Di Bingeh De Têkoşîna Dijwar Niha Destpê Dike
Zaxo Zagros
Di Rojhilata Navîn de guhertinên pir mezin tê jiyîn. Bi salane li heremê şer tê pêşxistin û wisa xuya ye ku hîn jî dê ev rewş dijwartir bibe. Demekî dirêje li ser heremê bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin mûdaxele têkirin. Hêzên emperyalîst di nav hewldanê de ne,bi vê projeyê re li heremê şer hatiye destpêkirin.
Di vî şerî de carna aliyê leşkerî derdikeve pêş, carna jî aliyê dîplomasiyê.Di encam de şerekî wisa ye ku bi hezaran însan jiyana xwe ji dest dan û hin jî kuştin dewam dike. Rêber APO di demên borî de gelek caran behsa şerê cîhanê yê 3’yemîn kir, ku îro li herêma Rojhilata Navîn pêş ketiye. Di roja me ya îro de ku bi taybet girêdayî rewşa li Sûriyê û her wiha bi guhertinên ku di herêmê de diqewimin, hin mêzînên nû têne avakirin. Ji ber hêzên desthilatdar dixwazin di heremê de her alozî hebe, ji bo ku pergalekî li gorî berjewendiyên xwe avabikin. Bêguman dema mirov rewşê bi giştî dinirxîne, diyar dibe ku wê mûdaxele li Sûriyê bê kirin. Ev mûdaxele çi bi rêya li hev hatinê bê kirin û çi jî pergaleke din di Sûriyê de ava bibe, çi bi rêya leşkerî bê kirin,di herdu rewşan de jî diyar dibe ku wê mêzînên li herêmê serûbin bibin. Wê rewşa Sûriyê li parçêyên Kurdistanê û bi giştî Rojhilata Navîn bandoreke pir mezin bike. Ev bi xwe re rewşeke nû derdixîne holê. Ji bo Kurdan jî guhertinên çêdibin, rewşeke nû derdixîne holê. Kurd hem di warê siyasî de, hem jî asta polîtîk ya ku gihîştinê, ne wek sedsala 20’an e. Niha di herêmê de Kurd hêzeke bingehîn e. Ev rewş ji bo tevahî gelên herêmê pozîsyoneke nû derdixîne holê. Rêbertî rewşê bi awayeke zirav û kûr dişopîne û dinirxîne. Ji bo ev rewş ji aliyê berjewendiya gelan ve biqulipe, di nav hewldanê de ye. Rêber APO dixwaze lîstok û komployên hêzên emperyalîst vala derxîne. Ew xwîna ku hêzên emperyalîst li Rojhilata Navîn dirijin, bide sekinandin. Rêbertiya me bi berfirehî rewşa heyî dinirxîne û bi vê ve girêdayî pêvajoyeke nû da destpêkirin. Bêguman aliyên cuda yên vê pêvajoyê hene. Rêbertî ji sala 93’an heya niha di nav hewldanê de ye ku pirsgirêka Kurd bi rêyeke demokratîk çareser bike. Ruxmî ku hertim lîstok û komplo jî hatin kirin, ev xet bi nêzîkatiyeke stratejîk hate parastin. Hêzên serdest xwestin vê hewldanê vala derbixin û her bi rêbazên cuda êrîş kirin. Ev êrîş bi du aliyan ve hate kirin, ji milekê ve komploya li ser Rêberê me hat pêşxistin, li beramberî tevgerê êrîş hatin kirin, ji milê din ve kesên ku dixwestin di Tirkiyê de çareserî pêş bikeve, hatin tasfiyekirin. Xet û feraseta ku naxwaze çareserî pêş bikeve, heya roja me ya îro jî hebûna xwe didomîne, ji hêla Rêbertiya me ve wek Gladyo hate binavkirin. Wisa dixuye hukûmeta AKP’ê gihîştiye vê encamê ku bi rêya şîdet û leşkerî nikare vê pirsgirêkê çareser bike. Dibîne ku ev nêzîkatî pozîsyona Tirkiyê zehf lewaz dixîne. Hukûmet bi rêbazên curbecur êrîş da meşandin. Bi rêbazên leşkerî, operasyonên siyasî û xwestin Rêbertî derveyî pêvajoyê bihêlin. Ev siyaset jî vala derketin. Helwesta gel, rêxistin û azadîxwazan ev siyaset vala derxist. Dîsa siyaseta Tirkiyê