• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Daxwaza Wê Ya Fêrbûnê Pir Bilind Bû

July 16, 2024
in Şehîdên Azadiyê
A A
Daxwaza Wê Ya Fêrbûnê Pir Bilind Bû
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Nasnav: Lorîn Rûstem
Nav û Paşnav: Jiyan Çelik
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 20.3.1995/Colemêrg
Navê Dayikê: Rahîme
Navê Bav: Arîf
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 22.10.2010/Colemêrg
Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’ê Tebaxa 2012’an li Şemzînan

Ji Bo Bîranîna Rêhevala Lorîn Rûstem;

Hevala Lorîn di sala 2010’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Destpêkê navê xwe kiribû Nûdem, piştre diguhere û dike Lorîn. Demekê li qada Xakûrkê dimîne. Piştî perwerdeya teknîkê ya branşê li Xakûrkê dîtibû, derbasî qada Şemzînan’ê bûbû.

Heval Lorîn hem hevalekî pir ciwan bû û hem jî pir zû şehîd ketîbû. Em herdu endamên heman yekîneyê bûn. Ez û heval Lorîn pir bi hevre girêdayî bûn. Min û heval Lorîn pir tişt parve dikir, di xwe perwerde kirin û pêşxistina hevdû de me kedekî mezin dida. Heval Lorîn gelek bi enerjî û coş bû. Bi wan taybetmendiyên xwere xwe li her hevalekî dabû heskirin.

Heval Lorîn li hember rêhevalên xwe heya dawî jidil bû, bi moral û coş nêzî her hevalekê gel xwe dibû. Bê ferq û cudahî moral û coşa xwe belavî her rêhevalekî xwe kirîbû. Ji her rêhevalekî xwe tiştên digirt hebû û tiştên heval Lorîn jî ji her rêhevalekî xwe re bide gelek bûn. Li ser vê esasê jî heval Lorîn her di nav peywendî û danûstandinên rêhevaltiya pîroz de bû.

Heval Lorîn hevalekî gelek xwezayî bû. Hevalekî ku xwediyê ruhê zarokatiyê bû û xwedî cewherek bedew û gelekî dilpaq bû. Her daîm xwediyê moralekî gelek bilind bû û bi rûkeniya xwe dihat nasîn.

Tim behs dikir ku dixwaze biçe çiyayên Zagros’an bibîne û li wir jî bimîne. Wê çûyîna qada Zagrosê û şer kirin weke hedef danîbû li pêşiya xwe. Li ser bingeha vê armanca xwe pêkbîne xwe pêşdixist û lêhûrbûnên xwe li ser şer û tekoşîna azadiyê her diçû kûrtir dikir. Bi eşq û heskirinekî mezin bi rêhevalên xwe ve girêdayî bû, ji wan çiyayan, ji her bostekî axa welatê xwe gelekî heskirîbû.

Hevala Lorîn gelek çalak û jîr bû heman demî. Gelek bi coş û bihêz tevlî jiyanê dibû. Wê xwe bi coşekî mezin tevlî karên perwerde, pratîk û jiyanê jî dikir. Ti demî xwe nedida paş, tam berovajî her tim xwe pêşniyar dikir û bi awayek çalak têde cihê xwe digirt. Yêkser bi vê coş û kelecana heval Lorîn re dihat dîtin ku çiqasî dixwaze xwe pêşbixîne û di nav tekoşînê de rolê xwe bileyîze. Hevala Lorîn dizanîbû ku rêya pêşketin, kurbûyîn û pêşengtî kirinê ji pratîka serkeftî derbas dibe. Li ser wê esasê jî cihek ku pir dixwest biçe, lê şer bike û bi giştî di her warî de pratîk bike qada Zagrosê bû.

Heval Lorîn bi tevlîbûna xwe di nav jiyanê û giştî pratîka jiyana gerîlatiya xwe de hertim  bêtirs, çalak û bi biryardariyek mezin ser kar de çûyînê ji xwere esas digirt. Ti demî hesabên biçûk nedikir, teredût nedikir, diket nav kar û xebatan de û bi coş û moralekî gelekî bilind xwe tevlî dikir. Hevala Lorîn bi xwe jî dema bi kelecan û rûkenî digot; “bila bes Lorîn fêr bibe” vê biryardarî û xwesteka xwe ya armanc û xeyalên xwe pêk bîne eşkere dianî ser ziman.

Lê mixabin hevala Lorîn zû şehîd ket. Heval Lorîn heya kêliya dawiyê bi biryardarî û qehremanî şer kir û gihêşte karvana şehîdan. Coş, kelecan û moralê hevala Lorîn bi xeyalên wê yên nîvçe mayî re li pêşiya me erk, mîsyonê û peywirê pîroz disekine. Bêgûman weke rêhevalên wê yên tekoşînê em xwedî biryarin vê mîsyon û peşwîrê bi serkeftî pêkbînin û soza ku her daîm bîranîna wê jiyan bikin û zindî bigrin didin.

Hevreya Wê Ya Têkoşînê

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk