Çanda Netewa Demokratîk

0Shares

Ji Pênûsa Gêrîla

Di nav diyarde û têgînan de ya herî zêde wateyên dewlemend jê re hatiye dayîn têgîna çandê ye. Heke em ji vê rastiyê bikevin rê û bigihîjin pênaseyê dibe ku em nêz wateya wê bibin. Ji ber hin têgîn hene ku nasnameyê diyar dikin. Ango ji bo wan tenê yek vegotin û pênase têr nake û nayên fêmkirin. Keşfên ji hêla civaka mirovahiyê ve hatine kirin, hemû wetedayîna di cîhanê di aliyê zihnî, fikrî û felsefî de, însan dema xwe naskir heta roja îro tiştên ku avakiriye hemû pênaseya çandê digrin nav xwe. Di vê wateyê de pêvajo û pêşketinên dîrokî, çêbûna dîroka mirovahiyê heqîqeta çandê ye. Dahatûya çandê heya dema civaka xwezayî diçe.

Piştî ku însan xwe dît, xwe naskir û kete ferqa hebûna xwe ji wê demê pêve êdî çanda civakê pêşket. Yanî çand, di heman demê de pêşket. Dîroka nivîskî dîroka desthilatdaran e û çandê tenê wek tigîna ku berhema pergala dewlatan e bidest digre. Jixwe dewlet jî temenê wê B.Z. 3000 sal heya îro ango 5000 salî ye. Rêbertî ji vê pergalê re dibêje‘şaristaniya navendî’. Şaristaniya navendî ji Sûmeran destpê dike. Di vê pêvajoyê de dîroka nivîskî jî destpê dike. Êdî guhertin di şewazê civakbûnê de jî çêdibe. Bi destpêkirina pergala desthilatdar a zilamsalar re ji çandê re pênase û danasîneke nû tê pêşxistin.

Di serdema heyî de dîroknas û lêkolîner li ser çandê, lêkolînên xwe berfireh dikin. Jê re pênase û wateyên cuda tê dayîn. Dikare were gotin tiştên hatine dîtin tenê ji %10 in. Ji ber vê yekê hîna ji %90 dîroka civaka xwezayî nehatiye keşfkirin. Di wê demê de çanda civakî tê afirandin. Mirov dikare bêje dîroka mirovahiyê dîroka çanda civaka xwezayî ye. Jiyan bixwe û şêwazê jiyanê çandê îfade dike. Menewiyat, terzê jiyanê, amûr û aboriya jiyana însanan hemû beşek ji çandê ne.

Di vir de mirov dikare di derbarê yekemîn forma civakî hin pirsên sereke jî bipirse; însan çawa pêdiviyên jiyana xwe pêk anîn? Di şert û mercên zehmet de çawa karîn jiyana xwe bidomînin û pêş bixin? Di wê demê de derfetên jiyanê di aliyê erdnîgarî û av û hewa de gelek zehmet bûye. Însan ji bo bikaribin pêdiviyên jiyanê pêk bînin gelek zehmetî kêşane. Ev ji bo mirovahiyê birastî jî şoreşek bû ku bi destên jinê hate afirandin. Ev pêşketin li ser axa Mezopotamyayê çebû. Di vê wateyê de li derdora quntarên çiyayên Zagros û Torosan ku wek Hîlala Zêrîn û çanda Telxelefê tê pênasekirin, însan bi hemû hunera xwe tiştên nû keşfkirin. Însan dema kete ferqa xwe û fikirî şûn ve, li ser esasêntiştên ku wate dayê, çanda civakî avakir. Bi taybet çand di aliyê zihnî de bi cîhana însan a menewî ve girêdayî ye. Gundên ku li ber avê hatin sazkirin, mîmariya yekemînin. Lêkolînêr û zanyar ji vê demê re dibêjin ‘şoraşa gund’. Li Rihayê di Gobeklî tepeyê de arkeolog lêkolîn û kolandinan berdewam dikin, lê li gorî daneyên ku heya niha diyarbûne şoreşa Neolîtîkê B.Z. 11 hezar salan li vê derê jiyaye. Em bala xwe bidinê hedî hedî di derbarê dîroka mirovatiyê de tiştên nû derdikevin holê û pir tiştên ku me nedizanî û nexwendibû aşîkar dibin.