ku di Rojhilata Navîn de dida meşandin, bi xetimandineke pir mezin re rûbirûma. Em dikarin bêjin ku Tirkiye tecrîdeke dîplomasî jiya. Dema mirov konjektûrên heyî dinirxînê, heke Tirkiye bê ku pirsgirêka Kurd çareser bike têkeve vê pêvajoyê, dê belavbûneke pir mezin biqewime. Ji ber ku gelê Kurd pozîsyoneke pir bi hêz bidest xistiye. Ev rastî derketiye holê ku di vê pêvajoya nû de kîjan hêz bi Kurdan re be, dê di mêzîna nû de bibe xwedî hêzeke mezin. Dema mirov şert û mercên heyî dide berçav dibîne ku şertên heyî jibo gav avetinê amade ne. Rêbertî ev şert û merc nirxand û dît ku ji bo avakirina Modernîteya Demokratîk derfet heye û hamleya têkoşîna demokratîk pêşxist. Rêbertî dixwaze vê hamleyê li Tirkiyê destpêbike. Ango ev hamleya demokratîzekirina Tirkiyê, çareseriya pirsgirêka Kurd li vî beşê Kurdistanê û pê re girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd di tevahiya Kurdistanê de ye.
Hukûmeta AKP’êjî ferq kiriye nikare bi rêbazên berê vê pirsgirêkê çareser bike. Davutoglu digot “Heke em vê pirsgirêkê çareser nekin, dê di demê pêş de me parçe parçe bikin.”AKP jî dibîne ku di vê pêvajoyê de gav avêtin ji bo berjewendiya wan zêdetir bi avantaj e. Her kes dizane ku di siyasetê de berjewendî li pêşe. AKP jî li gor vê tevdigere. AKPdizane nêzîkatiyên berê dide windakirin. Ji bo vê jî, ew jî ketine nav vê pêvajoyê.
Rêbertiya me banga paşvekişînê kir. Me jî wek tevger da nîşandan banga Rêbertî ji bo me telîmat e. Ji bo rewş ber bi çareseriyê ve biçe çi ji destên me bê, em ê wek hercar pêk bînin, lê diyar e ku gelek astengî li pêşiya pêvajoyê hene. Hem astengiyên zagonî hene, hem jî astengiyên pratîkî gelek in. Tiştê herî esas û bingehîn jibo paşvekişîn rast pêk bê, divê tedbîr gelek baş werin girtin. Ji bo provakasyon neyên çêkirin. Tedbîrên zagonî û ewlekarî pêşiya provakasyonan wê bigre.Divê ewlehî hebe. Divê bawerî hebe ku paşvekişîn çêbibe û bûyereke neyînî dernekeve holê. Heya niha AKP dibêje “Em hukûmetin, em vê berpirsyariyê digrin ser xwe û dikarin hin tedbîrên îdarî bigrin. Bi van re pêşiya tiştên neyînî bigrin”lê belê bi tedbîrên îdarî ev pêvajo nameşe. Ji ber mijareke pir hesas e. Di çapemeniyê de jî tê nîqaşkirin, ger rewşeke neyînî derkeve dê kê/kî berpirsyariya vê rake. Ev ji bo AKP’ê jî xeteriyeke mezin e. Ti ewlehiya vê nîne. Ji bo pêşiya van bê girtin, divê tedbîrên zagonî bêne girtin. Ji bo pêvajo bimeşe pêdivî bikomîsyonên aqilmendan heye, lê belê heya cihekê ev komîsyon dikarin bibin xwedî rol, bi tenê têr nake. Xuya dike ku di vê mijarê de nêzîkatiyên bitirs hene. Di Gav avêtinê de fukar heye. Jixwe heke guhertinên pêwîst çênebin, bi xwe re wê hin xeteriyan jî bîne. Hem CHP hem jî MHP nêzîkatiya wan li ser esasê nerewa nîşandayîna pêngavên ku têne avêtin e. Dibêjin “Karên ku têne kirin ne zagonîne, karekî korsan e.” Dema ku di parlementoyê de hin zagon derkevin, pêşiya van derdoran jî wê bê girtin. Ew jî dê bikevin bin berpirsyariyê. Lê nêzîkatiya AKP’ê ya bi fukar, hem pêvajoyê dixe xeteriyê, hem jî hêzên dijber xurt dike. Ji bo ev hêzên ku dixwazin pêvajo pêşnekeve,bi hêz nebin pêngavên wêrek pêwîst e.
