Ayten Amed
Piştî têkoşîneke dûr û dirêj di encamê helwdanên Rêbertiyê de têkoşana me vediguheze qonaxeke nû. Divê qonaxa nû de ji her demê zêdetir pêwîstî bi baldarî û rast têgihîştin û fêmkirina pêvajoyê heye. Ger ev pêvajo rast neyê fêmkirin û helwestekî rast û di cîde neyê raberkirin negengaze ku em qala serkeftina vê pêvajoyê bikin. Di gel ku emê nikaribin qala serkeftina pêvajoyê bikin, ewqas jî emê derfeteke dîrokî ya çareserkirina pirsgirêka Kurd jî ji dest bidin. Îhtîmalekî pir mezine ku ev derfeta dîrokî yan careke din bi dest me nekeve, yanî jî piştî salên gelek dûr û dirêj bi dest bikeve. Lê ji bo vê jî dibe mirov gelek bedelên mezin jî bigre berçavan.
Di encamê têkoşîna tevgerê de derfetên ku niha hatine bidestxistin derfetên şoreşêne. Ev derfet di encama ked û xwîna bi sedan pakrewanên vê tevgerê hatiye afirandin. Di heman demê de bi ked û erka bi mîlyonan Kurd ev derfet derketine holê. Weke ku em nikarin van rastiyan ji nedîtive bên, rast fêmnekirin û helwestekî rast rabernekirina di derbarê vê pêvajoyê de jî tê wateya xwedî derneketina li ked û xwîna pakrewanên vê têkoşînê. Bi qasî ki ji nameyên Rêbertiyê tê fêmkirin û xala ku pêwîste herî zêde em bikaribin li ser rawestin; bêguman veguhestina têkoşîna tevgerêye. Ger rast analîzkirina vê veguhestinê ji aliyê me tevan ve bi awayeke zelal neyê şîrovekirin xeteriya ku em derfetên vê pêvajoyê ji dest bidin jî digre nava xwe. Bi taybetî mijara veguhestina têkoşîne ji her demê zêdetir ji me re hewcedar e. Weke ku Rêbertî jî dibêje; “Em pêvajoyê ranawestînin; berovajî em têkoşînê ber bi qonaxeke din ve vediguherînin.” Divê mijarê de dibe ku bê gotin di sala 99’an de bi guhertina stratejîk ve girêdayî têkoşîna me ji têkoşîna çekdarî ber bi têkoşîna siyasî ve hate veguhertin, lê ti encamên vê yên erênî nehatin bidestxistin. Ev têgeh heta radeyekê rast û di cî deye. Lê ji bo qonaxa borî û rastiyên ku weke tevger em di nav de derbas dibûn mirov dikare di cî de bibîne. Herçiqas ev têgeh di cihdebejî, lê şert û zirûfên wê demê û yên vê demê di hemû aliyan de ji hev cuda ne. Ger mirov van cudabûna bi awayeke eşkere analîz neke, şîrove û nirxandinên rast divê mijarê de neke, ne gengaze ku mirov li rastiyên vê pêvajoyê serwext bibe. Ji bo serwextiyê bi awayeke kurt be jî awirek li raboriya serdema guhertina srtatejiyê vedan, dê pir sûdmend be.
Beriya her tiştî pêvajoya agirbest û paşvekişandina 99’an ji aliyê tevger, kadroyên tevgerê, gel û dostên tevgerê ve nehatibû fêmkirin. Di gel vê, rewşa konjekturel ya herêm û cihanê jî derfetên pêşvebirin û xwe ragirtinê bi ti awayî dest nedida. Tevahî plansazî li ser esasê linavbirina tevgerê hatibûn kirin. Pisgirêkên derve û navxweyî, weke pêwîst fêmnekirina paşvekişandinê, ya herî giring jî rewşa esareta Rêbertiyê û hwd. tev astengbûn ji bo fêmkirin û li gorî fêmkirinê pratîzekirina biryara paşvekişandinê. Di nava rewşeke bi vî rengî de ji aliyê Rêbertiyê ve biryara paşvekişandinê hatibû girtin. Di gel biryara paşvekişandinê, guhertina stratejîk jî hatibû çêkirin. Bi wateyeke din, devji paradîgmeya kevn hatibû berdan û paradîgmeyeke nû hatibû despêkirin. Lê ev paradîgma û biryar ji aliyê me ve weke pêwîst nehatibû fêmkirin. Nexasimji ber fêmnekirinê bi awayeke rast nehate pratîzekirin jî.
Lê serdema ku niha hem wek tevger, kadroyên tevgerê, herêm û cîhan tê de derbas dibin gelekî ji pêvajoya derbasbûyî cuda ye. Beriya her tiştî paradîgmeya nû ya Rêbertiyê, ne tenê ji aliyê kadroyên tevgerê ve, ji aliyê tevahî hêzên cihanê ve bi taybet jî ji aliyê hêzên Rojhilata Navîn ve hatiye fêmkirin û wek rêya çareseriya tevahî pirsgirêkan tê pejirandin. Di gel vê rastiyê, tevahî hêzên dijber eşkere dizanin ku ger dixwazin di herêmê de serwer bibin û hêzên herêmê hesab ji wan re bikin take rêya ku heye; ev bi îtîrafkirina PKK’ê û Rêbertiya PKK’ê ve girêdayî ye. Hêzên ku hesab ji vê rastiyê nekin ne gengaze ku bikaribin di nava vê pêvajoyê de xwedî rist bin. Tevahî hêzên cîhanî bi vê zanistê tevdigerin û li gorî vê rastiyê nêzîkatiyên xwe raber dikin. Bêguman ev rastiyên ku mirov nikare ji nedîtî ve bê. Lê ji bo fêmkirin û cihbicih kirina erkên vê pêvajoyê ev têr dikin? Eşkereye ku dê têr nekin. Wek ku têr nakin ji bo rolgirtin, lîstin, di nava pêvajoyê de bûna xwedî mîsyon dê têr neke. Fêmkirin aliyeke vê meseleyê ye, lê di gel fêmkirinê pêkanîna erkên xwe yên demê jî aliyê herî esasî yê vê meseleyê ye. Rastfêmkirin dikare bibe bingehê rastpêkanînê, lê tenê bi fêmkirinê ve xwe sînordarkirin dê nikaribe ji pêdiviyên pêvajoyê re bibe bersiv. Di vê mijarê de xala herî girîng ev e ku; mirov bikaribe rol û mîsyonên qadan, xebatan û şêwazê têkoşînê rast diyar bike, li gorî wê tevbigere. Ger di vê mijarê de şîlobûnek hebe, ne zelalî bê hebe û pêvajoya ku ji aliyê Rêbertiyê ve hatiye despêkirin neyê fêmkirin eşkereye ku wê demekê bi me bide wendakirin. Lê rastiyên pêvajo û dîrokê qet û qet wendakirinê ji me re napejirîne. Ji bo em wenda nekin, li rastiyên pêvajoyê serwer bibin û têkoşîneke rast birêve bibin hewce dike em despêkê taybetmendiyên vê pêvajoyê fêm bikin û xala ku Rêbertî qala wê dike derxin zanebûnê. Rêbertî dibêje; “Ev, ne qonaxa devjêberdana têkoşînê ye, berovajî bilindkirina têkoşînê û ber bi pêvajoyeke din veguhestina têkoşînê ye. Îro pêvajoyeke nû despêdike. Ji pêvajoya têkoşîna çekdarî ber bi pêvajoya siyaseta demokratîk deriyên nû tên vekirin. Pêvajoyeke ku aliyê wê yên siyasî, aborî û civakî li pêşe destpê dibe. Têgeheke mafên demokratîk, azadî û wekheviyan esas digire pêş dikeve. Me bi dehan salên xwe ji bo vî gelî feda kir, berdêlên pir mezin dan. Helal be! Ev fedakarî û têkoşîn vala neçu. Kurdan xwebûna xwe, eslê xwe û nasnameya xwe bi dest xistin. PÎROZ BE! ”
