Amadekar: Gulan Botan
Girêdayî pêşketinên ku di salên dawî li herêmê diqewimin, li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî guhertinên pir berfireh rû dane, ev jî bêguman li jiyanê û li jinê jî pir bandor dike. Lewma pêdivî bi çavdêrî û nirxandinên berfireh li ser mijarê derdikeve pêş. Bi vê mebeste me ji endama Kordînasyona PAJK’ê rêhevala Zaxo Zagros nêrînên wê di derbarê rewşa heyî ya jinê pirsî û em vê hevpeyvînê bi we re parve dikin.
-Bi giştî hûn, rewşa jinê li Rojavayê Kurdistanêdi dema beriya şoreşê çawa şîrove dikin?
Zaxo Zagros:Mirov dikare bêje ku wek herdevera Rojhilata Navîn, li Rojavayê Kurdistanê jî zihniyeta baviksalar û zayendperest bi bandore. Bi taybet piştî plangeriya15’ê Sibatê ku li hember RêberApopêkhat û hevpeymana Edenê ya kudi navbera dewleta Tirkiyê û hukûmeta Beşar Esed de hate îmzekirin,vê pir guhertin bixwere derxiste holê. Ji ber bi rastî ji salên 90’anheta 99’an di civaka Rojava de bi bandora Tevgera Azadiya Kurdistanêguhertinên mezin çêbibûn. Bi taybet zihniyeta zayendperest di gelek aliyan de lewaz bibû û di civak û têkîliyên di navbera jin û mêr de gelek guhertin rûdabûn. Wê demê tundiya li hember jinê diasteke bilind de kêm bibû.Têgihîştina jin û zilaman a azadî û wekheviyê bilind bibû û gelek pîvanên kevneşop mîna qelen, berdêl ûzewaca di temenê biçûk de nedihatin pêkanîn. Lêbelê wek ku min di jorê de jî diyar kir, êrîşa li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê, girtin, kuştin û çewisandina kudi van deh salên dawî de li ser Tevgera Jinê ji hêla hukûmeta BEES ve pêşket,hişt ku paşkeftineke mezin di civaka Rojava de çêbibe. Di encama vê siyasetê de perwerdeyên jin û yên gel lewaz bûn û rêxistina jinan teng û piçûk ma. Ev jî bêgumanhişt ku bi demêre rê li pêşiya ferast û zihniyeta paşverû vebe. Ji ber civak valatiyê ranake li ku valatî hebe an dê bi pîvanên azadiyê, an jî dê bi ên koletiyêtejî bibe. Girtina bi dehan endamên rêxistina Yekîtiya Star û êrîşên rojaneyên şerê taybet bû sedem kudi nav ciwanan de gelek fêrbûnên xirab pêşbikevin. Bi taybet rola tv’yan, rêzefîlmên Tirkî, belavkirina madeyên hişbir, bêkarî, zehmetkirina derfetên xwendinê û xîzanî hişt ku di warê exlaqî de paşkeftineke mezin çêbibe. Her wiha bi şûna menewiyatê pere, bi şûna perwerdeyê şerê taybet, bi şûna fikrên azad zihniyeta zayendperset xurtkirin. Lewma jî dê ne şaş be ku mirov bêje li kuderê nîjadperestî û dîktatorî hebe, tê wateya kuli wir zayendperestî jî derdikeve lûtkeyê û rastiya ku hukûmeta BEES li Rojava derxist holê wihabû.
-Piştî şoreşa 19’ê Tîrmeha sala borî ku li Rojava destpêkir di rewşa jinan de guhertineke çawa çêbû?
Z. Zagros: Bêguman di asta şoreşê de guhertin çêbûn. Beriya hertiştî hilweşandina sîstema partiya BEES, bi serê xwe guhertineke mezin pêk anî. Jinû gelê Kurd ji bin zilm û zora rejîmê rizgar bûn. Ev bi xwere zemîneke mezin a xwe birêxistinkirinê afirand. Bi şûna saziyên dewletê ku tirs,nezanî,bêbawerî,bêvînî û xiyanet dida afirandin,saziyên gel û jinan hatin damezirandin. Bi eşkeretî dema li nêz ve çavdêrî bê kirin wê bê dîtin kutevî hemû pirsgirêkên aborî û ewlekariyê, dîsa jî rûyê herkesê bi ken e. Jiber êdî gelê Kurd û jinên Kurd derfetên azadiyê bi dest xistine. Cara yekê ye ku derfetên ku bixwe xwe bi rêve bibe bi dest xistiye.Ev jî di herkesekê/î de hêzeke mezin avadike. Vê rewşê ji bo jinan derfetên mezin avakiriye. Ji bo ku jin beşdarî hemû qadên jiyanê bibin û bibin xwedî biryar zemîneke mezin avabûye. Lewma jî birastî saziyên jinan mîna kivarkan serê xwe hildane û di demeke kin de bi dehan saziyên jinan hatine damezrandin. Mirovpir baş dibîne ku jin ji guhertinê re amadene, tenê pêwîste ku pêşiya wan bê vekirin.
-Saziyên jinan ku we behsa wan kir, piranî li ser çi bingehê ava bûne û di wan saziyan de xebatên bi çi awayî tê meşanin?
