4. Konferansa YJA

0Shares

Bi navê Delegasyonê

Çaremîn Konferansa YJA (Yekîtiya Jinên Azad) li herêma parastina Medyayê bi tevlîbûna hejmareke berbiçav ji delegeyan hate lidarxistin. Konferans di demeke girîng bi naverokeke dagirtî destpê kir. Bi navê delegasyona konferansê di serî de ez dixwazim Rêbertî silav bikim. Navenda biryardarî û asta serketina konferansê wek azadiya Rêber APO hatedestnîşankirin. Di vê wateyê de azadiya Rêber APO a fîzîkî û biserxistina pêvajoyê mîsyon û erka konferansê ya sereke ye. Di heman demê bi ser navê konferansê di kesayeta hevala Sara û hemû şehîdên têkoşînê, em şehîdên azadiyê careke din bi bîr tînin. Bi giştî atmosfera konferansê bi daxwaziya azadiyê bû. Xemgînî jî di vî warî de bû ku erka pêşxistina civaka exlaqî û polîtîk û înşaya netewa demorkatîk wek ku dihate xwestin û azadiya Rêber APO pêkan nebibû. Pêvajoya borî wek hevaltiya nebes hate bidestgirtin.

Di Konferansa çaremîn a YJA de bi berfirehî rewşa herêmê û cîhanê di rojeva siyasî de hate bidest girtin û hate diyarkirin ku em di pêvajoya azadiyê de ne. Aloziyên di aliyê pergalan de têne jiyîn bi demdirêjî derfetên ku xwe bidomîne nade. Nakokiyên ku di pergalê de kûr bûne hem pêwîstiya bi guhertineke nû derdixîne pêş, hem jî hêzên ku xwe di nav vê de birêxistin dikin derfeta wan a serketinê heye. Pêvajoyên wiha ku derfet dide ji bo xwe birêxstinkirinê, ji hêla Rêbertiya me ve wek ‘kêlî an jî demên azadiyê’ hatiye binavkirin.

Di çaremîn konferansa YJA de ku ji çar parçeyên Kurdistanê ji rêxistin û tevgerên jinê beşdarî hebû, herî zêde jî pirsgirêkên di warê pergalê de hate destgirtin. Jixwe di aliyê tehlîl û şîrovekirina pirsgirêkan de asteke girîng heye. Lê belê di warê çareseriyê de jî divê pêngavên şênber ên çawa werin avêtin, înşaya netewa demokratîk de pirsgirêka sereke çine hate nirxandin. Me di sêyemîn konferansê de azadiya Rêber APO hedef kiribû, di çaremîn konferansê de neguherîna rewşa Rêbertî bi awayeke bingehîn rexnedayîna wê hate dayîn. Îro şertûmercên Rêbertî ku neguherîne divê rexnedayîna vê ya sereke were dayîn. Erkên ku di avakirina Netewa Demokratîk de dikeve ser milê YJA bi tevahiya nehatiye pêkanîn, her wiha di warê bandorkirina pêvajoyê de jî lewaztî hebû.

Di Rojhilata Navîn de şereke pir dijwar diqewime. Ji van şeran gel bi giştî pir bandor dibe, lê belê herî zêde jî jin pê bandor dibin. Wek bizav em li ser bingeha rêya sêyemîn, di aliyê çareseriyê di Rojhilata Navîn de ji bo hemû jinan siyaseta Demokratîk esas bigrin, bikaribin cepheya demokratîk tevger bikin, hevbeşiyê çêbikin, di vî warî de kêmaniyên heyî hatin nirxandin. Rexnedayîna wê jî pir cidî hate dayîn. Ji ber pirsgirêka me ya sereke ev e. Ji bo azadiya gelan li herêmê teleb û vîneke mezin xwe dide der, jin jî xwedî daxwaz in, lê ku em bikaribin van nirxan kom bikin, xwedî lê derkevin, bi tevger bikin de kêmanî heye. Bi van ve girêdayî herî zêde xalên çareseriyê hate bidestgirtin. Înşaya civakê ya demorkatîk hate bidest girtin. Bi sedema rê û rêbazên cihê yên pergala zilamsalar û modernîteya sermayedar civak ji civakbûnê hatiye derxistin. Di aliyê polîtîka û exlaq dedi civakê de pirsgirêkên cidî hene, di qadên siyasî, aborî, huqûqî, çand û medyayê de asta qeyrana ku civak dijî derdikeve pêşberî mirov. Qirkirina civakê heye. Em bikaribin hem di aliyê pergal, hem jî zihniyet de erkên înşayê bicih bînin, di vê xalê de lewaztî heye.