Weke ku li jor Rêbertî jî destnîşan dike pêvajo ne pêvajoya devjêberdan, ango erkên xwe yên demê paşvedanê ye; berovajî pêvajoya bilindkirina têkoşîna siyasî, aborî, bîrdozî, demokratîk, azadî û wekheviyane. Heta roja me ya îro ev têkoşîn bi giranî ji aliyê leşkerî ve dihat meşandin û erkên herî sereke dikete ser milê hêzên me yên leşkerî. Hêzên me, ango xebatên me yên din weke rêbazê duyem dihat bidestgirtin. Bi wateyeke din pêşengtiya pêvajoyan ji aliyê qada leşkerî ve dihat kirin, qada siyasî, civakî û hwd. di asta alîgir debûn. Lê taybetmendiya vê pêvajoyê ya herî sereke pêşengtiya pêvajoyê û erkên sereke dikeve ser milê qada civakî. Di qada civakî de di her warî de bilindkirina têkoşînê, pêşvebirina mafên takekesî, neteweyî, lidarxistina çalakiyên demokratîk rêbaza herî rast e. Ragihandina agirbestê, encamdana hevdîtina bi Rêbertiyê re, di destûra bingehîn de çêkirina hinek guhertinan, nayê wateya bidestxistina mafên xwezayî yên netewa Kurd. Di pêvajoyên hevsengiyê de têgehên weke şer, aştî, guftûgo, muzakere û agirbestan gelekî tên rojevê. Lê pratîzekirina van têgehan bi rastî jî gelek zahmete. Di pêvajoyên bi vî rengî de alî dixwazin serkeftina xwe li beramberî hev ragihînin. Ragihandina vê serweriyê jî bi asta têkoşîna ku tê birêvebirin ve girêdayî ye. Kîjan hêz li beramberî yadin têkoşîneke rast, rewa û radîkal birêve bibe asta serkeftina xwe jî dikare bide diyarkirin. Bi taybet di pêvajoyên hevdîtinan de xala li pêş têkoşîna demokratîk e. Têkoşîna demokratîk ji aliyekê ve tê meşandin, pêşengtiya wê ji aliyê kê ve tê kirin? Bersivên rast ji van pirsan re dayîn, bêguman dê me berbi têkoşîneke rast ve jî bibe. Eşkereye ku ev têkoşîn weke berê ji aliyê qada leşkerî ve neyê kirin. Bi qasî ku ji dest tê di pêvajoyên hevdîtinan de pêşengtî û çalekiyên leşkerî weke rêbaz ser lênayê dayîn. Ger emê ser li rêbazê leşkerî nedin û têkoşînê jî ji însafa hêzên dijber re nehêlin, wê demê pêwîste ku rêbazeke me ya din hebe ku em pê têkoşîne bilind bikin û ber bi pêş ve bibin. Ev jî bilindkirina têkoşînê ye di qada civakî de.
Ger em bên ser xalên ku pêwîste di qada civakî de bên bidestgirtin û birêvebirin;di vê pêvajoyê de xala herî zêde pêwîste em li ser rawestin û bi girîngî bidest bigirin şêwazê birêvebirina têkoşînê ye. Ger em di vê pêvajoyê de asta têkoşîna xwe bilind nekin û pêşengtiya pêvajoyê nekin, tê wateya ku em erkên xwe ji Rêbertiyê re dihêlin, dev ji qada têkoşînê berdidin, asta serkeftinê ji hêzên dijber re dihêlin. Ev rastiyeke, ku qada te vala hişt, dê bi awayeke misoger ji aliyê hinekan ve bê dagirtin. Ji bo ku em vê qadê bidest hinekan ve bernedin, ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi baldarî şopandin û tevlîbûna vê pêvajoyê heye.
Beriya her tiştî wek qada civakî pêwîste ku ev pêvajo weke pêvajoya xwe birêxistinkirin, bilindkirina daxwaziyên xwe, bi nasnameya xwe ya netewetî di nava pêvajoyê de cihgirtin, derbaskirina lewaziyên xwe yên rêxistinî be. Despêkirina pêvajoya hevdîtinan nayê wateya bidawîbûna têkoşîna siyasî, aborî, çandî, huqûqî û hwd. di vê pêvajoyê de ji ber ku derfet hê zêdetirin di van xalên ku hatine rêzkirin de xwe gihandina asteke hîna bilind pir girînge.
