BÊRÎ DERSIMÎ
Hemu dil û mejiyê me di wan rojên dawî de, li herama me ya pîroz ya di Şengalê de diavêje. Dîsa, gurûhên wahş yên emperyalizme li ser kar in. Êrîşên ku hiş û wîcdanê mirov nikare bigire, li ser gelên Rojhilata Navîn û taybet jî li ser gelê me yê qedîm ya Êzîdiyan tê meşandin. Îro bi hovane, qirqirineke jenosîdî re carek din gele me yê Şengalê rûbûrû ye. Li hemberî vê qirqirina ku bi deste DAIŞ’ê ve li ser gelê me yê Êzîdî ku di Şengalê de tên kirin jî, hemû cîhan taybet jî ew Ewropaya ku dibêje ez nuner û parezwanê demokrasî û mafê mirovanin, xwe ker, kor û lal kiriye.
Carek din rastiya wan derdoran hate dîtin, dîsa rûyê xwe ya rastîdan nişandan. Ji xwe di vê rewşa ku tê jiyan kirin de, pir zêde naxwazim li ser rastiya DAIŞ’ê û xulukdarê wê ango alîgirên wê bisekinim. Ji ber ku rastiya van çeteyên mirinê, ji aliye hemu kesî ve êdî tê zanîn. Ev rûyê rast a vêşartî ya modernîteya kapîtalîst e. Destikê emperyalîzmê ya kûjer e. Bi navê baweriyê derketina wan ya Rojhilatanavîn jî, pêçeka vêşartina vê rastiyê zêdetir tişteke din nîne. Lê em rastiya olê Îslamê baş dizanin ku, li ser wîcdan û hestên baweriyê, wekheviyê û biratiyê ye. Ji xwe bi her awahî Îslama Demokratîk û a rast jî tê wateya aşitî û biratiyê. Lê îro di şaxsê wan çeteyên kûjer de, heqaret û êrîşeke pir mezin li ser olê Îslam û bawermendên wê jî tê kirin. Gerek em sekin û êrîşên wan çeteyan, di vî aliyê de jî bixwînin. Wek eniya oldarên rast jî li hember wan çeteyên ji ol derketine tekoşîna xwe bilind bikin û gele xwe yê bawermend li hemberî polîtîkayên xapînok yên wan çeteyan hişyar bikin, biparêzin.Fetvayên ku li ser navê ol didin, heqereta herî mezin ya li hember ol e.
Ji xwe weke ku tê zanîn jî, li pişt DAIŞ’ê de, Emerika û hemû hêzên xeta desthilatiyê hene. Ji ber ku, ev koma çete, wek amûrek û destikeke şerê cîhanê ya sêyemîn, di aliye wan hêzên emperyalist ve hatine avakirin, berdewamiya wan ya herî dawiyê ye. Wan hêzan di destpêka şerê cîhanê ya sêyem ku di sala 2003’an de Iraqê de destpêkirîbû de dersen mezin derxistin. Emerikayê dît ku, wek hêzeke, tû çiqasî xûrtbî jî, lê rastiya Rojhilatanavîn û çanda wê ya resen, mudexaleyên ji derve tên, napejirîne. Emerikaye di Iraqê de xetimî, pir wundayî da, prestij wunda kir. Bi zorê jê derket. Pişt re jî pir rêbazên û planên cuda xist devrê. Lê dît ku, li gora nakokiyên wê heremê hêzeke ku bê avakirin ve encax dikare encam bigire. Qet xwe nede xuyakirin û di pişt perdê de be, lê wek leyîstokeke atarî, ji dûrve de heremê qontrol bike, rêvebibe. Bi vî awayî, ew DAIŞ hat tanzim kirin. Niha her hêzekê ku li ser herema me, li ser hêza Kurd planan çêdike, jî li gora berjewendiyên xwe dest daevêje wan çeteyan. Ji ber vê yeke, deste Îranê jî, Irapê û Tirkiyê jî di nava wan çeteyan de heye. Her yek dixwaze li gora xwe wan çeteyan bi karbîne. Her dere jî tanzîmkirina wan çeteyan çêdibe. Ji ber vê yêke di her derê cihanê de, taybet jî ew kesên ku, di civakê de nava walatiyeke mezin de dijîn, tevlê wan çeteyên kûjer dibin. Di kiryarên wan dema ku em dimezînin, bi navê mirovbûnê tû tiştan em nabînin. Bi temamî wek mekîneyên bê ruh û wicdan tev diğerin. Ji xwe di şerê Rojava ya Kobanê de jî hat dîtin ku, tû hêza wan a