Hemleya çareseriya Demokratîk ya ku Rêber APO di îmraliyê de daye destpêkirin, tevgera azadiy Kurd li gorî vê yekê tevdigere û pevçûn daye rawestandin, hêza gêrîla kişandiye derveyî sînor, hukûmeta AKPê gaveke cidî neavêtiye, ev yek jî pêşeroja pêvajoyê nediyar dike. Bê guman, Rêber APO û tevgera azadiyê di çareseriya siyaseta demokratîk de bi israr in. Ji ber ku nirx didin vê çareseriyê hîn jî di nava nêzîkatiyeke xweşbîn û bi sebir de ne.
Lê helwesta hukûmeta AKPê li gor vê pêvajoyê nîne. Li gor karekterê pêşketina dualî ya pêvajoyê tev nagere. Ji ber vê sedemê jî hêvî û bendewariyên civaka Kurd û hêzên demokratîk a ku dê AKP rast bersiv bide vê pêvajoyê kêmdibe. Jixwe gotina Rêber APO a \Pêvajo pêş dikeve, lê ger heya 1ê Îlûnê gavên cidî neyên avêtin, ger ku îradeyek dernekeve holê, ez ê xwe ji vê pêvajoyê vekişînim.\ nîşan dide ku ev têgihiştin bê bingeh û ji ber xwe ve nîne.
Ji hêla hukûmeta AKPê ve çareseriya pirsgirêka Kurd yekane rê ye, di vê rastê de gavneavêtin bê îradebûneke siyasî ye. Di esas de ev eşkere dike ku AKP di mijarên siyasî yên bingehîn de wêrekî û îradeya wê ya afirandina polîtîka tune ye. AKPê li gel ku di mijarên aborîــcivakî de îradeya biryargirtinê bi her awayî pêşdixîne, lê dema ku mijar dibe pirsgirêka Kurd û demokratîkbuyîna bingehîn a Tirkiyê, mîna werdeka şaşmayî lê tê. Bi şûna gavavêtinê, wer xwe dide xuyakirin ku dê gav bavêje û bi vî awayî helwesteke xapandinê raber dike. Ger ku AKP di çareserkirina pirsgirêka Kurd de îradeyeke daneyne holê, heta demeke din li ser piyan bimîne jî dê bikeve nav lîsteya partiyên ku hatine bikaranîn û piştre jî hatine avêtin bibe. Ji ber ên ku polîtîkayên wan ên çareseriyê nebin, polîtîkaya tasfiyekirinê dimeşînin, vê jî dema bi ser naxînin dîroka wan a bikaranînê bi dawî dibe.
Rêber APO û tevgera azadiya gelê Kurd tiştên ku gereke bikin heya ji destên wan hatiye pêkanîne. Îradeya rawestandina pevçûn û ya xwe paşvekişînê diyarkirine. Li hemberî vê rewşê pêwîste ku hukumeta AKPê gavan bavêje. Dê tu gav neyê avêtin, îradeya çareseriya siyasî dê neyê nîşandan, lê dê qala pêvajoyê bêkirin! Ev ne mumkin e. Ger ku behsa pêvajoyekê were kirin, ev encax bi tevlîbûna her du aliyan dibe. Tenê dê li ser pêvajoyê gotin were hedirkirin, lê di holê de tu gavên ku pêvajoyê watedar bike û pêşbixe nebe! Niha tişta ku AKP jî dike ev e. Rêber APO dîroka 1ê Îlûnê da destnîşankirin. AKP encax heya vê demê dikare bi gotinan mijûl bike, lê piştî vê dê maskeyên AKPê bikevin û dê rastiya wê pir eşkere derkeve holê. Ji wê rojê pê ve dê tu gotineke AKPê neyê cidîgirtin. Bila hukûmeta AKPê baş bizanibe ku, bi herkesekî tê leyîstin, bi Rêber APO nayê leyîstin. Rêber APO cidî ye, bi sabr e, bi rêbaz e, lê nêzîkatiyên seranser, erzan û ne cidî ji xwe re qebûl nake. Ev rêber ne dixapîne, ne jî tê xapandin. Bila AKP hemû hesabên xwe li gor vê bike.
AKPyî li her derê didin diyarkirin ku ger ev pêvajo xira bibe, dê gel wan ceza bike, xirakirina vê pêvajoyê tê wetaya xiyanet li gel û Tirkiyê. Bi taybet li Kurdistanê vê gotinê li her derê bi kar tînin. Ev gotineke rast e, lê li ser yê ku dibêje dimîne. Li gorî dewletê û AKP ê ger ku di Turkiyê de bê dengiyeke hatiye avakirin, û her tişt di nava gul û gulîstaniyê de tê bi rêvebirin ev tê wê wetaya ku her tiştek di riya xwe de tê meşan din. Gerîla çekên xwe bê deng kiriye, bê dengî daye ava kirin, ji vê hîn baştir ma çi heye? Kurd û hêzên demokratîk bi vê bê dengiyê werin xapandin. Ev feraseta despota ya aramiyê ye. Ger ku kes wan ne rahet neke û li hemberî wan tev negere li wir aramî û aşîtî heye. Li gorî AKPyan ev bê dengiya niha başe, bila kes xira neke. Ji bilî vê ma wê çi bê xwestin? Bila yê AKP ê û her kes jî baş bizanibe, ev bê dengiya pevçunan ya ku Rêber APO û tevgera azadiya Kurd dane ava kirin jibo ku di pirsgirêka gelê Kurd de çareserî were avakirin dan destpêkirin. Jibo ku AKPê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de gav bavêje ev pevçun hat rawestandin. Ev ne bê dengiyeke di wateyeke koletî û sitû xwariyê deye.
Gava ku rêber APO avêtiye, ewê gelê Kurd heya dawiyê destek bike. Lê belê sînorê vê jî heye. Bila tu kes li qisurê meyze neke! Di demeke maqul de ger ku gav neyê avêtin tu kes xwe di însafa AKPê ya ku ne di hişmendiya demokratîk deye nahêle. Hukûmeta AKPê dema ku dibêje siyaseta demokratîk, qala siyaseteke ku ji Kurdan re tu mafî nas nake dike. Ewê hebuna gelê Kurd, nasnameya wê, azadiya wê, xwe bi rêvebirina wê bi xwe nasneke, ewê bi zimanê dayikê perwerde nebe, lê wê qala siyaseta demokratîk bike! Ha eve demagojîtî. Siyaseta ku dibêje ez qebul nakim gelê Kurd xwebixwe bi rêve bive, tê wê wetaya ku demokrasiyê ji destpêkê de red dike.
Di pirsgirêka gelê Kurd de her tişt hatiye axaftin. Gelê Kurd çi dixwazin diyare. Ewê Tirkiyê jî çawa demokrat bive diyare. Niha jî demdema avêtina van gavana ye. Em rêbazê vê jî ji Tirkiyê û AKPê re pêşneyarî dikin. Di cihên dinde û jibo gelên din nêzîkatiyeke siyasî û riyê çareseriyê çawa ku pêşneyariya dikin, bila jibo pirsgirêka gelê Kurd jî heman tiştî bikin. Ger ku weha were kirin ewê bê dîtin ku çawa her tişt têkeve riyê bê ku ber bi demogojîtiyê bişemite were çareser kirin.