Ji meha Tirmehê heya meha Îlonê koça Mexmur KOÇA nehemîn. Bêyî ku ez zêde û kin bikim bi halê ku hatiye jiyankirin dixwazim ji hevalên xwe re vebêjim.
Di Rojhilata Navîn de di welatê me Kurdistanê de û bi taybet di Başûr û Rojavayê Kurdistanê de şer û berxwedana li hemberî hemû hêzên hegemon, çete, dagirker ya ku tê dayîn tê zanîn. Di vê demê de tenê behsa beşekî kurdistanê kirin an jî qismekî gel kirin bi rastî jî gelek zehmete. Ji ber hemû beşên kurdistanê bi hevdûre girêdayî di nava berxwedaneke mezin de di eniya herî pêş ya şer de rist lîstin û dilîzin. Di van sê salên dawiyê de tê zanîn di rojava de berxwedanek bêhempa li hember zîhniyeta reş ya çeteyên bêesil tê dayîn. Piştî li wir êrîşên zîhniyeta reş hatin şikandin çeteyan berê xwe dan ser kurdên xwedî çand û dîroka kevnar kurdên Ezîdî. Her wiha hêzên dijmin berbi başûrê kurdistanê ve ketin rêwitiya dijmirovahiyê. Bi hevkariya hêzên Başûr Mûsil hat firotin. Çawa ku Mûsil ji aliyê BERZANIYAN ve hat firotin Şengal jî hat firotin.
Bi desteserkirina Mûsıl ya hêzên dijmirovahiyê destwerdana Şengalê destpêkir. Di 3 yê Tebaxê de li Şengalê êrîşên hêzên zîhniyeta reş hatin destpêkirin. Di 6 ê Tebaxê de gundê dora Wargeha Şehîd Rustem Wargeha Penaberan ya Mexmûr hatin desteserkirin. Gundê Guwêrê û Bakirtê ku ji aliyê çeteyên navnetewî ve hatibûn desteserkirin ji bo wargeha Mexmûr dibûn çeperên pevçûnê.
Ev êrîş û destwerdanên dijmin li ser gelê herêmê tirs û fikarên mezin dabûn çêkirin. Li hemberî van erîşan tedbîrên bi lezgîn ji aliyê rêxistina me ve hatin pêşxistin. Her wiha îhtîmala êrîşa li ser Wargeha Mexmûr jî hat dayîn.
Ji bo pêvajoya berxwedana Mexmûr amadekariyên berxwedanê ji meha Tirmehê ve hatin destpêkirin. Bi amadekariyên hêzên YJA-STAR, HPG ve yekîneyên leşkerî yên milîsan, ciwanan hatin sazkirin. Li her semtê hêzên ewlekariyê ji sazi û dezgehan hatin avakirin. Li dora Wargehê , li deverên guncav çeper hatin amadekirin û qenal hatin kolan. Bi şev û roj nobet dihat girtin. Her jin, dayik û ciwanê Wargehê yên rewşa wan guncav beşdarî van xebatên ewlehiyê dibûn. Li dora Wargehê dewriye hatin derxistin. Tê zanîn di ketina Wargehê de asayîş ji aliyê BM û KDP ê ve dihat girtin. Li kêleka vê asayîşê, asayîşa Mexmûrê bi xwe hebû. Li jêrtira wir asayîşa Mexmûra Gelê Ereb hebû. Piştî van, asayîşa Dîbega ku li ser rêya Geyara, Hewlêr e hebû. Evder heya asayîşa Milê ya ku nu hatiye çêkirin ji aliyê KDP ê ve dihat girtin.
Weke tê zanîn di van rêyan de çûyîn û hatina hevalan ya HPG û YJA-STAR qedexe bû. Hevalên derbasî qada mexmûr dibûn jî bi nasnameyên sivîl derbas dibûn. Ji ber van sedeman hebûna van asayîşan dibûn astengiyên mezin ji bo derbaskirina van rêyan û kontrola qadên derdor. Gelek caran gel û heval ji aliyê van asayîşan ve hatine rawestîn û destûra derbasbûnê nehatiye dayîn. Niha hûnê bibêjin ma tu çima behsa van asayîşan ji me re dikî. Sedemên mi gelekin. Ezê piştre bibêjim.
