Gulistan Tara
Di dîroka PKK’ê de berxwedana kela Arnon-Lubnan xwedî ciheke girîng e, hem ji bo piştevaniya enternasyonalîst a gelê Kurd û gelên Ereb, hem jî bicihbûna PKK’ê li Lubnanê girîng e.
Qampa Helwê
Sala 1982’an 6’ê Hezîranê hêzên Îsrayîlê sînorê Lubnanê derbaskirin, ji sê milan ve ber bi bakur pêşve hatin. Cîhanê li dagirkirina welatekî serbixwe temaşe dikir.Baskê bakur ji rêya bejahî ve ber bi Beyrûdê nêz dibû; baskê navîn ji bo qutkirina rêya Beyrûd-Şamê erkdar bû, ber bi bakur ve diçu. Baskê sêyem li rojhilat bi kontrolkirina sînorê Sûriyê, dikir hemû Newala Beqayê bigre. Balafirên Îsrayîlê navendên berxwedana Fîlîstînê bombebaran dikir, herî zêde jî kesên sivîl ji êrîşan para xwe digirt. Lubnan dîsa bibû gola xwînê; artêşa Îsrayîlê ji bo bikaribe 15 hezar şervanên RRF (Rêxistina Rizgariya Fîlîstîn) biperçiqîne bi 76 hezar leşker û 800 tankan ve êrîş dikir. Ji 600 balafirên xwe ji sêyan du di vê operasyonê de bikar dianî. Wiha dagirkeriya Îsrayîlê ya li ser Lubnanê destê kir. Herçend leşkerên Misir, Sûriyê û Ûrdunê li bermaberî Îsrayîla dagirker şer kirin jî, lê nekarîn berxwedanekî cidî bidin meşandin. Berxwedana herî mezin ji hêla gelên Lubnan, Filistîn û şervanên PKK’ê hate nîşandayîn.
Di dîroka PKK’ê de di vê berxwedana ku bi navê ‘Berxwedana Arnon’ nav girtiye de 10 şervanên azadiyê şehîd dibin. 14 rêheval jî dîl dikevin destê hêzên Îsrayîlê. Şervanên azadiyê yên ku di parastina Beyrûdê de, hem jî yên di kela Arnon de liberxwe didin li beramberî hêzên Îsrayîlê, ruxmî ku bi tenê jî dimînin, lê sengerên xwe naterikînin, heya şehadetê liberxwe didin. Ji ber vê çendê di tevahiya Lubban û welatên Ereban de ji şervanên PKK’ê re ‘Şêrên Beyrûdê’ an jî ‘Lehengên Arnonê’ tê gotin. Piştre jî Newala Beqayê cihê ku paşê qampa Akademiya Mehsûn Korkmaz lê hate sazkirin, ji tevgerê re tê veqetandin. Bi ser berxwedaniya kela Arnonê 31 sal derbas bûn. PKK’ê di wê rojê hertişt bi hêza xwe, bi berxwedana xwe ya cewherî qezenckir.
Di qampa Helwe ku di nav Newala Beqayê de bû, nêzîk sed şervanên azadiyê diman. Qamp dişibî qampekî navendî. Perwerde dihatin dîtin, xebat bi dîsîplîna leşkerî dihate meşandin. Hevalên ku di asta navendî de erkdar bûn jî li wir diman. Di wê qampê de heval dihatin vesazkirin. Hîna bêtir karên pratîkî ji hêla rêhevlê Karasûngûr dihate meşanin. Rêhevalê Karasûngûr li ser bingeha telîmat û perspektîfên Rêber APO xebatên qadê kordîne dikir. Rêbertî di wê demê li Şamê dima. Rêhevalê Karasûngûr piraniya xebat dida meşandin, bi rêhevalan re elaqedar dibû. Bi seatan ji rêhevalan re behsê qada heyî, xweseriyên wê qadê, sedema paşvekişînê, sedema ku evçendî zoriyan tehemul dikin û piştî vê dema vegerin welat divê çi werin kirin, dikir.
Hin heval heya demekê li qampa Helwê man û paşê jibo perwerde bibînin çûn qampa rêxistina El Fetîhê. Heya du mehan jî di van qampan de perwerde dîtin. Di wê demê nêz 20 heval li qampa bi navê Kuferdunûz de dimînin. Li kêleka perwerdeya leşkerî, perwerdeya siyasî, teorîk jî tê dîtin ku perwerdeya siyasî ji hêla hevalan ve tê dayîn. Rêhevalên ku berê li Lubnanê mabûn, yên di konferansa yekemîn de tevlî bibûn li ser belgeyên konferansê perwerde didan. Lê hîna bêtir perwerdeyên leşkerî dihatin dayîn. Fermandarên rêxistina El Fetîhê perwerdeya leşkerî didan. Ji perwerdeya komando heya bikaranîna madeyên teqînê hercure perwerde dihate dîtin. Herkes xwedî branş bû. Ji her branşê jî mamoste dihatin, di rojên taybet de perwerde didan.