Ji bo her çar parçeyên Kurdistanê avakirina netewa demokratîk û înşaya demokratîk erka me ye. Di hemû qadên civakê de em xwe bitevger bikin di vê xalê de wek rêxistin hewldan hebin û têkoşîn were meşandin jî, lê ev eşkere ye ku bersiva hewce nehatiye dayîn. Pêwîst e li gor pêvajoya çareseriya demokratîk li bakur avabûna civakê were dewamkirin û di nav hemû qadên civakê de hêzên çalekiyê werin pêşxistin. Ji bo em bikaribin li pêşiya komkujiya ku li ser jinê bi destê civaka zayendparêz ve pêktê bigrin û jinê di hemû qadên jiyanê  de bikin xwedî vîn û bi tevger bikin, pêdivî heye înşaya jiyana azad di aliyê jinê de jî bi awayeke stratejîk were bidestgirtin. Li bakur pirsgirêk bi hemû dijwariya xwe derketiye pêş, pêwîste di derbaskirina van pirsgirêkan de jin bibe xwedî hewldan. Wek mînak li başûrê Kurdistanê pirsgirêkên civakê pir giran in. Lê ji bo ku civak were guhertin di serî de hewce dike jin bi rewşa xwe ya di nav de pêhese, ev bi encama têkoşîna me ya bi salan li bakurê Kurdistanê hatiye pêşxistin. Lê di başûr hewcehî heye ku xweseriya başûr were bidest girtin. Jin bibe xwedî nasname û bibe xwedî têgihîştineke xurt. Bi vî awayî jî em bikaribin li pêşiya komkujiya li ser jinê li vî beşê Kurdistanê jî bigrin.

Li rojavayê Kurdistanê şereke dijwar heye. Li gor perspektîfa ku ji konferansê derket di serî de pêdivî heye ku jin bikaribe têkoşîna xwe bilindtir bike, hêza xwe ya berxwedanê jî bide pêş. Lê bi vê ve girêdayî li Rojava jin xwedî derfetên pir mezin in, dikarin xwe birêve bibin, rêvebirî û saziyên xwe yên demokratîk avabikin. Lewma hewce dike di warê avakirina pergala xwe de giraniyeke bêtir were dayîn. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî zagon û qanûnên heyî ku jinê qirdike, darvedike û tine dihesibîne rojevkirina van, rêxistinkirin û bitevgerkirina jinê pêwîst dike. Di vî alî de sazkirina meclîs û rêxistinên mehelî yên xweser hewcehiyeke sereke ye.