Bêguman pêvajoyeke bi rîsk e. Mirov nikare bêje hertişt baş dimeşe. Rêbertî her tim dibêje “Aştî ji şer,zehmetir e.” Ji ber di Rojhilata Navîn de ji tevgerên çekdar û şerker re pir piştgirî tê dayîn. Ji bo şer geş bibe, herkes dar diavêje ser agirê şer. Gelek hêz naxwazin gavên aştiyê di Rojhilata Navîn de bêne avêtin. Em wek tevger, divê li hember van hêzan jî şiyar bin. Lê belê heke hukûmet gavên me rast nenirxîne, em xwedî alternatîfên cuda ne jî. Wek gelê Kurd ji herdemê zêdetir avantajên me hene. Derfetên meyên bilindkirina têkoşînê ji her demê bêtir in. Em wek tevger dixwazin pirsgirêkê bi rêya siyasetê çareser bikin. Ji ber di vî şerî de gelek wendahiyên Kurd û Tirkan çêbûn. Di stratejiya me de şer ji bo xwînrijandinê nîne. Em tevgereke aştîxwaz û demokrat in. Armanca me ev e ku em wek gel nasnameya xwe û statûya xwe ya azadiyê bidest bixin. Tercîha me ne rêbazên şer, rêbazên demokratîk in. Lê ger xetimandin çêbibe, Kurd jî bêçare nînin. Hem mêzînên nû ku di heremê de avadibin, hem jî di aliyê leşkerî de şert û merc derfeta îtîfaqên cuda dide Kurdan. Gelê Kurd dixwaze hêza xwe ji bo berjewendiya gelan pêş bixîne. Hilbijartina xwe jî li gor vê dike.
Di vê merheleyê de tişta ku Kurd wenda bikin tine ye. Heta niha jixwe gelek wendahiyên me çêbûne, ji vir pêve tiştek ku em wenda bikin, nemaye. Kurddi herêmê de rola kîlîtê dilîze. Êdî Kurd di herêmê de wek hêza bingehîn in. Di Rojava û Başûr de Kurdan statû qezenc kirine. Li Bakur ger hukûmet guhertinê çêneke, dê Tirkiye bi parçebûnê re rûbirû bimîne. Heke siyaseta rast nede meşandin dora Tirkiyê jî dê were. Bi pêşketina pêvajoya çareseriyê, tenê dê Kurd qezenc nakin, wê Tirk û hemû gelên li Tirkiyê jî qezenc bikin. Elbet dê bi awayeke erênî bandora vê li ser Rojhilata Navîn jî çêbibe.
