Destavêtin Xiyaneta li Hemberî Jiyanê Îfade Dike
Rêber APO
Dîroka şaristaniyê di heman demê de dîroka têkçûn û wendakirina jinê ye. Ev dîrok bi xweda û evdên xwe, bi hukimdar û tebaên xwe, bi ekonomî, zanist û hunera xwe, kesayeta mêrê serwer bi hêz kiriye. Lewre têkçûn û wendabûna jinê, li ser navê civakê ketin û wendakirineke mezin e.
Civaka zayendparêz encama vê ketin û wendakirinê ye. Mêrê cinsiyetparêz, dema ku li ser jinê hakimiyeta xwe ya civakî ava dike, ewçend dilbijok û bi mehd e, her cure destdan û têkiliya xwezayî vediguherîne xwenîşandaneke serweriyê. Li diyardeyeke biyolojîk a mîna têkiliya zayendî timî têkiliya desthilatdariyê bar kiriye. Mêr ti carî ji bîr nake ku mîna serketin bi dest xistibe têkiliya zayendî bi jinê re datîne. Di vî warî de gelekî zêde hînbûyî ye. Di vî warî de jî gelek gotin çêkirine: “Min ew temam kir”, “Min karê wê qedand”, “dêlik”, “Divê tu ço ji ser serê wê, daşik ji zikê wê kêm nekî!” (Lê bixin bi tîran aş bikin bi qîran), “fahîşe, orûspî”, “kurikê mîna keçikan”, “Eger tu qîza xwe serbest berdî yan wê bigihe daholvan an jî zirnevan” (Serê keçan bernedin), “Divê mirov wê zû bi mêrekî ve girê bide”. Gelek çîrok û gotinên pêşiyan ên bi vî rengî têne gotin. Gelekî eşkere ye ku têkiliya cinsî û desthilatdarî di nava civakê de gelekî bi bandor e. Di roja me ya îro de jî her mêr ‘mafê kuştina’ jinê jî di navê de xwedî gelek heq û mafan e û ev jî rastiyeke sosyolojîk e. Ev ‘heq’ her roj têne bicihanîn. Bi giranî karektera têkiliyan bi awayê tacîz û tecawizê ye.
Ji bo civaka şareza dibêjin; kibar e, nazik e, camêr e, bi rêz û hurmet e, bi rêzik û pîvan e, bi plan û biaqil e, bi heq û huqûqê ve girêdayî ye, aştîxwaz û dadperwer e. Ev rengên civaka şareza yên me jimartin bi temamî li hevçêkirî ne û tenê bi armanca propagandayê ne. Rûyê rastî yê civaka şareza şîdet, derew, xapandin, çortî, dekûdolab, şer, talan, êsîrkirin, tinekirin, bendetî, bêwefayî, desteserkirin, bêwîjdanî, nasnekirina heq û huqûq, serîtewandina ji hêzê re, bikaranîna prensîba pîroztî û xwedatiyê ji bo kulmek kesên berjewendîperest û berevajîkirina wê, tecawizkarî, civakbûna zayendparêz, aliyek di nava mal û milk de xeniqîbe, aliyê din ji birçîna bimire, komên mezin ên koleyan, gundiyên aware, karkerên bê kar û hê gelek rengên din, nexweşiyên civakî û çeloxwarîkirin rengên civaka şareza ne. Bi hêza propagandayê, bi nêzîkbûneke xirab û qelp a metafizîkê ji bo rûyê xwe yê rastî veşêre timî bi awayekî rêxistinkirî hewl dide.
Em wexta ji nêz ve li koletiya jinê binêrin, wê zêdetir aliyê wê yê ji mirovatiyê dûr dixîne balê bikişîne. Girtina jinê li malê ne tenê girtineke mekanî ye û heta girtîgeh jî nîne. Rewşa wê rewşeke destavêtinê ya dijwar e. Herçiqas bixwazin bi nîşan, bi merasîmên bûkaniyê ser rastiya vê meseleyê bigirin jî rojeke wê bi tenê jî ji bo kesa xwe dizane têkçûna rûmet û anora mirov e. Jin ji qîmeta xwe ya hezar salan a hilberandin, perwerde, rêveberî û azadiyê welê bi rêkûpêk û rêbazên şîddetê jê hatiye kirin, ji vê jî wêdetir bi îdeolojî û vegotinên eşqê wer hatiye hincirandin, encam ji teslîmiyetê jî wêdetir e. Nasnameya xwe ya ‘jintiyê’ ji dest dide, dikeve rewşeke din ku jêre ‘pîrektî’ tê gotin. Li cem mêrekî ji rêzê, li cem şivanekî serê çiyê ‘jin’ bi tenê dikare bibe ‘pîrek’. Pîrektî jî heq dide ku li ser wê her cure teseruf bibe. Di nava vê teserufê de kuştin jî heye, kengî bixwaze dikare bike. Ew ne tenê milk e. Ew milkeke gelekî taybet e. Rê dide ku xwediyê wê li ser wê bibe împaratorekî piçûk, hema xwedî tenê zanibe bi kar bîne.
