Bûn Evîna Têkoşîna Azadîyê

0Shares

Kod: Fehîme
Nav Paşnav: Behiye Îke
Dîrok û Cîhe dayikbunê: Şirnax/ Gundê Bacrît
Dîroka Tevlîbûnê: 1985
Dîroka Şahadetê: 18.06.1996 / Zap
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Fehîme (Behiye Îke)

Fehîme zirav bû kêmek jî zerik bû. Dema hevala Fehîme bejin û bala xwe bi çek û rextan dixemiland mirov heyranê bejna wê ya zirav dibû. Hevala Fehîme di dil û mejiyê xwe de xweşik bû. Digot heval em di nava xwezaya Kurdistanê de ne, pêwîst e em bizanin çend çiya, kanî, gelî, av, deşt û çem li Kurdistanê hene nas bikin.

Di sala 89’an de dersek li ser erdnîgariya Kurdistanê perwerdeyek dame hevalên jin û xort. Hevala Fehîme waneya erdnîgariya Kurdistanê dida me, digot divê her kesek ku dibêje ez kurd  û şoreşgerim divê welat û axa  xwe nas bike. Divê çend çemên mezin û çiyayên mezin hene nas bike. divê jin û xortek Apoger welatê xwe baş nas bike. Bi vî awayî perwerda xwe berdewam dikir. Hemû heval bi baldarî guhdar dikir, hevala Fehîme di van mijaran de xwe pir pêşxistibû, xwe perwerde dikir û dida hevalên xwe jî. Kurt û cewherî diaxifî, uslûbê wê bi bandor bû. Heval Fehime digot; “divê şoreşger welatê xwe nasbike, ji bo welatê xwe nas bike û ji bo welatê xwe şer bike. Dema xweşikbûna welatê xwe bibîne, mirov jê hez dike û ji bo wê şer dike.” Xwedî vê felsefeyê bû.

Di asta fîlozefîke de nîqaşên vê dikir. Evîna wê weki evîna Mem û Zînê bûn, evîna xwe kir evîna çiyayên Kurdistanê. Mem û zîn destên xwe dan hev û bûn evîna têkoşîna azadiyê. Ji bo wan evîna mezin Kurdistan bû. Hevala Fehîme ew bejna xwe ya zirav bi çek û rextan pêça berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevala Fehîme jî li gel hevala Ezîme Varto (Mîhrîban) fermandartî kiribû. Jiyana hevala Fehîme ji bo hevalan mînak bû. Ji bo vê jî cihê xwe di dilê hemû hevalên xwe de çêkiribû, ji ber hevala Fehîme xwedî kesayetek pir xwezayî bû mirov xwe li gel hevala Fehîme pir rehet hîs dikir. Her kes dikariya dilê xwe ji bo wê veke. Heval pir ji cinse xwe hez dikir û girêdayî bû, hevala Fehîme çêbû qada Rêber APO jî. Di xeta felsefa Rêber APO de kesayeteke dagirtî bû. Fêmkiribû û di jiyana xwe de jî pêk tanî. Ji xwe pir bawer bû, wêrek bû û çavên xwe li hember kêmasiyan nedigirt. Jinek Apoger a serbilind bû di nava hevalan de. Bandorek wê ya mezin li ser hevalan hebû. Hevala Fehîme û Bêrîvan li Zapê çêbûn ber avê xwe bişûn li ava Zapê havanek a dijmin tê li hevala Fehîme û Bêrîvan dikeve her du heval şehîd dikevin.

Heval Berîvan ji Hezexê bû, Hezex jî wê demê li ser Mêrdînê bû. Hevalek kevin bû. Ew jî salên dirêj li Botan û gelek qadên din di nava têkoşîna azadiyê de cihê xwe girt. Heval Berîvan bi hevalek din a jin re 66 rojan di nava dijmin de tena xwe mabûn. Bi bîrîndariya xwe ya giran berxwedanek mezin nîşan dabû. Pirtûka berxwedana hevala Berîvan bi navê Awaza Bilûrê berê hatiye nîvîsandin û çap kirin. Heval Berîvan; esmer, bejin navîn, por reş û xelek bû. Di çavên wê de paqijiyek weke melekan diyar dibû. Pitî qutbûna 66 rojan ji hevalan hezkirina wê ji bo hevalan hîn zêdetir bibû. Tevî di nava me hevalan de bû jî dirêj dirêj li hevalan dinêrî û digot ez pir ji hevalan hez dikim, yek keliyek be jî hevalek nebînim gelek berîya wan dikim. Bandora demeke dirêj tenê mayînê li ser kiribû.

Hevala Bêrîvan nû hatibû Zapê, hîna jî di şoqê de bû ku çawa ew qas roj kariye xwe di nava dijmin de biparêze. Hin caran ji bo me digot ez bawer nakim ku ez li gel hevalan im û li Zapê me.  Dîcle pirtûka hevala Bêrîvan dinivîsand ez bawerim kêm mabû, çi qas were gotin ne pênûs ne jî lênûs wê têra vegotina berxwedana hevala Bêrîvan û Fehîme neke.

Piştî salên dirêj şahadetek van hevalan a bi vî rengî em pir êşandin. Hemû heval jî pir şahadeta hevalan bandor bûbun, ji bo tevgera jin şahadeta wan her du hevalan windahiyên pir giranbûn. Ez ê jî bi ti awayî nekaribim heqê wê bidimê, lê min soz daye erka me ya hevaltiyê her çendî kêm ji be em wan hevalan bînin ser ziman û vebêjin. Dibe ku têrê neke wê qet jî têrê neke, lê ez ê erka xwe ya hevaltî bi cih bênim û bibim layîqê wan hevalan.

Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê

Attachment