Di gerdûnê de her zindiyek xwedî hizreke. Heta her şaneyek a zindiyê bixwe jî xwedî fikreke. Lewma her şane di nava liv û tevgera de bixwe jî dizane wê çi bike, hişyariya çi bide, çi bixwaze yan jî çi bide. Tevde di nava hemahengiyeke gelekî baş de ne. Bi mirov re jî bi mîlyaran şaneyên wiha xwedî fikir hene. Lê gelo em di zanebûna vê de ne? Asta karîbûna fikra xwe çiqes hîs dikin? Gelo em çiqesî dikarin li ser fikra xwe careke din bifikirin?
Dema em van pirsan weke jin ji xwe bikin, wê encamên hîn balkêştir jî derkevin holê? Raste astek pêşketiye û gelek tişt ne weke berê ne, lê gelek aliyên divê bêne derbaskirin jî hîn hene. Gelo weke jin em çiqes xwedî fikra xwe ne? Em çiqes ji pêşxistin û hilberîna fikrî hez dikin? Di bin bandora gelek fêrbûnên weke; ‘eybe, pêwîste zimanê keçê ne dirêj be, ji bo jinê ne pêwîste, hewqes jî bese’ de şêwazê fikrên me teng û sînordar mane. Heta gelek caran weke jin me xwe, xwedî fikir jî nedîtiye.
Ji xwe hişmendiya desthilatiya zilamsalariyê dihêle jin di aliyê fikir de zû bi zû ji xwe bawer nebe. Di modernîteya kapîtalîst de jin bi awayeke berovajî bê pejirandin jî, ev encax li gorî zehniyeta dizê mala jinê ye. Lewma divê destpêkê em xwe ji fikrandinên modernîteya kapîtalîst rizgar bikin. Sînor û qalibên di hişmendiya xwe de bişkênin. Em bikarin azad bifikirin. Ji bo fikrandina azad li pêşiya me derveyî fikrên pejirandina koletiyê ti astengek din tine ye. Ji bo vê jî em biweribin xwedî fikrên xwe bin. Lê her fikir jî ne fikra azadiyê ye. Di bin navê azadiyê de gelek çewtiyên li ser civaka exlaqî û polîtîk têne sepandin hene. Ev li pêşiya jinê jî xefika herî xeter e. Lewma divê ferqên di navbera fikran de mirov baş bizanibe. Ev jî cardin bi hêza kûrahiya fikra jinê dibe. Teqane rêya vê jî naskirina xwe û fêmkirina zimanê jiyanê ye.
Gava li pey vê jî vîna azad dide pêwîstkirin. Her vînek azad jî helbet xwedî fikreke azadiyê ye. Ji xwe vîn; sekin û xwe nîşandana wê fikrê bixwe ye. Israr û parastina wê ye. Mirov dikare wiha jî bêje; vîn, pratîka fikrê ye. Fikra te çibe, wê kirdeya te jî ew be. Hevdû bandor dikin û diyar dikin. Her wiha fikreke ne xwedî vîn be, ti wateyeke xwe tine ye. Weke ruheke bê ceste ye û hertim ji belavbûnê re vekiriye. Xwedî vîn bûyîn xaleke girîng e, lê çawa her fikir ne fikra azadiyê be, her vîn jî dibe ne ji bo azadiyê be. Lewma weke jin ji bo me fikir û vîna azad bixwe gelek girîng e. Bîrdoziya Rizgariya Jinê jî xwe dispêre fikir û vîna azad a jinê bixwe.
Rêbertî di peyama xwe de ji bo vê rêgezê wiha dibêje: “Rêgeza duyemîn ger wê di jiyanê de cih peyda bike, divê jin bi hizir û vîna xwe ya azad tevlî jiyanê bibe. Ger dê ev bîrdozî pêk were, bi îfadeya vê ya herî şênber, jin weke dixwaze wê bijî û biryarê bide. Emê bawerî bidin hizirandina wê. Emê li hemberî vîna wê rêzdar bin. Rêgezeke vê bîrdoziyê ya jêneger jî ev e. Ez jî bim dê jin bibêje “ezê bi te re bi vîn û hizra xwe ve bijîm.” Li gel vê dê gelekî bi rêgez, gelekî bi proje û bi plan be. Di vê rêgezê de ji nêzîkatiyên weke; ezê bi hindek avantajên xwe jinê bixapînim, ew jî bi jinbûn û zayendiya xwe ya erzan min bixapîne re, cih nîne.”
Ger mirov bixwazibe fêm bike, nirxandina Rêbertî pir eşkere ye. Xala emê vê çawa pêkbînîn girîng e. Bersiva vê jî cardin fikir û vîna azad e. Em jin, weke xwişk(xweşik), jina evînê û dayikên jiyana xwezayî, ji bo careke din bi wateya rastî bijîn û bidin jiyîn, divê bi fikir û vîna xwe ya nasnameya civaka xwezayî tevbigerin. Di vê nasnamê de jin weke xwe heye, diafirîne, li derdora xwe kom dike û parvedike. Ji bo vê niha jî bîryara jiyana xwe emê bixwe bidin. Emê ji bin sîbera yên xwe dikin xwediyên me derbikevin. Bixwe bibin xwediyê xwe. Wê rêzdariya me ji dest daye, carekedin bidest bixin. Emê bihevrebûn û hevaltiyên rêzdar, wekhev û biwate pêşbixin. Ne ya bi axaftinên şêrîn ên paşê têne înkarkirin an jî ne ya zora hêzdaran. Lewma emê nexapin û neyên xapandin.
Ji bo vê divê em wan fêrbûnên bihezaran salan ji ser xwe bavêjin. Ti sedem tineye ku hizrandin an vîna min lewaztir be yan jî wateya hebûna min bênirxtir be. Yê nirxê diyar dike destpêkê mirov û civakbûna me bixwe ye. Lewma emê li ser tevahî fêrkirin û fêrbûnên xwe careke din bihizirin û ji bo şikandina van vîna azad nîşan bidin.
Raste gihaştina vê astê ne hesane, lê di dîroka xwe de me berê jî vê jiyan kiriye. Hîn beriya hezaran salan me vê kariye. Û ev ne tenê bîranîneke berê bû, berdewam e. Di roja me de jî gerîllayên jin her çirke fikir û sekna vê dighînîn jiyanê. Di nava têkoşîna civakî de jî bihezaran mînakên vê yên pêşengiyê hene. Zanebûn û vîna azad ne tenê karê hinek kesane û ne tenê hinek dikarin bikin. Em tev jî dikarin, ev cewherê me heye. Ev hebûna xwezayî ya jinê ye. Dema mirov carekê bawerî bixwe bîne û ji cihekî destpêbike, gavên din jî li pey tên. Ji ber dema fikir û vîn a mirov bixwe be, mirov hest bi hebûna xwe dike û jiyan bi wate û xweştir dibe.
Jiyan Aras