Di dema xebat û amadekariyên ewlehiyê de gel jî ket nava amadekarî û lêgerînê de. Gelê Mexmûr yê ku 8 cara ji cî û warê xwe koçber bûye hîs dikir ku wê cardin berbi rêwîtiyeke nediyar ve biçe. Demên berê ji bo vî gelî gelek dijwar derbas bibûn. Ji bo vê bi hîssên xwe re girêdayî amadekariyên koça xwe ya nehemîn jî dikirin. Ev amadekarî tenê çend cil û bergên zarokan, çend nan û kulîçe, pêlavên sexlem û ji bo ronahiya dema pêş komkirina zanînên xwe… dibe ku herkesî ev amadekarî nekiribe jî. Ji ber ku pêre negîhaştin.
Li Wargehê şev û roj nobet dihat girtin. Derdora Wargehê erdek rasteraste. Hemû tevgerên derdor diyare. Dema ku Şengal ji aliyên zihniyeta reş ve hat dagirin êvara 3 ê meha tebaxê li derdora Wargehê tevgerek wesayîta ya pir mezin destpêkir. Wesayîtên bi şeklê konvoy tevdigeriyan di şevê de diyar bû ku wesayîtên leşkerî bûn. Hêzên leşkerî yên pêşmergeyan derbasî aliyên Guwêrê dibûn. Eşkere dibû ku wê êrîş ji wî alî de were. Di heman demê de li aliyê Gundê Bakirtê jî tevgerek lezgîn destpêkiribû. Ji dûr ve ronahiyên teqînên mezin diyar dibûn. Bi ronahiya sibê re gelê Mexmûra Ereba dev ji cih û warê xwe berda û derbasî Hewlêr û derdora Hewlêrê bûn. Li gor dihat gotin gelek ji wan li Hewlêr xwedî malbûn. Ji ber pêşmerge û karmendên Mexmûra Ereban destpêkê mal û zarokên xwe barkiribûn. Qismê feqîr û bêwar jî li parkên Hewlêr bi cî bûbûn.
Piştî ku bûyerên Şengalê rûdan û êrîşên zîhniyeta reş berê xwe dan berbi guwêra û Mexmûr ve gelê Wargehê jî di 8 ê êvarî de ji Wargehê hat derxistin. …………derketinek gelek zor bû. Seat di navbera 10-11 de de derveyî yekîneyên milîs û hevalan tu kes li Wargehê nemabû. Li gor agahiyan jinek di wê kêliyê de diwelidî. Ji ber wesayît nemabûn bi ereba çopê ew jin ji Wargehê hatibû derxistin. Ji xwe nêviyê gelê Wargehê bi alîkariya karkerên li Hewlêr di xebitîn û welatparêzan hatibûn derxistin. Piştî derketina gel ji Wargehê, li hemberî me teqînên mezin rû dan. Ji aliyê Bakirtê û Guwêra ve pevçûnên dijwar di navbera pêşmergeyên YNK û dijmin de rû dan. Di heman şevê de li ser deşta Mexmûr balafirên keşfê yên bê pîlot heya sibê geriyan. Tevî balafirên keşfê balafirên şer jî hebûn. Ez dikarim bibêjim wê şevê heya sibê hemû heval di çeperan de cihê xwe girtibûn û dibin dengê balafirên şer de, di deşta mexmûr de, li wargeha vala de em li bendî bûn ku pevçûn nêzî me bibe. Ev hesteke cuda bû. Heya siharê ev tevgera hewayî domiya. Di nûçeyên sibê de hat gotin ku balafirên Emerîqayê ji bo alîkariya pêşmergeyan herêma Mexmûr bombebaran kirine. Nûçeyek ji binîde derewbû. Wan balafiran tenê serê me êşandin.
