Dengê Keviran

0Shares

Buhar bû em li heftenîn bûn. 1999 bû beriya pêvajoya paşvekişînê bû. Yekiniya heval Qasim di wê pêvajoya paşvekişînê de nû destpê kiribû wisa yekîne dihatin avakirin. Heval ji Botanê dihatin Heftenînê, ji Heftanînê jî derbasî Başûr dibûn pêvajoyek wisa bû. Di wê pêvajoyê de hîn jî opreseyon hebû,  heval di nava amadekariyan de bûn, car caran heval çalakî dikirin. Yanî paşvekişîn ketibû rojevê lê hîn jî çalakiya hevalan nehatibû sekinandin. Opersayonên dijmin hîn nehatibû sekinanadin, pêvajoyeke pir qirîtîk û tevlihev bû.

Niha em li Hefteninê noqteya bisvingê heye tepê bisvingê pir caran dijimin dihat digirt, nêzî sînorê Tirkan bû, pir caran Tirk dihatin digirt. PDK nayê bîra min ku wan ew tepe girtî, piranî Tirkan di operesyonê de ew tepe digirtin. Tepeyekî stratejîk bû li ser hemû qadan hakim bû, li milê keşan bû. Her carê wisa her dû rojan, her çend şevan carekê mangeyekî karma em diçûn me ew tepe digirt,  em nû hatibûn wê noqteyê berê jî heval çûbûn wî tepî, ez nû hatibûm wê noqteyê vesaziya min nû hatibû wê yekiti ye. Ezê cara yekemin biçûma Tepê Bisivingê, bû êvar hevalan got emê ber siharê biçin tepe, êvare koma peşiya me xwe ji tepe berda bû hatibû, emê jî ber siharê biçûna me yê tepe bigirta, em 3 hevalên jin û 2 hevalên xort bûn. Em 5 heval, emê biçûna û me yê tepe bigirta.

Ew rojek du roj bû yekîniya me hatibûn noqta bisivngê. Em li ser kaniyê bûn ber siharê em çûn nêzî tepe bûn. Heval Jiyan Amed hebû piştre şehîd ket, heval Gernas hebû şehîd ket. Em çûn mangê kom bûn. Tam nayê bîra min, bawerim Kurdistana Guyî bû wê çaxê fermandarê mangê bû. Hevalên din heval Şiyar bû, em çûn nêzî tepe kevir hatin xwarê. Wisa kevir ji tepe gindirdibin,  em jî nêzî tepe bûn, niha quralê tepecî çi ye?  Du heval diçin tepe hemû qontrol dikin û tên, ger tiştek nebe ew manga wisa diçe tepe. Mange hemû bi carekê ve naçin tepe, qural wisa bû.  Welhasil em hinekî çûn dîsa  girgira keviran, kevir ji tepe gindirdibûn, bi rengekî ne normal kevir dihatin.

Em wisa civiya ew manga komutani got,  dibe ku dijmin di tepe de hebe pir kevir gindir dibin, got em li vir bisekinin bila Şehîd Gernas û Şehîd  Jiyan biçin kontirol bikin ka çi heye, çi nîne ew çi denge ji tepe tê, bila zelal bikin û werin em wisa biçin. Me  jî got başe em rawestiyan, me li wir hinek bêhdana xwe kir. Ew heval qederkê çûn binya tepe hîn neketibûn tepe, hatin gotin heval welleh  pir deng ji tepe tê diyare hejmareke leşker  di tepe de ye, ji ber ku cih çêdikin got teqereqa keviran tê, dengê keviran tê, kevir digindirin, got diyare hejmareke pir a leşkeran di tepe de ye.

Manga komutani dîsa  got heval biçin zelal bikin, got hûn çûne ber tepe, got biçin tepe meyze bikin, jixwe tavheyv jî nû derketiye, got biçin durbunekê bavêjin tepe ka zelal bikin, ger leşker hatibin tepe em lêbidin. Got ger ji zû de xwe bicih kiribin û em biçin ew ê li me bidin. Ji bo em zû zelal bikin û rasterast neçin ka biçin zelal bikin. Welhasil dîsa ew her du heval şandin, çûn xwe hîn zêdetir nêzî tepe kirin, me dît dîsa hevalên me hatin gotin; heval wellehî me çawa durbun avetiye, çekên hemûyan wisa dibiriqin, got wisa hemû ketine yek rêzê, hema tên dikevin tepe. Got jixwe deng zêde  ji tepe tê mewziyan çêdikin, dengê xirte xirta keviran û axê tê, dijmin jî ketine yek rêzê û çekên wan jî dibiriqin dikevin tepeyê. Hîn wisa agahî dida, me carekê meyze kir dengê skorskî jî hat, lê neçû tepe yanî li ser noqta me re derbas bû, çû milê dîtir. Em wisa civiyan hevalan got îhtimalek mezin heye opersyon be, got ew leşker nêzî sinirin hatine tepe girtine.

