Ji bo 15’ê Sibatê tinê pênc roj mane û bi rojane bi deh hezaran Kurd û dostên xwe li ser bingeha çalakiyên girseyî li ser pîyanin. Her ku em nêzî roja salvegera komploya navdewletî li hemberî Rêber Apo dibin çalakî, mîtîng, civîn ûhwd. kar û xebat jî zêdetir dibin.
Ji xwe ji 21’ê Çileyê ve li Fransa Meşa Dirêj pêktê û bi rojane bi kîlometreyan meşvan dimeşin, belavok belavdikin, bi dirûşman dengê xwe digihînin herkesî da ku rastiya doza mafdar ya gelê Kurd binasin û rewşa Rêber Apo ya di nava tecrîda girankirî hîn bibin. Îro ev çalakiya Meşa Dirêj kete roja xwe ya 21’emîn. Meşa Dirêj di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de destpêkirî dûh ji bajarê Reimsê derbas bû. Kurdistanî û dostên Kurdan Partiya Komunîst a Fransayê li qada Place De Royal (Walîtiyê) a Reimsê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Li navenda Reimsê bê navber dirûşmeyên “Ji Rêber Apo re azadî”, “Bijî Serok Apo”,” Bijî berxwedana Rojava” û “Biji berxwedana QSD’ê” hatin berzkirin. Meşvanan belavokên têkildarî armanca Meşa Dirêj xwendin û belav kirin.
Heman demî li bajarê Reîmsê civînekî gel hate lidarxistin. Meşvanên Meşa Dirêj jî ber bi êvarê di civîna gel de amade bûn. Di civînê de li ser armanca çalakiya Meşa Dirêj nirxandin hate kirin. Axaftvanên civînê vê peyamê dan; “Armanca Meşa me ya Dirêj a 26 rojan, misogerkirina şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêbertî û statuya Kurdistanê ye. Li ser vê bingehê haya me ji berpirsyariya me heye. Em bi vê hişmendiyê tevdigerin û em ê vê bidomînin. Em ê 15’ê Sibatê li Strasboûrgê bin. Çalakiya me wê li wir biqede. Emê li wir li benda we hemûyan bin.”
Meşa Dirêj ya li Fransa îro digihêje bajarê Nancy.
Li Elmanya jî Meşa Dirêj destpêkir
Li Elmanya jî Meşa Dirêj a 5 rojan destpêkir. Ev çalakî jî ji bajarê Heilbronnê destpêdike û 15’ê Sibatê li Strasbourgê tê bidawî kirin. Ev çalakî jî bi boneya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê meşandin.
Beriya meşê dûh li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk semînerek hate lidarxistin ku têde mijara Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbera Apo hate destgirtin. Sînevîzyona li ser dîroka Komploya Navneteweyî hatibû amadekirin hate pêşandan û nirxandin hatin kirin. Di semînerê de ev peyam hate dayîn; “Em Komploya Navneteweyî ya ku dikeve sala 26’an şermezar dikin û berxwedana Rêber Apo silav dikin. Hêzên hegemonîk hewl dan di şexsê Rêber Apo de gelên Kurdistanê mehkûm bikin. Berxwedana Rêber Apo û gelê Kurd komplo vala derxist. Rêber Apo tevî di bin tecrîdê de ye jî berxwedana didomîne û ji hemê gelan re bûye çavkaniya hêviyê.”
Meşvan îro çalakiya xwe ya Meşa Dirêj bi fermî dan destpêkirin.
Li Parîsê meşa meşaleyî
Ji bilî çalakiyên meşên dirêj jî gelek meş têne lidarxistin bi armanca şermezarkirina komploya navdewletî bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Bi wê boneyê dûh êvarê li paytextê Fransa parîsê meşek bi meşaleyan pêkhat. Çalakî li banliyoya Melun a li paytexta Fransa Parîsê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo hate pêkanîn. Çalakî li ber gara Melun destpê kir. Di meşê de pankarta “Hezar car silav ji te re Serok Apo” hate vekirin. Di meşa ciwanan de gelek dostên gelê Kurd jî hebûn. Di çalakiyê de peyam hatin dayîn û çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hate bidawî kirin.