Bi danê sibê re herkesî xwe ji bo rojê amade kir. Nobedar hatin guhertin. Heya navbera nîvro agahî hat dayîn ku herkes çeperan bigire. Dengê pevçûn û teqînan me bi çav didît. Ji xwe tevgera leşkerî ya bejahî ji êvarî de ranewestiya bû. Çekên giran yên zirxî, top, cepxane bi konvoya leşkerî re hertim cih digûhart. Di heman demê de asayîşên me berî niha behsa wan kiriye tevî hevalan û pêşmergeyan dihatin girtin. Dewriye ji bo araziyê derketin. Ji heştê êvarî heya 2 yê piştî nîvro tevgera Wargehê nesekinîbû.
Di wê kêliyê de ferman hat ku divê hemû hêzên di Wargehê de tepê Qereçox yê jora Wargehê bigire. Her hevalên di çeperan de berê xwe dan girê pişta Mexmûr. Rêyek bi qasî du seatan dirêj bû. Lê belê ez bawerim ku derveyî giraniya cepxanê, tinebûna avê, germa wê rêyê tu carî ji bîra wan hevalan naçe.
Piştî tepe hat girtin gelek milîs û kesên bê çek ji tepe daketin û bi sazûmaniya hevalan ya nû cardin tepe hat girtin. Di wê navberê de dijmin bi hewan û çekên giran Mexmûra Ereban bombebaran dikirin. Dûmanên reş ji ser Mexmûr radibûn. Rêyên girê Qereçox yên ax dihatin bombebarankirin. Piştî ku hêzên di Wargehê de derbasî asayîşa Boxaza Gêçê bûn hemû pêşmerge û wesayîtên sivîl jî li wir rawestiya bûn. Herkes dinava hewildanek mezin de bû. Heval bi çek û cilên leşkerî li aliyekê bûn. Pêşmerge bi wesayît û hemû cebilxaneyên xwe li aliyekê bûn. Gelek sivîl di wesayîtên xwe de rawestiya bûn. Gengeşiyek gelek mezin li wir hebû. Piştî ku hevalan sazûmaniya xwe çêkir û ji wir derketin piştî demekê me bihîst ku li heman cihî hewan li nav wê gengeşiyê ketiye û gelek pêşmerge jiyana xwe ji dest dane. Di vê navberê de hevdîtin û dayîn-standinên fermî yên bi hêzên pêşmerge re dihatin pêşxistin. Li gor agahiyên dihatin pêşmergeyan bêyî hêzên leşkerî yên hevalan nedixwestin şer bikin. Ji xwe rexmî hemû çek û cebilxaneya giran pêşmergeyan gelek dereng tevdigerîn û weke hêza leşkerî xwe bicih nedikirin.
Bi ketina hêza dijmin ya Mexmûra Ereban yekîneya milîsan û Hevalan li ser girê Qereçox çeperên xwe girtin. Bi derbasbûna hêza dijmin ya Wargehê jî pevçûnên dijwar rû dan. Hêza xwedî zihniyeta kor li ser piya û bi terlikan hatibûn şer. Hevalên hêja ez bawerim ku we di MED NÛÇE de bernameya çeteyên bêesil temaşekiriye. Wan bi devkî rewşa xwe vegotiye. Ji ber vê sedemê penasekirina van zindiyan weke mirov an jî weke zindiyên bi aqil gelek zore. Mirov encax di encama dagiriya dijmin ya ser vîna mirov de ewqasî bikeve û kirêt bibe. Di jiyana xwe de çawabin di şerê xwe de jî wiha ne. Heger ji vê tevgerê re şer were gotin. Li hember vê zîhniyeta reş berxwedana ku li Mexmûrê rû da heya ku ev hêza dijmin ji Wargehê derket berdewam kir.