berxwedaniyê nîne. Bi heb û derziyên hişbiran ve û bi şûştina mêjiyên wan ve, bi rêka xapandinê ve tên rêvebirin. Gelek tiştên ku ev rastiya wan çeteyan raxistin ber çawan, li ser cenazeyên wan hatin destxistin. Wan çetena, xwe li ser siteyên internetan wek hêzeke ku pişta wan nayê erde propaganda dikin û bi vê rêkê ve tirsik, di nava civakê de avakirine. Lê em vê bîrnekin ku, rastiya wan çiye û çi bû jî, di şerê Kobanî de derket holê. Di Rojava û Kobanê de têk çûn. Pişt re jî, ji alîkariya hêzên hevkar yên Emerikayê yên wek netew-dewletên Erep û PDK’ê ve, pêşiya wan di aliye Başûrê Kurdistanê de hate vekirin. Ji bo vê Misûl bi wan re hate berdan. PDK’ê bi wan re şer nekir. Rûxmê ku dihat zanîn, DAIŞ ger bikeve başûr, berê xwe bide, Kurdan û taybet jî gele Êzîdî jî. Bi awayeke vekirî malbata Barzaniyan, herema Kurdistana başûr û taybet gelê me yê Şengalê, ji DAIŞ’ê re firot. Dîroka PDK’ê ya xiyanetê carek din ew rûye xwe eşkere kir. Her çiqasî weke ku newusaye dixwaze bide nişandan jî, lê rastîya ku hate jiyîn ev raxist li ber çawan. Hêjî ev rastiya PDK’ê, bi awayeke ku pêwîste di her aliye de çalak tevlê şer bibe, li hember wan çeteyên kûjer jî, lê mixabin her carê direve, xwe paşde dide. Baweriyeke netewî nade, derdora xwe.
Niha di encama wan pêkhateyan de, gelê me yê Şengalê di bin xeteriyêke mezin de ye. Ji xwe heya niha bi hezaran gelê me hatiye qetilkirin. Gelek zarok, jin û kokim jî, di çiyayên Şengalê yên bê av û zûha de, bi mirinê re têdikoşin. Rewşa keç û jinên Êzîdî yên ku ji aliye wan çeteyên hov yên kûjer ve ku hatine revandin, her çiqasî bê texmîn kirin jî lê nediyare. Îro dîsa li Kurdistanê de, fermana qirqirina gelê Kurd yên Êzîdiyan hatiye dayîn. Di wan axan de, mirovahiya resen her tim li hember desthilatdêrên xwîn mêj, berxwedaye. Axa xwe, çanda xwe, zimanê xwe, civaka xwe û di nava vê de jî jin weke axa xwe pîroz û nirx dîtine û heya dilopa dawî ya xwîna xwe berxwedane. Tû carê dev ji namusa xwe bernedane. Heya dawiyê şer kirine, berxwedane. Lê îro, li ser wan axên pîroz, carek din êrîşên bi vî awahî re em rûbûrûne. Dîsa îro neyarên me ji her demê zêdetir gelekin. Hemû cîhan û hevkarên wan yên Kurd jî, îro di Rojava de, di Şengalê de, sibê parçeyên din de, li hemberî me şer dikin û bikin. Pêwîstiya roja me ya îro, li derdora çand û yekîtiya netewî kombûn û li berxwedanê heye. Ger em vê carê, deskeftiyên xwe yên ku me di encama tekoşîna azadiyê de bi destxistiyê neparêzin û lê xwedî dernekevin, vê carê wê bi temamî tune bibin. Rûye me yê ku êdî em di nava mirovahiyê de li hev meze bikin nemine. Ev rastiyeke dîrokî, li pêşiya me ye. Em êrîşên ku niha bi rêka DAIŞ’ê ve li ser me tên meşandin gerek wusa bixwînin û bizanin. DAIŞ, taybet li hember deskeftiyên me yên tevgera azadiyê û gele me hatiye damezrandin. Heya niha gelek hêz derketin pêşberî me, lê xwe ser lingan negirtin. DAIŞ jî ji wan yek be. Bes em wan hêzan biçûk jî nabînin, lê weke ku tê dest nişandan jî, ew qasî mezin kirin jî pir şaşe û derûniyeke şaş jî bi xwe re avabike. Ew baş dizanin, sedî nod şer, beriya şer di derûnî de tê qezenç kirin. Tişta ku ev jî bi kar tînin, ew teqtîkê şer ê klasik e. Em bi wana neyên xapandin. Bes em tedbîrên xwe jî bigirin.