Z. Zagros: Bi giranî akademiyên jinêyên zanekirin û malên jinan vebûne. Di akademiyan de piranî perwerdeya jinan tê dayîn, ji bo ku jin dîroka xwe, rastiya xwe, feraseta civaka zayendperset nas bikin û rastiya zilam û pergala zilamsalar a dewletê derxin zanebûnê perwerde dibînin. Dîsa bi taybet mijara ‘jiyana azad û têkîliyên wekhev çawa tê afirandin û rola jinê di avakirina Netewa Demokratîk de çiye?’ bi berfirehî di akademiyande tê guftûgokirin. Her wiha li malên jinan hem perwerdên dem-kin tên dayîn, hemjî bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibin û çareserdikin. Tişta balkêş tevî ku ev sazî nû hatine avakirin, lê jin pir zû lê xwedîderketine û wek mala xwe diparêzin. Her wiha hem ji bo dewreyên perwerdeyê, hem jî ji bo malên jin xwestekekemezin heye. Di vê derbarê de dîsa jin di saziyên mîna Zimanê Kurdî de jî bi hejmareke mezin cih digrin û mirov dikare bêje ku jin di Rojava de bingeha saziya zimanê Kurdî avakirine. Ger îro bi deh hezaran şagird hene rola jinan tê de gelek şênbere.
-Wek ku tê zanîn hêza jinêya parastina rewa li Rojavayê Kurdistanê birêxistin bû,vê yekê bandorke çawa li ser civakê û li ser jinan avakir?
Z. Zagros:Raste, di demên dawî de Konferansa xwe lidar xistin û navê xwe kirin YPJango Yekîneyên Parastina Jinê. Bi rastî piştî ku YPG’ê xwe îlan kir û endam girtin nav xwe,vê yeke li ser civakê bandoreke mezin çêkir. Bi taybet rola ku jinan di şerê li Qestelê ango gundê girêdayî Efrîn û şerê Serêkaniyê de lîstin, bandoreke mezin li ser civakê çêkir û bi hezaran keç beşdar bûn. Elbet ezmûna jinên Kurd ên gêrîla û mîrasa ku Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê avakiriye hişt ku sazîbûna jinê li wir zû pêşbikeve. Di warê parastinê dejî avakirina YPJ’ê û pêşketina wê di demeke kin de çavkaniya xwe ji vê rastiyê digre. Bandora şervanên jin pir vekerî li ser civakê tê dîtin. Bêguman ev ne cara yekê ku jinên Kurd şerdikin. Bi salan e ku jin li serê çiya gêrîlatiyê dikin. Lê ev şer dinav bajaran de diqewime û li ber çavên herkesêrû dide. Lewma jî bandora wê rasterast û yekser çêdibe. Gelek malbatan bi xwe keçên xwe şandine YPJ’ê û piraniya jin dixwazin perwerdeya parastinê bibînin.
-Têkîliya dinav bera jinên Kurd û jinên gelên din de çawaye?
Z. Zagros: Wekkudi çapemeniyê de jî hate ragihandin, Înîsiyatîfa jinên Sûriyê hatiye avakirin. Rola jinên Kurd di avakirina vê înîsiyatîfê de pir girîngbû. Mirov dikare bêje ku di vê înîsiyatîfê de nûnerênher beşê û ji her gel û baweriyê hene. Wek mînak Ereb, Aşûrî, Suryanî, Ermenî û hwd. Tişta girîng ew e ku xebatên wiha tenê di asta nîqaş û civînan de teng nemînin. Çiqas xebatên hevbeş pêşbikevin û nêrînên cuda bibin yek û derbasî çalekiyê bibin, ewqas wê xebatên wiha wate qezenc bikin. Pêwîstiya jinan a parvekirin û hevkariyê pir zêdeye. Ji bo ku em bikarin li hemebr zihniyeta zayendperest û antîdemokratîk şerbikin, pêdivî heye em rêxistinên xwe mezin bikin û xwe ji sînorên ku zilam destnîşan kiriye û daniye nevabera me, xwe jê rizgarbikin. Parçebûn û nezantiya jinan tenê xizmeta desthilatiya zilam û hêzên antîdemokratîk dike, lewma wek jin û tevgerên jinan, divê em di vê derbarê de bi hişyarî tevbigerin.
-Di dawiyê de tiştaku hûn bixwazin wek peyam bi xwendevanên me re parve bikin hebe, fermo.
Z. Zagros:Dema ku min rewşa li Rojava di warê jinê de anî ser ziman, nayê wateya ku jinên Rojava hemû pirsgirêkên xwe çareser kirine. Bê guman gelek lîstok û xeterî hene. Ji bo ev zemîn û derfetên ku hatine bidest xistin mayînde bibin,pêwîste xebatên têgihîştinî, rexistinkirin û parastinê bi awayeke berfireh bêne pêşxistin. Biqasî ku em civaka xwe li ser hîmên rast avabikin û hêza xwe mezin bikin, emê bikaribin êrîşên liser gelê Kurd û li ser jinan vala derxin. Lewma jî bi ferasteke demokratîk û azadîxwaz avakirina xwe û civaka xwe erkên bingehîn in ku xwe datînin pêşiya jinan. Xwesteka azadiyê di jinan de gelek bilind bûye û ya girîng ew e ku em bikaribin vê birêxistin bikin û derbasî çalekiyê bikin.
-Em spasiya wek dikin.