Pêşxistina vê pêvajoyê, ne dawîhatina têkoşînê ye. Têkoşînwê bi rêbazên siyasî were meşandin, pêşiya demokratîkbûna Tirkiyêwere vekirin. Di Tirkiyê de wê modelek derkeve holê. Wê bide nîşandan gelên Rojhilata Navîn dikarin bixwe pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Heta niha hertim di hevdîtinan derbarê pirsgirêka Kurd de hêzeke sêyem hebû, hinekên din diketin navberê, lê belê niha herdu aliyê şer dikin, li ser masê û pirsgirêkê nîqaş dimeşînin. Ev pêvajo ji bo Rojhilata Navîn dikare bibe model. Di Bakur de pozîsyona Kurdan a aborî û siyasî, rê li ber aloziyeke pir mezin vedike. Ne tenê Kurd, Tirk jî heman rewşê dijîn. Pêvajoya ku Rêbertî daye destpêkirin heke li gor perspektîfên wî pêşbikeve, Tirkiye dikare ji bo avakirina Konfederasyona Rojhilata Navîn bibe pêşeng. Yekîtiya Tirk û Kurdan dikare bibe dendika yekîtiya gelên Rojhilata Navîn. Ev gavên dem-dirêj in û zeman dixwazin. Gavên erenî, wek topeke ji agir dikare derdora xwe germ bike, bandor bike.
Heke êrîş neyê pêşxistin û pêvajo neyê xetimandin, li gor perspektîfên Rêbertî bimeşe, li ser hîmên Modernîteya Demokratîk wê li hember modernîteya kapîtalîst alternatîf avabibe.
Divê em di du mijaran de pir baldar bin. Hîna tişteke zelal tineye. Tenê Rêbertiya me pêvajoyek daye destpêkirin, divê em jê bawer bin, heta dawî li derdora wî kombibin û xwedî lê derkevin. Lê belê rîsk û xeterî ji holê ranebûne. Carna di Kurdan de du nêzîkatî derdikevin; an bi temamî bawer dike û pir bêtedbîr tevdigere, an jî pir bi guman tevdigere û gav navêje. Ev her du nêzîkatî jî pêwîst e em jê dûr bikevin. Di serî de hewce ye em wek kadro û tevger Rêbertî fêm bikin û baş bixwînin. Em di pêvajoya têkoşînê de ne, ev têkoşîn didome, tenê rêbazên me diguherin. Em ji rêbazê şerê çekdarî derbasî rêbazê têkoşîna demokratîk dibin. Hîna tiştek nehatiye çareserkirin. Ev têkoşîn hîna xurtir dê berdewam bike. Ji bo vê jî Rêbertî dibêje “Ne wek berê şer, ne wek berê jiyan.” Di aliyê zihnî heya aliyê perwerdekirinê de, divê ji bo vê pêvajoyê amadekariyên mezin were kirin. Pêdivî heye gel xwe baş amade bike. Ji bo ev pêvajo rast bimeşe berpirsyar nêzîk bibe. Ji bo vê dê konferans werin lidarxistin, erk bêne dayîn. Pêvajoyeke berfireh e û pir aliyên wê yên zirav hene. Ger em hûr û kûr li ser nefikirin û nesekinin, emê xwe bixapînin. Divê em fêm bikin çima Rêbertî pêvajoyeke bi vî rengî daye destpêkirin û berpirsyar nêzbibin. Di serî de dîsîplîn, cidiyet, wêrekî û israr pêwîst e. Dibe provakasyon jî çêbibin, bûyera li Parîsê ji ber xwe ve çênebû. Girêdayî vê pêvajoyê, hêzên dijber di nav hewldanê de ne. Li kuderê derfet bibînin dê bixwazin astengî çê bikin, darbe li pêvajoyê bixin. Hewceyî bi şiyariyê heye. Cardin divê em hertim bi hukûmeta AKP bidin hîskirin ku nikare gavên şaş bavêje. Lewma pêwîst dike gel di vî warî de zext li hukûmetê bike. Dema provakasyon çêbûn jî em yekser nebêjin “dev ji vê pêvajoyê berdidin” divê em gav paşve neavêjin. Rêbertiya me dibêje “Bi qasî wêrektî, israr jî girîng e.”Ger nêzîkatiyeke şaş çêbû, em wek gelê Kurd divê bi rêbazên demokratîk mafê xwe bixwazin. Ev bi meş, mîtîng, serhildan û her cure berxwedana demokratîk dibe. Em ticar dest ji mafê xwe yê demokratîk bernadin, em ê her awayî mafê xwe bikar bînin. Me dev ji tiştekê bernedaye. Niha carna fêmkirinek wisa derdikeve wek ku qaşo me dev ji têkoşîna çekdarî berdaye, emê vegerin û li mala xwe rûnên. Di esas de têkoşîna dijwar ji niha pêve destpê dike. Çiqas em wek gel û tevger rêxistinbûna xwe xurt bikin, hejmara xwe zêde bikin, hebûna xwe berdewam bikin, dikarin nasnameya xwe bidest bixin. Hîna tiştek bi ewle û têkûz tine ye. Me niyeta xwe nîşandaye, li hember vê niyeta me dê çi helwest were nîşandan ne zelal e. Lewma jî em ji bo gelê xwe û kadroyên rêxistinê dubare îşare bi dîsîplîn, cîdiyet, berpirsyarî û israr di têkoşînê de dikin.