Pevçûna berxwedana Mexmur du rojan berdewam kir. Li gel agahiyên şer agahiyên ku ji devê dijmin jî derdiketin di nava gel de dihatin belavkirin. Ji xwe em di zanin di rewşên wiha de agahî bi lezgînî belav dibin. Agahiyên şerê derûnî weke goristan hatiye gulebarankirin, Bexçê Rêbertî hatiye şewitandin, şaredarî hatiye roxandin û her wiha. Ev nîqaş û dîmenên dev û mejiyên dijminbûn ku di nava gel de dihatin gerandin.
Weke tê zanîn gelê Wargehê di nava axa Başûr de demên koçberiyê yên dijwar jiyan kirine. Ji bo ku hêzên KDP vî gelî bêzar bike û bikişîne aliyê xwe hemû kiryarên reş li ser bikar anîne. Kuştinên faîlê ne diyar kirine. Cenazeyên du zarokên Wargehê yên serjêkirî di nava Wargehê de di herêma KDP ê de çêbûye. Şer û pevçûnên pir mezin di Wargehên berê de jiyan bûne. Rêheval Şehîd Jiyan (Zeyneb Erdem) di pevçûnande şehîd ketiye. Ji gel gelek kesên di wê demê de birîndan bûne hene. Ji ber van sedeman gelê Wargehê jî dizanibû ku wê nêzîkatiya Hukûmeta Herêmê li hemberî wan ne bi tendurustî be. Di Wargeha Şehîd Rustem de gel 16 salan ma, bi navê Hukûmeta Herêmê serdaneke fermî nehat kirin, bi ava bêhna genî, derfetên jiyanê yên pir kêm gel jiyana xwe berdewam dikir. Heta gelek welatiyên Wargehê di nava karên dervede bûn. An di karên zeviya de, an di nexweşxane, di xebitîn. Ji bo vî gelî tu derfetên jiyanê yên hêsan nehat naskirin. Di encama pevçûna roja yekem ya Berxwedana Mexmûrê de bi Şehadeta Rêheval Denîz Firat an jî Denîz Derya ku bûye behra dilê me, Berzanî hat serdana Mexmûrê. Divîya bû Berzanî piştî lidarxistina Kongreya Netewî bihata serdana Wargehê, ne di encama reva pêşmergeyan de. Weke nêrîn dikarim bibêjim Şehadeta Rêheval Denîz hemû dengeyên hêzên pêşmerge û gelê koçber da guhertin. Di heman demê de dengeyên siyasî da guhertin. Bi lehengî û fedakariya xwe bi zanebûna çapemeniya azad ji bo hemû rastiyên demê raxe ber çavan xwe da eniya herî pêş. Divir de û nava van bûyeran hemûyan de behsa heval Denîz kirin wê neheqî be. Ji bo heval Denîz nivîs û nirxandinên taybet ezê amade bikim. Lê di vê berxwedanê de behsa Rêheval Denîz nekirin wê bibûna kêmasî.
Di encama vê Berxwedanê de bi hezaran kes bawerî girt ku wê ji aliyê gerîlla ve werin parastin. Bi hezaran kesên xwe ji bo koçberiyê amadekiribûn bi tekoşîna hevalan li warê xwe man.
Di van du rojên ku şer û pevçûn li Wargehê ru didan de, gelê ji Wargehê derketibû li deverek Hewlêr dihat komkirin û derbasî Ranya Hecîawa dibûn. Gelek kes pir tengav bibûn. Lê zêdetirî gel jî bi amadekarî derketibûn. Bi hezaran mirov derbasî Hecîawa bibûn. Bi hezaran kes jî bi awayên komî û kêmek jî bi awayê malbatî derbasî gundê derdora Mexmur, Hewlêr û gundê Hewlêr, Duhok, Zaxo, Amediyê, Sêmêlê, Girêgewrê, Hesenîkê, Qeladizê, Sîdeka, Ranya, Diyana Bibûn.
