Çiyayê Kato me baş diparast
Dema me rêya xwe berdewam dikir û ji bo ku em ji operasyonê derkevîn, pezê me pir bun û pir deng derdixistin. Ev erzaqê me yê bi ling (pez) ji mera pir pêwîst bu. Lewma ji bona wê jî hevalan mecburbun ku bi xwe re dianîn. Dema çalakî çêdibu erzaqê me tenê ev hebu. Cuda destê me de tu erzaq nebu. Ji ber wê pewist bu ku ew jî bi me re tewger bigeri. Tenê em li operasyon ne difikîriya ji ber bîst operasyon jî vê ew erzaq ji me re pêwîst buna. Ji ber wê jî du heval berpirsên wan peza ne.
Me êdî xwe hêdî û hêdî nawber bi nawber berdida yamaçên Kato yê de. Dema jêrwe milên zozanan de diçun dijmin li hemberî me bu û me didîtin. Dijmin pir bê dengbu. Dengê xwe dernedixistin. Wana difikîrîn ku emê xwe jêrde ber bi wan de berdin.
Ji ber wê jî kemîn danîbun. Ji ber me dizaniya kemîn danîne em cihekîdinde diçûn. Li pezê me pir deng derdixistin. Ji ber ku gelek birçî û tiybun. Ji ber jêra me şînatî heye û av zêde heye pez ji ber wê jî pir deng derdixistin. Me digot qey hirç ketiye nav wan wisa deng derdixin.
Ji ber hirç di kato de pir bun. Digotin li herekolê hirç zêdene ez bawerdikim ku li kato daha zêdebin. Ji ber şîkeftên kato pir bun. Ji ber kato-marînosê min pir hirç dîtibun. Hirçên mezin bun û min hirçên sipê jî dîtibu li kato-marînos ê. Em dimeşiyan hevalan digot bila peza bêdeng bikin. lê em nizanin çawa emê peza bêdeng bikin. Em difikîriyan ev ajal çawa ê bisekinin. Deng biçe dijmin ê bi zanibe ku ew pez yê me ne. Ji xwe berê dîmenê peza dîtibun. Zanibun erzaqê me pez tenê di destême de heye.
Hevalên berpirsyarê pez nizanibun ku wî çi bike ji wan pezan. Ji ber ku dijmin jora me girtibu û pezê me jî ji alî yê wan de diçûn. Çiqas heval berê wan dizivirandin jî lê dîsa wan pezan berê xwe didan dijmin. Heval her berê wan dizivirand. Dema hatin jêre jî qîrqîra wan bu wek azad bune. Ew ji me re tirsek avakdikir.
Pez tim qîrdikir lê heya niha tiştek nebibu. Me digot wana ê serê me bixin belayê. Heval wan re pir mijulbun û cîhê ku dîjmin lêbu me xwe livir xelaskir. Em gihistin Kato. Di her cihê de me nikaribu bikevin kato. Ji ber di her cihê Kato de derî nînbu. Di riyê kato de ê ne şarezabe nikare bikeve Kato.
Kîjan patîqa diçe kur nediyarbu. Lê hevalên me pir şarezabun ku şev jî çûbuna disa jî dikariyan wegerin cîhe xwe. Ji ber wê heval dizanibun ku emê li kur de biçin kato. Berî jî min anî ziman me berî xwe despêkê da dolê û pişt re jî em bı yamaçê hilkişiyan jorê em wisa gihiştin Deriyê Muxula. Em çûn wan derên mevziyê hevala hebu bi giştî heval di araziyê de bun.
Dema me tewger dikir heval digotin berî tava hîv derbikeve lingê xwe sivik bikin. ji ber dijmin me wisa dikaribu bibîne. Termal û dirbunên wan dema tava hîv hebe baştir didît. Ji bo me nebînin me leztir dikir. Di heman demê de hinek heval gihiştibun Kato. Li vir jî hinek kom li hev cudabun. Wesaziyên nû çêbun. Berî ez gel heval Nujîn bum. Heval Nujîn û hevaleke din çûn qada qoordîna şer.
Em li jêr man û me li vir mevziya xwe çêkir. Ew jî çûn jora me sekinîn ji ber baştir şer qontrol bikin û li ser hevalan hakimiyet baştir çêbibe. Heval Nujîn li ser tarz û tewgera me disekinî. Heval Nujîn li ser koma jî hakimiyeta we hebu. Kî çawa bike, wî çawa baldar bibin? Heval Nujîn wisa hevalan qoordîne dikir.
Eger dijmin were divê emê lê bidin. Me li gor wî xwe amade kiribu. Wê rojê me kom û cih diguhert. Dema dijmin jî dihat me lêdida. Heya êvare em wisa tevdigeriyan. Dijmin di wan deman de operasyona xwe daha mezin kir. Êrîşa ezmanî zêdekir. Di jêr de dixwestin bikevin Kato. Hemu derdorê Kato de dixwestin bigrin da ku bikevin kato. Lê hevalan ne dihişt bikevin Kato û heval li dijmin didan.
Roja despêkê hevalan pir tecrube derxistibun ji wî operasyonê. Di heman demê de berxwedanekî bi hempa hebu. Hevalan li herderî dijmin didan.
Dijmin ji ber wê yekê êrişê xwe zêde dikir. Dijmin çiqas êrişîn xwe zêde jî kiriban hevreyên me di Kato de hakîmbun. Ji xwe Kato bi serê xwe pir asê bu û tehtên wî pir bun û li her derî de jî rê nedida. Em jî bin teht de bun û me dijmin li vir baş didît û ev jî me didîtin.
Dema di jêr de dihatin me li wan dida. Dema dijmin bi havana, bi qoprayan û bi teyareyên şer li me dabuna, me xwe di bin tehtên Kato de diparast. Bin tehtan pir ewlehî bun. Ji ber wê jî dema li me didan neynokê me jî xwîn nedihat. Çiyayê Kato me baş diparast.
Nîştîman Sorxwîn