Dara PKK’ê Bû Daristana Azadiya Gelan

0Shares

Ji Pênûsa Gêrîla

Di cîhanê de rojên germ ên ciwanan dihate jiyîn. Ciwantî qadeke awarte bû. Serdestên cîhanê nediwêrîn, ji ber vê qadê bi rehetî tevbigerin. Di demekê ku serdestî, yekdestî û desthilatdarî ji serdemeke veguherînê berbas dibû, li hemberî pergala xwe ya eşkerebûyî, dengê gelan a ku bi pêşengtiya ciwanan bilind dibû, neçarbû xwe biguherînin. Di salên navbera 1970 û 80’an de wiha bû, lê pêşveçûn li gorî vê divêtiyê çênebûn.

 

Li Kurdistanê jî, cihê ku ji gelê Kurd re çînayetî bi rengekî herî tazî lê dixuya metrepol bûn. Metrepola herî li pêş ku ji her dera Kurdistanê gelê me lê kom dibû, Dîlok bû. Dîlok, bajarê hevnar. Bajarê li ser rê, deriyê di navbera Kurdistan û Tirkiyê, Rojava û Rojhilat. Çîrok, wêje, stran, huner, aborî, mal û milkê herdu aliyan, li vî bajarî kom dibûn û belav dibûn.

 

Tenê bi veguhestinê ve ranedibû, her wiha bi xunaftinê re jî mijûl dibû. Bi kelha xwe ya nîvê bajêr, bi sûka xwe ya binerd, bi tax û kolanên xwe ya di nava hev de, bi reng û dengên cuda ve, ji mêj ve bibû bajarê biratiya gelên Kurd, Tirkmen, Çerkez, Ereb, Efxan û hwd. rengê Dîlokê ji ber vê, zindî û balkêş bû. Bi spîndarên xwe ve, te digot qey dixwest biratiya gelan ji ba û bahozan biparêze. Lewre Dîlok cihê ciwanên serhildanê bû.

 

Rêheval Heqî Karer, xortekî Tirk, xwendevan, feqîr, xwedî dileke wek a Dîlokê, dileke rojhilatî bû. Li ber dil û mêjiyê wî gotin xwedî buha û wateyeke mezin bûn. Ewqas mezin bû, diviya li berdêla wê can bihata dayîn. Bi nîqaşên demkurt lê bi dilsoziyeke mezin a li gel Rêber APO, berê xwe dabû Dîlokê. Bi wî dilê xwe yê ciwan fêmkiribû ku rizgarî û azadiya gelan, li ser van axan, tenê bi biratiya gelan, bi têkoşîneke hevbeş û demokratîk a gelan dê pêk were. Bê dudilî dest bi kar û xebatên xwe kir.

 

Xiyaneta ku fêrî koledarî û bêvîniyê bûye, bi wateya hatina rêheval Heqî ya li Dîlokê hesiya û bi lez û bez komploya xwe da rê. Rêhevalê Heqî Karer beriya vê bi 35 salan, di 18’ê Gulana 1977’an de ji aliyê endamên rêxistina Stêrka Sor ve hate şehîdkirin. Lê belê rêhevalê Heqî kî bû, mirovekî çawa bû? xwedî exlaq, ziman û çalekiyeke çawa bû, xeyal û daxwaziyên wî dê piştre hîna başir bihatana fêmkirin.

 

PKK’ê ku gelê Kurd ji tinebûnê anî asta ku bixwe çareseriya xwe ava bike û ji bo azadiya gelan bibe pêşengeke cihanî, li hemberî şehîdkirina hevalê Heqî, ji aliyê Rêber APO ve wek bersiv hate damezirandin. Hebûna wî çawa havêna PKK’ê kiriye biratî û azadiya gelan, şehadeta wî û piştî wî jî bûye pêkhatin û strandina vê havênê. Destpêk pir girîng in. Paşeroj ta bi ta di hundirê xwe di dihonin. Stêrkên Rijhilata Navîn ku bi xwîna gelan hatibûne sorkirin, bi xwîna rêheval Heqî û şopdarên wî, êdî dibiriqin, şevên gelên herêmê, ronî dikin. Êdî ti kes wê di şevên Rojhilata Navîn de wenda nebe; ji ber dilnizîm, rastî, giranbûn û kedkarya kesayeta rêheval Heqî, li ser van xakên ku her fêrî wendakirinê bibû, veguherî naskirina dîroka wendakirî ya gelan, azadî û demokrasiya mirovan.