
Damarên Xwedavendî Li Çiya Veşartîne
Nerme bayê baharî bi bihna çîçekan xwe xemiland û weke xezalek li ser çiyayên ser bi felek kişandiyê. Zagrosan û Torosan baz da nav daristanan û weke dayîkekî bi destê xwe pelê daran weke porê zarokê xwe şeh kir. Nerme bayê hênik xwe gihand milê ku tav her roj li wir ji xew ra dibe û şewq û ronahiyê xwe dide hîlala zêrîn.
Destê rast û çep ev cenet dû zencîre çiya ye ku giran giran bi hezaran sale weke parezwan li ser axê ev cenet ku navê vê li Kurdistane cihê xwe girtiye. Di milek de Toros û di milek de Zagros e, mirov dixwaze hemberê heybetê wan secde bike.
Zagros, zancîre çiyayê ku di her demsalekî de mirov heyranê xwe dike. Dibe ku dema bixwazî Zagros tarif bikî pir tiştên dijî hev ku hevdû temam dike bibêjî. Weke Zagros çiqasî jî bi bihar, kanî, şelale, gol avê xwe, çîçekên xwe yê renga û reng, xwezayê ku tu resam nikarê xweşikbûnê wê bikişînê bê hesibandin lê dîsa jî tu nikarî ew sarbûn, hişkbûn, berf û aşût, lûtkeyên wê ya bilind û zozanên xwe yê hişk ji bîr bikî. Ev çiyayê serhildêr di milekî de nazik û di milek de pir hişk e. Kesên ku di damenê keskên Zagrosan de jiyan dikin dişibin ev çiyayê ku weke rehma dayîkekî cihê zayîna dayîka xwedavende.
Xwedavenda Zagrosan rûhê xwe ya xwedavendî di damarê çîçekan, daran, keviran, giya, av û her cihê ev çiya belav kiriye. Şîrîn jî keçikêke ku di nav damenê Zagros de bi eşîrê xwe re di bin heybete ev çiya jiyan dike ye.
………
Bi derketina tav, tîrejên vê xwe lez û bez gihandin çavê zarokek ku her tim bi lîstin di nav çiya de û denge kenê xwe silav û hezkirinê xwe ji xwezayê re dişand. Şîrîn çavê xwe vekir bi nefesekî kûr ji bêhna gulan serxweş bû, bi dîtinê ku roj bûye ji keyfxweşiyê ku dikare dîsa biçe nav daristanan, biçe ser keviran û xwe bavêje xwarê tenê ji bo ku bikaribe hîsê firînê ger ji bo çen kêlî jî bûye temam bike û bi çukan û sîvoriyan re bileyze ji cihê xwe ra bû. Bi bazdan xwe gihand cihê ku xwe azad hîsdikir.
Şîrîn bi çavê ku dibiriqî her kêlî li cihekî mêyze dikir. Di rastî de ewqas heyranê biharê ev çiya bû ku nedizanî kû derê mêyze bike. Şîrîn nav çîçekan xwe dirêj kirêbû, pepule bala wê pir kişand û pêy pepule çû. Bê ku bi xwe bihese ji cihê ku hatibû pir dûr bû. Carekî de dengê av hêşt ku Şîrîn derdorê xwe mêyze bike. Şîrîn li cihekî bilind bû, ewqas bilind ku difikrî hemû cîhan di bin lingên wê ne. Çavê wê çû ser patîqakî ku berdewamiya wê di nav dilê dû lûtke de derbas dibû, dengek hûndirê wê ew dawet dikir ku ev rê bişopîne. Bi meraqekî zêde li ser patîqa meşiya û nedizanî çi li bende wê ne. Şîrîn gihişt cihê ku her dû lûtke serê wan bibû yek û patîqa di bin wan re derbas dibû. Pel û leqê dara nedihişt ku mirov bibîne piştê wana çi ye. Meraq dîsa serket û Şîrîn ji bin her dû lûtke derbas bû. Bi rakirina serê xwe nefesa wê di henavê vê de sekinî….
Piştê ew lûtke dinyayekî hebû ku ziman ji bo tarîfkirinê wê pir kêm dima. Derdorê ew cih hemû çiyayên bilind bûn, li ser her lûtkekî şelalekî bi nermî xwe ber dida jêr, xwe bi avên din re dikir yek û xwe digihandin golekî. Her derê şîn dikir, nermê ba bi porê Şîrîn dilîst û Şîrîn jî deste xwe ser gulan
dikişand bi pepuleyan re dilîst. Li vir hêstek cûda hebû.
Şîrîn ber bi darek biyê mezin ve çû, çiqilê darê hemû serê xwe xarkaribûn û xwe gihandibûn erdê. Dar weke şemsiyekî lê hatibû. Şîrîn bi aramî çend çiqil rakir, dar ewqas kevin bû ku damarê wê li ser govdê wê xuya dikir, damaran bi ziravtîkî xas dorê hev zivirî bûn, Şîrîn bi meraqek zêde destê xwe ser wan damaran kişand. Destpêkê fikir kir ku xeyale lê rastî jî wan damaran zivirîn û di nav dilê darê de jinê ku mirov heyranê wê dima derket. Bi derbasbûna salan dîmenê ew jin tu carî li ber çavên Şîrîn neçû bû. Şîrîn bi dîqet li bejnê bilindê wê, li porê wê ya xelek û dirêj ku ji reşiyê şevê bê hêyv jî tarîtir bû mêyze dikir. Beybûna spî û nergîz di nav porê wê de weke stêrkan xuya dikir. Çermê wê ya esmer çiyayîbûna wê nişan dida. Dema tû çavê wê dimêyzand, mirov digot ku xezal her dû çavên xwe diyarî wê kiriye. Bi kenê wê daran pelê xwe ve dikirin û gul şîn dibûn. Şîrîn heyran heyran dimêyzand û pirs kir ‘ku tu kî yî?’
