Cihê ku jina azad û şerker lê be li wir hêzbûyîn û zindîbûyîn heye, wêrektî heye. Lê, di pergala baviksalarî de jin weke bela tê dîtin. Ev ne raste û encamê nêzîkatiyê zilame.
Hûn, azadî û wekhevî dixwazin, lê hûn bersivekê gihîştî yê wê çawa be nadin. Ji bo ku bersivek were dayîn pêwîste hûn milîtantiya partiyê destbêxin. Madem kesên ku herê zêde muxtacê azadiyê hûnin ew dem ji bo pêdiviyê wê partîbûyînê di asta mînak de temsîltiya wê bikin.
Ez xwe dispêrim ezmûnên xwe û dibêjim, zilam, jina kole dixwaze. Bi taybetî jî zilamê lawaz, dixwaze lawaztiya xwe di koletiya jin de derbas bike. Gava ez weke kesekê ku xwe azad kiriye dinirxînim, ji bo min, ji bo Serokatî jina lawaz xetere. Encex di nava jiyanê de jina bi hêz dikare alîkarî bike. Ger em asta ku heye wek heye bi hêlin, yê ku jê bizerer derkeve jinin. Aliyên zilam yên ku ji civakê hêz digre û weke ku mafekê heqe tê dîtin heye. her tim serdestî pêşkêş dike. ji bo jin jî berovajî ye. ev yek bi têkoşînê re tê darbas kirin.
Jin ewqasî di hêla civakbûyîn, aborî, artêşbûyîna leşkerî û siyasî de hatiye bîreyselkirin û dûrkirin ku, ew tenê weke ferd heye. Jin weke ferdek bi vê awayî gelek belengaz, hestiyar, stuyê xwe xwer dike, bi hestên gelek erzan bi zilam re tê girêdan, ji ber neçare were girêdan. Weke tê zanîn di saziya malbatê de dibe, tevahî saziyên civakê de dibe ev çavkaniya newekheviyek û bêahengtiyek mezin teşkîl dike. Ev yek jî di hêle ku gelek şer, newekheviyekê di civakê de bi dome rê liber belavbûyîna vê yekê jî vedike.
Ez ne di wê baweriyê deme û bawer jî nakim ku jin ji ber xwezaya xwe lawaze. Ne raste ku mirov bibêje “taybetmendiyên jin yên fizikî, sedemê jin dibin çewisandinê de hiştine.” Rêgezê ku civaka mirovahiyê bêve girêdayî ye, asta zanist, rêxistinkirî û asata wê yê teknîkê ye. Em dikarin bibêjin ku jin jî pir rehet dikare asta zanist, rêxistinbûyîn û teknîk dest bêxe. Jina ku bi zanabûyîn, rêxistinbûyîn û asta xwe ya teknîkê bi arasîne, ji zilam bêcudayî ye, ev yek jî bi xwezayê re girêdayî nîne, bûyerekê civakî û siyasî ye. hen cudahiyên fizikî, encex ferqa di navbera zilam û jin de datîne holê. Ev yek ji bo zilam ne avantaje ne jî dezavantaje. Weke ku jin de heye, taybetmendiyên xwezayî ye. Ji vane encamên cuda derxistin, encex nêzîkatiyên bîrdoziya mêtîngerane, ev ne ji bo qilif ji mêtîngertiya xwe re li hev bîne vê yekê pêşdixin. Ev yek layîqê xwe dîtin nayê fikrandin.
Di Kurdistanê de û di Tirkiyê de rastiya jinê gelekî dişibine hev. Bi tevî hemû hewldanan jî jin ji bo lehiya şoreşê û gavavêtina azadiyê tevlîbûneke bisînor nîşan dide. Di vê mijarê de pêşketin hene, lê belê em ger hewldanên rojane bi pêş nexin, dê dijmin bi şerê taybet ve jinê bîne ber bi fetisandinê.
