Hêza Rastîya Ziman

0Shares

Ji Pênûsa Gêrîla

Eger em ê ser dema Mezolîtîk û Neolîtîk pêk ve weke dîroka civakbuyîna mirov bi dest bigrin, hema hema diçe nêzî dîroka B.Z. 15.000-12.000 salan. Civakbûyîn û ziman bi qasî dîroka mirovatiyê kevn e, kûr e û xwedî wateyekî dewlemend e. Bi taybetî mirov weke zindiyeke di aliyê biyolojîk û fîzîkî de gihiştiye heta asta hizirîn û axaftinê. Rabirduyeke wuhaye kû gelekî bi êş, zehmetî û encama têkoşîneke hebûn û tûnebûnê de pêkhatiye. Mirov bi hizirandin û axaftinê ve dawî li nîv-mirovbûn û heywanbûnê tînê; bi temamî dibe hebûnêke civakî. Ango, ziman di jiyana mirov û civakbuyînê de weke Rêber Apo jî balê dikişîne ser; “şoreşa yekemîn ya herî mezin e”. Piştî vê danesîna kurt û şûn de em ê mijara xwe hê kûrtir bikin.

 Beriya her tiştî, hêz û wateya ziman, xwedi xwezaya civakî de bi hemû berhem û taybetiyên xwe ve radixe ber çavan. Ew çanda bi bereket, di civaka xwezayî de, li derdora jin-dayîk a pîroz vê jiyanê afirandiye. Eger ziman nebûya, gelo mirov wê çawa bibûna mirov. Yan jî civakbûyîn wê çawa pêş biketibana? Li vê derê ya girîng bi rêya ziman jiyana mirovê din dikeve qonaxeke nû. Ziman cara yekem di mirov de weke tevgerkirina serî, dest, mil û hwd. e. Pişt re encama hizirîna wî, lê ya demdirêj de. Di despêkê de weke deng û hema şûn de peyv û hevok bi xwe re anîn. Bi cewherî axaftin û binavkirina li tiştan, wiha bi hêsanî çênebûye. Kî dizane, gelo mirov cara yekem bi zimanê xwe axiviye û wate daye tiştan, çiqasî bi kêfxweşî, coşî û bi hêz bû ye. Dîsa di xwezayê de bi navkirina dareke fêkiyê, giyayekî, kûlîlkeke, çiyayekî, avekî de çiqasî hestiyar, dilgeş û bi rih bûye. Bêguman mirovên wan deman naskirin û fêmkirin gelekî girîng e. Ji ber kû ziman û hebûna me bermahiyên wan in.

Ziman, ji bo jiyana mirov û civakê, hebûn û amûreke bêmirin e. Dibe ku mirov di warê fîzîkî de bimire, yan jî bi hin sedeman dawî li jiyana wê/wî were. Lê belê civak, bi rêya ziman û ramanê, di warê hest, xeyal, kêfxweşî, helbest, nivîs, stran, êş, hêrsbûn û hemû berhemên xwe yên manewî ve bêmirine û bêdawî ye. Her wiha bi rêya ziman, civak û gelan heta roja me ya îro bi nasname û çanda xwe ve xwe parastiye û cûdahiya xwe nîşan dane.

Bi taybetî jî, diroja me ya îro de, ji aliyê pergala kapîtalîzmê ve li ser ziman û çanda gelan êrîşeke helandin û bişaftineke bêsînor pêk tîne. Ev mijareke kû ji hemû aliyan ve li ser raweste. Lê ya herî girîng û jiyanî, bitaybet piştî damezrandina Komara Tirkiyê, ev mêtîngerî û bişaftina çand û zimanê Gelê Kurd bû.

Bêguman, girîngî û wateya çand û ziman, ji bo Kurdan qasî hebûn û tunebûn girîng e. Dîsa qasî dîroka wê ya kevnare. Eger Kurdan weke gel û civak hebûna xwe heta îro parastibe û dabe jiyîn, sedemeke vê yekê heye; ew jî ev e kû, li gorî zanebûna xwe xwedî li çand û zimanê xwe derketiye û parastiye. Li vê derê ya herî bi êş û zehmetî jî, ji aliyê Komara Tirkiyê ve ev qedexekirin û tune hesibandina li ser çand û zimanê Kurdan bû. Di têvahiya dîroka Kurdan de, bi qasî dewletê Tirkiyê li ser zimanê Kurdan bandoreke neyînî û parçekirî hema bêje nîne. Ev parçekirin ne weke parçekirina axa Kurdistanê, yan jî fîzîkî be. Ji wê zêdetir, weke parçekirina laş ji bedena mirov ji hevdû veqetîne û careke din bi tu awayî bi ser xwe ve neye.

Birastî gelekî evqasî xwedî dîrokekî kevnar û qedîm ji aliyê çand û ziman de, ji aliyê dewletê Tirk a mêtînger û dagirker ve qedexekirin, tune hesibandin û bişaftin windahiya van nirxan di serî de ji bo gelê Kurd û bi giştî jî ji bo gelên cîhanê şermeke pir mezin e.

 Bi mînakekî dixwazim dawî li vê mijarê bînim. Çawa kû zarok ji dayîka xwe dema nû tê dinê û heta fêrî peyvek gotinê dibe, çi zehmetiyan dikşînin! Yan jî hewil dide ji bo tenê bizanibe çend peyvan biaxive û heta dawiyê bibîryar e. Pêwîste her mirov, yan jî em weke şoreşgerên welatê xwe, biqasî kelecan û giyana zarokekî, zimanê xwe bizanibin û fêr bibin. Pê biaxivin, pê bihizirin û pê binivîsîn…