Ji lênûsa Şehîd Sara – Sakîne Cansiz;
Weke ku tişta lê digeriyam min dîtibû. Hêj di wê kêliyê de hinek dîrok û ziravî hatibûn jibîrkirin. Lê danasînên weke „Kurdistan Mêtîngehe. Dê gelê Kurd bi hêza xwe ya cewherî ve girêdayî, bi rêxistin û rêbertiya xwe ya cewherî ve, têkoşîna rizgariya netewî bimeşîne, dê Kurdistana serbixwe, yekbûyî ya demokratîk, azad û aram were sazkirin‟ di serê min dubare dibûn. Dê lawên gelê Kurd ên eslî vê dozê bimeşînin. Ango; “lawên cewherî, hêza cewherî, rêxistina cewher.” Heta niha kesî gotinên bi vî rengî bikar ne anîbûn. Dibêje; “Tirk ne dijminê me ne. Gelê Tirk bira û dostê me ne. Dê têkoşîna me bi wan re hevbeş pêş bikeve, lê belê emê li gorî mercên xweseriya xwe birêxistin bin. Mînak mirov nikare nexweşek mîdê û nexweşek dil bi heman rêbazî tedawî bike. Ji bo wan rêbazên cuda hewce ne.” Di vê mijarê de hewl dida enternasyonalîzmê û welatparêziyê bide fêmkirin. Dîsa dema behsa Kurdistanê dikir, behsa lehengiya Leyla Qasim û Besê ya 38’an li Dêrsimê dikir. Diyar dikir ku, şoreşgerî ne tenê karê zilam e. Dê jin û zilam têkoşîna xwe ya mil bi mil ve, serkeftina rizgariya netewî were bidestxistin. Di berdewamiya axaftina xwe de digot, jin jî bindeste, nezan tê dîtin, di vê manê de herî zêde pêdiviya wê bi şoreşgeriyê heye. Ev jî bi taybet destnîşan dikir. Herî zêde jî li min dinêrî û vedigot. Ev mijar tev di şevekê de, weke di hênaseyekê de hatibûn gotin. Saet dirêj bibûn. Heta wî bi xwe got, “niha ev qas bes e!”, me hemûyan ji dil û can guhdar dikir. Hestên me ser û bin bûbûn. Me ji ber ne dizaniya em çima Kurd û Kurdistanî ne me ji xwe gelekî şerm kir. Ya rastî bi vî rêbazî zanîn û hînbûna me jî kêfxweşiyek cuda dida me.
Em Kurd bûn. Êdî hewce bû em ji bona welat û gelê xwe têbikoşiyan. Diviyabû me bi hemû gelên din ên bindest re hevbeş nexşeyek têkoşînê destnîşan bikira. Hestek pir xweşik bû. Di heman demê de em pir kêfxweş bûn. Me ji hev re got; “baş e ku em ne ketina bin bandora hinek din.” Lê belê hinek mijarê ku di serê me de ne zelal hebûn. Mînak ew bi navê kî di-axivî. Navê tevgera wan, an jî bîrdoziya wan çibû. Dê me xwe çawa bida nasîn? Jixwe gotibû; “dê şoreşgerên Kurdistanê vê dozê hembêz bikin.” Ma nav girîng bû? Piştî ku ew rabû çû, ev pirs hat bîra me. Lê ya herî girîng jî nirxandinên ku em bi hinek din re bikin, em bikaribin bêjin ku ev nêrînên me ne. Bi qasî me ew fêm dikir, me jî dubare dikir. Der barê nav de jî, me şîroveya “dibe ku ji bona ewlekarî ne hat gotin” kir. Dê me ev ji xwe re esas bigirta. Ji bona em bikaribin têkoşîna bîrdozî bi hêz bimeşînin, diviya em Marksîzm Lenînîzmê baş têbigihêjin û têkoşînên rizgariya netewî baş lêkolîn bikin. Ji ber şoreşgerî hînbûn, fêmkirin û zanîn bû. Êdî min li pol û kolanê çi tiştê nû hîn bûme, bi germahî nîqaş dikir…
Mîsoger her nîqaş û axaftinê bandor li hinekan dikir. Ji ber ev nêrîn rast bûn, bi rastî jî yên dixwestin şoreşgeriyê bikin, dê bi van nêrînan re rû bir û bihata. Ev ne miradek an jî xwestekek hestewarî bû. Me ji xwe jî dizaniya. Ji ber em jî ji van rastiyan bandor bûn. Bîrdozî nû dihat ragihandin û vegotin. Lê kesê ne bihîstî ne mabû. Dihat gotin, „Kurtparêz‟, „Netewparêz‟ derketine. Bes komên din kena xwe dikirin. Her kesî „Kurdparêz‟ mereq dikir. Dema nîqaşê destpê dikir, pirsa sereke navê rêxistinê bû. Tiştên dihatin vegotin ji mijarên tim komên çep digotin cudatir bûn. Şoreşgeriya me bi temamî li dijî şêwazê nav û dengbûna bi nav û rojnameyan, peywendiyên ji rêzê esas (kafa kol ilişkisi) digire, rastiyên giştî bi rêbazên