Di konferansa YJA de bi berfirehî pirsgirêkên xweser ên qadan hatin bidestgirtin. Her wiha di aliyê çareseriya stratejîk de jî çar xal derketin pêş. Di serî de li gor mîsyona demê û birêxistinkirina civakê de çareserkirina pirsgirêka pergalê erk û xala sereke ye. Jixwe hemû pirsgirêkên zayendparêzî jî çavkaniya xwe ji rastiya pergala desthilatdar a zilamsalar digre. Têkoşîna herî bingehîn li beramberî vê pergalê jî pêşxistina pergaleke alternatîf e. Lewma di hemû qadên em birêxistinkirî ne û çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat pergala derveyî dewletê, li ser bingeha meclîs û komînan û birêxistinkirina hêza rêvebiriya cewherî awayê çareseriyê ye. Ji ber ku pergal bi hemû hêza xwe bi tundî û birêxistinkirî bi ser civakê ve tê, ger em dixwazin li dijî vê liberxwe bidin û ji wê jî wêdetir biser bikevin, wê demê li beramberî vê; pergaleke alternatîf divê were pêşxistin. Pîvanên me li ser demokrasiya rasterast pêş dikeve û li ser vîna herêman pêşdikeve.Ji ber ku em pergala dewletê wek rêbaza çareseriyê bidest nagirin, wek sazîbûna desthilatiyê dibînin, lewma civaka ku bi dewletê re dijî ne ku ew dewlet ayîdê civakê ye, ew civak ayîdê wê dewletê ye, em bi vî awayî pênase dikin. Ji ber ew civak ji qadên azadiyê dûr ketiye. Li beramberî vê jî bi vîna gel û bi awayê meclîsên herêmî, her wiha derfetê tevlîbûna demokrasiya rasterast dê çareseriyê pêş bikeve. Divê civak bigihîje wê astê ku biryara xwe bide, hêza xwe ya rêvebirî derxîne. Ji bo ku em bikaribin pergala xwe birêxistin bikin wek netew em xwedî pirsgirêk in. Ji ber ku pirsgirêka Kurd yek ji girêkor û pirsgirêka sereke ya cîhanê ye jî. Naveroka wê jî tê zanîn. Wek çareserî em paradîgmaya Rêbertî esas digrin. Jixwe ji bilî netew-dewletê jî, pirsgirêka me wek netew jî heye. Ango netewbûna me jî pirsgirêk e. Lewma pêşxistina Netewa Demokratîk û li ser vê bingehê avakirina zihniyeta vê û pêşxistina terzê vê yê jiyanê û di heman demê de afirandina rêxistina vê jî wek xala çareseriyê ji hêla konferansê ve hate destnîşankirin.

Ji bo ku em bikaribin Netewa Demokratîk saz bikin, pêwîstî heye ku civak bibe xwedî jiyan û sekna vê. Ji ber ku ti pergal bê ku kesayet û civaka wê ava bibe nikare bi demdirêjî xwe li ser lingan bigre. Çendî pergalek were îdealîzekirin, çar bi çar her tişt pir baş were pêşdîtin jî, ger ku kesên di nav vê pergalê de dijîn li gor pêwîstiya wê xwe birêxistin nekiribin, jiyana xwe, hizir û zihniyeta xwe li gor wê ava nekiribin, ew pergal nikare hebûna bi demdirêjî bajo.

Wek ku li jorê jî hate diyarkirin em di nav ‘dema azadiyê’ de ne û kesayet jî li gor vê divê xwe birêxistin bike. Li beramberî hemû taybetmendiyên desthilatiyê wiha gav biavêje. Civaka demokatîk jixwe li ser bingeha têkoşîna li dijî zayendparêziya civakî, çanda tecawizê û qirkirina jinê dê çareseriya xwe pêşbixîne û ev xal jî nêzîkatiya konferansê bû. Lewma jî avakirina pergalê hem bersiv ji pirsgirêkên rojane re ye, hem jî ji bo bi demdirêjî xwe li ser lingan bigre rêbazeke esasî ye. Di van xalan de nîqaşên kûr hatin kirin. Hem wek jinên Kurd, hem jî wek jinên Rojhilata Navîn û bi berfirehî wek jinên cîhanê, berfirehkirina qadên azadiyê, bi taybet jî paşxistina çanda desthilatdariyê ku qirkirin û tecawiza jinê pêşdixîne, li dijî vê di serî de xwe birêxistinkirin di her qadê de yekemîn pêngav ber bi çareseriyê ve ye. Ya duyem jî wek polîtîka guhertin û werguhertina civakê ye, ya sêyem jî li ser vê perspektîfê pêşxistina hêza çareseriyê ye. Wiha jî di serî de tundî û şîdeta li ser jinê wek sûçê mirovahiyê dê were dîtin, dê derfetê parastin û tevlîbûna jinê û hem jî mekanîzmeya pêşxistina jinê were birêxstinkirin. Ev jî di esas de çareseriya pirsgirêkên rojane ye jî. Dibe ku awayên vê yên pratîkî li gor şertûmercan û rewşa civakan ji hev cihê bibin. Di hemû qadan de rêbazên demorkatîk ên çalekiyê pêşxistin û avakirina yekîtiya jinan hewcehî pê heye. Di heman demê de pêwîst dike ku pirsgirêkê bi awayê lokal ku tenê bi yek herêmê ve sînor dibe neyê dîtin, bi perspektîfeke îdeolojîk tehlîl bibe û çareseriya wan were pêşxistin.