Di qada siyasî de ji her demê zêdetir xwe birêxistin kirin, ji pêvajoyên dema pêş re amadekirin, bi qasî di herêmê de birêvebirina siyaseteke rast, ewqas jî di qada navnetewî û dewletî de jî birêvebirina siyaseteke xwecih û rast, dê bi me bide qezenckirin.
Di mijara aborî de; bê ku çavên te li destên hukûmetên deshilatdar be şopandina polîtikayeke aborî ya herêmî, avakirina pergaleke xweser û serbixwe ya ku dikare ji tevahî pêdiviyên herêmê re bibe bersiv avakirin û xistina meriyete, eşkereye ku wê girêdaniya di warê aborî de ya bi dewletê ve kêm bike. Di gel vê de, di mijara serbixwetiyê de jî dê derfeteke pir mezin pêşkêş bike. Eşkereye ku birêvebirina polîtîkayên serbixwe û xweser yên aborî jî dikeve ser milê qada civakî. Ger qada civakî vê pêvajoyê weke pêvajoya ragihandin û avakirina pergala aborî bidest negire dê nikaribe qala rast fêmkirin û bi destgirtina pêvajoyê bike.
Yek ji wan xalên sereke yên di vê pêvajoyê de jî pêwîste girîngî jê re bê raberkirin û li ser bê sekinandin bêguman têkoşîna huqûqî ye. Berovajî ku tê payîn meşandin, ango birêvbirina têkoşîna huqûqî ne karê huqûqnasan e; karê civakê ye. Nexasim erkeke herî sereke yê qada civakî ye. Bi taybetî dema ku em li vê pêvajoya ku em tê re derbas dibin û nîqaşên ku di derbarê guhertina destûra bingehîn li qada Tirkiyê tê kirin, bi çalekiyên demokratîk, bi zexteke girseyî bandor li ser guhertinên destûrê kirin jî yek ji erkên devjêneger ya vê qadê ye. Ger ev qad di mijara çalekiyên demokratîk de kêm bimîne, bi erkên xwe ve ranebe û bi şêwazê çalekiyên xwe bandor li ser qada siyasî neke, ne gengaze ku bikaribe mafên xwe yên xwezayî -lê mafên ku ji dest me hatine girtin- bikaribe bidest bixe û destê qada siyasî xurt bike ji bo berbi encam ve birina têkoşîna siyasî.
Kar û xebatên bîrdozî jî di vê demê de risteke pir girîng dibîne. Bi taybetî di mijara xwe kûrkirin û rast fêmkirina paradîgmeya nû, pêvajoya ku hatiye despêkirin û fêmkirina pêvajoyê, li gor fêmkirinê, tevgerandin, rast tevlîbûn çêkirin bi têkoşîna bîrdozî ve girêdayî ye. Ger paradîgma neyê fêmkirin, negengaze ku têkoşîna demokratîk, azad û wekhev jî bê birêvebirin. Ji bo birêvebirina têkoşîneke demokratîk û wekhev beriya hertiştî pêwîstiya me bi lezgînkirina kar û xebatên bîrdozî heye. Polîtîkayên ku xwe nesipêrin bîrdoziyê şansê wan ên serkeftinê jî pir kêm e. Divê pêvajoyê de di tevahî sazî û dezgeyên me yên qada civakî de giranî û girîngî dayîna xebatên bîrdoziyê, dê şansê serkeftina me ya di pêvajoyê de hê zêdetir bike.
