Cureyên Lîberalîzmê; Zayendperestî, Olperestî, Netewperestî Û Zanistperestî

0Shares

Lîberalîzm bi şêweyê hemu dişberên xwe bikşîne nav xwe, bikarbîne serweriya xwe ya bîrdozîk avakiriye. Ji ber wê yekê jî propagandaya ku dawiya dîrok û bîrdoziyan hatiye tê kirin. Lîberalîzm hegemonyaya xwe bi saya cureyên wek zayendperestî, netewperestî, olperestî û ilmcitiya pozîtîf li gora her rewşê dikare bicîh bike û ji xwere bikar bîne.

Rêbertî bi vî şêweyî behs kiriye; “Li ser bîrdoziya olî ya kevneşop erkê netewperestî hate bar kirin. Lîberalîzm di bin hegemonya xwe de taybetmendiyên ehlakî û polîtîk ya olên kevneşopî valakir û bi netewperestî dagirt. Ya rastir, vegeran ola netewî. Hestên olî ku bingeha wê ji kurahiya kokên civakî re hatiye bi rihetî bi rengê netewperestî boyax kirin û anîn rewşa bi hestên netewperestî jî wêdetir bi hêztir derfetê lihev anînê pêk bîne. Carna herdu birdozi derbasî hevdu kirin û di avakirina netewa etnîkî û olî de bikar anîn. Bi taybet bîrdoziya Cihu û Îslamî xwe bi netewperestî re bi hêsanî kir yek. Olên din jî (Hirîstiyanî, baweriyên li Rojhilatê dur, kevneşopiya olên kevin yên li Efrîqa) ji bo hatina heman rewşê xwe direng nehiştin. Lîberalîzmê ji bo şaristaniya kapîtalîst mîrasa çandî û madî ya şaristaniyê bo derbas bike û lihev bide anîn reyên olî bikar anî. Di derbaskirina qeyranên pergalê yên asta xwe nikare bimeşîne de cihê bîrdoziya netewperestiya olî ku ser Lîberalîzmê hate zêdekirin nabe ku ji nedîvî ve bên.”

Di destpêka sermaye ya kapîtalê de ku xwe weke kapîtalîzm binav kiriye, di dema nîzama burjuwa de destpêkê nêzîkatiya dijî ol sekinandinek hebu. Di serî de di bin navê Laîktî nêzikatiya ku ti eleqeya ol û dewletê bi hevre nîne hatiye nîşandan, bandora dêran hatiye sinordar kirin û dest danîne ser milkên wan. Piştî hakîmiyeta xwe ya desthilatdarî serxist vêcar dît ku bê ol û bawerî ne gengaze pergala xwe bidomînin.

Civakê dît ku yê herî zêde têgînên pîroz yên metafîzîk di bin rêveberiya pergalê de bi reya ol hatiye amade kirin û têgînên xwe yên esasî jî ji wir girtine. Dema famkirin ku muhalefeta civakî ku pêşdikeve nikarin bê ol bêbandor bikin her çiqas têgîna laîktiyê bikar bînin jî di bin de bi awayekî veşartî cihê sereke cardin dan ol û wê bibandor kirin. Dikare bê gotin ku çaxê ku ol di organên desthilatdariyê de herî zêde hatî bikaranîn, çaxên civak herî zêde kirin xulam, kirine yedekê pergalê serdema pergala modernîst ya kapîtalîst pêk hatiye ku xwe weke dijî ol nîşan dida.