Di Ranya Hecîawade hefteya destpêkê bi alîkariya hêzên ewlekariyê yên Ranya gel di mizgeftan de man. Xwedîderketina gelê Hecîawa hêjayî rêzgirtinê û pesindayînê ye. Gelekî bi qasî xweşikbûna xwe hêja û kedkar bû. Herçiqasî dibin navê xêrê, sewabê xizmet dikirin jî bi rastî jî nêzîkatiyek wan ji dil hebû. Bi xwarin û vexwarinê, bi cil û bergan, bi betaniye û merşikan, bi şîrê zarokan çi ji destên wan hat texsîr nedikirin. Lê belê pirsgirêkek mizgefta hebû, bombebarana deng ya jin, zarok û ciwanan hebû. Bi rastî jî mirov nikare bê civak jiyan bike. Lê belê civakek di dema kaosê de bi dengê xwe mirovan tine dike. Bi tendurustî fikirandinê bi mirov re nahêle.
Gelo çima Hecîawa? Ewder xaka kêye? Hevalan bi kîjan armancê evder diyar kiribû? Hevalên bi vî karî re eleqedar dikarin baştir vebêjin. Ev nirxandin min derbas dike. Lê cara yekem ez kêfxweşim ku li welatê me an jî li gundekî, ewqasî camî-mizgeft û dibistan hene. Li Hecîawa 23 mizgeft hene. Her camiyek ya bavikekî ye. Her yek ji yekê xweşiktirbûn. Me diwir de limêj û dua nekirin lê belê me li wir sazûmaniya xwe ya leşkerî, civînên awerte yên ji bo demê, civînên gel û hevalan, plansaziyên demê, kar û barên lojîstîk, ewlekarî dikir. Ez bawerim wê ev kar mekbûltirbin.
Piştî mayîna çend rojan li Hecîawa, ji bo gelê ku li Hewlêr, Duhok û Zaxo belavbûbûn çend heval hatin erkdarkirin da ku rewşa van malbatan werin şopandin, cihê wan werin zanîn. Ji ber di roja derketina ji Wargehê de li ser navê gelek malbatan agahiyên şaş dihatin vegotin. Dihatin gotin ku gelek malbat derbasî Kurdistana Bakur bûne. Bi giştî ji bo rewşa gel û van agahiyên derew tevgerek gelek berfireh hat destpêkirin. Ji cîftlîkên derdora Mexmûr heya ber deriyê Xabûr yê Zaxoyê sefera şêniyên serdana Mexmûrê destpêkiribû. Em jî di heman guzergahê de ketin rê û me serdana hevalên xwe kirin. Di serdana şêniyên Mexmûrê de herkes bi yek nêrîn û yek gotinê digotin em amadene ku rêxistin ji bo me çi bibêje emê pêk bînin. Nêzîkatiyek dijber an jî dudulî derneket holê. Lê belê ji şêniyên ku derbasî Hecîawa bibûn qutbûn li ser wan gelek giran hatibû. Di gengeşî û tevlîheviya koça roja yekem de gelek kesan berê xwe dabûn van deran. Ji bo vê dixwestin ku ew jî derbasî aliyên mizgeftan bibin. Di sefera yekem ya heya Zaxo de ne di rê de ne jî di serdana me de di aliyê ewlehiyê de tu pirsgirêk derneketin. Di vegera yekeya me de gelek malbat jî derbasî Ranya Hecîawa bûn.
Di vê navberê de du heval û du milîsên ku di Berxwedana Mexmûr de birîndan bûbûn di nexweşxaneyan û ya emerîqî ya Hewlêr de dihatin dermankirin. Li gel heval û milîsan pêşmergeyên YNK ku di heman pevçûnê de birîndar bûbûn dihatin dermankirin. Li gor agahiyên destpêkê berpirsên nexweşxaneyê nedihiştin ku kes derbasî gel birîndara bibe. Li ser vê agahiyê bi rêveberiya nexweşxaneyê re hat axaftin û li gel heval û milîsan pêşmerge jî hatin dîtin û serdankirin. Ji bo personelên nexweşxane ev nûbûnek bû. Di heman demê de ji bo pêşmergeyan jî ev nûbûnek bû.