Her wiha got li gorî ku dengê skorskî hatî, îhtîmal heye ku operesyon be, got em agahî bidin hevalan bila noqteyê berdin û bikevin întîşarê, welhasil hevalan bang noqteyê kirin, got heval Qasim derket; gazî yekîtiyê kirin gotin heval çûne xwestine bikevin tepe qontrol bikin dîtine ku dijmin di tepe de ye û ji zû de hatine ketine tepe, em çi bikin? Hevalan got ku hûn biçin hûnê bikeivin pusuya wan, gotin ya herî baş hûn bi paş de werin, xwe dol û dol berdin gelî, me jî got noqte berdin biçin gelî emê li wir hev dû bibînin û li gorî wê plansaziya xwe çêkin. Me meyze kir skorskiya din jî çû û zivirî hat , me got temam, me got demek raste operesyon derketiye û dijmin jî tepê di ser me re girtiye. Diyare agahî girtine ku em hatine noqteya bîsiving, ji bo ku tepê bisivingê bigrin hatine vî tepeyî, welhasil em ji xwe re kurguyan çêdikin. Me got em biçin ji bin kontirola tepe derkevin, em xwe di erazî de biparêzin ka heta sibehê, em keşif bikin ka ev mesele çi ye. Welhasil em rev rev çûn,  me meyze kir hevalan noqta bisivingê berdabûn û çûbûn, heval ne li wir bûn, me zanî hevalin!. Piştre ji ber ku hevalan gotibûn emê noqteyê berdin biçin hûn jî ji bin kontirola tepe derkevin. Qet nehat bîra me jî hema wisa me xwe berda geliyê Keşanê. Me xwe jêr de berda erazî zehf siq bû daristan siq bû, em hingî reviyane me yekîne jî derbas kiribû, yekîne hinekî jortir sekinbû, me yekîne jî derbas kiribû em çûbûn jêr.

Heta siharê em hiç ranezabûn me meyze kir çi dijmin xuya nake di erazî de, ne dengê skorskî ne dengê kobrayê ne dengê hawanekê çi cih nehatiye girtin wisa bêdengî hebû, dibe ku li Heftanîn ew cara yekê bû wisa sakîn. Welhasil em wisa qederekê man, dema keşif derbas bû tav derket, me taştê xwar me meyze kir heval  Qasim hat. Dema ew jî çûyîn erazî, hevalên me jî xwe dabûn kêlekekê derdor keşif dikir, heval Qasim dîtine ku em li wir in.  Ya din jî dewsên(cihê lingan) me şopandibû, em rexne kirin. Got hûn hatine lê dewsa we tê dikeve noqte pewiste hûn baldarbin. Wele hatin heval pirsyar kir, agahî xwest, hevalan got em çûne me dîtiye çekên wan dibiriqîn û kevir jî pir hatibûn gindirkirin, xuya bû erd dikolan mewziyên xwe çêdikirin.  Heval Qasim got; dibe ku tenê ew tepe girtibûn cihe din dijmin xuya nake, me her der dîdîk dîdîk meyze kir ne dengê keşifekê, ne dengê skorskiyekê, ne denegê helikpterekê, kobrayekê ne jî dengê leşkeran di erazî de nayê. Her wiha got heta êvarê dîsa wek tedbîr  em ji cihê xwe dernekevin, em nizanin çi heye çi nîne.

Emê êvarê komekê ji bo keşifê bişînin bila bi şev tariyê de biçin Tepê Bisivingê kontrol bikin ka çi heye çi nîne, eger operesyon yan tiştekî çêbibe, emê li gorî wê vesaziya xwe plansaziya xwe çêbikin. Eger dijimin hatibin, em ê biçin lêbidin, eger tiştekî din hebe em meyze bikin li gorî wê emê biçin noqteyê. Welhasil heval Qasim jî li gel me ma, gazî komekê kir heval şandin çûn tepe. Piştî heval çûn tepe, heval Qasim çû noqta dîtir, em ji hevalên yekineyê  cuda bûn. Ber êvarê got ku tiştek nebû werin bigihijin yekîneyê. Got ji bo heval belav bin, bila komî serhev nebin. Welhasil êdî me texmîn kir, me got heval çûne keşfê û hatine. Heval çûbûn hîn nehatibûn me dît tiştek nine êdî dinya tarî bû em jî çûn noqteyê, cihê hevalên yekineyê lê disekinî ji me re terif kir. Ji me re gotin em li falan noqten ne, me çûn yekîneyê.