Derketina dîroka çanda modernîteya sermayedar berî vê bi 400 sal e. Piştî serdema 16. pêve pergala bi navê modernîteyê derkevê ser dika dîrokê. Ev pergal amûr û fikrên desthilatdariyê kûrtir kir û bi awayekî hîna veşartî li ser civaka mirovahiyê şerekî cidî da meşandin. Di vir de heke mînak bê dayîn; di nava hezên desthilatdar de dîktatoriya Hîtler bi navûdeg e. Di wê pêvajoyê de hêzên hegemonîk di nav şereke dijwar de bûn û li beramberî çanda civakî êrîşeke mezin dimeşandin. Hîtler jî di axaftineke xwe de dibêje:“Dema behsa çandê dikin, ez li çeka xwe digerim.”

Rêber APO di parêznameyên xwe de, bi taybet jî di parêznameya dawî ya bi navê ‘Çareseriya Pirsgirêka Kurd’ de balê dikşîne ser vê mijarê. Di dibistan û navendên perwerdeyan de desthilatdar dîroka xwe li ser bingeha naverokeke qaşo zanistî didin rûnişkandin. Di van dibistanan de vegotina dîrokê bi zihniyeta serdestan tê kirin. Wek mînak di dibistanên Tirkiyê de nîjadperestiyeke kûr tê fêrkirin. Gelê Tirk wek gelê herî pêşeng û pêşketî destnîşan dikin. Jixwe yek ji durûşmeyên nîjadperestan jî gotina “Çi bextewere yê/ya ku bêje ez Tirk im’e.  Cihû jî dibêjin “Em qewmên li ser rûyê erdê yê hilbijartî ne, heta em dikarin bi xwedayê xwe re pêlewaniyê (güreş) jî bikin.” Pergalên desthilatdar bi fikra nîjadperst,  bi taybet bi rê û rêbazên ku bikartînin êrîşî çanda mirovatî û gelan dikin. Bi rêya nîjadperestiyê ku yek ji amûrên îdeolojîk e, xwe înşa dikin. Ti hêzên hegomonîk hetanî ku çanda civaka xwezayî têk nebin, nikarin hebûna xwe berdewam bikin. Ji ber ku di civaka xwezayî de wekhevî, azadî, xweşbînî heye, hemû beşên civakê bi çand,bîr û bawarî, cil û berg, nasnameya xwe û bi awayeke azad dijîn. Lê li dera ku wekhevî hebe, li wir desthilatdarî nikare xwe înşa bike. Ku li cihekê ruhê komînal û parvekirin hebe, li wir berhema zêde, yekdestî û sermaye nikare pêşbikeve. Pergala desthilatdar li kuderê xwe avakir? Bi pêşxistina çînan xwe avakir. Çîn li ser kîjan bingehê hate avakirin? Li ser bingeha serdestî û bindestiyê avabû. Di serdestî û bindestiyê de kîjan zihniyet heye?Beşek dibe kole, beşek jî dibe serdest.

Em nikarin çandê an jî civakbûna Kurdan, nasname û zimanê Kurdan tenê bi çanda herêmî ve bidin nasandin. Ji ber çanda Kurdan tovê mirovbûnê avêtiye, xêva (bellek) civakê çêkiriye. Rêbertî jî bi zimaneke wêjeyî û bi hestyarî behsa vê rastiya Kurdan dike û wiha dibêjê; “Yên ku yekem car civak avakirine, lê îro bêcivak mane, yên ku yekem car civak ronî kirine, lê îro di tariyê de mane. Yên yekem car hemû pêdeviyên jiyanê afirandine, lê îro jî muhtacê pariyeke nan in.” Yên ku yekem car afirînerî pêşxistine, çîrok û helbest gotine, lê îro wek cahêl pênase dibin, heta wek însan nayêne dîtin. Yên ku hemû nerxên jiyanê hembêz kirine, ji her kesê re bûne warê jiyanê, lê ew îro bêwarin, bêax û bêziman in. Kurdan çandeke gerdûnî afirandin, lê îro wek gel an jî netew nayêne pejirandin. Ev paradokseke mezin e.

