Denîz Derya
Rê ji bo gelek mirovan dibe wateyek xwe ya cûda hebe, lê ji bo me jinan serpêhatiya jiyanek cûda ye, ji ber ku em jin ti carî bi dilê xwe nadin van rêkan. An bavên me, Biray me, an jî hevserê me jinan didin pêşiya me, em tenê ji bo wan şopvanin. Rê ku ew li serbin ciqa zehmetbe bile bibe me dengê xwe nakin û me nikarin bikin jî tenê em li pey wana diçin, ew hemû rêkên ku ew têde diçin em neçarin bibin şopvan wan. Şopandin bûye çarenûsa me jina. Ev rewşa me nedaye avakirin, bi destê pergala serdest hatiye avakirin. Ev rêka ne dayîka me daye avakirin, bi dayîka me jî dane pejirandin. Ji ber ku ew jî merxdûra vê rêkêye.
Jin li kubin bila bibin, keça kêbe bila bibe, tenê çarenêsûka wê jinê heye ew jî şopandina şopvanê xwe ye.Tenê ew jin dikare xwe ji bo hin kesêndin xweşik bik e. Ger dilê wê li ser kesek dî hebe jî payva dawî ya bav e, Biray e. Peyva dawî ya pergala serdetse. Mirov nikare jê re bêje ku ev çarenûseke, di be ku ev komploye pergala serdetse. Rêka jin ji bo xwe diyar bike wê jê re bibe rêka mirinê.
Hemû stran, çîrok, meselok, helbest, pirtûk li ser jina tên nivîsdin, gotin, lê li rûxmî vê jî ên têne kurştin dîsa jî jinin. Çi nakokiyek mezi ne di hemû diyarê hestan de tu heyî lewre dîsa ya tê kurştin tu yî. Gelo di berçide tê kuştin lewre ne li ber van hest û serpêhatiya ne.
Hewara van jina tenê ji bo dayîka wan e ji ber ku tenê wana fêmbike dayîka wan e, lê ew jî baş dizanin ku tiştek ji destê dayîka wan ji nayê tenê bandikin ku dayê min ji vî helî xilas bike. Lê bidengek wisa dibêjin ku dayîka wan ji nabîze, ji ber ku deng bice guhê dayîkê jî ew jî li hember vê serpêhatiye neçare. Tenê dikare bêje“keça min ev çarenûsa me jina ne. Me nikarin serî li ber vê çarenûsê rakin.
Serî li ber vê çarenûsê tu jî xwerke, min jî ev kiribû. Em jinin darê şikestîne.” Dayîkê me jî ji bo me rêkek dî nedane nîşandin.
Di bîbikê çavê her jinê de bê guman êşek veşartî heye, li ber çarenûsa wê ya veşartî.
Rêkên em dişopînin ti çarî nebibû ya me lê îro? Bê guman ev rêk îro rêka me ye. An jî ya min e.
Îro ez li ser rêyek dî bi dilê xwe hêdî hêdî dimeşim rêyek gelek zehmet di kendavê ava Lolonê di etekê çiyayê Şekîf de carna dibe kaşên bilind carna jî xwe berdide ber avê lolanê. Îsa ji ber baran li van waran pir nabariye ji ber wê jî ava Lolonê jî melûl melûl diherike. Ava lolanê weke berê ne bi coş e. Masiyê Lolanê bi rêwîtiya min re rêwîtiye dikin. Di her golek avê de hin masiyên din bi min re dibin rêwî. Bi dengê denbêjê me yên ku bi dengê xwe ye zelal û bedew serpêhatiyên jina ji bo me dibêjin. Bi bengê Hisênê Ferê, Xerabete Xeco, Bavê Salih û hwd. Dema ez van stranê kurdî yê kevin gohdardikim di nava xem û xeyalan de diçim. Gelo li van wara çiqa tişt hatine jiyankirin, çiqa serpêhatî li van gelî û newalan de verşartî ne. Ên ku hatine gotin, lê ên nehatine gotin çiqa pirin. Ava Lolanê bidengê xwe yê hêdî hêdî bi gavên min re diherike. Ji hin cihan bi dengek gur li hin cihan jî bi dengek hêdî hevaltî bi pêngavên min re dike. Li hin derên wê dengê şalû bilbilan dengê avê re di be yek Ji kurahiya geliyan de dengê wawîka (çaqala) di ber hemû denga de ji bo xwe cihek cûda di de avakirin. Li van wara dengê wawîka ji hemû denga zêdeti re. Ji dengê me jina jî zêdetir.
Di hemû kendavan de dengê jina dikarin gohdarbikin we qet li dengê kendav gohdarkiriye?.dı her kendavekî de dengê jinek dî veşartiye. Ji wan kendavan dengên ku nayên pesinadin tên.