Yek ji şaxên bingehîn ê şaristanî amade kir ev rastî bû. Yek ji sedemên bingehîn, hişt ku çanda maddî sînor nas neke, têkiliya xwe bi vê rastiyê re hebû. Ezmûna li ser jinê bi awayekî serketî hat ceribandin xwestin li ser tevahiya civakê biceribînin. Bandora xeternak a duyemîn jî ev bû. Civak diviyabû ji bo efendiyên xwe weke pîrekan bi kêr hatibûna. Em ê hewl bidin rave bikin ku pîrektiya civakê bi sîstema kapîtalîst temam bûye. Lê hîmê vê çalakiyê di qonaxa pêşî ya şaristaniyê de hatiye danîn û bi çanda Greko-Romen xwestin weke mînakekî serketî yê civakê nîşan bidin. Lê kengî mêr bibûya pîrek mirov dikarîbû behsa pîrekbûna civakê bikira. Greko-Romen civakeke welê bûn, ev yek his kiribûn û tedbîrên xwe girtibûn. Yek ji wan xusûsan e ku baş tê zanîn, rewşa koleyan gelekî ji pîrektiyê xirabtir e. Lê pirsgirêk ew bû ku mêrê nebûbû pîrek bibûya kole. Em behsa têkiliyên ensest an jî têkiliyên ji rê derketî nakin. Di civaka klasîk a Yewnan de mode ew bû ku her kurekî ciwan ê azad, divê ji sedî sed xwediyekî wî, partnerekî wî yê mêr hebe. Ciwanê kurik heta bibe xwedî tecrûbe û ezmûn divê partnerekî wî yê evîndariyê hebe. Weke min berê jî behskiribû ku Sokrates jî gotiye; di vê bûyerê de ya girîng ew nîne ku kurik pir were bikaranîn, a girîng ew e ku kurik wî ruhî bijî. Zêhniyet eşkere ye: civaka kole têkiliya xwe bi prensîba anor û azadiyê re nîne, lewma diviyabû ev xislet ji civakê bihatana kirin. Ji ber ku gef li civakê dixwarin. Rast bû jî. Li deverekê anor û azadiya mirov hebe, koletî nikare li wir bijî. Sîstem li vê serwext bibû û diviyabû çi hewce ye bikirana.
Di dema şefeqavêtina dîrokê de bi nasnameya xwe ya civakî ya bi heybet jina rola dayik-xwedawendiyê bi xwe ve danî, mixabin di Rojhilata Navîn a roja me ya îro de daxistin rewşa metayekî herî bêqîmet û bênirx. Ev dîroka ku diviyabû bi serê xwe çîrokeke wê ya trajîk hebûye em zêde nikarin wê bînin ziman û ji derfetên vê yekê mehrûm in. Lê em dikarin encamên wê rexne bikin. Ewrên ji mijê yên bi destê mirov li dora jinê hatine çêkirin divê bêne belavkirin û bi vî awayî keşifkirina rastiya wê yek ji erk û wezîfeya pêşî ya lezgîn a civakî ye.
Ez divê eşkere diyar bikim ku ez analîzên cinsparêz ên civakî pozitîvîst dibînim. Ez yeqîn nakim ku em karibin bi nêzîkatiyên objektîv ên serereser û çor jinê analîz û çareser bikin. Nexasim em şîfreyên koletiyê yên dawerivandine hinavên jinê nizanin. Ez yeqîn dikim ku pir zêde bi zêhniyeta fallus-vajînayê hatiye kirin û ev zêhniyet qabîliyetên din ên mirovî kotrimî dike. Di vê babetê de nuqteya balê dikişîne ew e, di cîhana nebat û heywanan hemûyan de diyardeya têkiliya cinsî ya şêwe, dem û fonksiyona xwe ya diyar heye, li cem cinsê mirov ev şêwe, dem û fonksiyon ketiye rewşekê zêde hatiye dejenerekirin. Ji sedî sed diyare ku ev dejenere çavkaniyê xwe civakî ye. Ya rastî, mirov dikare bibêje; bi derketin û giştîbûna pirsgirêka civakî (zordestî û mêtinkarî) pêş ketiye. Ji ber ku civaka dayikê ji her alî ve ji hev hatiye xistin pirsgirêka jinê pirsgirêka sereke ya civakê ye. Ji bo terîfeke rast bi vî awayî destnîşankirina pirsgirêkê hewce ye.
Di mijara jinê de mirov dikare li egoîstî û çavkoriya zilam weke diyardeyeke rojane her saetê çav bidêre. Di vê babetê de zilamê ji her tebeqeya civakî, bêyî ku rêzikeke huquqî û exlaqî nas bike çavê xwe namiçîne dikuje, qetil dike. Ma kesê xwedî wijdan dikare vê rastiyê ji nedîtî ve bê. Helwestên bi vî rengî jî piranî li ser navê eşqê têne nîşandan. Vegotineke bi vî rengî dereweke herî rezîl e. Çi di cîhana heywanan çi jî di ya nebatan de û heta di cîhana fizikî ya em weke ‘bêcan’ bi nav dikin de ti kirdareke dibe mijara eşqê nakeve nava hewldaneke bi vî rengî. Herçiqasî hin jirêderketinên hê nehatine analîzkirin bêne dîtin jî eşkere ye ku li cem cinsê mirov sedem û maneyên kuştin û cinayetiyên bi vî rengî gelekî cuda ne. Berê pêşî divê mirov têkiliya van kuştin û cinayetiyan bi serwerî û mêtinkariyê re weke yek ji xusûsên sereke tê, destnîşan bike.
Pirsa bingehîn a divê bê kirin ev e, zilam çima di mijara jinê de evqasî hesûd, çavnebar, tehekumkar û kujer e, çima tevahiya bîstûçar saetê rojê ji rewşa xwe ya destavêtinê nagere. Bêguman destavêtin û tehekum têgînên îstîsmarê yên civakî ne. Rengê civakî ya diqewime îfade dike, zêdetir hiyarerşî, bavikparêziyê û desthilatdariyê bi bîr dixin. Maneyeke wê ya din a hê kûr diçe, xiyaneta li hemberî jiyanê îfade dike. Girêdana piralî ya jinê bi jiyanê re dikare helwesta cinsiyetparêziya civakî ya zilam zelal bike. Bi bandora cinsiyetparêziya diqedîne û kor dike dewlemendiya jiyanê ji dest tê dayîn û ji ber vê helwesta bi hêrs, tecawizkar û hakim a derdikeve cinsiyetparêziya civakî îfade dike. Têkiliya xerîze û ajoya cinsî bi domdariya jiyanê re eşkere ye. Lê mirov nikare bibîne ku ti zindî û ruhber bîstûçar saetan ji aliyê cinsî ve dewamî birçîye û xwediyê vê zêhniyetê ye. Eşkere ye ku jiyan bi tenê ji têkiliya cinsî pêk nayê. Berevajî mirov dikare bibêje têkiliya cinsî bi awayekî kêliya mirinê ye, ya rastî li dijî mirinê pêngaveke kujer a jiyanê ye. Ji lewra mirov dikare bibêje; çiqasî zêde çalakiyên cinsî, ewqasî ji dest dayîna jiyanê ye.
Ez nabêjim çalakiya cinsî bi tevahî kujer e. Îdeala bêserûbinî ya jiyanê jî di nava xwe de hildigire. Lê ev îdeal jiyan bi xwe nîne. Berevajî, li dijî tirsa mirinê tevdîrek e ku mirov dikare bibêje zêde qîmeta xwe ya heqîqetê nîne. Mirov dikare vegotinê welê zelal bike: dubareyên xelekên jiyanê girîng in, yan jî weke tek xelek bi xwe girîng e? Piştî ku heqîqeta ya tek tam hat îfadekirin, dubarebûna bêserûbinî ya xelekê zêde maneyê di nava xwe de nahewîne. Eger bihewîne jî ev ji hewcedariya xwe gihandina ‘agahî-zanîna muqleq’ e. Di vê rewşê de xelek çiqasî xwe baş nas bikin wê pêdiviya bi agahiya mutleq jî tedarik hatibe kirin ku xelek ango zêdebûna cinsî zêde qîmet û maneya xwe namîne.
