Rêber Apo
Berxwedaniya 14 tirmehê, encax bi serkeftinên bê navber yên şoreşgerî heta dawiyê bi serkeftinê mimkin bûye.
Mirov hin tiştan ji bîr dike. Heta tê gotin ‘hafiza-î beşer bi nîsyan û seqete’.Yanî hafizeyan mirovan nexweşiya ji bîr kirin bi xwe re radigire. Lê belê ez nafikirim ku bi her awahî wisabe. An jî ez di vê qenehetê deme ku pêwîste ne wisa be. Dem, jiyan, kesayet, çalekiyên ku nayên ji bîr kirin hene. Hin nirxên bi mirovahî re, bi hebûna xwe re asta herî jor radikin hene. Wan demên ku nayên ji bîr kirin em nikarin ji pêş çavan dûr bixin. Em nikarin ji hafizeyan nayên paqijkirin.
Ger ev yek têra xwe hatibe fêmkirin, yên ku pêwîste neyên ji bîr kirin bi rastî jî, ji bîr nabin, ev tê wateya serkeftina yê ku eve pêk anîne. Tê wateya bi jiyankirina yên ku nayên ji bîr kirin. Di heman demê de dibe yekbûna hemû serkeftina.
14’tirmeh’ê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê,dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe dana nezirkirin de bi navê welatê xwe, ji bo gelê xwe, ji bo mirovatiyê roja biryara berxwedaniyê ya herî giran û bi zehmet dayine. Di nav rêxistina me de rastiya ku herî zêde em niha jî pêwîstiya wê dibînin bi nasnama rêxistinê bûyina mirov, bi nasnama rêxistinê bûyina artêş, bi nasnama rêxistinê xwe bi jiyankirine. Ger em bibêjin wan bi vê berxwedaniya herî mezin ne tenê serkeftin di rastiyê de hemû gavên erênî di kesayeta xwe de bi berxwedaniya qehremantî ya herî mezin bi awayekî zelal dan eşkerekirin em ê vê yekê hîn baştir bînin ziman.
Ger em dixwazin rêxistinekê, gelekî bi nirxînin, bi pîvin, yek ji rêgezên herî bingehîn, ji dema borî re çiqas rêz digre, çiqas firsenda jiyanê ji egîdî û wateyan re nas dike an jî çiqas ji bîr dike. Di van rêgezan de ev yek tê nirxandin. Çi bê êş e dema em li rasiya gelê xwe dinêrin, gelekî bê hafiza û em behsa hafizaya gelekî ji zûve hatiye wenda kirin dikin. Ev di wateyekê de raste.
Têgihîna dîroka gel: tê wateya gelê ku dîroka xwe bi xweseriya wê jiyan dike. Li gelê Ewrûpayê pêşketî binêrin. Yên ku jiyan dikin bi piranî dîroka wan bixweye. Beramberî vê em li dîroka xwe binêrin: hemû kesayet bi înkarê re dagirtiye. Nikare ji vê rastiyê wêdetir biçe. Ya herî xerabtir, ji van kesayetan re ew dîrok weke ku ya wane tê mal kirin. Ger ji gelekî re dîroka ku ne ya wîye hat mal kirin ew gel ji jibîrkirina dîroka xwe xerabtir astekê jiyan dike. Gelekî bi dîroka desthilatdarê xwe re tê xapandin, tê wê wateyê bi pîvanekî balkêş dibin dexta binesaziya wan desthilatdara de ye. Em dikarin ji vê yekê re bibêjin rastiya dîroka desthilatdarî ku bi zanebûn diroka xwe di warê giştîde dide pejirandin. Lê belê dîrokek biyanî, bi taybet dîroka bi xwînê û qetliyaman hatiye nivîsandin wek dîroka xwe ya xweser jiyan kirin û ew pejirandin, ji bo gelekî, hela hela ji bo nûneriya vî gelî xerabî, îxanet, alçaktî, xefleta herî mezin dide diyar kirin. Dema ku rastiya me dibe mijara gotinê, mixabin em dibînin ku jiyan bi vî awahiye.
Erkên me yên bingehîn, zanebûna rêxistinî kûrkirin û ew derbas kirina bi vî QENALî xwe derbaskirina nav gel e. Çareseriya dîroka gel em li aliyekê bihêlin, ji bo were fêmkirin ev dîroka bi xwîn ne ya vî gelîye dana fêmkirina vê yekê bi xwe gelek zore. Hela hela ew dîroka wek goşt û nenûk pêwîst bû gel pêve girêdayî bûna ew dana fêm kirin, wateya wê cardin derxistina holê de em gelek zehmetiya dibînin. Ev tê vê wateyê: gelê ku bi vê dîrokê hatiye xapandin şopa xwe di nav refê me de jî jiyan dike. Kesayeta pêş nakeve, di dîroka rêxistinê de kesayeta gafil wisaye.
