Çelê Şahidiya Çalekiyekî Şoreşgerî Kir

0Shares

Çalekiya sala borî li Çelê bi navê Operasyona Şoreşgerî ya Ş. Çîçek hate lidarxistin, di dîroka têkoşîna me de hêjayî nirxandineke taybet e. Di bingeh de li dijî êrîşên pir-alî yên rejîma faşîst a Tirkiyê, wek bersiv hate dayîn. Me di vê barê de bi rêhevala Şaristan Zagros re ku di çalekiyê de cih girtibû û ji nêz ve şahidiya bûyeran kiribû, hevpeyvînek çêkir.

T.Zîlan: Di atmosfer û şertûmerceke çawa de çalekiya operasyona Şoreşgerî ya Ş.Çîçek hate plankirin û armancên wê çibûn?

Şaristan Zagros: Piştî 15’ê Hezîranê ku Rêbertiya me ev dem dabû diyarkirin, ji ber çareseriyeke demokratîk ji aliyê hêza dagirker ve nehate pejirandin, bi wê re pêvajoyeke nû dest pê kir. Jixwe beriya wê jî dijmin di her qadê de operasyon û êrîşên dijwar pêk dianî, lê gêrîla li ser bingeha pêşniyara Rêbertiya me, di pozîsyona bêçalekiyê de bû. Bi plangeriyeke herêmî û komployên hêzên Rojava ji 18’ê Tîrmehê êrîşa Îranê li ser qada Qendîlê destpê kiribû, pê re jî li herêma Xinêrê jî li ser gel û herêmên gêrîla êrîş hatibûn kirin. Li bakurê Kurdistanê jî bênavber opersyon ji hêla artêşa dagirker ve dihatin kirin. Jixwe lehiya girtin û binçavkirinan jî dewam kir. Ji 27’ê Tîrmehê ve tecrîda li ser Rêbertiya me şidandibûn û hevdîtin bi behaneyên derewîn asteng dikirin. Herwiha êrîşên hewayî li ser qadên parastina Medyayê bû sedema şehadet û birîndariya hejmarekî hemwelatiyên Kurd ku pitikekî 6 mehî jî di nav wan de bû. Li herêma Xakûrkê jî 11 heval şehîd bûn. Diviya li beramberî êrîşên çavsorane yên ku ji hêla dijmin ve dihatin kirin, bersiveke baş bihata dayîn. Li ser vê yekê gêrîla bi nirxandina kûr a demê, hewce dît ku li gor pêdiviyên pêvajoyê hin pêngavên berfireh biavêje.