Di heman demê de agahiya şehadeta rêheval Genco ku di şerê Şengalê de şehîd ketibû hat. Heval genco bixwe xelkê Hewlêr”ê bû û rexmî ku cara duyem ji serê xwe de birîndar bibû bi israra xwe derbasî qada şer bibû. Bi awayeke rêxistinî bi gelek hevalan em jî derbasî taziya heval Genco bûn. Bi derbasbûna me ya hewşê re me dît ku nêzî sed jin tenê bi cilê reş û bi hawar û girî li hewşê li cem dayîk û xwuşka heval Genco şînê digirin. Em jî bi cilên xwe yên reng û reng weke dara ziyaretê ketin nava wan jinan. Tu kesî bi ji ber cil û şemala me tiştek negot heta dilê xwe jî nehiştin. Dema xwuşka heval Genco em dîtin bi lorînek zirav û ji dil got ku “ vane hevalê birayê min, hevalê Gencoyê min hatin. Hevalê APO hatin” û dest bi girî kir. Herdû jî rabûn em derbasî odeyek din kirin û li cem me rûniştin. Ev rêzdayîna mêvandariya gelê Kurd û malbata taziyê ji bo Rêheval Şehîd Genco bû. Ev veguhertina çanda gelê Kurd ya xwedî derketina berxwedan û rêhevaltiya berxwedanvana bû. Em gelek şanaz bûn bi vê nêzîkatiyê. Ev nêzîkati ne ji bo me ji bo rêzdariya rêheval Genco bû. Bi rastî jî ev nêzîkatî hêjayî heval Genco bû. Beramberî vê nêzîkatiyê li cihê jinan heman nêzîkatî li cihê zilaman jî hatibû kirin.
Di berxwedana Mexmûrê de bi navê Mamê Qile berpirsiyarê pêşmergeyê YNK yê Mexmûra Ereba jî jiyana xwe ji dest dabû. Li gor agahiyan Qile li hemberî Êrîşên Daîşê yên li ser Mexmûr de şerekî tund dabû meşandin. Di tevgera koma xwe ya cara sêyem de bi wesayîta xwe pêlî mayîna dijmin dike û jiyana xwe ji dest dide. Qile bi mirovhezî û dostaniya xwe ya bi gelê Mexmûrê re dihat naskirin û kesekî gelek alîkar bû. Hem ji bo van nêzîkatiyê wî hem jî ji bo pêvajoya ku em têde derbas dibûn ji Hecîawa, Hewlêr û Mexmûrê bi konvoyek mezin bi al û wêneyê Rêber APO serdana taziya Qile hat kirin. Di vê taziyê de jî jinan bi eleqe û destxweşiyek mezin koma me pêşwazî kir. Konê sersaxiyê ne weke konê taziyê bû. Jinên vir hineke din xwînsar û hêdî bûn. Çend jin gelek û gelek bi hatina hevalan kêfxweş bûbûn. Li gor me dizanî, 4 jinên Qile hebûn. Mam Qile, di şerde jiyana xwe ji dest dabû û berxwedaniyek mezin ji bo Mexmûrê kiribû, di heman demê de ew çar jin diyarbû ku ji zilm û xedariya wî kesî rizgar bibûn. Ew jin ji bo herdû bûyera jî kêfxweş diyar bûn. Bi israreke mezin wan jinan hewildidan ku koma me, demek din li wir bimîne û hertim destxweşiya hevalan û rêber APO dikirin.