Jinên Kurd di nav vê têkoşînê de, di her qadê de roleke pêşeng lîstin. Ji hêla qehremanî û fedakariyê heya bedeldayînê jinên Kurd her tim pêşeng bûne. Herî zêde jinên Kurd mexdûrê bindestiyê bûne. Bi qasî ku jinên Kurd di şer de, di nav têkoşîna demên derbasbûyî de hebûna xwe înşa û ava kir û pêşengtî kir, hêzeke pir mezin da şoreşê, ji bo vê pêvajoya têkoşîna demokratîk jî erkên mezin dikeve ser milê tevgera azadiya jinan. Di serî de divê em wek jin xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Ji ber ji bo azadiya jinan ev pêvajo gelek girîng e. Demokratîkbûna civakê derfeta têkoşîna azadiya jinan jî derdixe holê. Ev ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo jinên Tirk, Sûryanî, Çerkez, Laz, Ereb, Ermen û gelek netewin din ku di nav Tirkiyê de dijîn wisa ye. Çiqas demokrasî pêşbikeve ewqas azadiya jinan jî wê pêşbikeve. Ev pêvajo ji bo me wek gel, di mijara netewî de girîng e, di heman demê de ji bo azadiya jinan jî pêvajoyeke girîng e. Di xwezaya jinan de aştî û demokrasî heye. Jin hîna bêtir dikare bibe zimanê demokrasî, zihniyeta demokrasî, çareserî û aştiyê. Rola jinan zêdetir e. Cih girtin di komîsyonan de, şopandina pêvajoyê, pêşiya provakasyonan girtin, divê jin li gor van erkan tevbigere. Li hember nêzîkatiyên şoven û faşîst divê jin xwedî helwest be. Hemû tevgerên jinan, jinên ku di nav partiyên CHP û AKP’êde cih digrin, divê xwe li hember vê pêvajoyê berpirsyar bibînin. Ji ber herî zêde jin ji vî şerî maxdûr dibe. Em di vê bawerî û hêviyê de ne, ku di serî de jinên Kurd hemû jinên di Tirkiyê de dijîn, wê di xwedî derketina vê pêvajoyê di nav seferberiyê de bin.
Çareseriya pirsgirêka Kurd di Tirkiyê de gelek pêşketinan bi xwe re bîne. Di şer de israrkirin wenda kirin e, di çareseriyê de israrkirin ji bo tevahî gelan qezenckirin e. Bi vê ferasetê banga me ewe herkes bi wîjdan tevbigere, kesên rewşenbîr li gor vê erkê tevbigerin, kesên aqilmend tevlî pêvajoyê bibin, xizmeta vê pêvajoyê bikin. Herkes destê xwe bide hev, em ê vê pêvajoyê bi serkeftî birêve bibin. Xeteriyên ku li pêşya me hene, em bi hev re têk bibin. Em hêvîdarin ku herkes ji hêla xwe ve vê berpirsyariyê nîşan bide.