Di bihara sala 1982’an de Îsrayîlê amadekariya dagirkirina Lubnanê dikir. Ev rewş ji hêla tevgera azadiyê ve jî hate dîtin, li ser vê bingehê nirxandin pêşdiketin. Fîlîstîniyan jî herdayîm behsê vê dagirkeriyê dikirin. Wiha jî şervanên azadiyê ferq kirin ku şer nêzîk dibe. Îsrayîlê dixwest bi dagirkirina qada Lubbanê, bizava berxwedana Fîlîstînê tesfiye û belav bike. Di vê navberê tevgera azadiyê hin heval li Nebatiyê bicih kir. Nebatiye yek ji navçeya başûrê Lubnanê nêzîk sînorê Îsrayîlê ye. Li başûrê Lubnanê sê bajêr an jî navendên bingehîn hene. Sûr, Sayda û Nebatiye. Sûr li kujiya herî başûr e. Sayda li gor Nebatiye û Sûrê hîna zêde li aliyê Derya Spî ye. Grûbek heval li wir bicih dibin. Rêhevalê Karasûngûr bi grûbê re diaxive. Heval li qampa El Fetîh bicih dibin. Hevalên din jî li cihên cuda belav dibin.
Bi qasî sed heval li başûrê Lubnanê li cihên cuda belav dibin. Grûba ku diçe Nebatiye jî di nav xwede dibe du beş, gûrbek ya rêhevalê Îbrahîm e. Her du grûb nêz hev in. Carna tevlî pevçûnên ku çêdibindibin. Fîlîstîniyan heval li sîperan bicih kiribûn û dibirin çalekiyan. Hin caran telvî kemînan jî dibûn. Jixwe Îsrayîlê hêzên xwe yên çete dişand kemînê. Ji wan re hêzên Seyîd Hedat dihate gotin. Seyîd Hedat ji Lubnanê bû, lê bibû caşe Îsrayîlê. Ji ewlehiya sînor berpirsyar bû. Îsrayîlê hêzên xwe yên leşkerî li ser sînor nedatanî, hêza caş li wir şer dikir. Piranî pevçûn bi wan re çêdibû. Li wir şervanên azadiyê ew perwerdeya ku dîtibûn, bi awayekê pratîkî dikirin. Ev ji bo wan dibû ezmûnê şer.
Gûrb heya rojên dawî yên bihara 82’yan li qada Nebatiyê ma. Ji hêlekê ve ezmûnê şer bidest dixist, ji hêla din ve jî bi armanca ku erka xwe ya enternasyonalîst pêk bîne, li kêleka Fîlîstîniyan şer dikirin û di zanebûna vê de bûn. Nêzîkatiya şervanên azadiyê ji vê rewşê re îdeolojîk bû. Tevgera azaiyê ne tenê ji bo rizgariya Kurdistanê, her wiha dixwest sosyalîzmê înşa bike. Ji ber vê jî têdikoşiya. Hewce dikir pratîk jî li ser bingehê felsefe û îdeolojiya rêxistinê bûya.
Beriya wê jî bi çend caran Îsrayîlê proveya dagirkirina Lubnanê kiribû, lê her carê hatibû paşvexistin. Di 6’ê Hezîrana sala 82’yan Îsrayîlê bi tank, top û hemû hêza xwe dagirkeriyeke nû destpê kir. Di nav du rojan de li pir qadên başûrê Lubnanê hêza xwe belav kir. Ji aliyekê ve êrîşa balafir û helîkoptean, ji hêla din jî êrîşên tankê pir giran pêk dianî. Li pir deran hêza xwe bicih kiribû, lê pevçûn jî hebûn. Ji 6’ê mehê heya 10’ê Hezîranê ango di nav çar rojan de li hemû bajêr û şaroçkeyên başûrê Lubnanê pevçûnên pir dijwar qewimîn. Dinav pevçûnan de jî pir hêzên cihê cih digirtin. Ji welatên cuda rêxistinên cuda hebûn. Hêzên Fîlîstîniyan, hêzên Hîzbulahê, herwiha pir rêxistinên wek tevgera Kurd kuji cihên cuda yên cîhanê hatibûn û derfetên Fîlîstîniyan bikar dianîn, xwe perwerde dikirin cih digirtin. Hemû di nav şer de bûn. Çar rojan bênavber şer dewam kir. Ev jî di bin fermandarî û kordîneya Fîlîstîniyan pêk dihat. Di grûba 6 kesî ya hevalan li Nebatiyê de jî fermandar Fîlîstînî bû. Cihê ku grûba hevalan li wir sîper girtibû, rêya asfaltê ku her du aliyên wê goristan hebûn bû, rê diçu navçeya Nebatiyê. Tankên Îsrayîlê jî ji wê rêyê pêşve dihatin. Dixwestin derbasî Nebatiyê bibin. Bi awayeke dijwar tank û top wir bombebaran dikir. Lê grûbê jî liberxwe dida û bi hemû hêza xwe destûr nedida ku hêzên Îsrayîlê ber bi pêşve biçin.
