Îro jî Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo û girtiyên din yên li giravê bi daxwaza hevdîtinê serlêdaneke din kirin. Hate hînbûn ku Parêzerên Rêber Apo bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dane. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ve haiye kirin. Ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî heman serlêdan hatiye kirin.
Di vê navberê de dûh jî bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo çalakî pêkhatin. Li Swîsreyê meşek hat lidarxistin. Meşa Dirêj ya li Fransa jî bi coşek mezin dûh li bajarê Melûnê berdewam kir. Di vê navberê de ji girtîgehan jî peyamek hat bi daxwaza teqez pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Peyam ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’emîn a Tekîrdagê hat.
Çalakiya Cenevre 4 sal li pey xwe hişt
Bi boneya salvegera 4’an a çalakiya Cenevre yê Swîsreyê meşek hat lidarxistin. Di meşê de hate diyarkirin ku çalakî wê heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo dewam bike.
Çalakiya rûniştinê ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Netewên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatibû destpêkirin, 4 sal li pey xwe hişt. Bi wê boneyê Kurdistanî û dostên xwe salvegera 4’an a çalakiyê li qada Palais Wilson ku avahiya Komîseriya Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî lê ye li hev civiyan û heta qada Nations ku avahiya Neteweyên Yekbûyî lê ye meşiyan.
Çalakiya vê hefteyê bi pêşengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hatibû lidarxistin. Meş bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” heta kona nobetê ya li qada Nation berdewam kir. Li wir wek miting hate berdewam kirin.
Li vir Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Cemal Ozdemîr bal kişand ser fedekariya mezin û israra serxistina têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo û wiha got; “Azadiya Rêbertiya me azadiya me ye. Niha li Rojava, Bendava Tişrînê berxwedanek heye. Gelê me tevî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide û wê bi ser bikeve.”
Piştre li ser navê çalakvanên Cenevreyê Amiya Martin daxuyaniya bi zimanê Fransî xwend û wiha got: “Em wekî Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û (CDK-S) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan in çalakî li dar dixin. Meşa îro ji aliyê Tevgera Serhildan, Greva Feminîst a Cenevreyê, Enternasyonalîst, rêxistinên mafên mirovan û ji aliyê welatparêzên ku piştgiriya doza Kurd dikin ve tê piştgirîdayîn. Ji ber vê yekê em li pêşiya Palais Wilson ku navenda Komîseriya Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî ye, meşa protestoyî û çalakiyekî sembolîk li dar dixin. Ev çalakî berdewamiya çalakiya me ya berxwedanê ya ku me di Çileya 2021’an de da destpêkirin û her Çarşemê li qada Place des Nations dewam dike ye.”
Piştre li ser navê YJK-S’ê Hatîce Kandal, li ser navê PYD’ê ya Swîsreyê Gulîstan Sadon û li ser navê Komîteya PJAK a Swîsreyê Jamil Pale jî axaftin kirin.
Girseyê piştî daxuyaniyê derbasî konê nobetê bûn û çalakiya xwe heta saetên êvarê domandin.
Meşa Dirêj ji bajarê Melunê derbas bû
Çalakiyek din jî ya berdewam kir çalakiya ku Kurdistanî û dostên xwe wek Meşa Dirêj pêktîne ye. ev çalakî jî dûh bi biryardariyek mezin hate pêkanîn. Dûh çalakvan li bajarê Melunê yê Fransayê bûn.
Çalakvanên Meşa Dirêj li Stasyona Melunê bi Kurdistanî û dostên wan re civiyan û çalakvanan li vir danezanên têkildarî armanca Meşa Dirêj û daxwazên wan belav kir. Çalakvanan ji stasyonê meşa xwe domand û Kurdistanî û dostên wan jî tevlî meşê bûn.
Di meşê de dirûşmeyên “Azadî ji Rêber Apo re”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana QSD’ê” hatin berzkirin û çalakvanan li ser rêya xwe danezan belav kirin. Meşê tevî barîna barana zêde jî bi coşeke mezin berdewam kir.
Çalakvanan peyama “Heya Rêber Apo azad nebe, em jî azad nabin, em dê ji bo azadiya xwe çalakiyên xwe bidomînin û li qadan bin”.
Meşa Dirêj a ku 21’ê Çileyê li bajarê Lorient ê Fransayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de dest pê kiribû.
‘Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were’
Girtiyên ji doza PKK’ê têkildarî nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd gotin, “Em azadiya fîzîkî û ewlehiya Rêber Apo dixwazin.”
Girtiyên ji doza PKK’ê yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’emîn a Tekîrdagê têkildarî nîqaşên li ser ‘pêvajoya nû’ peyamek şandin. Di peyamê de hate ragihandin ku hêzên hegemonîk ên Modernîteya Kapîtalîst Rojhilata Navîn veguherandiye qada qiyametê û hate gotin, “Destwerdanên ji Fîlîstîn û Kurdistanê destpê kirin li Iraq, Efganistan, Lîbya, Lubnan, Sûriye û Îranê dewam dikin, ev welat veguherîne enqazê.”
Di peyamê de hate destnîşankirin ku di demeke bi vî rengî ya dîrokî de pêwîstî herî zêde bi tifaqa Mezopotamya û Anatoliyê heye, yê ku karibe vê bike jî Rêber Apo ye û hate gotin, “Manîdar e ku Rêber Apo hîn jî li girava Îmraliyê tecrîdkirî ye. Eger ev tecrîd dewam bike, ev yek wê bibe nebaşiya herî mezin li gelê me.”
Di nameyê de hate xwestin ku şert û mercên kar, ewlehî û azadiyê yên Rêber Apo bêne afirandin û hate gotin, “Em dixwazin ku dewlet û hikumet di vê mijarê de bêyî dereng bimîne bi wêrekî tevbigere, berpirsyariya xwe bi cih bîne, tecrîdê bi temamî rake û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne.”