Ji van nirxandinên kurt encama mirov dikare derxe ew e, ji dema dayikî vir ve jin bi awayekî sîstemîk û sazî bi mêtinkarî û zordestiyeke civakî re rûbirû bûye. Koletiya jinê bi qasî ku bi ti şêweyê koletiyê re mirov nikaribe bide berhev tevlîhev û heyatî ye. Di nava dîroka şaristaniyê de bazarên koleyan ên jinê, cariyetî û saziyên hareman belkî hinekî diyardeyê nîşan bidin. Lê kirinên modernîteya kapîtalîst li ser jinê ewqas zêdebûne hed û hesabê xwe nînin. Ti şaristaniyê bi qasî kapîtalîzmê bi jinê ne lîstiye û îstîsmara xwe li ser bi sazî nekiriye. Diyarde ewçend hatiye îstîsmarkirin, pirraniya jinan kirinên ew xistine rewşên herî rezîlane weke xisletên bingehîn ên nasnameya jinê nîşan didin. Ne tenê ev, dekûdolab li ser serê wê tê gerandin û ew xwe weke parçeyekî destê vê dekûdolabê digerîne qebûl dike û ew wer ketiye dest ji gerandina vê dekûdolabê ti fikarê nake. Em bi tenê behsa mêtinkarî û zordestiyeke diyardeyî nakin. Koletiyeke dawerivandine her şaneyên jiyanê xwe weke şêweyên deng, reng, beden û zêhniyetê bê xem û fikar xwe bilê xwe pêşkêş dike. Hay ji xwe nîne têkiliya xwe ya bi heqîqeta civakî re ji dest daye û kirine ku bi tenê jiyaneke li ser dikê tê lîstin. Ya rastî, vê îmkanê jî nabîne. Ji bo bedestxistina heqîqet û rûmeta jiyanê, belavkirina mija li dora jinê bi tevahî girîngiya xwe diparêze.
Tevî ku rastiyek e ku bêyî jinê jiyan nabe, lê eşkere ye ku bi jineke evçend hatiye xistin jî jiyaneke manedar û rûmetdar nayê parvekirin. Jiyana bi jina heyî re her kes û giştî heta bi qirika xwe ketine nava koletiya herî rezîlane; bi vê zanîn û têgihiştinê divê mirov çareser û çalak be, wê ev bibe rêya rast a rizgariya jiyanê. Divê mirov ti carî ji bîr neke ku bi jinê re jiyaneke bi mane û bi anor bi zanyartî û hozantiyeke mezin dibe. Yên îdeaya xwe ya eşqê hene, divê kêliyekê jî ji bîr nekin ku bi cihanîna vê eşqê bi çûyîna di rêya vê zanyartî û meznahiyê de ye. Naxwe bi awayekî din meş û çûyîn bi eşqê re xiyanet e, û ji koletiyê re xizmet e. Mirov heta xwe negihîne heqîqeta civakî nikare bigihîne eşqê.
Di çanda civakî ya Rojhilata Navîn de bi belge û delîlên xurt piştrast bûye ku nîzama dayikê pêk hatiye. Piştî vê nîzama bavikanî (ji salên 5000 B.Z. ve her pêş ketiye) ceribandina sîstema îstîsmar û zordestiya pêşî îfade dike. Şoreşeke bi kok a li dijî jinê ye. Mal û zarok dikevin bin serweriya mêr ango saziya bavtiyê. Ji ber ku rê li nîzama muhafezekarî, zordestî û îstîsmarkariyê vedike zêdetir dijşoreş e. Wer xuya ye ku bûyîna xwediyê gelek zarokan nîzama pêşî ya mal e. Çiqasî zarok zêde bibin hêz, mal û milkiyet jî ewqasî zêde dibin. Têkiliya bavikantî û xanedantiyê bi milkiyetê re eşkere ye. Xanedantî saziya malbatê ya herî berfireh e; ji klanê mezintir e, hay ji xwe çêbûye û milk nas kiriye. Şêweyê pêşî yê baviktiyê ye. Bi paşveketina xwedantiya jinê li ser mal û zarokan re parelel dimeşe. Çanda dayik-xwedawendê şûna xwe ji çanda qral-xwedayên zilam re dihêle. Di çanda Sumeran de mirov van bûyeran bi awayekî balkêş dikare bibîne. Tevahiya dîroka şaristaniyê zewac û saziya malbatê di bin bandora modela xanedantiyê de pêş dikeve. Ji ber ku xanedantî weke yekdestdariya desthilatdariyê û îdeolojiya mêrê serwer hat qebûlkirin an jî dan qebûlkirin, zewacên serdest neçar otorîteya bav nas bikin. Bi kurtî yên hatine avakirin xwezayî ne, nîzamên mîkro yên otorîter û îstîsmarkar in.
Modernîteya kapîtalîst ev nîzam hê zêdetir pêşde biriye. Di qada huqûqî de nîzamname û sererastkirinên qanûnî yên ji bo başiya jinê hatin kirin ji bi cihanîna wekheviyê dûr in. Serwertiya zilam di bin mohra şaristaniyê de zewac pêşde bir, ji lewra mirov dikare wê weke saziyeke civaka cinsiyetparêz rewa dike terîf bike. Hiyarerşî, desthilatdarî û yekdestdariya dewletê xwe di komika xwedî rengê şaneya civakî û herî zêde de nîşan dane. Di navbera wê bi xwe, bi awayê xuya dike û rewakirina wê de nakokiyeke sergirtî heye. Di şexsê jinê de saziya herî baş koletiya giştî ya civakê kamûfle û şapinêz dike saziya zewacê ye. Pêvajoya pîrekkirina jinê (piçûkxistin, rezîlkirin, dûvikê zilam) dikin bingeh û civakê jî gav bi gav dikin pîrek. Koletiya zilam piştî pîrekkirina jinê û bi wê re di zikhev de hatiye meşandin. Koletî û pîrektiya li ser jinê hatî ceribandin û encamgirtî paşê bi zilam û çînên bindest dan qebûlkirin. Ev pêvajoya bi şaristaniyê re pêşket bi modernîteya kapîtalîst re derket asta herî jor û bilind. Faşîzm di pêvajoya pîrekkirina civakê de xwedî maneyeke taybet e. Civaka teslîmgirtî îfade dike. Modernîte civaka giştî ya pîrekbûyî îfade dike; ango her kes hatiye xesandin, qabîliyeta xwe ya parastin û bergiriyê ji dest dane, her kes êdî zilam û pîreka hev e. Komkirina sermayeyê ya dewamî bûyî wê êdî bi awayekî din bi qasî keys û firsendê nede civakê êrîşkar û hov bibe. Ew qad e ku destavêtin û koletî bi navê namûsê hem tê rewakirin hem jî hûrûkûr tê bi cihanîn.
Ya maskeya rûyê modernîteyê tîne xwarê dîsa rewşa îflasê ya malbatê ye. Di şaristaniya Rojava de îflasa malbatê bi tenê qelsbûna têkiliyên civakî nîşan nade; nakokiya bi civakê re, rewşa kaotîk û krîzê jî bi kûrahî nîşan dide. Çawa ku koletiya jinê asta koletiya civakî diyar dike, rewşa kaotîk a di têkiliyên mêr-jinê de jî rewşa kaotîk û nakokiya modernîteya kapîtalîst a roja me ya îro nîşan dide.
