Rêber Ocalan bixwe di axaftina xwe ya di televîzyonê de ji bo rêgeza welatparêziyê wiha gotiye: “Ger dê Kurdistan bibe mijara gotinê yan jî ger em bibêjin di axên dayîk de jiyan a herî xweşik e, beriya her tiştî bîrdoziya jinê bê ax nabe. Heta vebûna axê ji çandinî û hilberînê jî, hinekî bi hûnera jinê ve girêdayî ye. Tê wê wateyê ku rêgeza yekemîn a bîrdoziya jinê; li axên lê ji dayikbûye jiyankirine. Ango rêgeza yekemîn bi gotina rojane ve welatparêzî ye.”
Welatparêzî çima rêgeza yekemîn a Bîrdoziya Rizgariya Jinê be? Gelo girêdana azadî û welatparêziyê çiye? Ji bo me jinan bersiva van herdu pirsan girîng e.
Di roja me ya îro de ji aliyê dewlet-netewê ve naveroka têgeha welatparêziyê hatiye valekirin. Vê li gorî berjewendiyên xwe bikartîne. Lê beriya dewlet-netewê û heta beriya forma netewê jî girêdanek me jinan û axên em lê jidayikbûne, her hebûye. Ma ne şoreşa yekemîn a mirovahiyê weka şoreşa gund û çandiniyê li van axan pêşketiye? Ma ne xwediyê vê şoreşê jî civaka bi pêşengiya jinê ye?
Çanda bihezaran salan a li Mezopotamya, a li binarên Toros-Zagrosan, berhema girêdana navbera jin û axê ye. Weke jin bi nasnameya xwe ya resen me rehên jiyana xwe berdane nava dilê warên xwe. Me jiyana herî xweş û xweşik, jiyana xwezayî li ser van axan geş kiriye. Me hebûna xwe bi axên xwe naskiriye. Ji ber ax jî weke me jinan dayik e û jiyanê diafirîne. Yê me kiriye em, ev erdîgarî, dîrok û çanda li welatê me ye. Lewma me zûtir ji zimanê hev fêmkir û dest bi çandinî û hilberînê kir. Ji bo berdewamiya jiyanê me hevaltî bi hev re kir û bi qasî dayikên xwe yên pîroz, her ji axên xwe jî hezkir.
Vaye ji ber welatparêzî; koka wateya jiyanê ye, her wiha hezkirina te ya ax û jiyana li ser vê axê ye, modernîteya kapîtalîst jî pir zêde êrîşî vê têgehê dike. Ev êrîş bi êrîşa yekemîn a li ser jinê destpêkiriye û heta roja me ya îro jî weke bîrdoziya netewperestiyê tê bikaranîn. Bi hestên sexte yê xwedî li welat derketinê; erdnîgariyan û jiyana mirovan tev kavil dikin. Welatparêzî weke naskirina kokên xwe û çavkaniya hezkirinê çawa dikare bibe bingehê red û înkaran? Li vir ji parêziyê derdikeve û dibe perestin. Her tişteke bê perestin di wir de zêdekirinek heye û ji asayîbûna xwe dûr dikeve. Tevî ku divê welatparêzî haleke xwezayî ya jiyana mirov û civakan be jî, lê pir bi taybetî tê sorkirin.
Ji xwe di hişê me yê civaka xwezayî de xerîbiya herî mezin dûrketina ji welat e. Mirovek û bi taybet jinek ne li warên xwe be, weke guleke çilmisiye û hertim tişteke jê nîvce heye. Ême hezkirina me ya welat ne li gorî feraseta netewperestiyê ye. Ji ber di zanebûna me ya welat de ax, ziman, çand, dîrok, jiyan, ked û hezkirin tev di nava hev de hatine hûnandin. Yek ji van nebe, ya din ji bo xwe temam bike lê digere. Bi hev re bûyîna van jî azadî bixwe ye.
Di heman demê de Rêbertî di dahûrandineke cuda de wiha dibêje; “Yek ji xalên herî bingehîn ên welatparêziya min pêşxist jî, jin bû.” Di vir de jin weke pêşxerê welatparêziyê hatiye nirxandin. Mirov careke din girêdan û pêdîviya bi hev a jin û welatparêziyê dibîne. Ji xwe Rêbertî jin û welat weke du têgeh û heqîqetên gelekî nêzîkî hev û heta wekî hev nirxandiye. Bi awayeke herî şênber jî Azadiya jinê weke azadiya Kurdistanê dîtiye. Hebûna yekê wate daye ya din. Nebûna yekê jî ji xwe bi ya din daye wendakirin. Em ji dîrokê dizanin dema jin hate bindestkirin welat jî ji dest çû. Dema welat nebû, ji xwe bi navê jinê jî qet tiştek nemabû.
Ji bo weke jin em xwedî li kokên xwe û jiyana bi wate derdikevin, divê em zanebûn û pratîka xwe ya welatparêziyê xurt bikin. Welatparêzî ne tişteke hesan û ji rêzê ye. Ji ber welatparêzî ne tenê rewşeke hestî yê pasîf e. Ne tenê karê dilxwestinê ye. Dema mirov ji xwe re bêje ez welatparêzim; erkên girîng jî datîne pêşiya me. Hêz û wizeya xebata azadiyê bi mirov re ava dike. Mirovan dixe nava livûtevgera vegera li xwe. Ger ev hêz û xebat bi mirov re nebe, divê em welatparêziya xwe jî li ber çavan derbas bikin.
Di rewşeke ku; welatê me Kurdistan di bin êrîşên dagirkerî û qirkirinê de ye, welatparêzî pêwîstiyeke hîn dijwartir e. Ya hêza parastina welat dide me hezkirina me ya welat bixwe ye. Ya me gihand asta artêşa jinê jî ev e. Weke jinên Kurd hem ji bo parastina welatê xwe, hem jî ji bo jiyaneke azad a bi hebûna jinê, welatparêzî rêgeza me ya yekemîn e. Çawa bi hezkirina axên xwe me şoreşa yekemîn a mirovahiyê avakir, emê bi welatparêziyê bingehê şoreşa xwe ya duyemîn a azadiya jin û civakê jî geş bikin.
Jiyan Aras