Elbet, rewşa gelê Kurd û jinan zêde ji hev necuda ye. Ji ber çi bi serê Kurdan hatiye, jin jî bi heman rewşê re rûbirû maye. Ya ku jiyana civakî destpêkiriyê jin e. Modernîteya sermayedar hîna bêtir xirabiyeke mezin li ser civakan dane çêkirin û herî zêde jî jin xistine. Bigiştî jin di jiyanê de hatiye xistin. Ji ber ku xweliqkar û afirînera jiyanê ye, jin dijminê sereke ya pergala modernîteyê tê hesab. Tenê heke em li medyayê binêrin em ê bibinin ku herî zêde jinê wek meta, amûra reklam û seksê bikar tînin. Di stran, fîlm, rêzefîlm û hwd. de herî zêde jin têne bikaranîn. Bi rêya jina kole, koletiyê li ser civakê disepînin. Lewma jî beriya her tiştî ew jiyana kolektîf ku di kesayata jinê de pêşketibû, reng û dengê wê, hebûn û çanda wê xwedî cewhereke azad bû, pergala desthilatdar ev hemû li paş xwe hişt û xwest bi vî rengî jinê tine bike.

Bi taybet bi pêşketina pergala netew-dewletê li beramberî Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê polîtîkayên qirkirina çandî hatiye meşandin. Jixwe Rêber APO civaka Kurd wek ‘civaka ku hatiye qirkirin’ dinirxîne. Di cewhera pergalê de jixwe qirkirina hercure cihêrengiyan heye. Lewma jî li beramberî mezheb, ol, komên etnîkî, yan jî komnetewan qirkirin pêk tînin. Ango biqasî qirkirina fîzîkî, qirkirina çandî û polîtîkayên asîmîlasyonê Jî tê meşandin. Herî zêde jî gelê Kurd bi înkar û îmhayê re rûbirû maye. Ji qirkirina fîzîkî bigrin heta qirkirina çandî her cure êrîşên tinekirinê pêkanîne. Li gel van dixwazin çandeke li gor xwe serdest bikin û çanda heyî înkar dikin.Ew Kurdê ku xwedî vînin, li nasname û hebûna xwe xwedî derdikevin, bi azadiya xwe ve girêdayî ne, dixwazin bi asîmîlasyonê re bi xwe ve bidin girêdan. Hewl didin Kurdan bikin koleyê ku herdayîm di xîzmeta wan de bin. Çanda Kurdan pir dewlemend û rengîn e, lê dixwazin vê çandê bikin ya xwe. Hemû berhem û xweşikiya Kurdistanê malê xwe dihesibînin. Stran, wêje, mûzîk û hunera Kurd xwedî naverokeke dagirtî û dewlemend e. Lê pergal bi qirkirina çandî, asîmîlasyon û şerê taybet dixwazê wan bike ya xwe. Ango di kêleka qirkirina fîzîkî, qirkirina çandî jî pêş dixe û wiha dixwaze netewekê tine bike. Heya îro, ev polîtîka pir bi rengekî berfereh tên meşandin. Bi destên AKP’ê ango bi rêya Faşîzma Kesk êrîşên ku li ser gelê me pêk tînin hemû beşek ji qirkirina çandî ye.

Pergalên desthilatdar tiştên ku bi navê çandê pêşkêş dikin, di bingeh de bêçand kirina civakê ye. Rêbertî jî dibêje:“Li ser civakê tişta ku bi navê çandê ferz dikin, di naveroka xwe de ji çandê hatiye valakirin.” Ciwan, jin û beşên cihê yên civakîji rastiya wan a dîrokî,koka wan dûr dixin. Vê jî bi zanebûn dikin. Di qirkirina fizîkî de ticar gelek bi tevahî tine nabe. Lê belê qirkirina çandî metirsiyeke mezin e. Dema ku di dibistan û saziyan de polîtîkayên helandinê tên pêşxistin, ew gel di wateya hizrî, derûnî û çandî de ber bi tinebûnê ve diçe.

Rastiya PKK’ê şoraşa çandî ye. Ji ber ji nûve civaka Kurd li çanda xwe vegerand. Bi bilindkirina têkoşînê jî qirkirina çandî tê vala derxistin.