T. Zîlan: Amadekariyên Çalekiyê bi çi awayî bûn, bêtir kîjan alî bala we dikişand?

Şaristan Zagros: Li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me û êrîşên li ser gel û gêrîla, hêrs û kîneke mezin di dilê her hevalê/î de lîlan vedida. Hevalên ku xwe ji bo çalekiyê amade dikirin bi bîr û baweriyeke mezin, ne ku tenê tevlî çalekiyekê bibin, bi daxwaziya ku ji pêvajoyê re bibin bersiv, hazirtiya xwe dikirin. Wek cihê çalekiyê herêma Çelê hatibû plankirin, jixwe li wir hejmareke zêde hêzên dijmin hebûn û diviya ku li nava dijmin çalekî bihata kirin. Li wir li girên wek Bilîcan, Tepê Şikêr û hwd. hemû cihên ku dijmin hêza xwe bi cih kiribû, wê çalekî bihata kirin. Jixwe planên dijmin pir zêde li ser herêmên parastina Medyayê hebûn. Nêzîkî 70 heval di amadekariyên çalekiyê de bûn. Elbet pir hevalan dixwest di vê çalekiyê de cih bigrin, di her hevalî/ê de hêrs û aciziyeke mezin li dijî êrîşên dijmin hebû. Lê nedibû ku hemû heval di çalekiyê de bi çalakî cih bigrin, dîsa jî di pir aliyan de ked û xebateke mezin ji bo amadekariyên çalekiyê hate dayîn. Yekemîn armanca vê çalekiyê ew bû ku li beramberî tecrîd û îşkenceyên li ser Rêbertî, helwest were nîşandayîn. Plansaziya çalekiyê pir berfireh bû, di her alî de hazirtî hebûn, ji keşfê bigre heya bicihkirina hêz û alavên hewce, bi her awayî hatibû eyarkirin. Ponijandineke demdirêj hebû. Dîsîplîna wê jî kamil bû. Ango di aliyê feraseta leşkerî de pir bi nîzam bû. Pozîsyon û tevgera hêzên me di her milî ve hatibû destnîşankirin. Ji ber çalekî bixwe pir berfireh bû û wê bi çendîn gir bihatana rakirin, lewma jî pêdiviya lêhûrbûnê dihate dîtin. Li pir giran qereqolên dijmin hebûn. Hêzên çekên giran û gurûbên êrîşê ji bo çembereke berfireh bidin çêkirin, hatin diyarkirin. Hemû qad wê biketa destên hevalan. Di serî de wê asayîş û girên ku qereqol lê bûn, wê bihatana hedefgirtin. Beriya heval biçin, civîn hatin çêkirin, perwerdeya leşkerî hate dîtin. Di aliyê ruhî û fîzîkî de hazirtî çêbûn. Di her hevalî/ê de moral, xwestek û coşeke mezin dihate dîtin. Beriya çalekî destpê bike, hema bêje her şev şahî dihatin lidar xistin. Wek din di civînan de her hevalî/ê nêrîn û dîtinên xwe di aliyê xwesteka xwe dianîn zimên. Pir hevalan israr dikirin ku di gurûbên êrîşê de cih bigrin. Herî zêde jî hevalên jin dixwestin roleke çalak di çalekiyê de bileyîzin. Xwestek û jidiliya hevalan di her kêliya jiyanê de xwe dida der. Her hevalê/î beriya ku biçe çalekiyê, di jiyanê de bi tevlîbûna xwe di karên herî piçûk de jî israr û coşa xwe îfade dikirin. Ji ber pêvajo pir hesas bû û gêrîla jî xwe amade dikir li gor girîngiya heyî tev bigere. Ji jiyanê re wateyeke xurt dihate dayîn. Her heval di nava liv û tevgerke berbiçav de bû. Ji bo çalekî bi serketî be, hemû aliyên wê dihate nîqaşkirin. Dema çûnê her bask û gurûb li gor planê tevgeriya, di demê xwe de gihîştin cihê çalekiyê. Hevalan keşfa wir bi berfirehî kiribûn û her tişt di bin agahî û kontrola wan de bû. Xetên zirav yên dijmin jî hatibûn tesbîtkirin. Herwiha pêvajoya paşde vekişînê jî hatibû diyarkirin. Çalekî di 1.15 deqîqeyan de destpê kir. Hêzên dijmin bi her milî ve doralî ketin çemberê. Di şokê de man û nedizanîn ku êrîş ji kuderê tê, lewma heta li hêzên xwe jî dixistin. Heval bi serketî ketin gir û qereqolan, hejmareke zêde çek jî rakirin. Li noqteya asayîşê jî heval ketin hundir, bi vîn û hêzeke pir mezin şer kirin. Hevalan di çalekiya Çelê de bi her awayî fedakarî, lehengî û serkeftineke mezin bidest xistin. Çalekî di dem û mekanê xwe de pêk hat. Di dîroka PKK’ê de mînakên wek vê çalekiyê kêm in. Derbeyên giran li dijmin hatin xistin. Hejmareke zêde alavên leşkerî jî hatin îmhekirin. Hêrs û daxwaza tolhilanîna şehadeta hevala Çîçek, Rûstem û hevalên din hêzeke mezin dida hevalan. Lewma jî hevalan zirareke mezin li dijmin xistin. Jixwe hejmareke berbiçav leşker jî hatin kuştin. Çelê di wê tarîtiya şevê de şahidiya çalekiyeke bêhevta ya egîdên çiya kir. Ango serkeftina di çalekiyê de, ne tenê ji ber hejmara wendahiyên dijmin, an jî zirarên ku hatin çêkirin tê pîvandin, tişta ku girîng û li ber çav bû taktîkeke nû li gor pêvajoyê, bi feraset û rêbazeke pir dewlemend ve şer dihate kirin. Ev çalekî bi her awayî mînaka çalekiya şoreşgerî ye. Divê wiha bê dîtin û şîrovekirin.

