Tekoşin Ozan
Ozan weha got: ez di serî de berxwedana ku niha li Rojavayê tê meşandin silav dikim. Birastî di Rojava de berxwedaneke pir mezin û bi rumet tê meşandin, ji xwe pêşveçuyinên ku di Rojhilata navîn de tên jiyan kirin him alîyê wê yê siyasî, hem aliyê leşkerî di roja me ya îro de di Rojavade tê jiyan kirin. Berxwedayîna ku niha li Rojava tê jiyan kirin di hêla mirovatîya rojhilata navîn de, di hêla gel û azadî û aşîtî xwaz de, berxwedaniyek bi rumete û berxwedaniya netewa kurdistanê ye.
Astengîyên ku gelê me yê Rojava pêre ru bi ru dimîne û pirsgirêkên tên jiyan kirin heman demê jibo her çar parçeyan jî wê bibe astengî û ev berxwedaniya her çar pareçê kurdistanêye jî û azadîya Rojava , wê bibe azadîya netewa kurdistanê. Li ser vê bingihê ez careke din berxwedaniya wan silav dikim û Şehîdên wan wek ronahiya tekoşîna me dibinim, li ber bîranina wan bejina xwe ditewînim. Tendurustîya Rêbertî divê dema dawî de ket rojevê, ev pirsgirêk ne nuye ji hinga ku pergala Îmralî hatiye avakirin heya niha ev pirsgirêk didome û di rojeva me de ye. Jiber ku Rêber APO di cihekî tengde tê ragirtin, ew der him nemahî û bêhewayî heye, lê tiştên ku agahîya me jî jê tuneye jî heye. Ev yek dibe sedema ku her roj tendurustîya Rêber APO ne baş bibe û ji xwe ew pergala Îmralî bandoreke ne baş li ser giyana Rêbertî dide çîkirin. Ji xwe heya neha Rêbertî tenurustîya xwe bi aweyekî dijwar nexistiye rojevê, lê belê em hemu jî dizanin ku rewşa Rêbertî ya tendurustî ne başe, lê tendurustiya Rêbertî him aliyê xwe yê exlaqî û insanî de mijarekî girînge lê di hêla siyasî de jibo çareserkirina pirsgirêka kurd jî mifta azadîyê û aşîtiyê di destê wî deye. Hebun û tendurustiya Rêbertî wê jibo têkiliya gela jî bibe mijareke giring, her kes dizanebuna vê yekê de ye. Kengî tendurustiya Rêbertî ketiye rojevê, di heman demê de ev xeterî li hemberî gelan û gelê kurd tê famkirin ku ev rewş wisa bi dome wê rewşên cuda bi xwere derxîne holê . Jiber heya niha Rêbertî weke şexsî li hemberî rewşa heyî ne xistiye rojevê, lê ev 14 salin ku Rêbertî di nav wan şert û mercan de jiyan dike û gelek caran ev pirsgirêk kete rojevê. Mesele çav û çermê Rêbertî diweşe û nikare nefes bigire û werminadina di serê wî de çêdibe di van hêlan de tendurustiya Rêbertî di xeteriyê de ye. Ji ber vê yekê careke din ev mijar kete rojevê û ji xwe carekê berê niha hatibu jehrdayinê, û ev yek hatibu zelal kirin ku rewşa Rêbertî bi rengekî cidî di xeteriyê de ye. Wana xwestin ku Rêbertî hêdî hêdî ji holê rakin. Dema ku ev pîlana wan derkete holê û eşkere bu, her weha di rojeva netewî û navnetewî de cih girt, reflêksên cidî derketin pêş, ji lewma gav şunde avêtin û dema ku işkenceyên fîzîkî li hemberî Rêbertî hat meşandin, ew ketin rojevê. Min di serî de dabu diyar kirin ku ji xwe ev pirsgirêk heye û ne hatiye çareserkirin, lê divê dema dawî de careke din ev pirsgirêk ket rojevê ku her diçe rewşa Rêbertî ji aliyê tendurustî yê ve giranbuye. Ev dide diyar kirin ku nêzîkatiya