Rêber APO
Di berbiçaviya Tirkiyeyê de, demeke komarê heye. Heger em dema damezrandina wê û rewşa serokê wê hinekî vekin, em ê rêxistinên heta bi roja me hatin bêtir nas bikin. Mînaka Mustefa Kemal a ku di vî warî de bi nexweşî, sedemeke bingehîn a qeyrana malbatên civaka Tirkiyeyê ye. Neçareserkirina wê demê, bûye sedema qeyranên malbatên îro. Çareserkirina Mustefa Kemal tenê di şêwe de ye. Di warê têkiliya malbat û jinê de, lasekerê (teqlîdker) Rojava ye. “Serê jinê veke, li salonan pê bide danskirin” çareserî ev e. Hêman û haveynekî çanda vê çareseriyê tine. Qeyrana ku jin û malbat tê de ne, ji ber vê rewşê ye. Ev yek durûtî, xiyanet û bêrêzî ye.
Îro xwe bazarkirina jinê û wek kereseyeke xwe pêşkêşkirinê jî, bi wê serokatiyê ve girêdayî ye. Heger tenê bi avêtina berûkê (pêçe) û bi lasekeriya dansa Rojavayiyan pirsgirêk çareser bûbana, ne hewcebû ku evqasî li ser hatiba hizirandin, li ser hatiba nîqaşkirin û têkoşîn bihata dayîn. Ne malbata we û ne jî şêweya ku we hilbijartî girîng in, ev hê bêtir biêş e. Hûn baş dizanin ku her biryar li derî we tê standin. Hûn dizanin bê encamên vê jî çiqasî kujîner in. Pêwîst e hûn li hember vê yekê têbikoşin.
Hûn dizanin ku em van hêmanan mîna fermanekê pêşkêşî we nakin. Em van weke pêdiviyeke şoreşê dibînin. Ev ne ji ber ku hêza min tine, ji ber ku min ev weke hêman pejirandine ji we re dibêjim. Heger nêzîkatiya we wiha be, wê demê vê fêm bikin, nîqaş bikin û bizanibin xwe jî û partiyê jî pêş ve bibin. Ji bo çareseriyê, nîqaşeke baş pêwîst e. Divê hûn vê yekê baş bibînin ku azwerî ji rê dibin, mirov dixapînin. Divê hûn xwe bikin kesên ku ji wan re rêz bête girtin, hev qezenc bikin û bêtir pêş bixin. Têkiliya herî xirab ku ez bi erjengî pêşwazî dikim, zewaca bi jin an jî mêrekî bê teşe re ye. Tişta ku li cîhanê ez jê birevim jî ev e. Bi gumana min gelek ji we vê yekê normal dibînin.Tişta ku pêwîst e mirov jê bi reve, heger ez bixwe jî ji we re bi pesin û wesifdan pêşkêş bikim, ez ê jî bikaribim we bixapînim. Bi gotineke tenê em bibêjin, rewşeke erjeng e. Di derûnî de hûn dikarin çiqasî hev biecibînin? Hûn dikarin ji min re rave bikin ku hezkirina we bi çi ve girêdayî ye? Gotineke tenê jî ku hûn bibêjin tine.
Ev vê yekê nîşan dide ku hûn gelekî lawaz mane, di warê têkoşîn û afirîneriyê de bêangaşt in. Girêdana tenê bi şêwe re, encamekê nade. Xwe nîşandana bi azwerî û hêzê jî, bê wate ye. Mînaka me ya di vî warî de, pêwîste ji aliyê tevaya civakê ve bi awayek rewa were dîtin û bikaribe hêzekê bide.
Têkoşîna min a bi min re, pir bi hêz e. Hûn dizanin ku li ser vê mijarê pir radiwestim. Min wekî mêrekî jin êxistin nava tevgerê. Min bi têkoşîn ew kişandin. Îro gelek jinên bi mêr û bê mêr ku bi min ve girêdayî hene. Heger bixwazim dikarim bê sînor wan bi xwe ve girêbidim. Li sedema vê bihizirin. Hûn nikarin tenê vê bi serokatiyê ve girêbidin. Ez bi têkoşîna salan vê rewşe dijîm. Derketina jinê, gihîştiye asta tevgera civakî. Bêguman ev yek bi xwesteka min a azadiyê ve girêdayî ye. Diyar e ku ev hizr û hewldaneke sift pêdivî dike. Heger min derbarê jinan de hinek xebatên girîng nekiriba, ne gengaz bû ku jinek tenê ji van ji malbata xwe qut bibe û were cem me. Di nava civakê de gelek jinên bi mêr jî di rewşeke wisa de ne ku bikaribin dev ji mêrê xwe berdin. Lewr a encamên zewacê yên hilweşîner dibîne, dixwaze ji zincîrên xwe rizgar bibe, dixwaze ji koletiya malbatê xilas bibe û rizgariya xwe di partiyê û serokatiyê de dibîne.
Em hinekî din bangê li wan bikin ê zincîran parçe parçe bikin. Ev yek nîşan dide ku me hêmana azadiyê kiriye nava xebatbariyê. Me nişan da ku hê jî çareserî çiqas zor e û em di nava partiyê de di nava hewldanên mezin de ne.