Ez dayîka xwedavend, xwedavenda çiyayan, daran û çîçekan im. Ez ew xwedavend im ku şîfa dide û canekî nû tînê dinê. Ez di Mezopotamya jorîn de STAR, li Mezopotamya jêrîn Îştar, xwedawenda bereketê me û di berdewamiya quntarên Torosan min xwe gihandiye şaristaniyên Behra Spî û li ser vê erdnîgariyê çanda jin bi navê Astarte temsîl dikim. Li Misr’ê Îsîs im û di nav Kurdan de Stêrk im. Cihê min lûtkeyên çiya ye û ez li Zagrosan jiyan dikim navê min, Nînhûrsag e.
Şîrîn jî keniya û got ez jî li ser çiya jiyan dikim. Xwedavend keniya û ji re got ku ‘dixwazî çîrokê xwe ji te re bibiêjim?’ Û dest pêkir;
“Ez dayîka xwedavenda me, ez li ser çiya hatime dinê ji bo wê jî çiya herêma min û hemû jina ne. Min jiyan çêkir û di jiyanê de, ez bê mirin im. Xweza û xweşikbûnê wê keyfxweşî û heskirina min jî jiyan nîşan dide. Min rûhê xwe di nav daran, hemû nebatan û şînkahiyan herikandiye. Ez nexweşan derman dikim û carna ji min re dibêjin ku periya çiyayê me. Min hemû heskirin û keda xwe di heşt nebat de çêkiriye. Lê Enkî ku ew jî xwedeyekî ye, her heşt nebatê min xwar. Ew bi vî karê xwe hemû ked û zanista min dizî. Ev dizî niha jî li ser ked û hezkirinê jinan berdewam e. Ya girîng ev e ku hûn bizanibin di nav damarê we de xwîna xwedavedî diherikê û rûhê we ji xwezayê bingehê xwe digre.” Piştî van gotinan weke nermebayekî li ser Zagrosan firiya.
Sal ji ser derbas bû, lê Şîrîn tu carî nikarî bû ew roj ji bîr bike. Şîrîn mezin bû. Dîsa li ser çiya bû û digeriya, lê vê carê ne tenê zarokek bû ew bi hilbijartina jiyana ser çiya bibû şopdarê rêya xwedavendan… Niha jî xwedavendên Kurdistanê gerîla ne, Şîrîna ku bibû gerîla navê xwe kiribû Ronahî…
Niha jî bi hezaran jin li ser çiya ne. Çûyîna çiya ji bo wan weke zivirandin bi çanda xwe ye. Çanda wan çanda xwedavendiya ku bi hezaran sal e bi destê zihniyetê zilamsalarî di bin sih de maye û ev çanda jiyan û afrînerî bi navê kesên din di dîrokê de hat nivîsandin. Dîrokekê ku bi destê wan xwedavendan bi xwe hatibû çêkirin. Dibe ku insanên xwedî vê dîrokê, weke tiştê ku dixwazin rûpelê dîrok reş kiribin, lê ji ber afrînerî, jiyandan, berxwedan, îrade û heskirin di cewherê jinan de ye wan ev çand bi tîpên zêrîn di nav dil û mêjiya dîrokê de nivîsandiye. Her jinek divê bizanibe ku bingehê jiyanê ye, kesê ku jiyanekî nû tînê dinê, bi heskirina xwe û herikbariya rûhê xwe dikarê xweza hîsbike. Ji ber ku em berdewamiya damarên xwedavenda ne. Em kesên ku ger bingeh, hêz, dîrok, hest û jinbûnê xwe fêmbikin dikarin dîsa ew vekhevî, edalet, evîn û jiyana azad ku di zemanê xwedavndan de bûye, zindî bikin. Ji ber ew jinên ku li ser çiya ne dikarin bibin hêviya hemû gelan. Ew ji bo jiyan û welatekî azad şer dikin. Wana pişta xwe dane wan çiyayên ku bi lûtkeyên xwe yên bilind, ji wan re her tim dibêjin ku serhildêr bin û tû carî serê xwe netewînin. Ey jinên xwedavend, divê ji bo jiyan û welatekî azad em bizivirin bi cihê zayîna xwe.
Heval Ronahî zarokatiya wê weke xeyalekî ber çavên wê derbas bûn. Nerme bayê buharê dîsa bi bêhna gulan derbas bû û Ronahî jî bi gihiştina ser lûtkeyek ji lûtkeyên Zagrosan keniya. Kenê ku bêhna azadî dida û bi vî kenê xwe silav û hezkirinê xwe ji bo Roja me, xwedavendên çiyayan û xweza re şand.
Roja Awiyer