Di afirandina kesayet de hêmana herî girîng: li hember bûyer û diyardeya(olgu) bi xeleqa berxwedaniya ku li dij derdikeve û bi taybet bi vê dijderketinê hêza vîn û zanebûna ku derdixe holê ye. Bê gûman hêncetên dijderketinê gelek girîngin. Bawerî dixwaze. Egîdî dixwaze. Hêrs û keda mezin dixwaze. Hûn çima ewqas mirîne? Çima hêrsa we lewaze? Keda we lewaze? Ev e eşkere îfada xwe di kesayeta binkeftîde dibîne. Piraniya we wisa ye. Gelo hûn dizanin ev e çiqas mirov bi qehir dike? Li hember vê yekê wek gundiyekî bertek(tepkî) dana diyarkirin jî, ji xwe nayê pejirandin.
Îsyankirina kêm zanebûn tê çi watê? Tê wateya bi her awahî bi seknekî binkeftî vekirîbûna tevgera dijberî xwe. Tê wateya ketina rewşa xerabtir ya bi terzekî ku rê ji vê yekê re dide û bê hêvitiyê. Şoreşgeriya bi pêlansazî ya ku di vê demê de tê kirin, ji van diyardeya bi her awahî dûr pêwîste were pêşxistin. Lê belê keda şoreşgeriya rojane û li gor pîvanên îsyangeriya seretayî, ji çareseriyê gelek dûre. Hûn di vê rewşê dene ku pêwîste were fêm kirin, pir zêde mafê jiyankirina van kesayeta nîne. Gelo jiyana van jiyaneke bi çi şêweyî ye? Ger bi yek gotinê em binirxînin, eve ketîbûne, şêweyek jiyana ku li hember wê rêz nayê girtinê ye. Ev di heman demê de rêgeza bingehîn ya siyasetê ye.
Ma em naxwazin hûn jiyan bikin? Belê, ji xwe em dixwazin. Ev şerê mezin ji bo jiyanê ye. Lê belê çawa? Em di dîtina bersivdana hevoka de zehmetî dibînin. An jî giran axaftin ne layiqe. Êşên mezin di derbarê vê çerçervê de zêdetir hîndarin. Kesayetên ku ev êş jiyankirine di rastî de, dijderketina ku bi awayekî MÛKEMMEL pêş dixin ji bo di her astê de amadekirin pêwîst dike. Lê belê firsend nabîne. Nabe terzê ku can dikşîne. Di be ku ji derfet û bingehan bêparin. Lê çi heye ku ji vê dijderketina gelek mezin pêk anînê jî xwe dûr naxe. Ev yek bi serê xwe trajediyeke. Ev rewşa ku em jêre dibêjin matmayînê jiyan dike. Di nav rêxistina me de rewşa ku herî zêde tê jiyan kirin jî, ev rewşe. Rewşa me bi giranayî wisaye. An terzê jiyana binkeftî û têkoşeriya wê, an jî şoreşgeriyeke ji trajediya re vekirî.! Ne gengaze ku ev yek ji aliyê me de were pejirandin. Lê belê ev rastiya ku tê jiyankirinê ye.
Di berxwedaniya zindanan de gava 14’ê tirmehê, wek biryardayina rojiya mirinê tê bi bîranîn. Ev biryar pêwîste were nirxandin. Di heman demê de eve erkeke cîdiye. Ev biryar, bi qasî dext û dagirkeriya li ser gel ya bê şeref wêdetir, em li hemberî dema komkujiya gela bi dest bigrin, heta bi dest girtin û armanca xwedî derketina nasname û dîroka xwe, cardin li hember kesayet bi her awahî nêzîkatiyên derveyî mirovahî, ew dextên ku di hat xwestin navê xwe bi xwe înkar bikin, hêrsa li hember êşkenceyên bê eman bi her alî ve ev biryar pêwîste berbi çav were girtin.
Aliyên wê yên ku giran tên dikarin werin nîqaşkirin. Derveyî vê yekê rewşa wê partiya ku di nav de tevger dikirin çawa bû, li kêlek hêzbûnê bê hêzbûn, bi qasî hêviyê bê hêvîtî jî dikare bi dest were girtin. Heman rewş ji bo gel jî derbas dibe. Bandorê gel yên ku di hatin jiyan kirin, rewşa raya giştî ya navneteweyî, eve hemû wek bandor çawa li ser vê biryarê rol lîstiye bi vî awahî di kare vere nirxandin. Lê belê eve hemû ger rast werin nirxandin ê herdû aliyên wê derkevin holê.
