Çarenûs

0Shares

Denîz Derya

Rê ji bo gelek mirovan dibe wateyek xwe ya  cûda hebe, lê ji bo me jinan serpêhatiya jiyanek cûda ye, ji ber ku em jin ti carî bi dilê xwe nadin van rêkan. An bavên me, Biray me, an jî hevserê me jinan didin pêşiya me, em tenê ji bo wan şop­va­nin. Rê ku ew li serbin ciqa zeh­met­be bile bibe me dengê xwe na­kin û me ni­ka­rin bikin jî te­nê em   li pey wa­na diçin, ew he­mû rêkên ku ew têde diçin em neçarin bi­­bin şopvan wan.  Şo­pandin bû­­ye ça­renûsa me ji­na. Ev rew­şa me ne­daye avakirin, bi destê pergala ser­dest hatiye avakirin. Ev rêka ne da­yîka me daye avakirin, bi da­yîka me jî dane pejirandin. Ji ber ku ew jî merx­dûra vê rê­kêye.

 

Jin li kubin bila bibin, keça kêbe bila bi­be, tenê çarenêsûka wê jinê heye ew jî şopandina şopvanê xwe ye.Tenê ew jin dikare xwe ji bo hin kesêndin xweşik bik e. Ger dilê wê li ser kesek dî hebe jî payva dawî ya bav e, Biray e. Peyva dawî ya pergala ser­detse. Mirov nikare jê re bêje ku ev ça­re­nûseke, di be ku ev komploye per­ga­la serdetse.  Rêka jin ji bo xwe diyar bike wê jê re bibe rê­ka mirinê.

Hemû stran, çîrok, me­­selok, helbest, pirtûk li ser jina tên nivîsdin, go­tin, lê li rûxmî vê jî ên têne kurştin dî­sa jî jinin. Çi na­kokiyek mezi ne di hemû diyarê hes­tan de tu heyî lew­re dîsa ya tê kurştin tu yî. Gelo di berçide tê kuş­tin lewre ne li ber van hest û ser­pê­ha­tiya ne.

Hewara van jina tenê ji bo dayîka wan e  ji ber ku tenê wana fêmbike dayîka wan e, lê ew jî baş dizanin ku tiştek ji destê dayîka wan ji nayê tenê bandikin ku dayê min ji vî helî xilas bike. Lê bidengek wisa dibêjin ku dayîka wan ji nabîze, ji ber ku deng bice guhê dayîkê jî ew jî li hem­ber vê serpêhatiye neçare. Tenê dikare bêje“keça min ev çarenûsa me jina ne. Me nikarin serî li ber vê çarenûsê rakin.

Serî li ber vê çarenûsê tu jî xwerke, min jî ev kiribû. Em jinin darê şi­kes­tî­ne.” Dayîkê me jî ji bo me rêkek dî ne­dane nîşandin.

Di bîbikê çavê her jinê de bê guman ê­şek veşartî heye, li ber çarenûsa wê ya veşartî.

Rê­kên em dişopînin ti çarî nebibû ya me lê îro? Bê guman ev rêk îro rêka me ye. An jî ya min e. 

Îro ez li ser rêyek dî bi dilê xwe hêdî hê­dî dimeşim rêyek gelek zehmet di ken­davê ava Lolonê di etekê çiyayê Şe­kîf de carna dibe kaşên bilind car­na jî xwe berdide ber avê lolanê. Îsa ji ber baran li van waran pir nabariye ji ber wê jî ava Lolonê jî melûl me­lûl diherike. Ava lolanê weke berê ne bi coş e. Masiyê Lolanê bi rê­wî­ti­ya min re rêwîtiye dikin. Di her go­lek avê de hin masiyên din bi min re di­bin rêwî. Bi dengê denbêjê me yên ku bi dengê xwe ye zelal û bedew ser­pêhatiyên jina ji bo me dibêjin. Bi ben­gê Hisênê Ferê, Xerabete Xeco, Ba­vê Salih û hwd. Dema ez van st­ra­nê kurdî yê kevin gohdardikim di na­va xem û xeyalan de diçim. Gelo li van wara çiqa tişt hatine jiyan­ki­rin, çiqa serpêhatî li van gelî û ne­wa­lan de verşartî ne. Ên ku hatine go­tin, lê ên nehatine gotin çiqa pirin. A­va Lolanê bidengê xwe yê hêdî hê­dî bi gavên min re diherike. Ji hin ci­han bi dengek gur li hin cihan jî bi den­gek hêdî hevaltî bi pêngavên min re dike. Li hin derên wê dengê şalû bil­bi­lan dengê avê re di be yek Ji ku­ra­hi­ya geliyan de dengê wawîka (çaqala) di ber hemû denga de ji bo xwe cihek cû­da di de avakirin. Li van wara dengê wa­wîka ji hemû denga zêdeti re. Ji den­gê me jina jî zêdetir.

