Çalakiya Zîlan Kezeba Dijmin Qetand

0Shares

Tam jî di demeke wiha de Rêheval Zîlan; armanca plana tesfiye ya dijmin ku dixwaze li ser Rêbertî û Tevgera me bike dibîne û vê yekê pir ji kûr ve fêm dike. Li dijî konsepta tesfiye di dilê xwe de  hêrseke mezin kom dike û ev mezinbûn û kûrahiya hêrsa wê di wê de îradeya mûdaxeleyê pêş dixe. Ji operasyona îmha ya ku yekser li dijî Rêber APO tê pêşxistin pir bandor dibe. Fêm dike û derdixe zanabûnê ku ev konsepteke mezin û kûr ya tesfiye ye. Kûrahiya fikir û hest ya di Rêheval Zîlan de û asta wê ya fêmkirina pêvajoyê wê dibe ber bi biryardariya mûdaxelekirina wê konseptê. Di encam de bi biryardarî û azîmeke mezin 30’ê Hezîrana 1996’an de li navenda Dêrsimê di merasîmeke leşkerî de çalakiyeke fedaî dike û konsepta tesfiye ya dijmin vala derdixe.

Ji ber ku cara yekemîn bi wî terzî çalakiya fedaî dihate kirin û ew şêwazê çalakiya fedaî di şexsê jina Kurd de dibû teqîneke îrade, evyek derketineke mezin bû. Terzekî rast ya zaferê bû. Bi awayekî pir zelal li dijmin û hemû dinyayê da îlankirin ku çi dibe bila bibe emê çarenûsa gelê xwe yê ku di şexsê Rêber APO de şênber bûye teqez biguherînin. Lewma kezeba dijmin qetiyabû.

Rêheval Zîlan ji bo gelê Kurd Rêbertî dihat çi wateyê pir baş fêm kiribû. Rastiya Rêbertî wek îradeya gel ya bisazî bûye fêm kiribû. Ji ber ku di asta fikir û zanabûnê de heta dawî bi Rêbertî re gihiştibûn hev.

Pir bawer dikir ku wê herî zêde jî Rêbertî yê li çalakiya wê,  asta wateya ku diafirînê û şehadeta wê xwedî derbikeve. Milîtaneke jin ku ewqasî rastiya Rêbertî nas kiribû ye. Kadro û şervaneke nû bû, lê asta wê ya têgihiştin û girêdana wê pir kûr û bi wesf bû. Dixwest asteke nû ya wateyê derxê holê û vê asta wateyî diyarî gelê xwe û jinên welatê xwe bike. Xwe tenê wek ferdeke ji rêze nedigirt dest. Xwe bi giştî aîdî gelê xwe û Tevgera xwe didît. Lewma jî, dixwest bi çalakiya xwe ya bi heybet ew asta pêşketina ku jina Kurd û milîtaniya PKK qezenc kiriye di şexsê xwe de nîşanî hemû dinyayê bike. Birastî jî Heval Zîlan xwe gihandibû wê asta ku Rêber APO dixwest di jina Kurd û milîtana azadiyê de di warê îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî ava bike û bi çalakiya xwe wê astê bi wate kir.

Di nameya xwe ya berfireh ya ku beriya vê çalakiya dîrokî nivîsandibû de di pêşeroja azad ya gelê Kurd de rola Rêber APO wiha pênase dike: “Dema dîroka her gelekî dinêrin, bi taybetî di pêvajoyên şoreşan de rêberên ku têkoşiyana, gel ber bi serkeftin û rizgariyê birine, mohra xwe li serdema xwe kirine hene. Dîrok piştrast dike ku ti tevgereke netewî û çînî bê rêber nikarin biçin serketinê. Rêber ew kes in ku hemû nûbûn û pêşketinan di asta herî jor de temsîl dikin, li gorî fikra mirov û civaka nû hemû jiyana xwe li gorî gelekî vesaz dikin; çarenûsa xwe di çarenûsa gel de dibînin û êş, hest û daxwazên gel ji dil de hîs dikin û ji bo rizgariyê di asta herî jor de erkên pratîk digrin ser milê xwe ne. Li hemberî rastiya gelekî ku ti rastiyeke wî yê jiyanî nîne, di her qadê de hatiye xilasirin, li beramberî xwe hatiye xerîbkirin; ji hêla nirxên neteweyî, çandî, civakî, siyasî ve hatiye dagirkirin Rêbertiya PKK bêguman divê pir cuda be. Rêbertiya Partî ji gelek aliyan ve xwesertir e, nûtir e, pêşketir e, bi jiyana xwe dide jiyîn û xwe bi giştî fedayî jiyana mirovahiyekî kiriye. Diyarkerî û girîngiya wî teqez e û bê nîqaş e.

