Di nîvîsa beşa yekemîn de jî me parvekiribû ku; her pênc rêgezên Bîrdoziya Rizgariya Jin girêdayî hev in. Her yek weke rastiyke pewîst bi hev re heqîqetê avadikin. Hêz didin hev û hevdu temam dikin. Lewma di nirxandina her rêgezekê de divê em girêdaniyên wê bi yên dinê re jî baş bibînîn û binirxînîn. Welatparêzî nebe, kokên zanebûna azad û vîna azad jî nabe. Ji ber welatparêzî bixwe koka zanebûn û îradeya me ye. Rêxistineke li ser bingehê zanebûn û vîneke azad jî nebe, dikare zirar bide armanca azadiyê. Bi awayê din dikare bibe rêxistineke xirakirin û talanê. Ji bo rêxistina azadiyê li gel her du rêgezên destpêkê, têkoşîn jî pêwîste. Her wiha ya naveroka rêxistinê dabigire têkoşîne û ya têkoşînê bigihîne serkeftinê jî rêxistinbûnê. Xebata rêxistinkirinê bixwe jî têkoşîneke. Têkoşîn bê rêxistin be, encama tê xwestin nayê afirandin. Lewma tevahî rêgez hem hev bandor dikin û hem jî temam dikin.
Weke berdewamiya her sê rêgezên din, ji bo rêgeza me ya vê beşê Rêbertî wiha dibêje: “Weke hêmanê çaremîn jî li gel rêxistinbûnê divê hun hemû jiyana xwe bi tekoşînê ava bikin. Ji ber ku nasnameya jinê ji ber bêtekoşîniyê ketiye nava çar dîwaran. Karên hevîr dane wê, bi karên ji rêzê ve hatiye mijûlkirin. Ango di nava ferzkirineke weke kesayeta karên vala hatiye hiştin. Ji ber wê jî di serî de esasên bîrdozî û polîtîk, di derbarê rêxistinbûnê, çandê, kurtayî her qadeke ku wê bihêz bike de divê tekoşer be, divê jin bibêje “ezê rêxistinêr bim, kar û îşê min tekoşînkirin e.”
Têkoşîn li dijî înkar û tinekirinê hewldana hebûnê û keda bûna xwe ye. Her hewldanek ne têkoşîne. Mirov dikare gelek rewşên asayî yên di nava jiyanê de derveyî vê mijarê bigre dest. Em behsa têkoşîna azadiyê dikin. Mijar li vir hewldana li beranberî dijayetiya heyî ye. Li hemberî rewşeke tê ferzkirin, berxwedana bi cewher û xwezaya xwe mayînê ye. Mirov li dijî bindestiyê, ji bo azadiya xwe têdikoş e. Dema hewldan li dijî neheqî, xirabî, talan, dagirkerî, qirkirin û ji cewher dûrxistinê be, mirov dikare jêre bêje têkoşîn.
Têkoşîn; ne tenê ji bo bidawîanîna wê dijayetiya heyî ye. Raste, zora tê sepandin tu napejirînî û li dijî wê derdikevî. Ev aliyeke wê yê bingehîn e. Lê di heman demê de têkoşîn; karê avakirin û çêkirinê ye jî. Gelek caran bi çaveke tenê pevçûn û xirakirinê li têkoşînan tê nêrîn. Weke jin em ne tenê ji hilweşandina desthilatdarî û bidawî anîna koletiyê berpirsiyar in. Ger a girîng hilweşandin û bidawî anîn be, ma çi ferqa me ji pergala desthilatdar dimîne? Dema desthilatdarî were bidawî anîn ma wê xweber azadî pêk were? Li cihê jina bindest emê çi biafirînîn? Li cihê zilamtiya zordar emê zilameke çawa bipejîrînîn? Li ser kîjan pîvanan emê bi hev re bijîn? Bersivandina van pirsan jî erkên têkoşeran e. Ger pîvanên me zelal bin, emê têkoşîna afirîneriya van pîvanan jî bimeşînîn. Ji xwe afirînerî taybetmendiyeke xwezayî ya jinê ye. Bi ked û afirîneriya xwe me li rûpelên destpêka dîroka mirovahiyê û meşa jina azad bi pênûsê jiyanê nîvîsiye. Di bin bandora bi hezaran salan a pergala desthilatdariya zilamtiyê jî me vê taybetmendiya xwe heta radeyekê parastiye. Bi vê re divê em têkoşeriya xwe bi qasî dijbertî, di aliyê afîrînerî û avakirinê de jî bihêztir bikin. Jiyaneke bi rengê jinê têkoşîneke ya afirînerêya bê sînor dide pêwîstkirin.