Em ê di demên pêşiya me de wek plansazî li hin qadan bi hamleyî nêzîk bibin. Di avakirina pergalê, avakirina Netewa Demokratîk û li beramberî civaka zayendparêz bertek nîşan dayîn dê bi ruheke seferberî pêş bikeve. Wek din, bi jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê re hevdîtin û yekbûna xwe xurt bikin. Ji ber ku pergala desthilatdar a zilamsalar tenê ayîdê yek cihê nîne, li her qadê heye. Ji ber vê jî rêbazên têkoşînê û pêşxistina çareseriyê jî nabe ku tenê li yek qadê pêşbikeve. Berfirehkirina têkoşînê li hemû qadan, rêxistinkirina hebeş û pêşxistina hêza çalekiyê pêwîst dike. Wek jin ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe ku em dibêjin Netewa Demokratîk li ser pîvanên rêvebiriyên cewherî pêşdikeve, em heman pîvanê ji bo azadiya jinê jî bidest digrin. Li beramberî pergala desthilatdar, civaka zayendparêz û nêzîkatiyên rojane yên zilamê desthilatdar ku pêşdikevin, avakirina rêvbiriya cewherî û sekinandina xweser di nav pergalê û parastina nasnameya xwe, em wek rêgez bidest digrin. Di kêleka vê de em jinê xwedî maf dibînin ku derbarê xwe de biryara xwe bide. Di vê wateyê de hem di qada civakî de birêvebirina jiyana xwe, li beramberî pirsgirêkan pêşxistina helwest û bijartina awayê jiyana xwe, em mafê jinê dibînin. Elbet di nav saziyên me yên rêxistinî de jî ji bo pêşeroj û berjewendiya azadiya jinê pêdivî bi vîna biryardariyê heye û divê ev maf ayîdê jinê bibe.

Jixwe di vê mijarê de pirsgirêk hene, wek mînak pir pirsgirêk ku ayîdê jinê ne, an jî jinê elaqedar dikin, li derveyî vîna wê têne bidest girtin û biryara vê li derveyî vîna jinê tê girtin. Siyaseta rojane ya pergalê li ser vê dimeşe. Wek nimûne li Sûriyê Îslama siyasî bi ser navê zewaca demjimêr de derbarê jinê de biryar digre wê neçarî fuhûşa Îslamî dike. An jî serokwezîrê Tirkiyê biryar dide ku jin çend zarokan bîne, jin çawa cil li xwe bike û hwd. Ango desthilatdarî rojane dest davêje mafên jinê wê parçe dike û temenê xwe dirêj dike. Nahêle ev parçe bênba hev, jixwe pirsgirêk jî ji vir dertê. Çareserî jî ew e ku wek pêngava yekemîn; ev parçebûn were rakirin. Duyemîn pêngav; vîneke giştî were pêşxistin. Sêyemîn pêngav; vê îrade bîne ba hev birêxistin bike û pêngava çaremîn jî; bi hêza rêxistinî biryara xwe bide. Ji bo ku biryar jiyanî bibe jî bi avakirina pergala xwe ya xweser xwe di nav tevahiya civakê de bicih bike.

Di konferansê de xala ku rexnedayîna wê bi kûranî hate dayîn; wek tevgera civakî ya jinên Kurd em xwedî wê hêzê ne ku bi hezaran jinan derxin kolanan û tevlî çalekiyan bikin, yanî pirsgirêka me ya çalekî û îfadekirina vînê nîne, lê pirsgirêka me ya sereke ku em ji malbatê ve destpê bikin, di civakê de guhertin û werguhertinên demokratîk ên civakî de em kêm dimînin. Hewce dike jin di vî alî de bibe hêza çareseriyê. Ji bo me ev girîng e. Îro bi navê Îslama siyasî li dijî jinê zext û êrîşên pir dijwar li herêma Rojhilata Navîn têne jiyîn. Li beramberî vê di serî de di qada îdeolojîk de em têkoşînê mezin bikin, lê herî zêde jî di qada ol û bawerî de divê wek jin birêxistin bikin.

