Beriya her tiştî Rêber Apo ku Rêberê gelê Kurd e, bu Rêberê jinan, bo Rêberê Têkoşîna Azadiya jin û Kurd a. Rêber Apo artêşa Jinê avakir û îro bûye Rêberê hemû gelên bindest, bûye Rêberek gerdûnî, bûye heqîqeta jiyana azad. Bi deh hezaran şehîd jî di vê oxirê de reya rast nîşanî me didin. Îro di her kêliya jiyana xwe de em rêhevalên xwe yên enternasyonal wekî Ronahî Elman hîsdikin. Em li ser xeta wan têkoşîn meşandinê ji xwe re dikin bingeh. Ji ber ku wan pêşengên me şoreşgertî çiye, berxwedanî û têkoşînek çawa tê xwestin, biryardarî divê çi astê de be nîşanî me hemûyan daye.
Îro, bi fikir û ramanên Rêber Apo re pêngavên gelekî mezin yên dîrokî di asta gerdûnî de pêşketine. Ji bo wê bala tevger û şoreşgerên cûr be cûr yên cîhanê jî kişandiye ser xwe. Rastiya dijmin wek pergal çiye, dîrokek çawa ya desthilatdariyê heye, bandora wê li ser civak, jin, zarok, her beşên civakê û jiyanê çawa pêşdikeve derxistiye holê ku ev yek bûye zemînê xwe xurtkirin û hevgirtina hemû rêxistinên sosyalîst, anarşîst, femînîst ûhwd. Ev bûye hêz, bûye têkoşîna bo azadî, wekhevî û biratiya gelan di asta gerdûnî de. Ji bo wê jî bi taybetî weke hêza parastina çekdarî, wek gerîlayên azadiyê, rêxistinbûnên civakî, sîyasî, ekolojîk û gelek tevgerên din re kar û xebatên li Kurdistanê hatine pêşxistin bûye mînakên serxistinê. Têkoşîna bo jiyana komûnal, azad û wekhev hatiye meşandin îro jî bi hemû leza xwe tê xûrt kirin. Bi taybet hêza gerîla ne tinê di nava Rojhilata Navîn de li giştî cîhanê bû sembola têkoşîna encamgir û serkeftinê di doza azadiya gelên bindest de.
Em hemû dizanin ku têkoşîna enternasyonalîst xwedî dîrokekî gelek kevnar e. Dema em li dîroka tevahî gelan binêrin emê bibînin ku şervanên enternasyonalîst li gelek welatên cîhanê, di nav gelek têkoşînên rizgariyê de cihê xwe girtin e. Ruxmê hemû astengî û dorpêça pergala hegemon evyêk li gelek serdem û çawan de pêkhatiye. Netew-dewletan jî sînor avakirin û netewên di nava sînorên xwe de hepsî girtin. Her netew bi pirsgirêkên xwe re hişt, bi netew-perestiyê vê rastiyê zindî girt û her ku çu kûrtir kir. Van şoreşgerên enternasyonalîst sînorên netew-dewletê ferz dikir hilweşand û reya rast nîşanî herkesî dabûn. Girîngî û wateya bi çand, bawerî û kêmnetewên cûda re têkoşîn û rêxistinbûnek bihêz were avakirin baştir hate famkirin. Ji xwe encax bi wî rengî têkoşîna enternasyonalîst ya şoreşger dikare serbikeve. Heger hemû jinên cîhanê di nav xwe de yekbûn ava bike, hevgirtî bin û bi rûhekî fedayî xwe beşdar bikin emê jî bikarin bibin bersiv. Emê encax wî demî bikarin civakên xwe rizgar bikin, wek kesayet jî emê bikarin xwe azad bikin, jiyanekî komûnal, azad jiyan bikin. Tespît û nirxandinên Rêber Apo di vê xalo de bersivên herî têrkerin ji bo me.
Armanca dewletê miletan parçekirin e, cudahî û belavbunê bi rêka zext, çavtirsandinê avakirin e. Dixwestin di navbera gelan de dijminahî û dijbertiyê ava bikin, bikin terz û şêweya jiyanê û nijadperestî ferz bikin. Li ser erdnîgariyekê heger gelek gel, çand, ol û baweriyên cûda hebe û tû wiha nêz bibî, nakokiyan avabikî, parçe bikî û mesafe di navbera wan de pêşbixî ew gel yê çawa bikarin werin gel hev, bi hevre jiyan bikin, xwe birêxistinbikin, li hemberî pergala zor û zordestiya heyî bibe xwedî hêz û bikare şer bike? Di rêbazê dewletan de tinekirin û ji holê rakirina zemîna yêkbûn û hevgirtina gelan ji holê rakirin heye. Gel wî demî ji dîroka xwe mehrum dimîne, ji çîrok û dîroka gelên din jî bêxeber dimîne, wana nasnake, nizane. Ji bo wê jî peywendî û danustandin di nav gelan de çênabe û nikarin ji hevdû baş fambikin. Dîrok û çîroka gelên bindest neyê zanîn têkoşîn yê çawa bê birêxistin kirin? Dema mirov nekare xwe birêxistin bike, nasnameyek ya rast ava bike ji bo hêzên desthilatdar dibin hedefên hêsan yê şerê taybet jî. Ji ber ku her insan, her civak dibe karker û xizmetkarê dewletê, koleyê pergalê.