Di çelekiyê de lehengên mezin cih girtin ku birastî bi gotinan nabe ku mirov pênaseya egîdiya wan bike. Hemû heval jî bi daxwaz, bawerî û vîneke xurt ber bi çalekiyê ve çûn û birastî jî destan nivîsandin. Yek ji wan hevalên ku birastî di çalekiyê de xwedî rol bûn û karîn destketiyên mezin biafirînin rêhevala Viyan Selmas, Hevlê Egîd, Serdar Selmas, Zinar, Kamûran, Kanî, Rûhat Makû di rakirina gir de, ango di gurubên êrîşê de roleke dîrokî leyîstin. Ev heval di pevçûnan de şehîd bûn, lê şehadeta wan rik, hêrs û biryardariya hevalan zêdetir kir. Dijmin teknîkeke zêde bikar anî, nekarî li wir leşkerên xwe bide şerkirin, lewma jî tenê bi rêya teknîkê bi ser hevalan ve dihat. Ji hêla Colemêrgê ve teqwiye hat, lê ji ber hevalan rê qut kiribûn, nekarîn xwe bigihînin cihê çalekiyê.

T.Zîlan: Piştî çalekiya şoreşgerî ya ş.Çîçek ku encamên pir mezin hatin bidestxistin, artêşa Tirk û rêvebirên dewletê ev binkeftin û hêrsa xwe xwestin dîsa bi kiryareke hovane û dij-mirovahiyê veşêrin. Lewma jî li Geliyê Tiyarê li dijî yekîneyeke gêrîla bi êrîşa bombebarana kîmyewî, dîsa li dîroka xwe ya reş deqeke hîna mezintir zêde kirin. Em dixwazin ji we, bi kinahî be jî çawaniya wê êrîşê bizanin.

Şaristan Zagros: Piştî ku çalekî bi serketî bi dawî bû, heval paşve vekişîn. Lê belê li Geliyê Teyarê di encama êrîş û şerkekî giran de hejmarekî hevalan şehîd bûn. Hevala Berwar, Rûken Makû, Gulbihar, Şaho, Rêjav, Dilşad û hevalên din her yek ji wan di amadekariya çalekiyê de ked dabûn, herwiha bi moral û coşa tevlîbûna jiyanê, birastî mînak bûn. Dijmin bi teknîk û bombeyên kîmyasalê li ser hevalan êrîş kir. Hevalan heya du rojan berxwedaniyeke mezin kirin. Li wir jî li dijmin derbe hate xistin. Pevçûn çê bibûn û hevalan heya dawî li ber xwe dabûn. Rûken, Dogan Efrîn, Xeyrî, Zinar, Dîren li wir şehîd bûn. Hevalan bi berxwedaniyeke mezin, bi giyana hevaltiyê têkoşîn kiribûn. Her hevalekî/ê dixwest hevalên li kêleka xwe şehîd bûyî li wir nehêle. Hevalan bi takekesî dikarîn xwe xilas bikin, lê ji bo ku hevalên li ba xwe bi tenê nehêlin û herwiha ji bo cenazeyên hevalan bernedin, ji wir neçûbûn.

T. Zîlan: Bi qasî ku hûn dinasin dikarin ji me re behsa rêhevalên ku di wê çalekiyê de şehîd bûn, bikin.

Şaristan Zagros: Hevala Rûken Bîngol, dema ez nû tevlî bûm, em li ba hev bûn. Ew keça çiya bû, her dayîm dixwest li eniya pêş bi hevalan re mil bi mil têkoşînê bide meşandin. Di tevlîbûna rast de xwedî israreke mezin bû. Digot ku ez Rûken im, divê ez bi beşîşîbûn û coşa xwe tevlî her tiştî, bi taybet çalekiyan bibim. Nedixwest tenê bi gotinê re bisînor bimîne, tim behsa Rêbertî dikir. Li beramberî giraniya pêvajoyê dixwest bi herî xurtî tevlî bibe. Digot ez dixwazim di çalekiyeke serketî de şehîd bibim.

Hevala Viyan jî wiha bû. Di afirandina giyana hevaltiyê, xwe avakirin di aliyê zayendî de û gihîştina pîvanên Apoyî de pir xwedî israr bû. Di her kar û kêliyê de xwedî xwestek bû. Di hevala Viyan de giyana hevaltiyê heya radeya herî bilind li pêş bû. Di her milî de bi hevalên li ba xwe difikirî û ji bo alîkariya wan bike, qet sînor nas nedikir. Bi her hevalê/î re parvekirineke baş çêdikir.   