Cihê ku herî zêde ji aliyê çandî ve dewlemend e û heta navgîna avabûna çandê ye Rojhilata Navîn e. Şerê ku di Kurdistanû Rojhilata Navîn de têmeşandin, ne tenê şerê çekdariye, esas şerê ku tê meşandin şerê çandî ye. Di Rojhilata Navîn de gelê Kurd xwedî dîrokeke kevnar e, ruxmî ewqas qirkirin û êrîşan jî hebûna xwe berdewam kiriye. Bi îrade û lêgara xwe ya azadiyê re,herdayîm li hemberî sîstemên desthilatdar serî rakiriye. Lê hertim bi qirkirinê re rûbirû maye. Di Rojhilata Navînda jî tekoşîna ku tê berdewamkirin, şerê berdewamkirina hebûna xwe ye. Di bingeh de dixwazin yek tîp bidin avakirin, ev durûşmeya netew-dewletan e. Wek mînak dewlata Tirkiyê hertim behsa yek al, yek dewlat, yak netew, yek ziman dike. Ev ‘yek’ hemû rengê jiyanê tine dike. Tenê ji bo xwe berdawambike û di Rojhilata Navîn de jî bide rûnişkandin. Gelek şerên curbecur, ne tenê li Kurdistanê li tevahiya Rojhilata Navîn pêşdikevin û ev qirkirin li ser tevahiya gelan tê meşandin. Dema em bala xwe bidinê du alî di nav şereke dijwar de ne. Modernîteya kapîtalîst dixwaze sîstema xwe berdewam bike, xwe xurt bike û pergala modernîteya demokratîk ji bo xwe wek xeterî dihesibîne, li ser vê esasê êrîşan pêş dixîne. Li hemberî şerê modernîteya kapîtalîst têkoşîna heyî berxwedana Modernîteya Demokratîk e.

Du çand li beramberî hev di nav têkoşînê de ne. Ev 5000 salebi taybet li ser erdnîgariya Kurdistanê, bi giştî jî di Rojahilata Navîn de qet şer û pevçûn neqediyane. Kurdistanê bûye cihê yekem ê civakbûn û çandê, mirovahiyê jî kariye li vir heqîqeta xwe nas bike û hebûn ji vir destpêkiriye. Ev jî li gor desthilatdaran wek xezîneyekê ku divê dest deyne ser hatiye dîtin. Lê ev mekan zemînê herî xurt ê derketina civakeke demokratîk e.

Rêbertî dema ku Netewa Demokratîk dinirxîne, balê dikişîne ser vê xalê ku em nekevin xeletiyê. Desthilatdar felsefe û dîrokêjî wek ku berhema çînekê ye bidest digrin. Dîrokê wek dîroka çînan dinirxin û wiha nîşan didin ku çînekê ew dewrî çîneke din kiriye. Wer îdea dikin ku bi dewletbûnê re civak û çand pêşketiye. Zanist û felsefeye jî bi destpêkirina hiyerarşiya Sûmeran ve girê didin. Ew, komên çandî ku li gor mentiqa wan nebûne hêzeke siyasî pişt çav dikin. Hebûna wan qebûl nakin, wek komên qebîleyên hov dibînin. Destpêkirina dîrokê bi şaristaniyê ve didin girêdan. Lê ev nerast e. Dîroka mirovahiyê ji %90 pêvajoya civaka xwezayî ye. Niha dema em Netewa Demokratîk digrin dest, divê neyê jibîrkirin ku çanda civaka xwezayî hebûn, nasname û cewhera mirovahiyê pêktîne. Pêvajoyên şaristaniyê ku ji Sûmeran destpê kir û bi împaratoriyên Babîl, Asûrî, Pers, Sasanî, Grek, Roma, Osmanî û hêzên hegemonîk wek Ingilîs û Emerîka berdewam dikin; çanda civaka xwezayî qirkirine.

Rêbertî di parêznameyên xwe de dide diyarkirin ku “Ticarî kok wenda nabe.”Çawa pergala desthilatdar xwe bi nav û dirûvên cuda dewam kiriye, çanda civaka xwezayî ku yekem forma jiyana civakî bi awayê klanan e, wenda nebûye. Ev çand heya roja me ya îro xwe aniye. Bi çavdêriyeke xurt mirov dikare şerê civaka xwezayî bi pergala desthilatdar re û şopa wê bibîne. Di çîrokên ku dayîkên me vedibêjin de jî ev berxwedanî bi zimaneke wêjeyî û destanwarî tê gotin.

Wek din şer û pevçûn di navbera hêzên desthilatdar de jî diqewime ku îro jî bi navê ol û baweriyan şerê desthilatdariya siyasî heye. Ruxmî ku di navbera gelan bixwe de ticar şer û lihevnekirin çênebûye, lê belê hertim desthilatdaran xwestine aliyeke serdest û yên mayî jî bikin bindest, ji bo vê jî hin nakokî çêkirine. Ev îdeolojiya desthilatdar qirkirina çandî û fikirî pêş dixîne. Ji ber vê aliyekê sor dikin, didin pêş ku hêza civakê bi vê rêyê bişkênin. Wek mînak; ji gelê Tirk re dibêjin“Tu gelê herî pêşketî yî. Kurd ne gel, ne însane, cahêle, feqîre, nezane, paşketî, zeyîf û û hove, lewma tu dikarî li ser wî desthilatdariya xwe avabikî.” Bi vê zihniyetê di dibistanên fermî de zarokan perwerde dikin. Li Tirkiyê kesayetên faşîst diafirînin ku bi hestên şovenîst û mentiqa netew-dewletê tevdigerin.

