Dengdayîna Azadiya Ocalan, Dengdayîna Xelasiyê Ye

0Shares

Her rojek di dîrokêde wateyên pir girîng,kûr,xwedî hêzeke mezin a guhertinê  li pey xwevedişêre,her wiha 4nîsanê jî ne tenê weke roj bona rêberê gelê kurd Abdulah ocalantê bidest girtin,lê belê ew roj weke ji nu neqişandina alf baya mirovahiyê,ji nuva afirandina jiyaneke ku azadî,wekhevî û demokrasî di nav xwe de dihewîne ye,bi taybet jî ji bona jin weke rojeke ku ji nude reng dayîna rûpela jin di dîroka mirovahiyê de tê pênase kirin.

 

Dest pêkirina jin a hemleyeke bi vî awayî(jin ji bo azadiya xwe û rêberê xwe li qadane ) û di rojeke wiha degav avêtineke pir girîng û bi wate ji milê jinê ve û ji ber ku pevajû her ku diÇe ber bi hesas bûnê ve diherike tevî pêkhatina guhertinên pir cûda, kûr û girîng di cîhanê de bi taybet jî yên di rojhilata navîn de deng vedan, bê gûman hem tevgera azadiya kurd û hem jî gelê kurd bi xwe xwedî rûleke aktîv û  pir girîng a dîrokî bûn.û ev hemle dest pêkirin jî wê rûleke bi vî awayî bileyze ,ji ber ku ev hemle li ser esasê ku heta rêbetrî azad nebe wê jin jî azad nebe , ew jî tê wê wateyê ku em Çiqas ji bona azadiya rêbertî tekoşîna xwe bilind bikin emê ew qas tekoşînê ji bona azadiya jin û civakê bilind bikin,ji berku weke deng bilind kirina îsyana jin ya  li hember jiyaneke ku jin weke koleyekî bê kesayet,û bê kesayetî jî tê wê wateya bê dîroktî, di nav xwe de dihewîne ,her wiha ev hemle dest pê kirin bi navekî wiha û dîrokek  wiha,pir cudahiyên rêbertî yên ji ji milên bingeh ,rêbaz ,îdeolojî ,felsefê û yan jî pir milên dîtir , ji rêberên din ku bi pirsgirêka jin ve mijûl bû ne ,Tevî vê yekê ku Rêbertî rûla pêşengtî a pêkanîna azadiya civakî bi kedeke bê hempa,hem milê fikrî hem jî milê pêkanînê de, bi belî kirina esasên tekoşîna cinsî xiste destê jinê de, weke ku di newroza 2013 da rêbertî Çawa ku neqşa rê ji ji bona afirandina  civakeke azad û demokratîk saz kir ,dîsa jî ev rul ji pîşengtiya jin re hişt, ew jî tê ê wateyê ku rêbrtî girîngiyek pir sitratejîk dide rula jin ê.

Wekî ku tê zanîn heta mirov pirs girêkan lêkolîn,analîz, şîrove neke û dernexîne zanebûnê her  wiha mirov nikare Çareseriya wê pirs girêkê jî peyda bike,rêbertî jî pirsgirêka jin derxiste holê û tehlîl kir bi qasî ku riyên xwe yên Çareseriyê bibîne ev mijar gîhande zanistiya jin jî,tevî  pêşiyarên wî di derbarê pêşxistina beşa zanista jin a jineolojî de,û Çawa ku civak di malbata xwe de tehlîl kir her wiha pirgirêka jin jî di kesayeta dayîk û xwîşkên xwe de analîz kir û li ser esasê Çareseriyek bingehîn ji vê doza ku xwe berdaye nava rih û şaxên civakê meşa xwe dest pê kir.

Wekî ku rêbertî jî rastiya (heta ku jin azad nebe civak azad nabe )derxiste pêşiya hemû cîhanê ,lê  sîstemên desthiladar û cinsiyet parêz  jî berûvajî vîna, dizanin ku ger jin bin bikeve wê civak jî bin bikeve û desthiladarî jî dikarin xwe bê asteng saz bike û ji ber vî jî dixwazin bi dest avêtina jin re dest bavêjin civakê ,li ser wî esasî roj bi roj şîdeta li ser jin bi rêbazên cuda xurtir dikin û bi riya ne dad kirina kesên ku destê wan di kuştina jin de hebe, qetliyamên li er jin zêde tir dikin  ,û yan jî li gorî xwe azadiya jin di buyaxên rû yanjî  cilên vekirî,û bi riya wê jî karibê bi aynî zincîra ku jin pê bixe esîra sîstemên xwe ,civakê jî pê girêde.