dewletê ji Rêbertî û ji pirsgirêka kurd re çiqas ne duruste, ev yek dide îfadekirin û zelalbunek dide nişandan. Em baş dizanin ger ku hukûmeta AKP’ê, di mesela çareserkirina pirsgirêka kurd de durust be, divê berî her tiştî li hemberî tendurustî û rewşa Rêbertî de nêzikatiyên durust bide raber kirin. Li milekî dibêje ezê pirsgirêka kurd çareser bikim, lê heya niha Rêbertîya me di nava yek hucrê de tê ragirtin û cihekî wisaye insan nikare di hundur de çend gava bavêje û her dem pirsgirêkawî ya tendurustî didome, ev yek gumanê me zêdetir dike û dibêje ezê gavê erênî bavêjim, lê gelo bi vê şêwazê ma mimkune!. Bi rastî ger ku AKP’ê di vî alî de durust be pêwîste ji heyeta bijîjkan re destur were dayin ku biçin Îmraliyê. Em heya niha pirsgirêk û sedemê tendurustiya Rêbertî çine nizanin, çi cara ku rewşa Rêbertî ketiye rojevê hukûmeta AKP’ê berdevkê xwe derxistiye pêş û gotine me bijîjkên xwe şandine û bijîjkan gotiye na tişetek bi vî awayî tuneye, lê her ku dem derbas buye ev belirtiyana derdikevin û rewşa wî girantir dibe. Di dema herî dawî de birayê Rêbertî Mehmed Ocelan dabu diyar kirin ku ew cara yekeme ku ew Rêbertî ewqas bê hal dibîne û nikare çavê xwe veke û di aliyê fîzîkî de zehmetî dikîşne û got ez cara yekê wî di vê rewşê de dibînimm, demekî rewşa wî girane. Madem ku tiştek weha heye, çima nahêlin ku heyetek bijîjkan ya serbixwe biçin Îmralî. Bi rastî rewşa Rêbertî başe an na em veya nizanin. Ger başbe bila destur jibo heyetek ya bijîjkan were dayin û vê yekê zelal bikin, ev him mafê Rêbertiyê ye û him ya gelan bi giştiye. Jibo ku pêvejoyeke baş û serkeftî derbas bibe mijareke giringe ku em hemu jî dizanin ku AKP’ê çiqas ne duruste derketiye holê. Heya ji aliyê tendurustîya Rêbertî de zelalbunek dernekev, ev berxwedanî na raweste. Ger ku aliyê tendurustî, azadî û ewlekariyê de baş nebe ewê ev tekoşîn berdewam bike û ev yek giringe û di heman demê de ev mafekî rawaye jibo azadîya Rêbertî. Wê her dem AKP’ê weke mijarekî nayê bawer kirin wê ru bi ru bimine. Jiber ku durustbun û nêzîkatiya wan ya ji Rêbertî re pêwîste were zelal kirin jiber tendurustiya Rêbertî jibo me xalekî herî girînge. Em wek Jin vê yekê giring dibînin jiber her dem nêzîkatîya Rêbertî ji Jinan re li ser esasê azadî kirina Jinê pêşket, him di aliyê îdolojîk de û piratikde, hem di nêzîkatî û Hevaltî de ji aliyê Rêbertî ve kedek pir mezin hat dayin. Em weke Jin jî, têkiliya li ser esasê azadîyê hatiye avakirin heya azadiya Rêbertî misoger nebe em dev ji vê tekoşînê bernadin. Jibo azadî û tendurustiya û ewlekariya Rêbertî, çi tekoşîn û berxwedanî jibo pêşxistina xebat pêwîst bike emê bikin. Em weke Jin van erkan weke xaleke sereke bi dest digrin, û emê vê meselê ne tenê weke meselyekî siyasî, her weha weke meseleyekî exlaqî û insanî û Hevaltîya di nav bera me û Rêbertî de hetiye avakirin û azadî parastin hatiye pêşxistin. heya em tendurustiya Rêbertî bi ewle nekin em dev ji tekoşîna xwe bernadin .Jiber tendurustiya Rêbertî jibo me xeta sore.