Netewa Demokratîk li hemberî zihniyata desthilatdar a ku qirkirina çandî pêşdixîne, çand û hebûna civakî diparêze. Di serî de jî zimanê her netew û kêmneteweyê qebûl dike, cih dide bawerî û her cure ramanê. Her gel bi ziman û çanda xwe hebûna xwe diparêze. Gele Kurd bi hezar salan bi hemû netew û baweriyên cuda re bi awayeke dostanî, biratî jiyaye. Taybetmendiya esasî ya çanda Netewa Demokratîk jî wiha ye. Her gel bi hebûn, nasname, ziman, ol û cihêrengiya xwe di pergaleke wekhevî de bijîn. Di vir de li dewsa şer û pevçûnan aramî û wekhevî heye. Di vê pergalê de tinekirin tine ye.

Her giya li ser koka xwe hêşîn dibe. Pergala modernîteya kapîtalîst temenê wê di Rojhilata Navîn de 200 sal e .Çanda Rojhilata Navîn bi hezar salî ye. Lewma jî di navbera van her du çandan de şerê ku diqewime, bêguman şerê çandan e. Çandekji derve tê ferzkirin, lê diyar e ku bi ti awayî nikare li ser vê axê xwe berdewam bike. Însanên li Rojhilata Navîn heke vegerin cewhera xwe, wê bikaribin çanda modernîteyê têk bibin. Ji bo vê jî wek ku Rêbertî destnîşan dike pêwîst e hemû çanda modernîteyê were vereşandin. Ji bo kesayet bigihîje cewher û heqîqeta xwe, pêwîst e xwe ji pergala modernîteyê qut bike.

Bêguman di Netewa Demokratîk de rola jinê pir girînge. Rêbertî ji bo xwe mijarekê diyar dike: “Eger ez li derve bûma, ji Qortara çiyayên Cûdî û Cîlo heya ber peravên gola Wanê û tevahî Herêmên Kurdistanê, min ê bi heqîqeta gel ji nû ve dest bi kar bikiribûya.” Ev ji bo me erk e. Di rastiya civaka demokratîk de rolekî çawa dikeve ser milên jinê bi vî gotinê diyar dibe. Li ser vê bingehê jî di serî de pêwîst dike em zihniyet û çanda xwe nûjen bikin. Sazî û rêxistinên xwe saz bikin. Em vegerin nirxên pîroz ên civaka xwezayî. Jin jî bi reng û hebûna xwe pêşengtiyê bike.

Rêber APO rastiya çand, huner, heqîqet, nasname û hebûna me fêrî me kiriye. Rêbertî di keseyata xwe de dîrokeke nûafirandiye û di kesayeta xwe de ronesans pêk aniye. Îro em bi hebûn û çanda xwe hesiyane. Lewma jî azadiya Rêber APO, yekemîn erk û berpirsyariya me ye. Her hunermend, rewşenbîr û hemû beşên hunerî, divê li ser esasê vê heqîqetê nirxên civakî pêş bixin. Li beramberî çanda modernîteyê ya populer ku ji nirxên civakê qut e, civakê mehkûmê ajoyan û lewaz dike têkoşîneke xurt bidin meşandin. Çand û hunera civakî li ser bingeha heqîqeta civakê pêş bixin. Jixwe erk û wezîfeya hunermendan ew e ku xwedî li nirxên civaka xwe derbikevin. Îro şerê heqîqetê bi rêya hunerê tê meşandin. Hemû kesayetên ku bi hunerê re elaqedar dibin, pêwîst e li derdora Rêbertî xeleka çand û hunera Netewa Demokratîk pêk bînin, hebûna xwe û nesnamayê xwe xwedî bikin. 

Divê ji bîr neçe, heya ku em heqîqeta xwe ya ku hatiye berovajîkirin dernexin holê, dîroka xwe nezanibin, dîroka ku nehatiye nivîsadin perdeya li ser wê neavêjin û têkoşîna fikrî û îdeolojîk nedin meşadin, emê nikanibin di roja îro de hebûna xwe biparêzin. Ev jî yek ji erka qada çand û hunerê ye.