Li ku mirin hebe elbete li wir lêgerîna jiyanê jî heye,û li kuderê perÇiqandin hebe li wê derê îsyan û serhildan jî heye ji ber vê sedemê jinan di dîrokê de tekoşînên pirsgirêk û azadiya jinê herdem kirin navenda tekoşîn û lêgerînên xwe ,ev tekoşîn hemû jî ji bo jin ê mîrateyk Çiqas bi wate be jî lê nekarîn bi temamî xwîna sîstemê ya ku di  şaxen wan de digere ziwa bikin,lê bi rêbertî û keda bê hempa ya rêber apo ,bi paradîgmayekî azad kirina jiyan ,civak û mirovatî girêdayî azadiya jin ê jî êdî zihniyet û sîstema bi aqilê zilam bi fikrê xwe ziwa kirin , û ruxmî hemû şert û mercên herî zûr yên di îmralî de rû didn , her dem ji ya beriya wê zêdetir  îsrara xwe ji bona jineke azad di civakeke ku demokrasî û wekhevî di nav jiyana xwede dihewîne bi enerjiya xwe ya bê sînor hem ji milê fikir û hem jî piratîkî dide xurt kirin ,û her hevdîtinek xwe jî bi şandina silav û hezkirinên hem ji bona jin û hem jî ji bona tevahî gelan ,her wiha neqşa rê jî ya ku deyna ye jî ne tenê ji bona gelê kurd ,lê belê ji bona hemû gel û netewane ,ji berku rêbertî heta îmralî jî weke dibistankê dît û li ser wan esasan qomploya heya îro jî dewam dike vala derxist,hem jî ji milê gel û jin ji ber ku her rêberek ji bona gelê xwe îradeya wî gelîye her wiha esîr bona wî jî esîr bona gelê wî ye ew jî tê wê wateyê ku azadiya wî jî azadiya gelê wîye,armancji vê qomployê  jîew bu ku îradeya gelê kurd bixin ,ji ber ku serî rakirina gelekî bi pêşengtiya rêberê wan dibe tehlûkeyek pir mezin li ser berjewendiyên wanhêzên hegemonîk  yên di rojhilata navîn de,

ber dewamiya qomplo jî di gav ne avêtina hikumeta AKP a pêvajyo aşîtiê ku ji milê rêbertî de hate dest pêkirin di newroza 2013-2014’an de û vekişîna hêzên HPG ji Bakurê Kurdistan ,yan jî îxaneta hindirî ku ji destpêka dîrokê de xwestin bi riya wan gelê kurd her dem bixin xizmeta berjewendiyên xwe ,wekî ku 29 îsyan bi wê rêbazê hatin li binxistin dixwazin îro jî bi riya barzanî di rojavayê kurditanê de pêk bînin.

lê li hember van polîtîqayan gelê kurd her dem bi pêşengtiya Rêber APO û bi gelên der û dûra xwe roj bi roj dengê xwe yê ji bona azadiyê bilindtir dike, bi taybet jî jin , ji ber ku jin êdê xwedî rûleke dîrokî ye û ev hemle jî îsbatekî herî mezin a vê rastiyê ye ji berku ev tê wê watiya êdî ji esîr girtina ocalan a fîzîkî re bese , mirovekî di hizir û ramanên xwe azad be  pêwîst bi fîzîkî jî wiha bin,weke Rêber APO, eger ji îmralî azad  bibe wê guhertinên pir girîng ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ,ji bona hemû cîhanê bi xwe re bîne ,ji xwe tirsa turkî û hêzên pê re hevpar jî ewe.

Bê guman ji berku pirsgrêka jin ne tenê pirsgirêka jina kurde ,her wiha Çareserî jî ne tenê li ser milê jina kurd e ,yan jî mirov dikare bêje ne tenê bi jin ve girêdayîye , ev doz pêwîste bi rûla hemû civakê pêk bê , ji ber wê pêwîste îro kal û pîr tevî ciwan û zarokan ji bona xurtkirina qampanya ê rabin ,bi taybet jî em weke jin ,ji bona em zanista îro li dijî jin pêşdikeve vala derxin û bi hevre pênûsa ku rêbertî diyarî me kir rakin ,û dîroka xwe pê binivisînin û heta Rêber APO azad nebe emê her li qada bin, her wiha ji bona paşe rojeke bi rumet