Heval jî wisa ew dikin, dibêjin we çend leşker dîtin we çi dît eger hatine tepe çima bêdeng sekinîne? Ji duh ve ti skorskî naçe û nayê, em jî nizanin em mehçub bûne. Welhasil me got bila heval ji keşfê werin emê fêm bikin mijar çi ye. Ancax heval ji keşfê werin em bizanibin ka ev çi meseleye. Ev çi dijimin bû hatiye tepe ji derveyî ku carekê ku skorskî hat û çû, ti dengê din nehat, kobra jî  nehat.  Normalde dema ku operesyon derbiketiba qiyamet radibû, hingî skorskî û kobra dihatin, arama tarama dikrin di erazî de, PDK dihat hindek tepe digirtin. Welle hevalên me yên ku çûbûn keşfe hatin, em jî dibêjin inşellah hema dijmin be, eger ne dijmin be emê bihetikin. Me carekê gotiye dijimn di tepe de ye.

Heval hatin, lê hevala tekmila xwe dabûn heval Qasim, em hemû jî li wir bûn. Wisa ji heval Qasim re gotin me jî ji xwe re guhdar dikir, em li wir bûn. Welleh vê carê hem henekên xwe dikirin, hem tekmîl didan û hem jî dikenîn. Vê carê çi bûye heval? Hevalan piştre  ji me re gotin, em hingî keniyan helbet ji xwe jî aciz bûn, em pir mehçûb jî bûn. Ji ber ku wê salê sax em bi wê mijarê ketin devê hevalan, hevalan her tim henekên xwe bi me dikirin. Heval dema ku diçine keşfê, ew jî meyze dikin ku xirt xirt pir ji tepe tê wisa kevir gindirdibin filan lê wisa dengên cuda nîne, tenê dengê keviran e, heval dibêjin em xwe nêz bikin, jixwe ger ku dijmin be , emê hema  lêbidin û paşve vekşine(geri çekilme). Hinekî din bi nêz ve diçin, meyze dikin bi rastî jî dengekî pir zêde ji tepe tê wisa ax dikolin, kevir mevir filan deng tê. Welhasil meyze dikin wisa ew navê wê çi ye?

Qederek pezkovî wisa mexel hatine, pezkovî ew ên wisa mezinin. Pez kovî wisa mexel hatine û bi keviran cihê xwe çêdikin. Hindek cihê xwe çêdikin lingê xwe li keviran didin, kevir jî digindirin, wir hemû pûş bûn. Tavheyv nû derketiye wisa li şaxê wan dide, dema tavheyv nû derdikeve li yamacê li şaxê wan dide , şaxê wan wisa dibiriqe. Ev heval dibêjin me niha fêm kir demekî ev şaxê wan bû ewqas dibiriqîn, gotine qey çek in, wê çaxê nû tavheyv derketibû hevalan tam zelal nekiriye. Ya dîtir jî dema ku cihê xwe çêdikin lingên xwe li keviran didan, kevir digindirandin, diyare wan gotiye qey dijmin mewziyên xwe çêdikin, ev kevir ji bin lingê pezkoviyan digindirîn. Piştre meyze dikin dibînin ku tepe hemû tijî pezkovî ne. Ji derveyî wê tiştek din nîne, dijmin di tepe de nîne. Xwe berdan hatin wisa tekmîl dan, lê min got ya em hetikîn. Ji ber ku kî diçû dihat henekên xwe bi manga me dikir. Digotin; hûn çûne tepe we pezkovî xistine dijmin, we em hemû xistine întişarê. Me digot, me nizanibû, me tedbîrên xwe girtin. Hem  dengê skorskî wê esnayê de bi tesadûf hat. Dema ku heval tekmîl didan, hevalan meyze kirine şaxê wan biriqîne gotine qey çekên wan e!!!. . . dengê keviran jî zehf hatiye. Helbet wek tedbîr  hevalan em xistin întişarê. Erê wê çaxê jî rewşeke wisa jî qewimîbû. Lê min got ya heta em li wir bûn hevalan her tim henekên xwe bi me dikirin. Digotin we em xistine întişarê, we pezkovî xistine artêşa Tirkan. Bîranîneke ya me wisa çêbû…

Nîştîman Sorxwîn

Attachment