Rêber APO
Yek ji mijarên zanista civakî herî zêde behsa wê dike û di berevajîkirina cewherê wê de pêşbaziyê dikin, desthilatdarî ye. Ya hatî gotin rexneyeke li ser qestê nîne. Yek ji xisletên herî xweser û qabîliyetên modernîteya kapîtalîst ew e ku bi qasî ti şaristaniyê bi awayekî berfireh nekiribe, kiriye ku her ferd xwe xwedî desthilatdarî bihesibîne û bibîne. Mijara herî zêde divê mirov li ser rawest e, ev e.
Civaknasê Fransewî M. Foucault herî zêde serê xwe li ser vê mijarê êşandiye, lê dîsa jî bi temamî ji heqê wê nehatiye der. Lenîn di ‘Dewlet û Şoreşê’ de xwest dewletê nas bike. Lê hînê li ser xwe bû, fêhm kir ku mijara herî zêde têde xapiyaye dewlet e. Jixwe hîç nexwest desthilatdariyê nas bike. Ev ‘kevirê avzûnkirî’ yê zilamê bihêz û xasûk bi maskeyên cûrbicûr ên şaristaniyan heta roja me ya îro anî, di avakirina sosyalîzmê de bi kar anî. Ew sosyalîzma diviyabû ku bi temamî bi modernîteya demokratîk bihata avakirin, ev xebata bingehîn a civakî ji destpêkê ve bi ‘desthilatdariya sosyalîst’ hat pûçkirin û Lenîn ev fêhm nekir.
damezrînerên sosyalîzma pêkhatî ku gelekî li dijî kapîtalîzmê şer kirin, çawa bû ku bi dilê xwe teslîmî wê bûn? Li gorî min şêweyê wan ê hatina desthilatdariyê û bikaranîna wê, sedema bingehîn a vê trajediya dîrokî ye. Damezrînerên sosyalîzmê li ser çanda civaka şareza bûn desthilatdar. Ango tevî ku îdîa dikirin gelekî li dijî mîrateya mêtinger û bi xwîn a civaka hînî rêûresma desthilatdariya dewletê bûye radiwestin, bihêlin ku xwe ji vê çandê dûr bigirin û li ser xirbeyên wê xwe ava nekin, berevajî xwe bi çar lepan pê girtin. Nexwestin fêhm bikin ku desthilatdarî fahîşeyeke welê ye, ti xwediyê wê yê nikaribe ji rê derxîne tineye.
Sosyalîzm û ji bo her cure îdeala wekhevî û azadiyê, tercîhkirina dewletê xetayeke mezin e. Em dema xwe ber kûrahî û binê dîrokê didin, em xetayên mezin dibînin. Xirîstiyantî bi xwe jî, piştî ku bi qasî sê sed salî bi împaratoriya Romayê re şer kir û bû dewlet, ji îdealên wekhevî û azadiyê yên xizanan dûr ket. Ew bi xwe bû împaratoriyeke civakî ya çînî. Gelên koçber ên xwedî pozîsyona demokratîk û komîn, piştî ku bûn dewlet, pir bi lez ji statuya xwe ya azadî û wekheviyê dûr ketin. Civakên koçer ên Tirk, Ereb û Cermenên Mezin, wexta tebeqeya wan a jor bûye dewlet, avahiyên xwe yên berê yên komîn û demokratîk hêdî hêdî ji dest dane. Di dîrokê de bêhejmar mînakên welê yên bi vê şêwazê azadî û wekhevî ji dest derxistine, tijî ne. Eger were pirsîn wê wextê çima tercîha dewletê xurtir derdikeve, emê wek bersiv bibêjin; mijar bi cewherê wê yê îqtîdarê ve girêdayî ye.
Divê em îqtîdarê çareser bikin. Îqtîdar çî ye? Îqtîdar saziya dewletê ya îcrayê ye. Dewleta demî ye. Li gorî demê bi tebeqe û çînan, etnîsîte, dîn û bi tebeqeyên jor ên qewman hundurê dewletê tê dagirtin. Çînên nû, etnîsîte, xanedan, mezheb û kategoriyên mîna netew ên komên rêxistinkirî di saziyên dewletê de serdest dibin. Têkilî, rêxistinî û çalakiyên van kategoriyan wek hêza tehekum û kedxwariyê derdikeve holê û ev yek dewletê destnîşan dike. Dewlet mîna ku îdeolojiyên dewletparêz îdîa dikin, ne xweda ye, ne jî siya wî, ne dayika pîroz ne jî bavê pîroz e, ne xweda-qral ne jî bi awayekî herî mezin tezahura aqil e. Di dîrokê de ji civakên çînî û hiyarerşîk ên seretayî ve hin kom bi derew û zorê berhemên zêde û berhemên din ên civakê yên bi hezar zehmetî diafirînin desteser dikin û navê vê çalakiyê dewlet e. Rêzik û saziyên ev xebat tê de têne kirin dewletê temsîl dikin. Ha îqtîdar jî çalakiya wan koman e, ku di çarçoveya van rêzik û saziyan de bi ya xwe dikin û fonksiyonel dibin.