Pozîtîvîzm, ku varyanteke din a lîberalîzmê ye, wek peyv ji zimanê Fransî tê û wateya xwe olgucitî ye. Olguculuk (Diyarde); ji bûyerên qewimîne, yên pêkhatî re tê gotin. Ew akime ku bawer dike zanyarî bo însan ewçendî girînge heger diyarde werin lêkolîn kirin tê famkirin, li gora wan başî û encamê zanyariyê encak bi şopandin û tespîtkirina buyeran re dikare bê tespît kirin. Têgînên weke pozîtîvîzim, metafizîk û ol jî boyuta olî û metafîzîk dihewîne. Pozîtîvîzm wesf (nîtelîka) xwe ya olî ji olgucitiyê digre. Ji bo pozîtîvîzmê di esasê xwe de olgu rastiya herî bingehîn e. Rastiyeke beyî olgu rast nîne. Pozîtîvîzm ji nesneyê re rolê rastiya herî bingehîn bar kiriye. Ango em dikarin bêjin ku objeyê dike mijara îbadetê. Di encama vê rewşê de pozîtîvîzm bi xwe jî di encama heqîqetçitiya wê ya nesne vegeriyaye olê materyalîst yê herî qeba. Pozîtîvîzm avabunek wiha ye ku ji cewher, ji kûrbûn ê dur, seranser, ji pîvandina olguyan wêdetir nabîne û ji bo berjewendiyên xwe naxwaze bibîne ye. Her çiqas di bin qilifê ‘ilmcîtî’ de pêşkeş jî dike pozîtîvîzm di dîrokê de têgîna herî putperest ya ilmî ye heman demî. Di xwuyakirinê de wek laîk û cîhanî dixwuye lê di cewherî xwe de oldar û xeyalperest e. Pozîtîvîzm û lîberalîzma ku demga xwe li binavkirina zihniyeta kapîtalizmê xistiye, di milekê de eklektîk, dikeve her kalibî, bi hêsanî dikare bixapîne lê belê li gel vê rastiyê xwedî dogmatîzma ji dogmayên herî hişk yên olî ye, ji felsefeyên razber (soyut) bêwatetir, spekulatif, di rewşa putperestî ya teng de erk leyîstiye. Dema ku pozîtîvîzm û ilmcîtî navhev kirin û li dijî cîhana bawerî û ehlaq derketin, deme bi lîberalîzmê êrîş birin ser canê civakan, ezezîtî jî anîn asta qirkirinê û vegerandin xwudayê netew-dewletê.

Netewperestî jî ku seyemîn varyanta lîberalîzmê ye îdeolojiyek wiha ye ku dixwaze serdestiya bûrjûvayê li ser civaka xwe rewa bike. Burjuwaziyê bi neteweperestiyê di  serdema kapîtalîst de ola nû derxistiye holê. Vêcar li şuna bû ol şer derxin, dest pê kirin ku bi reya bîrdoziya netewperestî şerên bi xwîn bimeşînin. Dema em lê dinêrin û bibînin ku di dîrokê de şerê herî bi xwîn ji aliyê civakên xwedî ola xirîstiyan hatine jiyîn yê bi rihetî bê dîtin û bê gotin ku netewperestî vegeriyaye ola nû. Bi vê boneyê bi ola nû ku netewperestî ye olguya dewletê jî hatiye pîroz (kutsama) kirin. Netewe-dewleta ku ji aliyê bûrjûvayê ve bi îdeolojiya neteweperest hatiye pîroz (kutsama) kirin, ne dewleteke ku gel an jî netewe têde xwedî hêz û desthilatdarî be. Berevajî wê bi navendîbûna dewletê re desthilatdarî û otorîteya li ser gel jî zêdetir berbelavtir û kûrtir hatiye meşandin. Serdema ku serdestiya dewletê ya li ser civakê herî kûr buye jî çaxa ku serdema netewe dewletê ye. Vêcar xwe mudaxilî her kesê ku ayîdê netewê dihate kirin pêkdihat. Demên ku bi reya bikaranîna amûrên aborî, civakî û çandî bi awayek berfireh pêkhat çaxa bîo-desthilatdarî jî hate destpêkirin. Bi wî awayî pêşket ku pêkanînên netew-dewlet û bîrdoziya netewperestî re koletî di nav hevde di kurahiyê de hate sazkirin. Lîberalîzmê netewperestî bi awayek bi bandor bikar aniye. Neteweperestî hem di meşrûkirina şerên navxweyî û derve de hem jî di avakirina netew dewletê de hevalbendê wan yê herî baş bu. Ew xeleka yekemîn a eklektîk temsîl dikir. Bi geşkirina hestên netewî re di derbaskirina qeyranên herî giran de gelek ezmûn bidest xist. Neteweperestî di asta ol de wek bîrdoziyekî pîroz xwe nîşan dida. Di bin vê sergirtin û veşartinê de ne tinê qeyran bi rihetî dikarîbun derbas bikin û xwe bidomînin, heman demî tekelan dikarîbu pergala herî giran ya dagirkerî û zextê bi heman sergirtinan de veşêre jî.