dogmatîk û propagande diyar dike bû. Kesên parastina vê bîrdoziyê dikirin, ne ji rêzê bûn. „komek mirovên‟ ji her hêlê ve bandor dikir, mereq didan avakirin bûn. Nêzîkbûnên wan ên bi îdîa, ji xwe bawer, kamil, durist û axaftinên wan ên biryardar û mîsoger rave dikirin, dibûn navenda rakêşwerî. Lê min ti caran tehemulê tewanbariya „Netewperestî‟ nekir. Yên ku ji min re digotin netewperest, min jî digot; “hûn înkara netewî dikin, hûn heliyane, we xwe winda kiriye. Hûn ji Kurdîniya xwe şerim dikin” û parastina xwe dikir…
Her kes bi baldariyek mezin guhdar dike. Bulend‘ê ji Ciwanên Şoreşger bû bê navber li ser lênûsa pêşiya xwe têbinî dinivîsand. Pirtûk û kovarên kom kiribûn li hev dixist. Hinek rûpel xira dikir û dipêça. Xwe amade dikir. Hevalên me jî ji kêliya Rêbertî ketiye hundur ve, di nava kêfxweşî û çoşek watedar û bedew de ne. Îfadeya di rûyê wan de ye pir watedar e, çavên wan dibiriqî. Yên ne dizaniyan jî dema Rêbertî axivî pê dizane ku Rêbertî ye. Belê, li hember me Rêber APO hebû. Zindî di-axiviya. Li ser masê komek qaxidên spî hebûn. Qaxit vala bûn, lê yên ku ne dizaniyan wer dihizirîn ku Rêbertî li têbiniyên xwe dinêre. Di navberê de bi destê xwe wan qaxidan rast dike. Paçê li ser masê rast dike. Paşê serê xwe rakir û bi tiliya xwe berçavkê xwe bicih kir. Lêhûrbûnek kûr de bû. Pênaseyên wî zelal bûn. Rakêşwer û dihejandin. Ti şilûbûnek tine bû. Weke ku tiştek li hev hatiye pêşan û bûye girêk ji hev veke nêz dibû. Dil û mejî, hemû şaneyên te ser û jêr dibûn û tu rehet dibû. Ji her hênaseyek te re giyanek nû dida. Mirov ne dikariya di cihê xwe de raweste. Dilê te ne dikariya xwe di hundur de bigire. Mirov bi gurur dibû, baweriya te zêde dibû û mirov carek din digot, bijî ji min re ku ez nefereke Tevgerek wisa me. Mirov cuda didît. Axaftin, xoy, heta fîzîka wî jî ji mirov re cuda dixwûya. Hemû rêheval nirx û bedew bûn, bawerî didan. Rêbertî pir cuda bû! Dema mirov Rêberan nebîne jî gelek xisletan xeyal dike. Weke kombûna hemû bedewî û erêniyan dibîne û fêm dike. Lê belê, Rêbertî bi her tiştê xwe ve li hemberê me bû! Dadiket kûraniya dîrokê, dadiket kûraniya civakê, heta dadiket kûraniya kes û çînayetî. Hê li wir tiştek somut jî tine bû. Hêjî gelek mirov tevgera me nas nakin û fêm nakin. Lê di her dahûrînê û her nirxandin te jî digire nava xwe vedike, bal dikişîne, bawerî dide û girê dide. Di navberên civînê de ji hev re digotin; “evê di-axive APO ye, mîsoger ew e.” Carekê de her kes pê hesiya ku Rêbertî ye…
Mazlum Doxan, li wir bû. Min cara yekê ew ji nêz ve dît. Min qet ew li mala kolana Dax nedît. Dema me hev nas kir, derfetên axaftinê jî çêbû. Min hinek pirs kirin û dixwest bersiva wan bigrim. Min bi taybet der barê binyata nîv feodal a li Kurdistanê, revîzyonîzma nûjen û „ji Kurdistanê re azadî‟ pirs kirin. Heval Mazlum jî got: Diruşmaya „Ji kurdan re azadî‘ ne şaş e. Dikare were qêrîn. Lê xwedî xisletek teng û netewperest e. Tenê ji Kurdan re azadî têrê nake! Divê hemû gelên li Kurdistanê werin hembêzkirin!” Ev daxwuyanî nîqaş û nêrînên me yên ne zelal ên derbarê vê diruşmayê de ronî kir. Her wiha diruşmayên weke “ne Emerîka ne Rusya, emperyalîzma Rusya Sovyet!” Hişt ku em nêrînên komê yên der barê Sovyetê de hîn bibin. Hevalê Mazlum got, “em dikarin pergala Sovyetê weke revîzyonîzma Nûjen pênase bikin” û gelek mijarên ku li wir hatine jiyîn bi mînakan destnîşan kir. Piştî meşek wisa ev hêza bîrdozî, em hemû zînde kirin. Me heta şevê ev mijar di navbera xwe de berfirehtir nîqaş kirin…
Çavkanî; Jiyana Min Her Tim Şer Bû