Ma ev biryara mirinê ye? Hindek ji vêre dibêjin întîhar. Ya ku maye biryarbûna Mazlûm bi xwe heye.
Biryara berxwedaniya 21 adar’ê! Tê gotin ‘ ger em jiyanê nezir bikin em dikarin mirovahî, gel, nasname û heta wek kesayet xwe û şerefa xwe rizgar bikin. Derveyî vê yekê çi şêweyekî din ne mimkine. Derveyî vê yekê çi şêweyê çalekiya tineye.’ Bi îhtîmalekî mezin jî ev e raste. Bi rastî jî di wan şertan de çi şêweyekî dîn nîne. Ji bo jiyan kirinê, ji bo şerefê, ji bo devjê neberdana hindek nirxan ger jiyan kirin bi van jiyan kirinbe ya ku pêwîste were kirin bedelên wê yê can daxistina holê ye.
Vana di vê demê de bi sedan kes dikarin bikin lê belê ji bo wê demê şert û merc gelek cuda bûn. Ev çalekî bê gûman di nav şert û mercên xwe bi xwe de pêwîste were nirxandin.
Ji xwe bê dîrokiyek hebû, hindek li hember vê bê dîrokiyê hatiye derketin. Diyardeya Kurd anîna ziman qedexeye, lê belê ew vê yekê naxwazin înkar bikin. Bi navê partiyeke pêşeng derketine rê, naxwazin wê înkar bikin. Terefê dijber dibêje pêwîste ti vana înkar bikî. Dema ku tê gotin terefê dijber ne tenê çend jenderme an jî yên êşkence dikin serdestên pergalê yên mûtlaq û emperyalîzma ku li pey wan hemûne. Sermaya Tirkiyê heye. Xayinên Kurd yên hevkar hene. Ji bo ku civakê bi awayekî mûtlaq di bêdengiyê de veşêrin û xapandinê erê bikin tên ser wan. Li gor dijmin ji partiyê çend bermahiyên ku xelas bûne maye. Di xwazin çi bikin li wan, li ser vê di xebitîn.
Em li vê qadêne di vê demê de. Terefdarê herî nêz jî bi qasî ku nikare li xwe xwedî derkevin rewşekî lewaz jiyan dikin. Heta di wan rojan de gelek kesên ku hatin girtin ketin rewşa radestiyê. Rastî eve! Ev rastî gelek dide wenda kirin. dil dide reş kirin. henase dide seknandin. Yek diyardeya gelek girîng ku kesayet dide afirandin ew bûyer û diyardeyên ku li dijî wan derdikeve di vî warî de hêza zanebûn û vîna ku derdixe holê ye. Bê gûman hincetên ku li dijî wan derdikevin gelek girîngin. Bawerî di xwaze. Egîdî di xwaze. Hêrs û kedeke gelek mezin di xwaze. Hûn çima wek miriya ne? Çima hêrsa we lewaze? Keda we lewaze? Eve eşkere ye ku îfada xwe di kesayeta binkeftî de dibîne û gelek jime wesa ne. Eve çiqas qehr dide çê kirin ma gelo hûn di zanin? Cardin jî wek gundiyekî erzan qehr dana diyar kirin jî dibe ku ne di cih de be. Di vê derbarê de hindeka pirtûk nivîsandi bûn. Ez gelek kêm dibînim. Çerçewa wê demê baş ne hatiye xêz kirin. bi wêjeya berçavkên bûrjûva nêz bûne. Ev ji zanebûna kêm ya siyasî tê. Di derbarê berjewendiyên gel de ji nêzîkatiyên ne rast yên dîrokî tên. Pêwîste eve were sererastkirin. Ji ber vê em ê hindek rastiya vekin. Çawa ku di hat xwestin provokasyona pêk bînin û wan berxwedaniya ji cewherê wan dûr bixin, wêjeya erzan jî di vê derbarê de tê kirin. Bi taybet di aliyê min de li hember wan biranîna bersiva ku wek berpirsiyar ez dixwazim bidim bingeha berxwedaniyê dana afirandine. Qet nebe jî ev e kî bûn, xwestin çi bikin? Ji bo bersiva vana hemûyan neyên ji bîr kirin ez di bêjim em vê bi ser bixin.