Li 3 bajaran civînên gel pêkhatin
Bi nêzbûna 15’ê Sibatê re li gelek bajaran civînên gel pêkhatin. Civînek girîng li bajarê Fransa Strasbourgê pêkhat ku li wir yê 15’ê Sibatê mîtînga girseyî ya dîrokî were lidarxistin.
Civîna li Strasbourgê di çarçoveya xebatên meş û mîtînga dîrokî ya 15’ê civîna gel hat pêkanîn û peyama, “Azadiya fizîkî ya Rêber Apo, misogeriya azadiya me ye” hat dayîn.
Civîna gel ji hêla Komuna Jinê ya Zîn ve li Navenda Civak Kurd a Demokratîk hat orxanîzekirin. Di civînê de li ser rewşa Rêber Apo gelek nirxandin hatin kirin û ev peyam hate dayîn; “Armanca sereke ya gelê Kurd û dostên wan ne tecrîd e, teqez misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
Piştî axaftinê, hunermend Sîdar Amedî derket ser dikê û stran got. Civîn bi klaman û gerandina govendê bi dawî bû.
Civînek jî li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi pêşengiya YJK-H’ê û Kongra Starê pêkhat. Di civînê de têkildarî pêvajoya nû ya Rêber Apo pêş xist, nîqaşên berfireh hatin kirin, geşedanên li çar aliyên Kurdistanê hatin nirxandin û bi taybet rewşa heyî ya Rojava, astengî û xeteriyên li pêşiya wê hatin nîqaşkirin. Civîn bi peyama xwedîlêderketina pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, bi dawî bû.
Civîna din jî li bajarê Elmanya Freiburgê pêkhat. Civîn ji aliyê Meclîsa Jinê ya Nûda ve û Meclîsa Gel a Freiburgê hate orxanîzekirin. Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç, siyasetmedar Mûsa Farisogûllari û gelek Kurdistanî û dostên Kurdan beşdarî civînê bûn. Axaftvanan bal kişandin ser hevdîtinên li Îmraliyê û destnîşan kirin ku ji ber destê dewleta Tirk lawaz bûye neçar mane vê pêvajoya heyî bidin destpêkirin. Axaftvanan heman demî li ser girîngiya meş û mîtînga Strasbourgê ya di 15’ê Sibatê bê lidarxistin sekinîn û anîn ziman ku bi şikandina tecrîda 26 sal in li ser Rêber Apo tê meşandin, wê pêvajoya azadiyê destpê bike. Piştî axaftinan, beşdaran pirsên gel bersivandin. Civîna gel bi peyama xurtkirina yekîtî û têkoşînê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Li Mêrsînê mitînga bo azadiya Rêber Apo
Li bajarê Mêrsînê mitînga “Ji bo aştiyê azadî” ku bi pêşegtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat organîzekirin pêkhat. Mitîng li rex Stadyuma Tevfîk Sirri Gur a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê hat lidarxistin. Ji bajarên Edene, Osmaniye û Hatayê jî gelek kes tevlî mitîngê bûn. Her wiha partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, parlamenterên DEM Partiyê û şandeya CHP’ê jî tevlîbûn.
Di mitîngê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Mitîng, bi coşeke mezin dest pê kir û berdewam kir. Di civînê de gelek axaftvan derketin ser dîkê û vê peyamê dan; “Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe em ê têkoşînê mezin bikin. Heta ku mîmarê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ birêz Ocalan azad dibe dê jin têbikoşin. Birêz Ocalan dibêje ‘Heta jin azad nebin civak azad nabe.’ Ev ne gotineke jirêzê ye. Em jî dibêjin heta jin azad nebin civak azad nabe. Jin, jiyan, azadî.”
Di mitîngê de girseyê daxwaza azadiya Rêber Apo qêriya û jinên cilûbergên Kurdî li xwe kirin li ber stranan govend gerandin. Di mitîngê de pankarta “Em ji bo aştî û azadiyê tên gel hev” hate daliqandin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Polîsan li noqteyên kontrolê hewl dan dayikan asteng bikin ku bi laçikên spî nekevin qadê û rastî berteka gel hatin. Lê belê çalakvanan ti astengî nasnekirin û herikîn qada mitîngê û peyamên xwestin dan.