Destana ku di Kela Arnon Hate Nivîsandin
Heya 10’ê mehê êdî ji bilî gûrba hevalan kesekê têkoşîn nedikir. Fîlîstîniyan şervanên azadiyê di çemberan de hiştibûn û çubûn. Tenê ji dûr dengê pevçûnan dihat. Grûba rêhevalê Îbrahîm xwe paşve kişiyabû. Hin hevalan jî di eniya demokratîk û gel de cih girtibûn. Bi wan re tevdigeriyan. Li cihê ku ew diman jî qismî dengê pevçûnan dihat. Hevalan ji ber qet bi erebî nedizanîn, tenê li bendê mabûn ku yek ji wan re hin agahiyan bînin. Ji wan re bêjin ku paşvebikişin, an jî wir berdin. Lê heya ku telîmat neyê dayîn hewce dikir liberxwe bidin û çemberên xwe bernedin. Feraseta gûrbê li ser vê bingehê bû.
Pevçûnên herî giran li cihê ku jê re Kela Arnon dihate gotin pêk dihat. Kel bixwe pir nêzîk sînor bû. Hevalan berê di çêkirina wê kelê de xebitîbûn, li binê wê hemû tûnel bûn. Ji hêla Fîlîstîniyan hatibû înşakirin. Rêhevalên ku di kelê de şehîd bûn bi hêzên Eniya Demokratîk a gel re li wir bicih bibûn. Bi grûba wan re tev digeriyan. Fîlîstîniyên li wir çemberên xwe berdabûn, reviyabûn. Ber bi Nebatiye, Sûrê ve paşvekişîbûn. Pir zêde liberxwe nedabûn. Hevalan zêde nedikarî ji hev agahî bigrin. Lê piştî ku şer bi dawî bû, Fîlîstîniyan wih behsê grûba li kelê kirin “Kurd pir egîd û berxwedêr in, li kelê pir liberxwe dan, bi lehengî, wek şêran şer kirin, şehîd bûn.”Di kela Arnon 9 rêheval şehîd dibin. Hêzên Îsrayîlê bi balafir, tank û topan li ser Kelê êrîş pêk tîne. Rêhevalên li çemberan de bêyî ku cihê xwe berdin heya ku şehîd dibin, liberxwe didin û tevlî karwanê şehîdan dibin. Wiha jî wan rêhevalên leheng bi sekna xwe ya şoreşger û berxwedêr ne tenê di dîroka gelê Kurd de di rûpela berxwedaniya gelên cîhanê de jî navê xwe nivîsîn û hîna di destpêka têkoşînê de yekgirtina pratîk û teoriyê di PKK’ê de îsbat kirin.
Rayedarên Îsrayîlê li beramberî sekna leheng û berxwedêr ya li Kela Arnonê li xwe mikur tên û dibêjin ku “yên li Kela Arnonê şer dikirin pir jêhatî bûn.” agahî digrin ku yên zora wan anîn û bi lehengî li pêşiya wan sekinîn şervanên azadiyê bûn.
Bi vê berxwedaniyê re li herêmê xeta berxwedan û azadiyê ya tevgera azadiyê zelatir derkete holê û ev bû kevenşopiyeke xurt ji bo domdariya têkoşîna azadiyê. Li cihê ku wan lehengan xwîna xwe ji bo biratî, wekhevî û azadiya gelan rijand, bi sedan şervanên azadiyê li Newala Beqayê di Akademiya Mehsûn Korkmaz de perwerde dîtin û li ser rêça wan ber bi azadiya welatê xwe ve herikîn.