Piştî van çend rojan cardin rêwitiya heya Zaxo destpêkir. Şer û pevçûnên Rojhilata Navîn, sotemenî, av û axa iraqê hemû kom dibû, bi germahiya şerê wir dibû yek û hewû têna vê germahiyê weke ku di wesayîtan de kom dibû germ bû. Ya melekê tawis, ya şêxevdilqadir, ya pîr û mele, ya 12 îmam ma ev çi germbû? Hela ku wesayît reş be û di germa nîvro de navnîşanên mala ne diyar be ev germa hilma xwe zêde dike. Bi rastî jî li Rojhilata Navîn jiyana asayî gelek zehmete, di heman demê de jiyana koçberî di agirê dojehê de şewitandine. Cara duyem dema ku rêwitiya me dest pêkir, heya ber asayîşa Dihokê pirsgirêk derneketin. Ji ber ji Mexmûr heya Hewlêr Heval li ser rêyan bûn. Di navbera Dihok û Hewlêr de ne zelaliyek hebû. Di asayîşa Dihok de em hatin rawestîn û destûra derbasbûnê nehat dayîn. Me armanc û sedema derbaskirina Dihok herçiqas vegot jî destûr nehat dayîn. Kesê ku ev destûr neda û berpirsê wê asayîşê Kurdekî Êzîdî bû. Wek nêrîn ez bibêjim ew hevkarî Daîş bû. Piştî rewşa Şengal kesê ku xwîna paqij di laşê wan de heye bi hawara Şengaliyan ve diçe. Lê belê ew nemirov em derbas nekirin. Dema em vegeriyan û di rêya dirêj re derbasbûn em di ber Êzîdîiyên derdorê Dihokê ku malê xwe terikandine re derbas bûn. Bi hezaran Êzîdî ji ber tirs û fikara êrîşa dijmin malê xwe, gundên xwe terikandibûn û di cihê înşaatan de rawestiya bûn. Ewlehiya wan deran qet tine bû. Tu alîkarî ji wan re nedihatin dayîn. Lê li ser kaxiza di destê rayedaran de ew welatiyên Iraqê bûn. Di bin pira rê ya wesayîtan de xwe bicih kiribûn. Tam dema em derbas dibûn keçikekê çaydanê avê kuçdikir, dayikekê jî zaroka xwe dixist xew. Gelek ciwan û zilamên temen mezin jî li kêlekekê li ser keviran rûniştibûn û dihizirîn. Bi rastî jî gelê ku nizanin parastina xwe ya cewherî bikin û hêza xwe ya hindirîn bikar bînin ew gel mehkûmî belavbûnê dimînin. Dîmenek pir dilbiêş bû. Lê rastiya Iraqê û hukûmeta Iraqê bû. Heya ber deriyê xabûr, çiyayê sipî, çiyayên metîna û heftenînê jî ev rewş berdewam bû. Dema em gîhaştin amediyê, di kêleka rê de dîwarek bi qasî çar metra bilind û metreyek qalind dîwarekî pir dirêj hebû. Bi qasî deh caran li Mexmûr qadeke mezin bi dîwar hatibû dorpêçkirin û di navîna wî dîwarî de golek avê ya taybet, cihên dewlemend hatibûn çêkirin. Em pişt re têgihiştin ku ev der dîwarên mala Seddam Husên e. Di dema xwe de qadek bi taybet di sûran avakiriye û hemû hêjayên herêmê tê de bicih kiriye. Çiqaş balkêşe ku heman zîhniyet û piratîk me li Hewlêr jî dîtibû. Qadeke pir û pir mezin bi dar, mal, qesr, balafir, wesayît… û gelek tiştan li navîna Hewlêr Nêçîrvan Berzanî ji bo xwe veqetandibû. Ez dikarim bibêjim ew Êzîdîyên ku hezaran bê cih û war di dibin pirên rê û înşaatan de diman di vê qadê de dihatin bicihkirin wê hîn jî hinek alî vala bimana ku ewqasî mezin û fireh bû. Ev jî marîfet û hunerên serokwezîrê herêma Kurdîstanê Nêçîrvan Berzanî bûn. Diyare ku ji Sedam mînakên rast nehatine girtin.
Di serdana duyem ya gel de kesên ku ji bo wan agahiyên xelet hatibûn hatin dîtin. Tu kes derbasî aliyê din nebibûn. Di vê navberê de agahî hat ku gel dikare derbasî Wargehê bibe. Ev pêvajoya goçberiya Mexmur ya 9 mîn jî bi dawî dibû. Lê belê hîn li Iraqê penaberin û hîn mal û gundên gelê wargeha Mexmur li Kurdîstana bakûr li bendî wanin ku cardin bibin cihê jîngehê.
Rûmet Qoser