Di ber van hemû denga de wê demê de tu ji bo xwe di dinyaya xem û xeyalan de di dî rê. Gelo li van waran çiqa tişt hatine jiyankirin, berî me kê ev der ji bo xwe kirine xaknîgarî, li van waran çiqa evinên bê nav hatine veşartin, jiyankirin û kuştin . An jî çiqa serpêhatiyê jinan li van xaknîgariya ji bo xwe war, hêlîn dane avakirin. Weke Werdema xalê cemîl
Xalê cemîle xalê cemîl ez guneme
Lolo xalê cemîl min bi heyrano wele tu yê extiyarî dîno lolo ez gedeme (ciwanim)
Lolo xalê cemîl emrê te çûye çilûpenca ez çardeme. Lolo xalê cemîl mal şewitiyo tu ye ji min gerabe ez ê stû xaririm bê careme Xalê cemîl mal şewitiyo ez ê ne pariye devê mirdarê fena te me xalê cemîl ez guneme.
Li vir Werdem Xanim bê caretiye xwe tine ser ziman, lê ew çibike jî wê bibe pariyê devê mirdarê weke wî. Di be ku yek ji vê rewşê rizgarbe lê çarenûsa gelek jina ev e.
Paşê dîsa dibeje ku
Xalê cemîl tu yê nebe sebebê qedera min î.
Xalê cemîl lolo ez birîndarim birîndarê destê kesê kalim.
An jî weke xerebete xece Lawikê Metînî dibêje
Lêlê dayîkê serê min bişo, porê min şeke
Wê sibê min bi guhêzin
Ew jî hewara xwe li dayîka xwe re dibê je, lê ew jî weke Werdem Xanimê bêçareye. Ji ber ku ti carî çara jiyana wan ne li destê wande ye. Ango çara me jina ti carî nekete destê me de. A wê jî serpêhatiyek cûdaye ew jî tê guhastin ango dibe berdêl, berdêla kî an bav an jî ya birayê xwe ye.
An jî weke Edûla Derwêş, an jî weke evîna Mem û Zîn. Li welatê me serpêhatiyê jina bi mirinê necamdibin.
Di rêkê de li serpêhatiyê van jina guhderdikim, bi pêlê ava Lolonê bi pêngavên bi henaseyek vireh li serpêhatiye van jina re li dîroka xwe ya kevin digerim. Di hemû lat û zinara de şopa pêngavê jina digerim. Carana peyv mirovan dibe kurahiya dîrokê, ya min jî niha va stranên kevin min dibin şona serpêhatiyê jinan.
Bi dengê Hisênê Farê ez li van şopan digerim di be ku li van waran ez kenê an jî hêsirê çavê gelek jina bibînim. Weke Têlî an ji Werdem Xanima ku serpêhatiya xwe dibêje. Gelek car mirov dibêje ku ez êdî naxifim lê bedewbûna vê xwezeyê hemû peyvan bi te dide gotin û hêza peyvên me têrê nake jî ku em bedewbûna van waran û serpêhatiyên van wara bêjin.
Îro weke gerîlayê hereketa azdiya jinê me li ser van çiya li kenê rûye wan jina digerin. Di bedwbûna van çiyande niha jî bedwbûn jinên gerîla tê çandin. Bi serpêhatiyên cûda û çarenûsek cûda dîrokek tê nivîsandin. Em kombûna çarenûsên kevin û nûn e. Di nepeniya rûyê gerîlayên jinde jiyanek cûda tê avakirin. Jiyana kevneşopiya serpêhatiya jinên kurd ên dîroka me jina bi çarenûsa xwe dane nivîsandin. Li pey çarenûsek wisa cûne ku em îro nikarin jê re ti peyvî bibînin û bipesinîn. Ji bo wê çarenûsa ku bi wan hatiye nivîsandin biden tinekirin, jinên gerîla li van wara di asoya heviyan de jiyanek cûda didin avakirin. Tenê em îro li pey şopa lingê wan li warê evînên wan rê li çarenûsek cûda didin avakirin, li welatek hatî ji bîrkirin, li hin warên şûna serpêhatiyên ku nehatine gotin û nivîsandin, di asoya evînek nû gerîlayên jin dest bi temenek nû dikin. Ew temenê ku wan ji bo rêya xwe veşartibûn. Weke şopandina temenê Bêrîtan. Li van kendavan de li dengê wê jî digerin jinên ku dane ser şopa wê. Ji ber ku wê ev çarenûs ji bo xwe û hemû jinan nepejirand. Ew bû evînek cûda di van kendavan de.