Derûniya ku avakirine, dihêle ku, gelek kes, bê ku li hember wan çeteyan şer bikin, cih û warê xwe teslim bikin û birevin. Ev şaş e. Rast e, ev wahşin, di wan de îman û wîcdan nîne. Hest û ramanê mirov li gel wan nîne. Ji bo vê, li hember wan çeteyan bi yekbûn û rêxistinbûn girînge. Me di Rojava de, bi vê yekbûn û rêxistinbûn û baweriyê ew çetana têk bir. Di rastiyê de, ev çeteyên kûjer, li hember hêza me ya YPG û YPJ yê pir tirsa bûn. Niha jî em di başûrê Kurdistanê de, di Şengalê de bi heman feraseta xwe ve hemû hêzên xwe yên leşkerî di bin banê hêza netewî HPG de bi yek dikin û li hember hemû hêzên dijî me wê şer bikin. Êdî, dem û rewşa heyî me dide nişandan ku, dem dema şerê gele. Em di Şengalê de, hinek gafîl hatin girtin. Me baweriyek da PDK’ê. Lê mixabin weke ku hate dîtin, PDK’ê gelê me yê Şengalê û yên Başûr firot. Ger ewqas kes hatin qetîlkirin, yek berpirsiyarê wê PDK ye. Me wek HPG-YPG dikarî bû zûtir, mudexaleya heremê kirîbana û gelê xwe parastibana. Belku ewqasî qatlîam nedihatin jiyan kirin. Lê hêzên herema Kurdistanê, bi taybet PDK’ê rûxmê hemû hişyarî û bangawaziya me destur neda ku HPG têkeve heremê. Dereng be jî, hêzên HPG û YPG’ê ketin heremê. Hemû tişt aliyeke niha ji bo parastina gelê me yê Êzîdî û heremê, şer dikin.
Di Şengalê de, rewşa ku niha tê jiyan kirin, pir giran û hîn jî gelek xeteriyan re vekiriye. Ji ber ku, her çiqasî ji bo parastinê hêzên leşkeri derbaz bûbûn jî, bes herem firehe û gelek cihan de rê xetimîne. Gelek gel, jin û zarok berê xwe dane çiyan û hîn kesek negihîştiye wan. Gelek jinên ku ji aliye wan çeteyan ve hatine revandin jî, tê gotin ku ji aliye çeteyan ve tê tecawuz kirin, wek cariye ji derve re tê firotin û tên sunet kirin. Ev qatlîama li ser jinan, di heman demê de, li ser gele Kurd e. Li ser hemû jinên cîhanê ye. Yên ku herî zêde li hember wan çeteyan rabin ser piya, çalakiyan darxin û tekoşînê di her qadê de bilind bikin jî gerek jin bibin. Em dizanin di Kurdan de tişta herî giring namus e. Dest avêtina namusê, tê wateya mirin û kûştinan. Di eşîran de, di malbatek biçuk de ew wusa ye. Lê em wek geleke, neteweke, malbateke mezinin, di nava mirovahiye de. Axa me ya pîroz, di bin lingên çeteyên ku bîr û baweriya me re ziman dirêjî dikin deye. Him ji bo parastina axa xwe, him ji bo parastina namus û şerefa xwe û him jî ji bo parastina bîr û baweriya xwe ya olî gerek wek gele Kurd di serî de, û hemû gele heremê li hember wan çeteyên DAIŞ’ê şer bikin. Ji ber ku qatlîamek li ser mirovahiyê tê jiyan kirin. Li hemberi wan êrîşan ger em dengê xwe bilind nekin, bêdeng bimînin, di dîrokê de emê bên lanet kirin. Li hemberî wîcdanê xwe nekaribin hesap bidin û rûyêhev binêrin. Emê mirovbûna xwe fedîbikin. Îro ger em dengê xwe dernexin, nebin yek, sibê sira bê me jî. Ev hêza çeta, wê bibe bela serê her kesî. Ji bona vê yeke jî, li her derê gerek em çalakiyên xwe bilind bikin. Alikariyê bidin Şengalê. Di her deverê ku em lê ne, raya giştî hişyar û avabikin. Bal bikşînin li ser rewşa kudi herema Kurdistanê de, taybet di Şengalê de tê jiyan kirin. Di saziyên navnetewî yên alikariyê û parastinê tengav bikin ku, alikariyê bigîhîjînin wê heremê. Çi ji destê me bê gerek emê bikin. Êşa ku li herema Şengalê tê jiyîn, em her yek di dilê xwe de hîsbikin, di çawên zarokên bêgûne de, em wicdanê xwe lêpirsînê re derbaz bikin. Her çiqasî ji me dûrbin jî, gerek em êş û hawarên wan ji dil de bijîn, pêbihesin. Qêrîna jinên Şengalê, gerek her tim di guhê me de be. Mînakê bavê dû keçan dixwezim bi we re parvebikim. Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de bavek Êzîdî dîl tê girtin. Çeteyên DAIŞ’ê jê rê dibêjin, biçe dû keçên xwe bîne, emê te berdin. Ew bav diçe, her dû keçen xwe bi destê xwe dikuje. Ji bo ku kesek dest neavêjê namusa wan û ew nekevin deste wan çeteyên kûjer. Di vê bûyera ku hatî jiyan kirin de, hêstên vê bavê çawa ne, gelo? Emê her yek ji xwe pirs bikin. Bavek, wê çawa bikaribe bi deste xwe keçen xwe bikuje. Ev havitiya wan çeteyan dide nişandan.Dîsa tê gotin ku, gelek jinan jî, ji bo sax nekevin deste wan çetan, xwe wek di terteleya Dersimê de hate jiyankirin, xwe kuştine. Ji bo ku onur û namusa xwe biparêzin. Dîsa tê gotin ku, gelek jinan jî çek girtine, ji bo ku li hember wan çeteyan, malbat û gelê xwe biparêzin. Ev seknên jinan, bi rûmetin. Em gerek qêrîna wan jinan re, bibin bersîv. Carek din dibêjim, em bîrnekin ku, DAIŞ herî zêde dijminê jinan e.
Niha di Şengalê de, komkujiyek tê kirin. Em vê bîrnekin, ji Kurdan pêve tû dostên Kurdan nînin. Di dîrokê ew rastî ji me daye îspatkirin. Bakur, başûr di her çar parçeyên Kurdistanê û her dewerên ku Kurd lê hene, gerek bibin yek. Ji yekîtiyê pêve tû rêkên din yên Kurdan nînin ku xwe rizgar bikin. Azadî û yekîtiya Kurdan bi yekbûn û xwe rêxistin kirinê re derbaz dibe. Serokatiyê di berê de bal kişand li ser wan rewşên ku niha diqewimin. Her tim jî, ji bo rewşeke wusa em hişyar kirin. Niha jî dîsa dest nişan da ku, DAIŞ, Îsraila me ye. Çawa ku Îsrail bi sala ne li hember gelê Filistînê didin şerkirin. DAIŞ jî dixwazin ji bo Kurdan wusa bi kar bînin. Em weke gelê Kurd, gerek rewşek wusa re amade bibin. Li ser vê bingehê hişyarbûn, xwe rêxistinkirin û yekbûn di asta jiyanî de, sedema hebûn û tûnebûna me be. Em gelekê xwedî dîrokeke pir kevnar û resenin. Gelek mîrasên ku di dîroka me de ji me re hatine hêştin, ango emanete me hatine kirin hene. Yek ji wana jî, ew Şengala ku îro di bin xeteriyeke pir mezin de ye. Deşta Sincarê, deşta serhildêr û mêrxwasane. Çiyayê Şengalê cihê eğit û zanayane. Cihê jinên berxwedêr û cihê jinên xwedî çanda afrînerane. Ango cihê Adûleyan e. Jinên Êzîdî, di şopa Adûlê de, îro şeref û namusa xwe, xwedî derdikevin. Teslîmiyetê napejirînin, li şuna bêşerefiyê, mirineke bi şeref dipejirînin. Şengal û baweriya Êzîdî û gelê me yê Êzîdî, emaneta me hatiye kirin. Em gerek, îro xwedî li vê emaneta dîrokî derkevin, bi şeref û onur, bi zanisteke dîrokî vê emaneta Derwêş û dozdeh hewalênên wî gerek biparêzin. Di vê kêliyê de, ew gotina Serok APO ya ku bi tama hestên ku di şêwaza helbestî de hatiye vegotin pir bi watedar e. Bi qasî ku watedar e, ew qasî jî rojevî ye. Bê şîrove helbesta Serok Apo wuha ye;
Ez li Çiyayê Şengalê li cem Derwêşê Evdî bûma!
Li ser pişta hespên spîbozî min xwe berdaya Deşta Mûsilê.
Dema Derwêş derb xwar, min ew rakira, bibira çiyayên Kurdistanê.
Min ji wî re bigota “Binêre, bi hezaran Edûlê û Duwanzdekan hene”
Min bigota, li van çiyayên xwedawendan lê textê xwe danîne, xweş razê.
Mirin ji ku û çawa tê bila bê êdî xeman nexwe,
Kurdîtî û jiyana azad a misogerbûyî rastiyên ebedî ne.