Rêber Apo rê nîşanî me daye ku got; “Her civak, hemû gelên cîhanê divê dîrok û çîroka xwe bizanin da ku xwe binasin. Bi vê re civak dikare zemîn û bingeha xwe birêvebirin û têkoşînê ava bike, sîstema komînal pêşbixe. Civakek wî demî dikare li ser bingeha civaka polîtîk-ehlaqî xwe biafirîne.”
Û me dît ku sala 2014’an li dijî êrîşên li ser Rojava’yê Kurdistanê berxwedana pêşketî bandorekî çiqasî mezin bi xwe re anî. Ji çar aliyê cîhanê hevalên enternasyonalîst berê xwe dabûn şoreşa Rojava, heya Kobanê jî çûbûn. Ji reng, ziman, gelan serbixwe herkesî famkiribû û dîtibû ku şerê ji bo Kobanê şerê ji bo tevahî mirovahiyê ye, şerê li hemberî zihniyeta desthilatdariyê ye. Şoreşa li Rojava û beşdarbûna enternasyonalîstan jêre ji bo tevahî cîhanê jî bo mînakekî gelekî mezin. Ew şoreş bo gavek mezin ji bo tevgerên sosyalîst û demokratîk. Bêgûman, ev encam û berhem bi saya fikir û ramanên Rêber Apo derkete holê. Rêber Apo ji hêz û rêxistinbûnên têkoşînên enternasyonalîst re bû nefesekî kûr û mezin, ji hemû azadîxwazan re firsendên mezin afirand. Ji ber wê bû ku ji ewqas cûda miletan, welatan, baweriyan bi yek dil, yêk armanc herikîna ber bi şoreşa Rojava pêşketibû. Bêgûman sedema vê yekê pir alî jî bû lê herî zêde rastiya ku Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd encam digre bû. Bi rastî jî li Rojava encam hate girtin, armanc û zextên dewletê hate paşde xistin. Bi saya wê têkoşîn û berxwedanê li Rojava milet xwe bi xwe rêve dibe, rêveberiyên xwe avakiriye û bi xwe parastina xwe dike.
Heman demî di şoreşa Rojava de bi taybet rola jin gelekî derkete pêş, vê yekê jî kir ku zêdetir eleqe û piştgirî kom bike. Bi hezaran jinên ciwan berê xwe dan zemînê şoreşa ku jin dibe xwedî vîn, xwedî rol û mîsyona dîrokî. Di hemû beşên jiyanê de, hemû kar û xebatên rêxistinî de jinên ciwan ji neteweyên cûr be cûr cîhê xwe girtin û bûn xwedî ezmûnekî muazzam. Ew hemû jinên enternasyonalîst hem pratîk kirin, hem fikir û felsefeya Rêber Apo kûrtir naskirin. Bi vê firsenda avabûyî heman demî armanc kirin ku heman rê û rêbazan ji bo gelên jê hatine re jî vegerînin rê û rêbazên çareseriyê. Ji bo wê li ser rastiya gelê xwe jî xwe kûr kirin, pêwîstiya zanîna çawa pirsgirêkên civakê bigrin dest dîtin, da ku pêşengtiyekî rast bikarin jêre bikin.
Hevalên enternasyonalîst ku di şoreşa Rojava de şehîd ketin jî bi wê mîsyon û rolê rabûbûn. Şehîd Avaşîn Têkoşîn Gûneş (Ivana Hoffman), Hêlîn Qereçox (Anna Campbell) , Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez) her yêk ji welatekî cûda beşdarî şoreşê bûbûn. Ev her sê rêheval sê sembolên enternasyonalîst bûn ku di şoreşa Rojava de cîh girtin. Her sê heval ji welatên cûda bûn û di oxira doza azadiyê û mirovahiyê de canê xwe bexşandin. Şehîd Avaşîn sala 2015 li Tiltemir şehîd ket. Şehîd Lêgerîn sala 2019’an li Hesekê û şehîd Hêlîn di berxwedana Efrînê de şehîd ket. Wan hersê hevalan nîşa me hemûyan dan ku xet û xeyalên Andrea Wolf çiqas zindî ye. Wan jî nîşan da ku heger xeyal û armancên te azadî, wekheviya gelan be, heger doza te şerê li hemberî bindestî û koletiyê be li kûdera cîhanê jî şer bikî tê bikarî ji hemû jinên cîhanê re bibî pêşeng, bibî ronahî û hêvî.
Ev hemû encama rê û rêbazê Rêber Apo ku şênber kirîbû û serkeftinek giranbiha bû ku ji aliyê tekoşerên enternasyonal ve jî dihate dîtin. Beşdarbûna wan enternasyonalîstên cîhanî ji bo şoreşa Rojava heman demî ji bo tevahî cîhanê jî deriyek nû vekirîbû. Ji bo têkoşînek hevpar û hevgirtî li hemberî pergala hegemon bê meşandin û xwe rêxistinkirina asta gerdûnî de pêşbikeve bû hêz û zemînekî gelek xûrt bi armanca avakirina pergala netewa demokratîk-konfederalîzma demokratîk.
Elefterya Ronahî