Cinsiyetparêziya civakî têgîneke bi desthilatdariya di têkiliyên mêr-jinan de bi sînor nîne. Desthilatdariyek e ku di her astê de li civakê belavbûyî îfade dike. Desthilatdariya dewletê ya bi modernîteyê herî mezinbûyî nîşan dide. Ti obje bi qasî jinê tehrîk nade kirin û ji bo desthilatdariyê nabe mijar. Jin weke hebûneke kirine obje xwedî wan xisletan e ku desthilatdariyê herî zêde bike. Timî di rewşa tehrîkkirin û pirrkirina desthilatdariyê de tê hiştin. Di vê çarçoveyê de têkiliya jinê bi desthilatdariyê re analîzkirin ji bo eşkerekirina heqîqeta wê girîng e. Her zilam bi zêdeyî xwedî wê zêhniyetê ye ku hêrsa xwe ya desthilatdariyê li ser jinê pêk bîne. Heman zêhniyet cinsê jinê li ser hev û zarokan weke hêrsa desthilatdariyê pirrtir dibe û tê bi cihanîn. Vê carê jin dibe gurê jinê. Bûyera jêre reaksiyona zincîrwarî tê gotin ev e. Rola jinê di sîstema kapîtalîst a mêtinkariyê de hê dest dide û eşkere ye. Ji bo sîstemê bi tenê zarokan bê heq nayne û mezin nake, bi heqdesteke herî kêm baz dide her kar û suxreyî. Li ser artêşa bêkaran di pozîsyona zextê û timî kêmkirina sîstema heqdestan de tê ragirtin. Cihê xemê ye, tevî ku xwediya keda bi cewr û cefayê ye, Marksîst jî di navê de, ti doktrînê hewce nedîtine behsa ked û mafê jinan bikin. Ji bo vê analîzên hewce û helwesta polîtîk pêşde nabe. Nîşaneyeke din a berfirehiya cinsiyetparêziya civakî ya serweriya zilam piştrast dike der barê keda jinê de ye.
Demografya, pirsgirêka şêniyan, ji pirsigrêka çînî qat bi qat zêdetir gefan li dinya û civakê dixwin. Pirrbûna şêniyan ji nêz ve bi civaka cinsiyetparêz û modernîteya kapîtalîst re têkildar e. Bîstûçar saetê rojê xwesteka cinsî ya natemire, çanda xanedanî û malbatê, polîtîka kapîtalîzm û dewleta netewe ya ji bo kara herî zêde û hêzê bi xwe re bend û sukurên li pêşiya pirrbûna şêniyan diteqîne, radike. Wexta ku alîkariya teknîk û tibbê li vê bê zêdekirin rastiya derdikeve holê, ji aliyê dewamkirina civak û hawîrdorê rewşa herî bi tehlûke îfade dike. Kaosa demokrafîk bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Dinya me û hawîrdor ji mêj ve hecmê wê yê heyî (eger zêdebûna şêniyên 6,5 mîlyar bi vî awayî dewam bike) gihiştiye sînorê nikare rake. Ji vî alî ve jî nirxandina îflasa sîstemê girîng e.
Divê mirov baş zanibe ku jin weke amûreke zarokanînê xistine bin barekî xeternak û xwe lê ragirtina wî gelek zehmet. Pirsgirêk ji bûyîna xwediyê zarokan wêdetir çavkaniya xwe ji sîstemeke nanozikê û suxrekar a girankirî digire. Herweha divê mirov baş zanibe ku zarokanîn biyolojîk ne, diyardeyeke sîstemwarî û çandî ye. Her zarok ji aliyê çanda heyî ve carekê ne, gelek caran tê maneya mirina jinê. Çandeke zarokanînê hewce ye ku qîma xwe bi hindikî bîne, bi tevahî tevdîrên tenduristiyê bigire û beriya her tiştî divê ji aliyê zêhnî ve ji bo zarokanînê hatibe amadekirin. Fikra hêzê û bêserûbinîbûnê bi rêya zarok ne, divê mirov bispêre agahî-zanîna mutleq û bedewiyê, gihiştina civaka exlaqî û polîtîk, eger mirov bi van xusûsên pêşî tên gihandina zarokan bi awayekî yekpare analîz bike wê hê manedartir û baştir bibe. Xulase, divê mirov mezinkirin û gihandina zarokan li gorî pêdiviyên civaka ekonomîk û ekolojîk û li ser bingehê felsefeya azadiyê analîz û çareser bike.
Bêguman bi jinê re parvekirina jiyaneke azad û wekhev, hewce bi zanyartiya beramber bi heqîqeta civakî ya mutleq rast dimeşe heye. Eşqa rastî bi tenê di tewazuna hêzê ya heqîqeta civakî de bi beramber hev dikare pêk bê. Bi kesayetên bi koletî, destavêtin û desthilatdariyê bûne eşq ti carî pêk nayê. Îflasên malbatan û ezmûnên serneketî yên dewamî û zêde pêk tên vê rastiyê piştrast dikin. Herî kêm jin jî bi qasî mêr bibe xwediyê hêza civakî û zanyartiyê evîn û xweşikî, bi awayekî azad û wekhev di nava aştiyê de û bê desthilatdarî çêbibe dikare bi parvekirinê pêk bê. Roja me ya îro ji bo pêşî cihdayîna şoreşa jinê ya sedsala 21’ê şert datîne. Slogana “Yan jiyan an jî barbartî” vê şoreşê ferz dike.