Hevala Berwar Qamîşlo jî ruxmî ku di plansaziya çalekiyê de nebû, bi israreke mezin cih girt. Di çalekiyê de bi moral û coşa xwe pir bandor kir. Dixwest bi her awayî tola hevalên ku şehîd bûne bistîne. Bi hevalên ciwan re pir elaqedar dibû. Jiyan bi wan dida nasandin. Li ba Rêbertî jî mabû û dixwest hemû tiştên ku ji Rêber APO fêr bûyî, bi hevalan re jî parve bike. Dixwest li herî cihê zehmet cih bigire.

Hevalê Hêjar jî ji Sinê bû. Di girê Gûvenlikê de cih digirt. Bi israra xwe, ew tevlî çalekiyê kiribûn. Demek dirêj li wê qadê mabû û bihost bi bihostê wan deran dinasî. Jixwe heval di aliyê keşf û naskirina erazî de pir şareza bû. Dixwest beriya her hevalî/ê di çalekiyê de cihê xwe bigire.

Hevalê Dilşad mamoste bû, ji Geverê bû. Heval fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî dikir. Hevalên ku di aliyê xwendin û nivîsandinê de zorî dikêşan, bi sebr û dilnizmiyeke mezin alîkariya wan dikir. Di jiyanê de jî pir dilnizm bû. Ticar nedikete nava hesaban, di her karî de bi rûkenî tevlî dibû. Hevalê Dilşad pir xweş helbest dinivîsî û digot. Dengê wî ji hêla hevalan ve jî pir dihate hezkirin.

Yek ji hevalê ku di nava me de herî zêde dihate hezkirin hevalê Dogan bû. Dilnizmî, fedakarî û girêdana bi rêhevlatiyê pîvanê sereke yên hevalê Dogan bû. Dema ku dikeniya, hemû heval jî şa dibûn, ji ber wateyeke mezin dida jiyanê û coşa xwe dida der. Dema çû çalekiyê jî hevalê Dogan bi devkenî û kêfxweşî bû moralê gurûbê.

Hevala Gulbihar di sala 2008’an tevlî bibû û li qada Zapê mabû, destpêkê li Çiyayê Reş dimîne, bi temenê xwe yê piçûk di jiyanê de pir baldar bû. Her daxwaziya wê elimîna rast a jiyanê bû. Diçû ba her hevalekî/ê jî dixwest ku di derbarê hînbûna jiyana gêrîla de tiştekê bi wê bide fêr kirin. Lêgera wê zehf geş bû. Di jiyanê de zehf berpirsyar tevdigeriya. Dema kêmaniyeke piçûk jî di jiyanê de rû dida, di cih de mudaxele dikir û helwesta xwe nîşan dida. Hevala Gulbihar pir dixwest ku biçe Dersimê, hezkirineke mezin di dilê wê de ava bibû. Hazirtiyên xwe jî li gor vê dikir. Hertim di nava lêgera fêrbûnê de bû, qet dema xwe vala û bêplan derbas nedikir. Di aliyê fêrbûna zimanê Erebî û Kurdî de xwe pêş dixist. Hevala Gulbihar ji Kobaniyê bû, tê zanîn ku di herêmê de yek ji taybetmendiya sereke xurur e. Hevala Gulbihar jî xwedî xurura şoreşgerî bû. Qet qebûl nedikir ku kêmaniyeke piçûk jî ji wê rû bide. Ji ber amadekariya çûna Bakur dikir, di aliyê hakimiyeta li ser çek û têgihîştina leşkerî de jî xwe perwerde dikir. Di pêşketin û serketinê de xwedî rik û înadeke mezin bû. Di baskê parastinê de BKC bikar anî. Bi qasî sê salan li çiya ma, di vê demê de karî kesayeta xwe bi taybet weke jin tehlîl bike û nêzîkê rastiya Rêber APO bibe.

