Nasnav: Lorîn Rûstem
Nav û Paşnav: Jiyan Çelik
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 20.3.1995/Colemêrg
Navê Dayikê: Rahîme
Navê Bav: Arîf
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 22.10.2010/Colemêrg
Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’ê Tebaxa 2012’an li Şemzînan
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Lorîn Rûstem;
Hevala Lorîn di sala 2010’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Destpêkê navê xwe kiribû Nûdem, piştre diguhere û dike Lorîn. Demekê li qada Xakûrkê dimîne. Piştî perwerdeya teknîkê ya branşê li Xakûrkê dîtibû, derbasî qada Şemzînan’ê bûbû.
Heval Lorîn hem hevalekî pir ciwan bû û hem jî pir zû şehîd ketîbû. Em herdu endamên heman yekîneyê bûn. Ez û heval Lorîn pir bi hevre girêdayî bûn. Min û heval Lorîn pir tişt parve dikir, di xwe perwerde kirin û pêşxistina hevdû de me kedekî mezin dida. Heval Lorîn gelek bi enerjî û coş bû. Bi wan taybetmendiyên xwere xwe li her hevalekî dabû heskirin.
Heval Lorîn li hember rêhevalên xwe heya dawî jidil bû, bi moral û coş nêzî her hevalekê gel xwe dibû. Bê ferq û cudahî moral û coşa xwe belavî her rêhevalekî xwe kirîbû. Ji her rêhevalekî xwe tiştên digirt hebû û tiştên heval Lorîn jî ji her rêhevalekî xwe re bide gelek bûn. Li ser vê esasê jî heval Lorîn her di nav peywendî û danûstandinên rêhevaltiya pîroz de bû.
Heval Lorîn hevalekî gelek xwezayî bû. Hevalekî ku xwediyê ruhê zarokatiyê bû û xwedî cewherek bedew û gelekî dilpaq bû. Her daîm xwediyê moralekî gelek bilind bû û bi rûkeniya xwe dihat nasîn.
Tim behs dikir ku dixwaze biçe çiyayên Zagros’an bibîne û li wir jî bimîne. Wê çûyîna qada Zagrosê û şer kirin weke hedef danîbû li pêşiya xwe. Li ser bingeha vê armanca xwe pêkbîne xwe pêşdixist û lêhûrbûnên xwe li ser şer û tekoşîna azadiyê her diçû kûrtir dikir. Bi eşq û heskirinekî mezin bi rêhevalên xwe ve girêdayî bû, ji wan çiyayan, ji her bostekî axa welatê xwe gelekî heskirîbû.
Hevala Lorîn gelek çalak û jîr bû heman demî. Gelek bi coş û bihêz tevlî jiyanê dibû. Wê xwe bi coşekî mezin tevlî karên perwerde, pratîk û jiyanê jî dikir. Ti demî xwe nedida paş, tam berovajî her tim xwe pêşniyar dikir û bi awayek çalak têde cihê xwe digirt. Yêkser bi vê coş û kelecana heval Lorîn re dihat dîtin ku çiqasî dixwaze xwe pêşbixîne û di nav tekoşînê de rolê xwe bileyîze. Hevala Lorîn dizanîbû ku rêya pêşketin, kurbûyîn û pêşengtî kirinê ji pratîka serkeftî derbas dibe. Li ser wê esasê jî cihek ku pir dixwest biçe, lê şer bike û bi giştî di her warî de pratîk bike qada Zagrosê bû.
Heval Lorîn bi tevlîbûna xwe di nav jiyanê û giştî pratîka jiyana gerîlatiya xwe de hertim bêtirs, çalak û bi biryardariyek mezin ser kar de çûyînê ji xwere esas digirt. Ti demî hesabên biçûk nedikir, teredût nedikir, diket nav kar û xebatan de û bi coş û moralekî gelekî bilind xwe tevlî dikir. Hevala Lorîn bi xwe jî dema bi kelecan û rûkenî digot; “bila bes Lorîn fêr bibe” vê biryardarî û xwesteka xwe ya armanc û xeyalên xwe pêk bîne eşkere dianî ser ziman.
Lê mixabin hevala Lorîn zû şehîd ket. Heval Lorîn heya kêliya dawiyê bi biryardarî û qehremanî şer kir û gihêşte karvana şehîdan. Coş, kelecan û moralê hevala Lorîn bi xeyalên wê yên nîvçe mayî re li pêşiya me erk, mîsyonê û peywirê pîroz disekine. Bêgûman weke rêhevalên wê yên tekoşînê em xwedî biryarin vê mîsyon û peşwîrê bi serkeftî pêkbînin û soza ku her daîm bîranîna wê jiyan bikin û zindî bigrin didin.
Hevreya Wê Ya Têkoşînê