Bi awayekî cewherî îqtîdar balkêş e, bi sedema ku xwedî awantaj e ji bo ji berhemên serhevdayî yên civakê sûd werbigire. Xwediyê îqtîdarê, xwediyê dewlemendiyên komkirî, xwediyê sazî û rêzikên wan dewlemendiyan zêde dike, xwediyê hêz û rêveberiya wê îfade dike. Bi gotinên xemilî û xweş, dibêje; ezê ji we re azadî û wekheviyê bînim, ezê we pêş de bibim. Bi zanebûn, an jî nezanî xwe, hawîrdora xwe û zemînê civaka xwe dispêrê dixapîne û serî lê digerîne. Îqtîdar ne dikarin şoreşê bikin û ne jî dikarin guhertinê pêk bînin. Bi îqtîdaran nirx û berhem têne desteserkirin û parvekirin. Her weha îqtîdar ne cihê hilberandinê, cihê qedandinê ye. Çi bi rêya bacê be, çi jî bi darê zorê be, ji civakê digire li ehlê xwe belav dike. Hilberandin û sermaye razandinên wê jî yanî talankikirina ekonomiya dewletê ye, ev jî ji bo wan rêyek e, ji bo berhem û nirxan bi dest bixin; jê wêdetir jî tiştek nîne.
Kapîtalîzmê li rengê îqtîdarê nûbûn zêde kirin û sazîbûneke kûr ava kir. Li şûna îqtîdara bi kes ve hatiye girêdan, îqtîdara kes, partî û heta civak pê hatiye girêdan kir sîstem. Kir ku îqtîdar xuya neke; yanî îqtîdar kir rastiyek mucered. Di vê yekê de îdeolojî, polîtîka û ekonomî xwedî fonksiyoneke mezin in. Bi netewparêziya ji têgîna netew zêde kiriye, hemû netew daye bawerkirin ku îqtîdar a her kesî ye. Ya rastîn, ti car îqtîdar nabe ya netew. Di her demê de û li her cihî, komên etnîk, xanedan û beşê hindikayî yê netewan xwediyê rastîn ê îqtîdarê ne. Lê sîstemeke welê tê afirandin; her ferd heta bindestê herî jêr, neçar e bi awayekî xwe bike xwedî îqtîdar. Di malbateke li qatê herî jêr de zilamê herî xizan li hemberî pîreka xwe, bi hêsayî dikare xwe di rola “împaratorê piçûk” de bibîne. Pîrek jî bi awayekî zincîrwarî dikare li hemberî zarokê xwe heman rolê bilîze. Lê zarok? Ew jî mezin bibin, ji lîstika vê sîstemê zêdetir dikarin çi bikin? Hûnandina îqtîdarê bi awayekî zincîrwarî yek ji taybetiyên sîstemê ye.
Divê jin wek kurtasiya sîstemê were dîtin û wisa were analîzkirin. Civaka kapîtalîst çawa lûtke û dewama civakên berê yên mêtinger e, jin jî bandora koletiyê ya van hemû sîsteman li asta herî jor dijî. Eger em heta jina di cendereya mêtingerî û zordestiya civaka dewletparêz û hiyarerşîk a herî kevin û dijwar de derbasbûye û şêweyek danê fêm nekin, em nikarin civakê rast rave û tarîf bikin. Ji bo koletiya etnîk, netew û çînî rast were fêmkirin, hewce ye jin rast were tarîfkirin. Tevî ku tîr di çuwal de hilnedihat jî, sosyolojiyê di dawiya çaryeka sedsala 20. de hindik be jî li ser mijara jinê hewlda hin lêkolînan bike. Tevgera Femînîst, karîbûye hawîrdorê, şer, texrîbên xeternak ên îqtîdarê, dîrok û karektera cinsiyetparêz a serdest, bide fikirandin. Ev nuqte bi xwe jî, di serî de ilmên civakî yên diviyabû objektîf bin, karektera cinsiyetparêz a hemû ilman nîşan dide. Ilim cinsiyetparêz e.