Herî zêde pêwîstiya jinan bi dahûrandinan heye. Bûyera jinbûnê pirsgirêkeke ku herî zêde bûye girêkeke kor e. Gelo em avabûna we ya heyî çiqasî qebûl bikin? Vê çiqasî derbas bikin? Bêguman girêkbûneke takekes ku di bin bandora civakê ya dijwar de hatiye avakirin, mijara gotinê ye.
Di zilam û jinên Kurd de ketibûna di têkîliyên zayendî de di asteke herî pêş de ye. Ji ber ku hem min weke takekes jiyan kiriye, hem jî hêza min a çavdêriyê ya giştî heye dibêjim, li gor min ji beriya her tiştî pêwîst e azadiya zayendan were pêkanîn. Pêwîste têkîliya zayendî ji xapandinê, ji xistinê, ji bûyîna amurê avakirina mal û milk û malbatê derbikeve. Heta pewîste mirov têkîliya zayendî ji amurbûna ketinê derbixe. Ji ber ku têkîliya zayendî her dem weke bûyereke gelekî şerm tê nirxandin.
Ger hun lê temaşe bikin, sebra min mezin e. Ez mirovê rêgezê me. Ez bawer nakim ku yekî din bi qasî min hêza girêdaniya rêgezan bi tebat nîşan bide. Kesekî ku hindekî min nas dike, ji bo min dibêje, “navê te birêz rêgez e?” min bihîst ku berpirsyarek wisa dibêje. Digotin, “em cara yekemîn, li rastî yekî tên ku jiyana xwe li gor rêgezan sererast dike tên”. Pêwîstiya min nîne ku ez kesekî bi erzanî bi xwe ve girê bidim. Lê belê doza civaka mezin û rêhevaltiya mezin û dîsa ji bo gihiştina vê jiyana min bi xwe ye. Me ji civaka Kurd ya bê ziman, kesayeta Kurd a ku hezar caran tune bûye ev qehreman afirandin. Nirxandina gav bi gav çawa hatine xeta qehremaniyê ne zehmet e. Ez nabêjim her tişt bi min dest pê dike, lê belê pêwîste ku mirov hewldaneke wiha jî baş bibîne.
Her jinek di rastiyê de weke nirxeke netewî ye. Yê ku baş temaşe bike dikare vê yekê tespît bike. Ji ber wê jî pêwîst e weke parçeyeke welat were pêşwazîkirin. Dibe ku hun bipirsin “em kesên bêhnpêketî û tunebûyî ne, ji bo çi tu wiha weke helbestan dihizirî? Ji bo çi xeyalên te ew qasî mezin in?” welatparêzek jî pêwîste wiha bihizire. Ev şêweyeke baş ê hizirandinê ye, xeyalekî baş e. Jin weke parçeyeke welat pêşwazîkirin û wisa hizirandin mezinahiyek e. Her çi qasî hun layiqê vê yekê nebin jî pêwîst e mirov we bîne vê rewşê. Ma gelo xirabî di kû dera vê de ye?
Hun li ser vê bingehê bi pêş dikevin, pêwîste em xwe bi vê yekê ve têr nebînin, hîna zêdetir pêşveçûn hebin. Xizmeta min tenê têr nake, ji bo hewldanên we him pêwîstî heye, him jî hun hêza bingehîn a vî karî ne. Dema ku jin bû mijara gotinê em nikarin wê ji jiyanê qut bigrin dest. Armanca min ew e ku ez jiyanê bînim astekê mirov bikaribe bijî. Me xwest em wêneyekê ava bikin, me got ku ji jinê jî serok derbikevin, demeke dirêj e bi hindek rêhevalên me yên jin re, di vê mijarê de em kûr bûn. Ez hizirîm ku dibe hindek pêşketinên girîng çêbibin, ev xebat taybet bû û hindek tişt afirandin. Di vê mijarê de pêşketinên gelekî girîng hatin pêkanîn. Di dema pêş de wê bandorên hîn mezintir, di vê xebatê de werin dîtin û jixwe hatiye dîtin jî.
Rêber APO