Yek ji xalên herî sereke yê vê pêvajoyê jî weke tê zanîn di warê çandî û ziman de amadekariyên xwe kirin û avakirina pergala perwerdeya alternatîf ji pergalên desthilatdar re ye. Ger di vê pêvajoyê de têkoşîna bidestxistina mafê zimanê dayîk û perwerdeya bi zimanê dayîkê di rêza pêşî de neyê bi cihkirin û tevahî kar û xebat di vê astê de neyê bidest girtin em ê nikaribin qala serkeftina qada civakî ya vê pêvajoyê bikin. Asta xwe amadekirina civakê ji pêvajoyê re bi asta pêşxistina pergala xweser ya perwerdeyê ve bidestgirtin dê nexelet be. Ger têkoşînek were meşandin û xala vê têkoşînê ya perwerdeyê û çandî ne li pêş be, di navenda tevahî çalekiyên demokratîk de ev xal neyê bi cihkirin, negengaze ku ew têkoşîn bigihîje armanca xwe ya sereke. Ji bo vê ye ku divê pêvajoyê de pêwîste ku daxwaziyên me yên di derbarê perwerde û çandî de ji her demê zêdetir li pêş bin. Di heman demê de di nava tevahî çalekiyên xwe de daxwaziyên xwe yên di derbarê fermîkirina zimanê dayîkê bi lêv bikin. Tenê bi lêvkirinê jî sînordar nemînin, di asta herî jor de têkoşîna bidestxistina vî mafî birêvebibin. Berovajî vê dê têkoşîna ku em qala wê dikin yek-alî bimîne.
Ji bo bi awayekesaxlem ev pêvajo were meşandin û tevahî daxwazên ku em dikin bicih bên, yek ji van xalan jî ev e ku; bi qada civakî ve xwedî derketina biryara Rêbertiyê ya vegera gundan e. Bi wateyeke din vegera cih û warê bav û kalan e. Ger mijara vegerê ji aliyê qada civakî ve weke pêwîst nekeve rojevê û li ser neyê sekinandin, eşkereye ku ev pêvajo dê pêş nekeve û hêviyên serkeftina pêvajoyê jî dê nîvco bimîne. Bi armanca vegera gundan bi qasî ku pêwîste çalekiyên demokratîk bên lidarxistin, bi rêya van çalekiyan ve bûyera vegerê bê rojevkirin, ewqasî jî pêwîste gelê me yê ku ji cihê xwe bi darê zorê hatiye derxistin di mijara vegerê de xwedî helwest be û di vê mijarê de li gorî regezên navnetewî têkoşîneke huqûqî jî birêve bibe. Berovajî bi awayekî bêdeng vegera gundan, tê wateya dev ji mafê xwe berdan û nîvcohiştina têkoşîna demokratîk û di heman demê de xwedî derneketina li biryara Rêbertiyê.
Di van mijarên ku hatine destnîşankirin de eşkereye ku rist û rola herî sereke dikeve sel milê qada civakî. Ji ber ku rêbazê serkeftina têkoşîna vê demê rengê xwe guhertiye û em naçarin li gor karakterê vê pêvajoyê xwedî sekn bin. Ger ev erkên ku qala wan tê kirin ji aliyê qada civakî ve neyê pêkanîn, negengaze ku pêvajoya înşakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk pêk were. Bi qasî tevahî hêzên me pêwîste bi baldarî û hestyariya vê pêvajoyê tevbigerin, ji hemû hêzan zêdetir ev baldarî û hişyarî dikeve ser milê qada civakî. Ya ku dewleta Tirk naçarî çareseriyê bike, destê Rêbertiyê xurt bike, pêşengtiya pêvajoyê bike, serkeftina pêvajoyê misoger bike asta xwe birêxistinkirin, tevlîbûn û bandorgeriya qada civakî ye. Ya ku dewlet, hemû aliyan, tevahî beşên civakê ji vê pêvajoyê re amade bike û ji pêvajoya çareseriyê re amade bike asta xwedîderketina qada civakî li biryarê Rêbertiyê ye û xwe gihandina rastiya têkoşîneke radîkal divê mijarê de ye. Berovajî vê tevgerandin, weke demên borî erkên xwe ji demê re hiştin, bêrêxistin tevgerandin dê derfeteke dîrokî ya çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayeke demokratîk ji dest bide. Pêşengtiya vê pêvajoyê tenê ji komîsyona lêpirsînê heqîqetan û aqilmendan re hiştin eşkereye ku dê têr neke, ji pêdiviyên demê û lezgîniya demê re nabe bersiv.