 Di hemû kendavan de dengê jina di­ka­rin gohdarbikin we qet li dengê kendav goh­darkiriye?.dı her kendavekî de den­gê jinek dî veşartiye. Ji wan kendavan den­gên ku nayên pesinadin tên. 

Di ber van hemû denga de  wê demê de tu ji bo xwe di dinyaya xem û xe­ya­lan de di dî rê. Gelo li van waran çiqa tişt hatine jiyankirin, berî me kê ev der ji bo xwe kirine xaknîgarî, li van wa­ran çiqa evinên bê nav hatine veşartin, ji­yankirin û kuştin . An jî çiqa ser­pê­ha­ti­yê jinan li van xaknîgariya ji bo xwe war, hêlîn  dane avakirin.  Weke Wer­de­­ma xalê cemîl

Xalê cemîle xalê cemîl ez guneme

Lolo xalê cemîl min bi heyrano wele tu yê extiyarî dîno lolo ez gedeme (ciwanim)

Lolo xalê cemîl emrê te çûye çilûpenca ez çardeme. Lolo xalê cemîl mal şewitiyo tu ye ji min gerabe ez ê stû xaririm bê careme Xalê cemîl mal şewitiyo ez ê ne pariye devê mirdarê fena te me xalê cemîl ez guneme.

Li vir Werdem Xanim bê caretiye xwe ti­ne ser ziman, lê ew çibike jî wê bibe pariyê devê mirdarê weke wî. Di be ku yek ji vê rewşê rizgarbe lê çarenûsa gelek jina ev e.

Paşê dîsa dibeje ku

Xalê cemîl tu yê nebe sebebê qedera min î.

Xalê cemîl lolo ez birîndarim birîndarê destê kesê kalim.

An jî weke xerebete xece Lawikê Metînî dibêje

Lêlê dayîkê serê min bişo, porê min şeke

Wê sibê min bi guhêzin

Ew jî hewara xwe li dayîka xwe re di­bê je, lê ew jî weke Werdem Xa­ni­mê bêçareye. Ji ber ku ti carî çara ji­ya­­na wan ne li destê wande ye. An­go çara me jina ti carî nekete destê me de.  A wê jî serpêhatiyek cûdaye ew jî tê guhastin ango dibe berdêl, ber­­dêla kî an bav an jî ya birayê xwe ye.

An jî weke Edûla Derwêş, an jî weke evîna Mem û Zîn. Li welatê me serpêhatiyê jina bi mirinê ne­cam­dibin.

Di rêkê de li serpêhatiyê van jina guh­derdikim, bi pêlê ava Lolonê bi pên­gavên bi henaseyek vireh li  ser­pê­hatiye van jina re li dîroka xwe ya ke­vin digerim. Di hemû lat û zinara de şopa pêngavê jina digerim. Ca­rana peyv mirovan dibe kurahiya dî­ro­kê, ya min jî niha va stranên kevin min dibin şona serpêhatiyê jinan. 

Bi dengê Hisênê Farê ez li van şopan digerim di be ku li van waran ez kenê an jî hêsirê çavê  gelek jina bi­bînim. Weke Têlî an ji Werdem Xanima ku serpêhatiya xwe dibêje. Gelek car mirov dibêje ku ez êdî naxifim lê bedewbûna vê xwezeyê he­mû peyvan bi te dide gotin û hêza peyvên me têrê  nake jî ku em be­dew­bû­na van waran û serpêhatiyên van wara bêjin.

Îro weke gerîlayê hereketa azdiya jinê me li ser van çiya li kenê rûye wan jina digerin. Di bedwbûna van çiyande  ni­ha jî bedwbûn jinên gerîla tê çandin. Bi serpêhatiyên cûda û çarenûsek cûda dî­rokek tê nivîsandin. Em kombûna ça­renûsên kevin û nûn e. Di nepeniya rûyê gerîlayên jinde jiyanek cûda tê ava­kirin. Jiyana kevneşopiya ser­pê­ha­ti­ya jinên kurd ên dîroka me jina bi ça­re­nûsa xwe dane nivîsandin. Li pey ça­re­nûsek wisa cûne ku em îro nikarin jê re ti peyvî bibînin û bipesinîn. Ji bo wê çarenûsa ku bi wan hatiye ni­vî­sandin biden tinekirin, jinên gerîla li van wara di asoya heviyan de jiyanek cû­da didin avakirin. Tenê em îro li pey şo­pa lingê wan li warê evînên wan rê li ça­renûsek cûda didin avakirin, li we­la­tek hatî ji bîrkirin, li hin warên şûna ser­pêhatiyên ku nehatine gotin û ni­vî­san­din, di asoya evînek nû gerîlayên jin dest bi temenek nû dikin. Ew te­me­nê ku wan ji bo rêya xwe veşartibûn. Weke şopandina temenê Bêrîtan. Li van kendavan de li dengê wê jî digerin ji­nên ku dane ser şopa wê. Ji ber ku wê ev çarenûs ji bo xwe û hemû jinan ne­pe­jirand. Ew bû evînek cûda di van kendavan de.