Jintî bi xwe bûye hebûnek jê were fedîkirin. Hisa evînê goya pîroz e, mêr bi awayekî yekalî û çavsor li ser jinê ferz dike. Zarokên keçik her tim bêqîmet û heqîr hatine dîtin. Pirsa divê were kirin ev e; gelo çima ev çend koletiyeke kûr? Bersiva wê ji sedî sed bi rastiya îqtîdarê ve girêdayî ye. Îqtîdar bi awayekî xwezayî koletiyê dixwaze. Eger sîstema îqtîdarê di destê mêr de be, ne tenê beşek ji cureyê mirov, divê tevahiya cins li gorî îqtîdarê reng bigire. Xwediyên îqtîdarê çawa sînorên dewletê mîna yê xaneyê dibînin û her kirinê di navê de ji xwe re heq û rewa dibînin, îqtîdara mêr a di nav sînorên malê de ku mîkro modela dewletê ye, ji bo xwe her kirinê – hewce bibîne mirin jî di navê de – heq û rewa dibîne. Jina malê jî ew çend milk û malekî kevin û kûr e, bi hiseke bê sînor a mulkiyetê dibêje; “pîreka min e.” Jin – li ser navê zewacê jî – nikare îdîayeke piçûk a heq jî li ser mêr bike. Lê mêr bê sînor dikare li ser jinê û zarokan doza heq bike. Divê mirov dîsa li çavkaniya mulkiyetê di nava malê de bigere û di tasarufa li ser jinê de bibîne. Di çavkaniya mulkiyetê de jina kolekirî heye. Koletî û mulkiyeta li ser jinê hatiye danîn pêl bi pêl li tevahiya civakê tê belavkirin. Bi vî awayî her his û ramana koledar û mulkparêz di tevger û zêhniyeta ferd û civakê de tê bi cihkirin. Di vê çarçoveyê de civak tê wê astê ku li gorî avahiyên dewletparêz û her cure hiyarerşîk, amade bibe. Ev jî tê wê maneyê ku her cure avahiyên ji wan re şaristaniya çînî tê gotin bi awayekî hêsa û rewa dikarin hebûna xwe dewam bikin. Ji lewra ya tenê wenda dike jin nîne. Ji bilî kulm û misteke dewletparêz û hiyarerşîk, hemû civak wenda dike.
Eger pirsgirêka ku şaristaniyê afirandiye neyê çareserkirin û tedbîr neyê wergirtin, ji zû ve çirkînî bi deriyê cehennemê ketiye. Ji ber ku şaristanî xwe dispêre zordarî û cehaletê, – ya rastîn derewkariya mecbûrî – rê li ber pirsgirêkê vedike. Wexta hiyarerşî û dewlet pêk tên, ji bo hebûna xwe mayînde bikin, tenê xwe naspêrin zordariyê, ji bo çîroka rastiyê veşêrin jî serî li durûtî û derewê didin. Serdestiya îqtîdarê, serdestiya zêhniyetê jî ferz dike. Eger zêhniyet jî hebûneke li derveyî rastiyê karibe bide qebûlkirin dikare hebûna îqtîdarê misoger bike. Aliyê îqtîdarê yê darê zorê her tim aliyê îqtîdarê yê hêza nerm zêhniyetê li ser piyan digire û serwer dike. Ev aliyê zêhniyetê bi xwe re mirov li hemberî xwezayê xerîb dixîne yan jî ji bo xerîbketinê bingeh amade dike. Heta ku têkilî û tayê bi civaka komîn re were înkarkirin û di şûna wê de hêzên dewletê û hiyarerşiyê yên ji rêderketî esas bêne dîtin, wê di zêhniyetê de ta û têkiliya bi xwezayê re were ji bîr kirin. Her mezinbûna şaristaniyê ya li ser vî zemînê xwe spartiyê, wê hê zêdetir bibe sedema veqetîna ji xwezayê û wê bi xirakirina hawîrdorê xwe nîşan bide. Çavên hêzên şaristaniyê wê êdî mecbûriyetên xwezayê nebînin. Ji ber ku tebeqa jêr a wan xwedî dike her tiştî ji wan re amade pêşkêş dike.
Em ji her demê zêdetir bi îqtîdareke dewletê ya dijwar re rûbirû ne. Emê mîna sosyal demokrat, rizgariya netewî û sosyalîzma reel ên di dîroka nêz de nekevin nexweşiya wan a dewletê; emê ne xira bikin a nû damezrînin, ne jî dewletê zevt bikin. Emê bi vî awayî xwe nexapînin, emê wek wezîfeyeke bingehîn bi pîvaneke demokratîk derfetên çareserî û lihevkirinê biafirînin. Divê di hedefa hemû çalakiyên polîtîk de ev wezîfe hebe.