Konsepta wan pir baş analîz kirîbû

Heval Zîlan konsepta hêzên komploger pir baş fêm kiriye, pêvajoya heyî hem ji aliyê dijmin hem jî ji aliyê tekoşînê ve pir bi berfireh û kûr analîz kiriye, li ser esasên analîzên dîrokî, civakî, îdeolojîk, polîtîk terz û taktîka tekoşîna dema nû tespît kiriye. Dema taktîka demê tespît dike bi temamî xwe dispêre vîn û fikra cewherî. Dînamîkên bingehîn yên ku di Heval Zîlan de hêza fikir û îradeya cewherî ava dikirin; asta hezkirin û girêdana wê ya bi Rêbertî re û daneheva îdeolojîk, felsefîk û zanistî ya ku xwe disparte rastiya gel, rastiya civak û dîroka tekoşînê bû.

Piştî ku taktîka demê bi vî awayî tespît kir û nav lê kir şûn ve ji bo fêmkirina erkên demê jî tespîteke pir cidî dike. Nabêje bila van erkên demê hin kesên din bikin. Ji bo vê erka pîroz ya dîrokî, bi rûmet û bi wate xwe wek berendam dibîne. Bawer dike ku wê di vê mijarê de bi serkeftî bibe. Ji xwe bibawer e. Ji bo vê erka pîroz, mezin û bi wate bîne cih bi baweriyeke mezin biryara xwe bi awayekî birêxistinî dide. Wek milîtaneke azadiya jinê ku bi Rêbertî, gel û rêhevalên xwe re girêdayiye bi xwestek, moral û coşeke mezin ser vê erka dîrokî de diçe. Heta dawiyê terzê serketî û zaferê derdixe holê.

Di nameya xwe ya mîna manîfesto de vana diyar dike: “Berxwedan bûye qerektera bingehîn ya PKK. Divê em li vê mîrateya dîrokî xwedî derkevin û pêwîstiyên demê bînin cih. Pêvajo çalakiyên fedaî pêwîst dike. Ev ê hem bibe derketineke taktîkî hem jî di vê pêvajoyê de ji milê me ve wê ji dijmin re bibe bersiva herî xurt. Çalakiyeke wiha tê wateya dijminê ku wek moral bin ketiye dîn kirin, di her qada ku lê dijmin heye de dorpêçkirin, welat bi dijmin kirina jeahr. Ji bo me jî tê wateya ji gel û hemû hêzên me yên şer re moral dayîn, wêrekî û berxwedanî xurtkirin, carek din peyamdayîn ku hem dost hem dijmin zanibe em di doza xwe de çiqasî bibiryar in û di oxira wê de wek berdêla azadiyê dikarin bombeyan di xwe de biteqînin, daxwaza azadiya gelê xwe belavî hemû dinyayêkirin û di demê pêş de ji berxwedanên gelê me re pêşengî kirin, li her derê lez dayîna şer.

Serokê min! Ez xwe ji bo çalakiya fedaî namzet dibînim. Em li beramberî ked û hewildana we ya bêdawî giyana xwe jî bidin wê têr neke. Xweziya ji bilî giyana me tiştekî me yê din ku em bidin hebana. We bi jiyana xwe gelekî ji nû ve ava kir. Em berhemên we ne. Hûn temînata hemû gelê Kurdistan û mirovahiya dinyayê ne. Jiyana we rûmet dide me. Hezkirin, wêrekî, bawerî dide. Hemû gelê Kurdistanê û bi mîlyonan mirov heta mirinê bi we re girêdayî ne. Ev balkêşiya we em jî pir bandor kirine. Di kêliyên herî zehmet de jî em hezkirina we difikirin û hêzeke manewî digrin. Yê ku herî zêde girêdayî şehîda ye hûn in. Çavê me wê teqez li pişt nemîne. Ez vê çalakiyê wek erkeke ku divê pêk bînim dibînim û xwe berpirsiyar hîs dikim. Ez bawer dikim ku derbaskirina paşverûtiyên me, azadbûyîn û xwe avakirin ji şer derbas dibe û divê pêwîstiyên şer jî werin cih. Ez dixwazim xwedî li berxwedana Hevalên Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhat, Besê, Bêrîtan, Bêrîvan û Ronahî derbikevim û bibim şopdarên wan. Ez dixwazim bibim îfadeya daxwaza azadiyaq gelê xwe. Li dijî polîtîkayên emperyalîzm ya jinê dike kole dixwazim bombe di xwe de biteqînim, mezinahiya hêrs û acizbûna nîşan bidim û bibim sembola vejîna jina Kurd.