Konferansa YJA a çaremîn pir biryarên girîng û cuda jî wergirt. Di nav van de asteke pir mezin ku ji bo pirsgirêkên heyî re bibe bersiv pêşnûme jî hatin derxistin. Di nav van biryarna de mijara zarokan jî hebû. Wek ku tê zanîn ji bo civaka demokratîk û exlqaî pêşbikeve zarok hêzeke bingehîn a civakî ne. Çawa zarok perwerde bibe pêşeroj jî wiha tê sazkirin. Pergala sermayedar zarokan bi awayê herî xirab bikar tîne, bêvîn dike. Dixîne nav sektora  porno, fuhûş, dizî, kuştin û madeyên hişbir de. Niha li Kurdistanê hejmareke zêde zarokên Kurd di girtîgehan de ne. Hêzên desthilatdar dibêjin ku “Bi şûna kevir diavêjin bila biçin fuhûşê bikin.” Ev pirsgirêkên ku hatin ziman hemû li pêşiya YJA ne û ji bo çareseriyê biryardariya xwe anî ziman. Jixwe mijara zarokan wek xaleke taybet di konferansê de hate bidest girtin. Saziyên çand û perwerdeyê li ser vê eksenê birxêstinkirin hewce dike. Beriya her tiştekê jî jiyaneke azad û saxlem ku zarok tê de mezin bibe were înşakirin.

Di konferansê de her cure tundiya ku li ser jinê pêşdikeve -ku di esas de li her kuncê cîhanê jî heye û qirkirineke bêdeng e- wek sûçê mirovahiyê hate dîtin. Şîdet bi awayên cuda jî tê pêşxistin. Di warê ku vîn û nasnameya jinê bişkêne û wê piçûk bixîne jî encamên pir nebaş derdixîne holê. Jixwe em wek tevger bi giştî li beramberî pergala desthilatdar têdikoşin, lê belê li  dijî qirkirina jinê bi taybet li dijî tundiya li ser jinê birêxistinkirina hemû qadan û pê re girêdayî pêşxistina hin hemle û rêze-çalekiyan biryara konferansê ye.

Di vê wateyê de bi giştî li qadên ku YJA birêxistinkirî ye, li dijî şîdeta li ser jinê dê kampanya werin destpêkirin. Rêze-çalekî werin pêşxistin. Ev dê girêdayî perwerdeya jinê jî pêşbikeve.

Wek rojeva dawî ya konferansê plansazî hebû ku yekemîn xala vê jî azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Em bikaribin di tevahiya qadên YJA de çalekî û hamleya vê pêşbixin. Qada siyaseta demokatîk xurtir bikin. Ji ber pirsgirêkên civakî bi berfirehî hate bidestgirtin, giranî ji mijara çareseriyê re jî hate dayîn. Li gor perspektîfa me ya netewa demorkatîk em bikaribin di hemû qadan de koperatîf, meclîs û komîn saz bikin. Saziyên heyî xurtir û pêşve bibin. Yên lewaz birêxistin bikin. wiha jî hameleyke dîrokî di qada civakî de bidin destpêkirin. Her wiha qada aboriyê ji hêla jinê ve hate nirxandin. Wek jin em bikaribin jinê di qada aboriyê de bikin xwedî hêz, birêxistin bikin û bitevger bikin. Ji bo vê hewcehiya bi perwerdeyê jî hate dîtin. Ji bo ku di qada aboriyê de em polîtîkaya xwe diyar bikin, biryar derket ku bîrimên aboriyê li hemû rêxistinên YJA werin sazkirin.

Ji bo pêşiya qirkirin û şîdeta li ser jinê were girtin hewce dike ku birxêstinbûna jinê di warê parastina rewa de jî hebe. Li çar parçeyên Kurdistanê di hemû sazî û dezgehên YJA de rêxistinên heyî li ber çavan derbasbibin û li gor pêdiviyên demê ji nûve sazkirina wan erka plansaziya me ye. Ji bo vegera welat û bi taybet gundan çê bibe, jin werin teşwîqkirin û derfetên vê werin avakirin. Li beramberî Îslama Siyasî ya desthilatdar têbikoşin, lê di kêleka vê jî avaniya ol û baweriyê jî jinûve saz bikin. plansaziya konferans Çaremîn a YJA karî di çarçoveya pêdiviyên demê, bi taybet jî di eksena daxwazên jinê bigihîje biryardariyeke xurt.