Weke jin ji bo hebûneke azad derveyî têkoşîna bi rêxistinkirî, ti rêyeke me ya din tine ye. Ji bo ya ji me hatiye dizîn em werbigrin, ji bo rêzdariya mezin a me ji dest dayî em careke din qezenç bikin, teqane rê têkoşîne. Weke jin bi têkoşînê emê mafên xwe bidest binîn. Ger em jin tênekoşîn nekin, jiyana em bêriya wê dikin ava nabe. Esas têkoşîn ji aliyeke din ve jî ked dayîne. Mirov ji bo pêwîstiyekê yan jî ji bo tişteke jê hezdike ked dide. Girêdaniya me bi jiyana azad vê hêzê dide me. Ji bo ya ji me hatiye birin, em careke din werbigrin, pêwîste em têbikoşin. Di vir de xwestek û hezkirin wizeya têkoşînê avadike. Wizeya xwestek û hezkirinê jî bîr û zanebûna cewherê azadiyê û şenberiya wê jî welatparêzî ye. Weke jin em çiqes xwedî zanebûn û vîna azad bin emê hewqesî jî têkoşer bin.
Têkoşîneke bi rêxistinî hem ji bo sekna li dijî pergalê û hem jî ji bo hêza avakirina ya bedîl gelek girîng e. Raste divê em têkoşîna hevpar a rêxistinî bimeşînîn. Lê yeka li hemberî xwe têkoşînek bi wêr û ji dil nemeşîne, nikare li beranberî paşverûtiya zayenda xwe û zayendê dinê jî têbikoşe. Divê pergala desthilatdar û sekna jina bindest destpêkê di kesayeta mirov de bidawî bibe ku jineke têkoşer bê afirandin. Lewma têkoşîna li beranberî xwe, çavkaniya hêza têkoşîna hevpar e. Wek hawê bi şikandina paşverûtî, kevneşopî û nehiştina sekna derveyî nasnemeya jin, hêza têkoşînê tê avakirin.
Dema mirov di têkoşîna kesayeta xwe de biserbikeve ti têkoşîneke din a mirov têde sernekeve wê nebe. Lê ev nayê wê wateyê ku mirov têkoşînê tenê bi xwe re jî bifetisîne. Gava yekemîn raste mirov e, lê divê em têkoşîna kes û giştî ji hev qut nekin. Her du hevdu diafirînîn. Her wiha tevahî qadên jiyanê divê bi têkoşînê bêne xemilandin. Ji têkoşîna xwe heta zayenda xwe, ji têkoşîna civakî heta ya azadiya welat, ji qada aborî, tendurîstî, perwerdeyî… heta tevahî qadan têkoşîn, têkoşîn û dîsa têkoşîn. Ne ku em karên din bikin û tenê hinek demên vala bimîne ji bo têkoşînê veqetînîn. Esas karên ku jiyanê bi me bide qezençkirin têkoşîn e. Qadên pergala desthilatdar ji bo me veqetandine tenê me mijûl dike û ji azadiya rastî mehrûm dihêle. Lewma divê karên xwe jî em diyar bikin û bi bawerî, wêrekî û eşqê têkoşîna jiyana azad em bikin wateya hebûna xwe.
Jiyan Aras