Têgîna zayendîperestiyê di nîvê sedsala 20 ‘an de bûye pênaseyeke hê zêde behsê dihate kirin. Ew têgînek wiha ye ku desthilatdariya zilam li ser jinê vedibêje ye. Lê belê li gorî femînîstan, phallokrasiya ku li gora hinekan desthilatdariye yan pergala bavik salare tinê desthilatdariyê nayne ser ziman. Heman demî pergalek wiha ye ku ji bo zilam desthilatdariya xwe li ser jin cardin avabike derfetên bîrdozîk û sazîbunan hemu (hukukî, siyaset, aborî, ehlaq, zanist, tib, moda, çand, perwerde, amurên xwe gihandina civakê û hwd) weke ku kapîtalîzm jî bi armanca domandina xwe bikaraniye carna vekirî li ber çavan, carna jî veşartî û sergirtî tê meşandin. Beriya her tiştî divê were gotin ku zayendîperestiya civakî tenê newekheviya navbera zayendan pênase nake. Her çiqas wek newekheviyeke ku mirov di civakê de li gorî zayenda xwe tê bicîh kirin xuya bike jî di cewhera xwe de çavkaniya dualîteya dewlet-civake ya dualiteya desthilatdarî derdixe holê ye. Pergalek wiha ye ku jin digre bin desthilatdariya xwe, wê bê îrade dike, dike milk, li xwe xerîb dike, ji xwe dûr dixe. Pergala desthilatdar yê tinê bi ji xwe derxistina jin re nemîne, yê jinîtî tinê di jin de pêşxistinê re jî nemîne, yê belavî tevahî civakê jî bike. Di encamê de rastiyek civakî derketiye holê ku têre xwe nake, nikare pirsgirêkên xwe çareser bike, bê hêz mayîn, evîndarî celadê xwe buyîn tê avakirin. Di wê wateyê de zayendîparêziya civakî ne tenê jinê dike kole, her wiha bi reya îzdûşûma wê tevahî civak tê kolekirin. Ji bo vê jî zayendîperestî pirsgirêka zayendan pir wirdetir pêşde diçe. Di ti serdema dîrokê ya  pergala desthilatdarî de qasî serdema modernîteya kapîtalîst jin ji bo xistina civakê di wê astêde bikar neaniye.

Sûdwergirtina ji navendîbûna jinê di warê dîrok û civakê de herî zêde jin kiriye amura wan ya civakê xistinê. Bi rihetî dikare were gotin ku sektora aborî ya wan re sektora herî zêde ji wan dide qezenc kirin sektora ku jin weke zayend tê bazar kirin. Bi vê reyê hem zîhniyeta serdestiya zilam tê tahrîk kirin heman demî bi bazar kirina jin jî pergalekî jê kar dike, qezenç dike jî ava kiriye. Ji bo ku vê hevkêşeya (denklem) ji mirovahiyê xistinê zindî bihêlin jî, ji bo jin li gora pîvanên ecibandina zilam bê eyarkirin jî taybet kar dikin. Eşkere ye ku ya ru dide rewşeke ji mirov bunê derketine. Tişta ecêb û tirsnak ya vê rewşê jî ewe ku ev hemu li ser navê azadî û pêşketinê têne kirin. Ustatiya lîberalîzme ya ku koletiya kûr dikare veşêre li vir derdikeve holê. Jina ku di dema bihurî de bi giştî dihate firotin, jina ku ayîdê kesekî bu ji aliyê kapîtalîzmê ve param parçe hate kirin, hate perçikandin û ji bo bikar anîna ji aliyê herkesî ve hate vekirin. Di nêzîkatiya lîberalîzmê ya ji bo pirsgirêka jinê de jî ewe ku hewildide jinê di sînorên modernîteya kapîtalîst de girtî bihêle. Ji bo parastin û mayîndebûna pergala xwe dema pêwîst kiriye hinek mafan naskiriye. Beyî wekhevî û û azadkirina jiyanê pêşbikeve, li pêşiya qanunê dikare jin û zilam wek wekhev îlan bike. Bi vê re ji bo jin tevlî hemu qadên jiyanê bikin û bikare li her derî bê bikaranîn astengiyan ji holê radikin. Vêna jî dikare pergala xwe bi navê ku ji jinê re azadî tîne wek propaxanda  nîşan dide. Rastiyek derketiye holê ku lîberalîzm modernîteya kapîtalîst re rê nîşan dide û heya astek girîng xwe daye qebul kirin û heya astekî cidî xapandina (îlozyun) azadiyê dide jiyan kirin.  Yê di cih de bu ku heger bê gotin, ji ber peywendiya xwe ya rasterast ya bi jiyanê re û pozîsyona wê ya navendî bunê re, ji hemu şêweyên din wêdetir, herî zêde zayendîperestî bi reya lîberalîzmê pergala kapîtalîst xurt kiriye.

Akademiya Şehîd Zîlan

Attachment