Wek tê dîtin fedaîtiya di terzê Zîlan de di dil û mejiyê dijmin de tirsek ava dike û ev jî wê xitimîna taktîk ya demê çareser dike. Di mijara terz û taktîk de derketina Heval Zîlan tirsek mezin belavî nav dijmin dike. Ji ber ku ew bombeyên ku Heval Zîlan bi laşê xwe ve girê daye tenê di leşkerên dijmin yên li cihê çalakiyê de neteqiyabû. Di dil û mejiyê dijminê qirker û mêtinger de teqiyabû, di fermandeya herî bilind ya artêşa dagirker de jî tirseke mezin ava kiribû. Rejîma şerê taybet ya mêtinger ku planên tesfiyekirina Rêbertî, Tevger û gerîla dikir xist nav krîz û aloziyeke mezin. Ji ber ku rejîma şerê taybet hemû hesab û planên xwe yên qirêj li ser wê konsepta îmha û tesfiye çêkiribû. Dijmin derketina mûhteşem ya Heval Zîlan ji hêla eniya xwe ve hesap nekiribû û ne li bendê bû jî. Lewma, hem fermandeya leşkerî ya rejîma şerê taybet hem jî rêveberiya siyasî ketibûn nav şokeke mezin.

Wana hedef dikirin ku bi komploya 6’ê Gulanê wê Rêber Apo, hêza gerîla û Tevgerê bixin nav tirseke mezin û bi vî awayî wê tesfiye bikin, xilas bikin û bin bixin. Lê bûyer di carekî de berevajî bûbû. Kesayetên fedaî û milîtan yên mîna Heval Zîlan ku ji bo azadiyê jiyana xwe feda dikin û çi bibe bila bibe ji biryarên xwe gav paş de navêjin êdî derdiketin holê. Ev asta ku Heval Zîlan di şexsê xwe de derxistibû holê; rihê fedaî, bêtirsî, wêrekiya Partî û hêza gerîla, idîa û israra wan ya di azadiyê de îfade dikir. Di encam de tişta ku li ser esasê têkiliya milîtanên Partî û gerîlayên azadiyê ya bi şer, azadî, hezkirin û xweşikbûnê re pêş dikeve û me bi rihekî mezin ya fedaî li ser piyan digre tam jî ev felsefe ye. Milîtanên Partî û gerîlayên azadiyê li ser esasên azadî, hezkirin û xweşikiyê wek ku Rêber APO jî diyar dike Zîlan birastî jî manîfestoyek e. Manîfestoyeke jiyana azad e. Manîfestoya bi qasî şer dikin azad dibin, azad dibin bedew dibin û bedew dibin tên hezkirin e.

Rêber APO piştî çalakiya fedaî ya ku Heval Zîlan di 30’ê Hezîrana 1996 de li navenda Dêrsimê li dijî hedefên dijmin pêk tîne di nirxandinên xwe de wiha dibêje: “Zîlan fermandar e, em jî di bin fermandeya wê de ne.” Bi vê gotinê re wesfa pêşengiya çalakiya Zîlan û kûrahiya wateya çalakiyê dideyne holê. Nav li kûrahiya afirîner ya di terzê Zîlan de, zanabûna berpirsiyartî, asta têgihiştina şoreşgerî, wek jin hestiyariya ku nîşanî pêşveçûyîna tekoşînê dide, hîsiyata û xwedî derketina wê dike. Ji ber ku Heval Zîlan bi vê çalakiya dîrokî re rê li ber vebûna taktîka demê vekir. Xitimandina demkî çareser kir û pêşiya pêvajoyê vekir. Terz û taktîka zaferê derxist holê.

Koordînasyona PAJK

Yê bidome…

Attachment