire pirsgirêk, an jî jixwe pirsgirêk e, di derbarê redkirina vê terzê jiyanê de bû, ev helwdana min a mezin divê baş were fêmkirin. Berovajiyê vê ne wek kesayet, ne jî rêbertiya min, fêmkirina wê mumkin e. Bêyî ku were fêmkirin tevlî kesayet an jî rêbertiya min bûyîn û yên ku dixwazin ji vê sûd bigrin, wê bi şikestina xeyalên xwe re rû bi rû bimînin. Rast fêmkirin û tevlîbûyîn ne pirsgirêkeke takekesî, civakî ye.
Di vê mijarê de pirseke din a ku pir tê meraqkirin jî di derbarê terzê jiyana bi jinê re ye. Ji bo pirsa bi jinê re çawa tê jiyîn jî di hemû cîldan de, min cih bi cih behsa wê kir. Bi taybetî jî di şert û mercên modernîteyê de bi jinê re jiyan, girîngiyeke mezin hildigire. Wisa bi keç xwestin, keç gerîn û xapandinê re, di malên ‘giştî’ an jî ‘taybet’ de, bi zarok an jî bêzarok bi hev re jiyîn, ne pirsgirêkeke ku werin çareserkirin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêka ku di dil û mêjiyê pirsgirêkên civakî de koşeya sereke digire, divê nêzîkatiya zanistî, felsefî, etîk û estetîk bingeh were girtin. Di serdema me de di şert û mercên modernîteya sermayedar de bi jinê re jiyana hevjîn a azad jiyaneke ku berpirsyariya mezin pêwîstî dike û hêzeke jiyanê ya zanistî, etîk û estetîk dixwaze. Bê ku statûya jinê ya di şaristaniyê de û di vê serdema modern ku xistine nav de were zanîn, bê ku hêza nêzîkatiya etîk û estetîk were nîşandayîn, bi hev re bi kîjan awayî were ceribandin jî bila were ceribandin her jiyana ku bikevinê wê bi şaşitî, bêexlaqî û kirêtiyê ve bi encamp bibe.
Ji bo ku mirov jiyanê heba neke, beriya her tiştî şert e ku şêwazên rast, exlaqî û estetîk yên jiyana bi jinê re were pêşxistin. Analîzkirina nasnameya jinê ya ku hemû şêweyên koletiyê di kesayeta wê de hatiye ceribandin, çareserkirina nasnameya jinên ku pê dane qebûlkirin, kirina hevjîn û rêhevalê doza wekhevî û azadiyê, şertê yekemîn yê bûyîna zilamê rast, biexlaq û bedew e jî. Ger rêzên di parêznameyê de rast werin xwendin, wê sedema ku ez ji şêwazê jiyana wiha re girîngî didim û çima min wisa bi prensîp kiriye, wê hîna baştir were fêmkirin. Ew şêwazê jiyanê ku di nava seretayîbûna karê jinê ‘qedandin’ (becerme) bêexlaqî û kirêtiyeke mezin çêdike. Li beramberî vê jî şerê mezin ê ku ez dimeşînim û encamên wê ger rast were fêmkirin, jiyan bi jinê re wê bi exlqatir û bedewtir were jiyîn. Ji bo vê jî her zilam û jina ku ji berpirsyariyê para xwe digre, bi taybetî ji ji bo ku jin xurt bibe, azad bibe û di hemû qadên civakî de asteke wekhev qezenc bike, divê nêzîkatiyên zanistî, felsefî, estetîk û etîk û pratîkên wê hertim pêş bixîne, birêxistin bike û di zihniyet û saziyên netewa demokratîk de jîndar bike.
Çi li hundir, çi jî li derve, çi di zikê dayîkê de çi jî li her kêlî û mekaneka fezayê de be, jiyana mirov tenê bi awayeke civakî dikare azad, wekhev û demokratîk were jiyîn. Şêwazên derveyê vê çewt in, nexasim nesax in. Ji bo ku mirov wê bîne rastiyê û saxlem bike, şoreş jî di nav de divê bi gotin û çalekiyên civakî yên cûr be cûr re têkoşîn were kirin. Ji bo vê jî zihniyet û vîneke etîk, estetîk û felsefî tê çêkirin.
Wê demê di derketineke îhtîmal de her ez li ku derê bibim bila bibim, di kîjan kêliyê de bijîm bila bijîm ji bo civakîbûna ku ez hewl didim bibim endameke wê, ji bo Kurdê ku rastiya vê ya herî trajîk dijîn, ji bo netewbûna wan a demokratîk ku rêya çarserî û rizgariya wan e, ji bo yekîtiya netewên demokratîk ku rêya rizgariya gelên cîran -ku Kurd jî perçeyeke ji wê ne- û hemû gelên Rojhilata Navîn e, ji bo yekîtiya Netewên demokratîk ku rêya çareserî û rizgariya gelên cîhanê ye, heta dawî bi her şêwazê gotin û çalekiya ku pêwîst dike, xwezayî ye ku ez ê hertim di nava têkoşînê de bim. Ez ê bi kesayeta xwe ya ku heqîqetê ku ji hêza etîk, estetîk, felsefî û zanistî -ku ev hewce dike- pareke mezin wergirtiye bimeşim, jiyanê qezenc bikim û bi herkesê re parve bikim.
21’ê Çile 2010