Ya rastî ji bo wê demê gotineke ku were gotin ez nabînim. Ger hebûna jiyana min, ji berdewam kirina vê zêdetir min nikaribû tiştek bikrana. Ji ber ku ez bi awayeke kûr di zanebûna biranîna wan de bûm. Ya ku maye bi her awahî min hêza berxwedaniyeke ku bi karibe wan bi parêze da afirandin. Di şert û mercên azad û serbixwe de, ger bi qasî tê xwestin bi karibe were gotin û were şer kirin bingeh ne be xwedî derketina li wan ji sextekariyê wêdetir çi wate ne dida. Biryara demeke wisa dêmekî ne weke ku tê fikrandin hêsane. Ev e encax bi romanekê were îzah kirin û em heta niha jî, ji bo ne îzahkirina vê yekê ez êşa dikşînim.
Em îro salvegera 27. ya 14 tirmehê rojiya mirinê ya mezin jiyan dikin. Hindek jî, ji zindanên wê demê hatine vêderê. Li kesayetên xwe binêrin. Hûn çiqas di zanebûna wê demê de ne? Kesayetên we çiqas di zanebûn û bi bîranîna pêşwazîkirina wan dema de ye? Çiqas amade ye? Li gor we ew bi bîranîn ewqasî hêsanin? Bersivdana wan dayin ewqasî hêsan e?
Me ev rêheval: Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Akîf baş nasdikir. Gelek baş dizanîn bibin rêheval. Ew biryar nîşaneya vê ya herî mezine. Lê belê cardin Xeyrî di gotinên xwe yên dawiyê de behsa deyndar çûyînê dike. Ne wê baweriyê de ne ku gelek tiştên mezin kirine. Nêzîkatiyeke Kemal jî wek wî heye. Dibêje ‘ev şerê gel ê bighêje serkeftinê’. Lê belê ji bo kêm ked dayinê jî di nav qehreke gelek mezin de ye.
Dêmekî aliyekî vê biryarê yê herî girîg devjê ne berdana têkoşînê û bedelên vê yê can dayine. Aliyê wê yê erênî eve. Aliyeke din yê neyênî ku em bi nirxînin û tenê nikarin bikin malê wan jî di encama gelek kêm mayinêde ye. Gelê welat lewaze û faşîst ji vê rastiyê cesaret digrin. Raya giştî ya navnetewetî lewaze, partî lewaze, girseya girtîgehan lewaze, şêweya berxwedaniya wê demê gelek û gelek lewaze. Li gor me pêwîst bû mirovan xwe bi vê şêweyê nezir (adama) bikrana. Eve dibe kefareta wan lewaziyan. Waye aliyên ku em dibêjin pêwîste were dîtin lê belê yên ku kêm maye ev aliye. Ev yêk jî tenê bi wan ve nayê girêdan. Ev e bi canê xwe û bi xwe danîna holê, ev yek xwestin derbas bikin lê belê cardin xwe deyndar îlan kirin. ji bo derbaskirina van eve dibin ispat. Dibêjin ‘em bi vî awahî çûn lê belê pêdiviyên vê pêwîstin werin temam kirin’. aliyeke din vê biryarê jî ev e. Kî di kare vê kêmasiyê bigre? Derveyî vê yekê eve dibe întîhar û şoreşger jî întîhar nakin. Ger ev întîhar neyê derbas kirin ev pêşveçûn ê bi domin. Wê demê bersiva vê yekê, ji yên mayî re dimîne û dibe mesela bi namûsbûnê.
Ev şehîdên me bi van berxwedaniyên xwe em jî xistin bin barekî giran. Ev di wateyekê de hêrseke li hemberî meye jî. Ger mirovahiyeke, rêxistin û gelek em xistine nav şert û mercên ewqasî lewaz û di nav wateya ne jiyan kirinê de hiştine wan li hember vê yekê gotin ‘em bi vê protestoya xwe bersiv didin’ û çalekiya xwe pêk anîn. Peyama ji bo yên mayî û aliyê vê peyamê yên din jî ev e.
Ji vê peyamê, ji vê bîranînê encama ku derdikeve eve: temamkirina yên ku hiştine. Pekî em ê çi temam bikin? Ev jiyana di bin şertên ku nayê jiyankirin veguherînin warê jiyan kirinê, ev çalekî tê wateya vê yekê, li hember dexta faşîst bi sekinin an jî ji holê rakin. Nezanî heye, ev çalekî tê wateya rakirina vê yekê. Rêxistin lewaze, ev çalekî tê wateya bi hêz kirina vê yekê. Tê wateya seknandinali hember meşa faşîzmê. Vayê encamê girîng yên ji van çalekiya werin girtin ev in.