Civaka Rojhilata Navîn bi qasî ku hewcedariya xwe bi duyemîn şoreşeke gund-cotkariyê heye, herweha hewcedariya xwe bi duyemîn şoreşeke jinê heye. Şoreşa jinê dayiktiya neolîtîkê ye. Ya rastî, şoreşa neolîtîk a muhteşem şoreşeke jinê bû. Şoreşa neolîtîkê şoreşek e ku hê jî mirovatî bi mîrateya wê debar xwe dike. Baviktiyê civaka xwezayî li ser bingehê li dijî şoreşa şaristanî û modernîteyê ye paşve xist û ev dijşoreşa mezin koletiya herî kûr a jinê û mêtinkariya li ser wê derxist holê û li tevahiya civakê belav kir di roja me ya îro de rewşa xwe ya kaotîk û krîza sîstematîk li qadên civakî hemûyan dijî û ji hev de dikeve. Mirov fêhm dike ku ya li ser jinê tê ferzkirin xiyaneta bi jiyanê re ye. Eger jiyan tê xwestin, divê berê pêşî di tewazuna hêzê ya zanyartiya beramberî de ji nû ve bi jinê re di çêkirina hisên bedewî û meznahiyê û parvekirina wan de bi ser bikeve. Divê mirov vê rastiyê ava bike û xwe bigihîne heqîqeta wê. Di vê mijarê de divê tek û gerdûnî, ango jin û mêrê berbiçav, mêr û jintiya mucered a îdeal di zikhev de pêk bên. Ji bo pêkhatina vê jî divê îrade û têgihiştina wê bê pêkanîn. Weke milk û weke xwedî divê mirov hevdu ji binî ve biterikîne. Li şûna namûsa rêûresm û kevneşopiyê divê mirov balkêşbûna kesayeta esîl û bedew pêk bîne.
Ji bo şoreşeke jinê ya bi kok, ango di jiyan û zêhniyeta mêr de guhertin nebin rizgariya jinê mumkîn nîne. Ji ber ku heta jina bi xwe sereka jiyanê ye rizgar nebe, jiyan timî wê weke leylan û serabekê pêk bê. Heta mêr bi jiyanê re jiyan jî bi jinê re li hev neyên anîn, şadûmanî û bextewarî jî wê tim xeyaleke tewş bin. Ji bo jinê û jiyana azad rastiyên civakî bê sînor in. Civaka Rojhilata Navîn û jina wê bi şaristaniya jiya û bi modernîteya li fetha wê rast hat bi qasî ku bê xistin hat xistin, ew bi xwe êdî ew nîne, ew xistin rewşa objeyekê. Pirsgirêka civakî bi diyardeya jinê analîzkirin û bi heman diyardeyê gera li çareseriyê rêbazeke rast e. Eger mirov çareseriya dayikan şoreşa jinê li ser dayika pirsgirêkan ferz bike dikare bi gavan bigihîje heqîqetê.
Çareseriya modernîteya demokratîk di pirsgirêka jinê û şoreşê de bi îdeal û bi çalakî ye. Neteweyên modernîteya demokratîk bêyî jinê bi proje nabin û projeyên pêkanînê nînin. Berevajî, şoreşên welê ne ku di her gava xwe de bi parvekirina zanyartî û çalaktiya bi jinê re pêk tên. Tevî ku ji bo avakirina civaka ekonomîk hewcedarî bi pêşengiya jinê heye, ji nû ve avakirina wê jî hewcedariya xwe bi hêza jinê ya kominî heye. Ekonomî pîşeyê civakî yê jinê bi xwe ye, çalakiya wê ye. Ekolojî zanistek e ku bi tenê bi hestyariya jinê dikare bigihîje civakê. Jin weke nasname hawîrdorparêz e. Civaka demokratîk civakeke welê ye ku hewcedariya xwe bi îrade û zêhnê azad ê jinê heye. Eşkere ye ku modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê û şaristaniya wê ye.