Hevalê Serdar jî di pir çalekiyên de di herêmê de ciheke çalak girtibû, herdem jî di baskê êrîşê de bû. Di operasyona Zapê de jî berxwedaniyeke mezin nîşan dabû. Beriya wê li Geliyê Reş mabû. Bi wêrekî û cesareteke mezin tevlî çalekiyan dibû. Pir dilnizm bû. Bi rehetî û xwezayîbûna xwe dihate nasîn. Hevalê Serdar nedipejirand ku di çalekiyekê de cih negire. Pir xweş stran digot. Dema digihîşte ciheke herî bilind, an jî li ber qiraxê çemekê dest bi stranê dikir, wek ku xweza jî bi dengê xwe şiyar dikir. Parvekirina wî di jiyanê de li pêş bû. Bi tevlîbûn û berpirsyariya xwe ya di jiyanê de hevalên li ba xwe perwerde dikir. Hevalê Sîdar beriya wê jî di çalekiya Bezelê cih girtibû, dema ku gir bidest dixin, di nava agirê şer de dest bi qêrîn û gotinan dike bi bangekî bilind dibêje ku “Em xeleka agirê Zîlanê ne, em agirê dilê Zîlanê ne, ku di dijmin de olan vedidin!” Hewara hevalê Serdar hewara azadiyê bû. Digot ku em ê ji hevala Viyan re bibin bersiv. Nêzîkatiya wî ji jinê re bi awayê rêhevaltiyê pir li pêş bû. Ew zor û zordestiya ku li Rojhilat û Îranê li ser jinê hatî kirin, qebûl nedikir û dixwest xwe di mijara rastiya jinê de kûr bike û pê re li ser bingeha rêgezên Apoyî, rêhevaltiyeke rast bide çêkirin. Dixwest bigihîje asta azadiyê û di xwe de azadiyê pêk bîne. Naskirina vê jî di kesayeta rêheval Zîlan de şênber îfadeya xwe didît.

Hevalê Egîd Rojhilat jî bi coş û zindîbûna xwe di jiyanê de bal dikişand. Li gor temenê xwe, tevlîbûna wî mirov matmayî dihişt. Pir dixwest li Bakur bimîne. Di aliyê mentiqa şer, êrîş, naskirina ziravî û aliyê tesbîtkirina lewaziyên dijmin de serwext bû. Di naskirina erazî de jî pir li pêş bû.

Hevalê Kanî, di plansaziya çalekiyê de nebû, ango diviya ew li ciheke din bûya, lê belê dema ku dibihîze çalekî wê çêbibe, bi israra xwe, bêyî ku agahî bide hevalan tevlî çalekiyê dibe. Beriya ku gurûb bikeve rê, bi du rojan gihîşte ba hevalan. Hevalê Kanî bi coş û moral tevlî bû. Di hazirtiya hemû hevalan de alîkarî kir. Barê herî giran wî rakir û di rê de alîkariya hevalan dikir. Hewa pir sar bû û berf dibariya, hevalê Kanî cilên xwe, kefiyeya xwe da hevalan. Bi rêbazên xwe yên qezenckirinê, fêmkirin û naskirina hevalan, fermandareke nimûne bû. Dema diaxivî mirov dixwest tenê lê guhdar bike. Hevalê Cudî jî berpirsyarê qadekê bû, bi israr û tîtîzî tevlî dibû. Bixwe ji Rojhilatê Kurdistanê bû. Pir xwezayî û rehet bi hevalan re dida û distend, lewma jî di nava hevalan de ciheke wî yê taybet hebû. Bi giştî hemû hevalên tevlî vê çalekiyê bûn û canê xwe feda kirin, destanek ji qehremaniyê nivîsandin ku qet nayê jibîrkirin.

Wan hevalan xwe li dora Rêbertî û dora azadiyê kirin çember, wek agirê evîndariya hevala Zîlan, wan jî xwe kirin pêtên jiyana azad.  

Dema mirov li ser hevalên şehîd diaxive û behsa bîranînên wan dike, birastî hîs dike ku wek bareke pir giran, hemû daxwazî û hêviyên wan jî digire ser milê xwe. Lewma divê em bi awayeke hîna bi hêz û xurt, wek ku çawa ew bi berxwedanî û qehremaniyeke mezin şehîd bûn, divê em jî bi her awayî armancên şoreşê pratîk bikin. Ew, ji me re dibin hêza vîndarî û domandina têkoşînê. Çawa piştî berbanga sibê roj hiltê, şehîdên şoreşê jî li ser rê û rêça me ronahiya xwe direşînin.